29 Nisan 2012 Pazar

Duhok, Festîvala Şorşa Agirî bi Dawî Bû


Hewlêr 29 Nîsan / April (PNA) - Piştî heyama du rojan çendîn semînar hatin pêşkêşkirin, festîvala Îhsan Nurî Paşa û şorşa Agirî li Duhokê bi dawî bû û komîteya bilinda serperştiya festîvalê xelat bo simînargêr û mêvanên festîvalê dan.

 Di vê dernadaza weke bîranîneke ji Dîroka Kurdan, kestên kû ji aliyê komîteya amadekara festival ve xelat wergirtîn evin: Rehîm Şinoyî, Mistefa Balbal, Tehsîn Sefer, Îhsan Culemêrgî, Dr. Mihemed Ebdula Kake Sor, Ebdula Zengene, Bextiyar Mela Ehmed, Amîtîs Rehîm, Evîn Refîq, Dr. Refîq Salih, Dr.Azad Ubeyid, Musedeq Tovî, Dr.Ebdulfetah Botanî, Nîjiyar Neman Baclorî, Dr. Mihemed Salih Zêbarî.
 Her di nava berdewamiya dêrendazê de ku nûnerê radyoya Êrîvanê Tîtalê Keremê Seyad amadebûbû, tayê Duhokê yê yekêtiya nivîserên kurd bi delîve dît ku wek rêzgirtin bo rolê giring û pîroziya radyoya navhatî, wî xelat bike.

[19:09] 12/Apr/29

R. War /
C. M

Çavkanî: http://www.peyamner.com/Kurdi/PNAnews.aspx?ID=274455

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder