10 Kasım 2012 Cumartesi

Osman Sebrî; Agirî


Çi gava çavên xwe digrim, berê ramanên xwe ber bi welêt
diguhêzim, bêhemd navçavên çiyayê Agirî yên bilind û pirberf tên
ber çavên min. Ew çiyayê ku bi destê şîna Xwedê di bakurê welatê
min de wek pandîgehekê hatiye daçikandin û ji ba û bager, berf û
bilêk û mij û dûmanê vala namîne.