5 Mart 2013 Salı

Şîna jinekê li ser gora Biro - Osman Sebrî


Îşev di mecala razanê da keserên felala welêt, kûfîn û zarînên dîliyê û bêkesiya me kurdan, wek tevazan ji dilê min va diyar bûn. Di nav ax û waxên bêfêde da li ser teniştê çep û rast vediliqitîm; min çi dikir qet riya xewê bi çavên min ne diket. Di nava nivînan da, derd û kulan wekî teyrên bilatexur dirêjî kiloxê min dikirin. Jînenîgariya min, dîlî û biserhatiyên milet û bindesliya welêl, her yekê bi awakî ez diêşandim. Qey ko Xwedê ne dixwast rihetiya can û cendek bide min... Wekî hezrîngên xewê pêlek hayê xurl di dev û bêvilên min ra avêt. Hîn min bêhna xwe ne girtîbû ko erd bê awa hejiya. Hejîneke welê ko avaljiya ez tê, çiyayên pêşber, derya, ezman, stêrk tev da serekî dirêj hejiyan. Li ber vê hejînê erd wekî girekî xweliyê hilweşiya. Bi vê hilweşînê ra ez jî wekî keviré ko ji avahiyên hilweşiyayî dipengize, tôt bûm û çùm...


Piştî demekîj dirêj ez li eredkî nenas rawestîm. Cane min wek kulêv tevizî bû û nema diêşiyan. Ez hinekî welê bê tevger vezeliyayî û mat mam. Min dida bala xwe û digot: gelo ev çi bû, çi li min qewimî û li kê derê dimînim?... Hêdî hêdî bi civandina vênê ez rabûm ser xwe, serekî min li dorhêla xwe hêre kir; ez di navbera du çiyan da dimam. Çiqas ko min ew der ne dîti bû jî, li ser salixdana xelkê wî cihî ez tê gihistim ko ew her du çiya, her du Ararat in. Hîv gelekî bilind bû bû, her tişt bi hemdê xwe diyar bû. Ez pir î minêkar bûm ko herim ser Ararata mezin. Lê ji ber ko dijwariya wî ber bi çav bû, min berê xwe da Ararata biçûk, wargehê şerkerên kurd... Ên ko îro dîtine dizanin ko Ararata biçûk ketiye çi halî... liser zinar û deviyek, komek hestiyê şerkeran di sersiyên xwe da vedişêrin. Nemaze di kûntarên çiyê da mirov şopa yekîtiyeke dil bi şewat di van komikên hestiyan da dibîne. Serê yekî li ser parsoyê ê din, lûlikên ê sisiyan di nav mûfirkên pişta ê çaran da, ew yekîtî bi awakî ibrelamîz .şanî mirov didan. Wan hestiyên ko bi biratî hev û din himbêzkirî bûn çiqas dilê min zîz kirin û derd û kul anîn bîra min.. Ma gelo tu bê ji me kurdan yekîtî, her de piştî mirinê biliatana pê ?. An Xwedê ev tiştê çak di xweşiyê da ne kiri bû para me?.. Di nav belekiyên berfê ra lez û bez bi du sê bêhnan gihaştim serê çiyê. Min doraliyên xwe çav kirin, xweş diyar bûn. Min gelek dil hebû. ez gora Birho bibînim û herim dîtina wê. Di aliyê rojhelat û nîvro da qûnçeke nûçêkirî ji wergerandina keviran xweya bû. Ji wê pê va, tiştekî din ko şopa goran pê keta tine bû... Di jor da min xwe ber da û kişande ser qûnçê. Di nîvroyê min da dengê hêlehêla jineke hat. Carcaran nalînên zarokekî en dil bi şewal ew hêlehêl dibirin. Ew jî bi rev ber ve qûnçê diçûn; yek û dudu kete pêş min. Min bala xwe dayê, jineke serqot, pêxas, porhinc, pot li ser zîvir zîvirî, çêliyekî biçûk li ber Jiimbêza wê kûr dinalîn. Nêrîna wê hêreyê ( menzere ) dil û hinav ji mirov diperitand. Hele ez bi carekê mat ma bûm; min di dilê xwe da digot, ma gelo lu bê ev jinik jî bi vê hejîna erdê ra pengizî û di vir ra bi derket?!. Li ser vê ramanê hindik ma ko ez deng lê bikim û jê bipirsim. Paşê ez ji ramana xwe vegerîm û bê deng pêş çûm. Wê berî min xwe gihande qûnçê; bi gihêştinê ra dengê qîrîn û zarîneke dil soj bi ser ket. Welê bi awakî zîz û kezebxur dest bi şinê kir ù lorand ko kevir li ber dihelîn.

Hele nalînên biçûk di nav şînê da hinav ji min perçe dikirin. Pê da pê da dest û çong ji min sist dibûn. 'Halekî welê li min qewimî ko nema min dizanî ez heme. Gava wê dest bi şînê kir navbera min û gora Birho deh-pazde gav ne mabûn. Gotinên jinikê bê dijwarî di guh û dilê min da cih digirtin. Pêşiya şînê holê bi ser xist;

Rabe de rabe Birho de rabe,

Bo çi Ararat le hifl xefabet..

îro dîsa hat Roma bê eman

Gund şewitandln ne hîfl xwedi can

Geliyê Zilan sotin Wek rijî

Pê ra şewitîn çar kurên min jî

Dema ko Rom li me vemilikî

Keçek min ma bû ew jî hurikî

Bes gedek maye singo lê dane

Mirin û mayin Xwedê dizane

Rabe binêre li gedekê min

Hene çend birîn li cendekê min

Mêrên me kuştin bêbav neyaran

Em lev reviyan li şûna waran

Bi serên me va ne ma têlek por

Şûna lajangan tev da bûn reş mor

Keç û bûk ne man bê namûs kirin

Herçî ko çak bûn ji xwe re birin

Me namûs ne ma çû di lalanê

Şermende ne em li pêş cihanê

Bêhnek rihetî ji bo me nîne

Her gav li ser me holê qirîn e

Nema me xwedî tola me rake

Roman bikuje welêt ava ke

Piştî tu mirî welat ker û lal

Bi hêlekê ma Ferzendê(1) delal

Bêbext felekê neda te hêwan

Da bixebitî wek şêr û dêwan

Hergav li ser kir dengê te dihat

Deştên welalî dibûne kelal

îro dinhêrim kelalên kurdan

Ji bo neyaran gengaz ê hêsan

Vedibine wek xanên bê derî

Tê da nabînin west û dijwarî

Ko tu dimirî xelqê me Zîlan

Bila ji te ra bibûna qurban

Cîhan dizane ko tu can bû

Piştmêrê kurdan şêrê yezdan bû

Kurmanc nabînin yekî mîna te

Bo namûsa min divê tu rabî

Du salên din ji gorê cida bî

Dengê tifingan qet nayê ji kir

Piştî tu mirî kes nema li wir

Dawîd(2) bi tenê maye dilkerb

De rabe bigre tifinga şeş derb

Carê neyaran veqijgijîne

Şîrê diya wan di poz ra bîne

Tevî Xelikan(3) êrîşê berdê

Tola namûsê nehêle li erdê

Rabe bilive gor ne ciyê te

Lawanê kurdan dest û piyê te.

Dema gihaşte vir, herwekî veciniqe deng jê hâte birîn û bi ser biçûkê xwe da xar bû nihêrî, destê xwe da ser dil; bi dengekî hîn xurtir qîrîn bi ser ket û got: Aha . . aha, ew jî mir; ew jî çû ... Êdî tu tiştê ko min bi jînê va grêbide nema. Namûs çû, mêr çû, keç çû, çar kur şewitîn; bi tenê di dest min da ev çêlî, ev gede ma bû, niha jî ew çù.. Qey ko Yezdan jî rû ji me kurdan badaye û bûye arîkarê neyar... Em qels û reben, neyar xurt û zexim, bext rû ji me bada û Birho jî ranabe. . . Çû. . çû. . tola namûsa me jî . . em jî . . em wê jî nabînin I ... Di vê demê da nema gotinên wê xweş dihatin bihîstin, Bi heyecaneke ecêb cendekê biçûk rakir û li ber şewla hîvê ji bo cara paşîn lê nihêrt. Bi tevgereke tertilî da ser dilê xwe û guvaşt; kûfineke bê awa bi ser kek. Hînga cendekê biçûk di ber gora Birho ra dirêj kir û dîsa .şîna xwe holê bi ser xist:

Binhêr ew jî mir ez mame bê fer

Li ser namûsê biçûk ji da der

Hinde kulên reş û derd û kûvan

Namûs e ko xort bispêrin jinan

Dil hene ko vê jehrê bi cî kin?!...

Mêrxasên kurdan bila fedî kin

Wekî Xelikan nakire xîret

Holê ji lewre em bûn eşaret

Madem tu naçî di hewara min

Ji niho pê va mirin para min

Niva ji Xwedê min navê jiyîn

Piştî mirinê tola xwe diyîn

Namûs û kur çûn bes maye ev can

Wî jî ji bona te bikim qurban.

Bi kuta bûna şînê ra guliyên xwe çep û rast li stoyê xwe pêçan, carê dudûyan pi pel

li dora xwe nihêrî û ev gotin kirin: Hê cane bê rûmetî bi dest min da tu bi tenê mayî; min te ji navê... Bi vê gotinaê ra hi her du destan guliyên xwe kişandin. Xwedê, çi dengekî ecêb ji gewriyê dihat. Min da xwe ko herim nehêlim; lê çokên min rikrikîn û tevger ji min nedihat.. Du sê caran min xwe deverû her vê kil da; lê bê fêde bû. Min guh dayê hîn ew dengê kirêt jê dihat: Di nav wê vixînê da gotinên ko ez lê gihêşlim ev bûn:

Tola namûsê . . namûsa min . . min . . .

Piştî du deqîqan pêjna dengê jinikê vemirî. Dereng dereng çokên min hatine ber min û rabûm çûm ser her du cendekan û gora Birho. Berî her tişlî min dest avêt nebza jinikê; lê ji mêj va can da bû. Min biçûkê wê hil da û lê nihêrî, birîna du singoyan di rex hev da li ser çiçikê wî ê rastê hebû. Pirtalên li ser cendek di xwînê da wekî reqemeşkan hişk bûbûn. Piçek xwîna ter di bêvila wî ra xwe berda bû ser dev û lêvan û hîn nuh qeşmax girtî bû. Gûn lê zer û zipilî bû bû. Lêvên wî hinekî ji hev bi dûr ketî bûn û diranan wekî mirariyan xweya'dikir. Gava mirov lê hûr dibû, ji xwe ra digot; belbî cendekê vî gedeyî jî bi vê qedera malkambax û vî halê nedî û ne bînayî dikenel... Ma gelo ev çi zînat bû?!.. be em giştik gunehkar; lê vî biçùkê du sal û nîvî çi kirî bû ko Yezdan sînga wî da bû, ber singoya neyar?! An ew cezayê gunehên ko bav û kalên wî kirî bûn dihate pêşiya wî? Ma seza ye ko yek cezayê kirênên din bikîşîne ?.. Ma cihê vê ye kê di rê û rêzanên Xwedê da heye?

Bersiva van pirsên han gelekî hêsan e. Divê cihê vê yeka han di rê ê rezanên Xwedê da hebe. Mafir mîrasa ked ê xebata bav û kalan ji me ra dimîniye; ji bo çi em ji mîrasa kirên wan en kirêt û bêrê bê par bimînin. Teqez ev jî ji edaleta Xwedê ye. Ma gelo kî dikare bêje ko « bext » ne havila kirên bav û kalan e û di kirasê rasthatinê da tê pêşiya kur û neviyan?!... Lê ne hewce ye ko ez di vî warî da xwe bi ber pêlên lehiya felsefeyeke nuh bixinim. Bi tenê dikarim bêjim ko heke bav û kalên wî gedeyî berî daketina boblatê di riya welatê xwe da xebitî bûna, îro ew gede bi wî halê han nedimir. Li ber nêhrekên holê mirov nizane bi awakî dirist bifikire. Di halelên holê da her car atife li ser eqil hikim dike. Di wê hingê da li min jî welê hal. Her ko min li pês xwe li wan her du cendekan nihêrt û hevdeyên şînê û xwe kuştina jinikê hâte ber çavên min, ber wekî sêlek xişor bi ser dil û hinavên min wer be. Pêl û gurik li dil radibûn û di dev û kepoyê min ra bi der diket.. Çi bikim, tiştek ji destê min ne dihat. Xwedê, wê gavê mêraniya di dilê Ferzende da ne dida min ko dest bavêjim darê tifingê û piştmêriya tola jinik û biçûkê wê bikim!.. A ko ji destê min bihata giliyê vê zînata nedî u nebînayî bi Xwedê da kirin bû. Di wê demê da destekî min di bin stoyê biçûk da û destê din li ser çavên jinikê; wan çavên ko ne dixwastin bêdîtina tola xwe di hev kevin, min berê xwe da ezmên û ev gazind ji Xwedê kirin:

Yezdan ev çi zinat e? bi ser me da dibare!..

Heke bi a te nebe neyar veya nikare

Me çi kir ko te holê ji derê xwe avêtin

Di nav kira neyaran xwastina le diyar e!..

Ma hêja ye vî qewmî her gav tu nas dikirin,

Di riya fermanên te rojê hezar dimirin..

îro jî bi vî halî namûs û biçûkên wan

Bidî destê neyaran paymal bikin bigurin?!..

He binhêre ji biçûk nivistî maye bê jîn!

Tu bê kîjan dilhovî qefsing jê kirye birîn!..

Seza bû ko ev berxik te ê xiste vî halî?!...

Ji dev têye bîna şîr di kepo ra têye xwîn!..

Dayîka wî a bi namûs te da destê neyaran,

Namûs û kur û mêr çûn tev da li şûna waran...

Qudsiyata namûsê ne le raveyî me kir;

Çawan tu qaîl bûyî va ne bûye tucaran?!....

Di wê gavê da dengekî xurt gazindên min birîn û ev gotin kirin:

Ho xort! ji bo çi beradayî gazindan dikî?.. Xwedê çawan neyarên we afirandine, hûn jî welê afirandin. Li nik wî hûn hemî yek in. Lê dinê qada xebatê ye; heke hûn xwe ketî û nizim dibînin, teqez ew ji dest necamêriya we ye. Bixebitin û paşê bazgûrî Xwedê bikin; heke daxwaza we ne da hînga gazindan bikin.. Min ne xwest ez van pirsan bê bersiv bihêlim; min got: Kes heqê xebatê nikare înkar bike. Lê em giliyê zilm û zînatê dikin. Ma seza ye ko zînantker (zalim) bê ceza bimînin?..

-Namînin; lê ne îro...

-Ma halê me dê îro çawa be?

-Ma nayê bîra te ko bav û kalên we kurdan gotine: « bi gur be ko tu guraxwarî nebî ». Min got:

-ev yeka han jê ra demekî dirêj divê.

Wî got:

-ne ew çend dirêj; lê berê xwe bide çiyê, tuyê her tiştî bizanî.

Min berê xwe da Ararata mezin. Li ber çewla hivê her der bi hemdê xwe diyar bû. Di nava bîstekê da diwazde caran berf barî. Paşê birek gurê pişthişîn di çiyê da daketin û bi nav welêt da çûn. Min jî da xwe ko li şopa wan guran herin welêt; lê ez hişyar bûm.

Ez ji cihê xwe pir bi dûr ketîbûm û dikan bang didan; hîn ew gotin li ser zimanê min digerîn: "Bi gur be ko tu guraxwarî nebî"

[1] Wê gavê hîn Ferzende ne miri bû; lê bi guleyekî topa eceman birîneke mezin -le bû bû. Heya hinekan digot, lingeki wî jê bûye.
[2] Navê kurê Birho ê mezin e. Piştî mirina bavê xwe şer di riya welêt da kirin. Ji malbata Birho ew bi tenê maye.

[3] Navê eşîra Birho ye ko ev eşîr bavekji bavên eşîra Celaliya a bi nav û deng e.

* Ev nivîsa helbestvan û nivîskarê navdar Osman Sebrî ku di sala 1993'an li Şamê wefat kir, ji kovara Rônahî ya hejmara 7'an (1'ê Kanûna 1943) hatiye wergertin.

ANF

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder