10 Kasım 2012 Cumartesi

Osman Sebrî; Agirî


Çi gava çavên xwe digrim, berê ramanên xwe ber bi welêt
diguhêzim, bêhemd navçavên çiyayê Agirî yên bilind û pirberf tên
ber çavên min. Ew çiyayê ku bi destê şîna Xwedê di bakurê welatê
min de wek pandîgehekê hatiye daçikandin û ji ba û bager, berf û
bilêk û mij û dûmanê vala namîne.

Ew çiyayê ku dem bi dem ji gelên doraliyên xwe re her carê bi
awakî bûye qiblegeh; îro jî di dilê welatparêzên Kurd de cihekî
bilind û zirav ji xwe re girtiye. Eger di babilîskên kevin de bûbû
argûna agirê zerdeştiyan û qada dêlindêzên wan, îro jî dîdegeha
gelê kurd e. Ji ber ku di nav kuç û zinar, best û şikêr, pal û
quntarên xwe de; bi hezaran hestiyên şerkerên Kurd vedişêre. Ji
lewra rûmeta wî ya îro, ji ya duh ne kêmtir e.
Eger zerdeştê ji bo parastina canê xwe bazgûrî bilindî û guraniya
agirê navçavên wî dibûn; şerkerên Kurd, ji bo serbestî û azadiya
welatekî binpê û miletekî bindest xwîna xwe di bilindcihên wî de
da rijandin; û bi vê yeka han, rûmeta wî mezin û navê wî bilind
kirin. Car caran tê bîra mink u bi zaravayekî lavekar bi landi ka
şerên welêt çiyayê Agirî re bipeyivim. Bipeyivim da ku daxwaza
xwe jê fêr bibim.
Ev çiya, ne wek çiyayên mayî ji kevirên pir bihevketî ye! Wî,
zeman zeman lavelavên pir mirovên wekî min ên derdimend
bihîstine. Çiqas ku cîhana wî ne bi dev û ziman e jî, teqez dilê
bazgûrbûyan ji ronahiya rastiya bêpar nahêle.

Çiyayê bilind! Ji çend salan, te birek hevalên canecan û mêrxas
hebûn. Ma gelo, haya te ji wan heye?
Ew hevalên ku li nik wan parastina te, serbestî û azadiya welêt bû.
Heyîn û rûmeta xwe û welatê xwe di navçavên te yên biberf de 96
didîtin. Ji bo parastina axa te, bi comerdî xwîna xwe dirijandin…
Bêşik pirên wan ji te veneqetîn; axa te ya çak bi xwîna xwe ya paqij
av dan. Îro jî hestiyên wan mêrxasan di best û şikêrên te de bayên
hênik li xwe dixin.
Yek jê Birho, tevî xurtî û piraniya neyar û rûbadana bext, nikaribû
dev ji te berde. Her wekî ji te re sond xwaribû, diviyabû gotina
xwe bîne cih û dest ji te neke. Te jî bi comerdî di navderza pişta
xwe de gorek dayê. Çiqas ji Birhore ew ax bi qasî bihuşteke hêja
ye; ji te re jî, di pişta te de razana şêrekî wekî Birho hêja ye. Çi
cihekî baş û pandiyekî mêrxas…
Ma gelo tu zanî ku çi li Ferzende qewimî? Na, belkî jî tu nizanî.
Çima ku qederê, ew şêr bê daxwaza wî ji best û şikêrên te bi dûr
xist. Ew mêrxasê ku her dem para neyaran di dest wî de mirin bû;
bi bêbextiya hin destên gunehkar, bê teq û req, şîn û şîwan çû!
Çûyîneke welê ecêb ku di dema mirina xwe de, ne li pişt xwe yar û
ne jî li xwe neyar nedîtin.
Roja ku şer giha quntarên te û neyar qelaçeya wî bi cih kir, hingê
tu bi xwe hêrekerê mêraniya Ferzende bûyî. Wê rojê neyar sed û
sih guleyên topan li kozika torinê Hesenan dabûn û şeş birînên
xedar di ran û parsuyên wî de vekiribûn. Roj nêzîkî êvarê bû ku
hikmê topan qûça ku qelaçe li ser, bi carekê ser û bin bû. Toz û
dûman di qelaçeya Ferzende de wek ewrekî gewr radibûn û li
quntarên te belav bûbûn. Mirov bawer nedibûn ku di nav wê
birkana êgir û dûmanê de tinawir bimîne. Lê Ferzende, wekî şêrê
ku di nav hewingê de bi birîn dibe; hîn nuh dest bi halan û zirtan
dikir.
Wê gavê hevalan digotê: ‘‘Ferzende! Neyar cihê te nasiye û birînên
te xedar in, rabe hinekî em te bi şûn de bibin.’’ Wî bi dengê xwe yê
box li wan vedigerand: ‘‘Mala we ne ava, ma hon çawan qaîl dibin
ko neyar bêje: Ferzende rû bada!... Ma hon nizanin ko mêrxasan
mala Emer ji me torinên malbatê re riya revê venekirine. Şerên
Ava-heftreng û Mêrgekulavê hîn di bîra min de ne. Lêdin û neyar serwextî halê xwe nekin. Mirin jî bi camêrî xweş e.’’

Di nav hevalên te yên xuya de bi tenê serdarê şerkerên Kurd
sergevazê bilindcihên te, fermandarê me yê bi ronî maye. Ew jî ji
yazdeh salan û vir ve di nav lepên eceman de nikaribû tev digere.
Lê bêhnekê bi tenê wî tu ji bîr nekirî û nake. Wî her gav, çav li
kêseke bi havil e da ku wekî berê mêrxasên Kurd li serê xwe
bicivîne û di navçavên te yên bilind de ala Kurdî ya rengîn
daçikîne…
Teqez vê carê, bi tenê bi wê jî nasekine; û pişta xwe bide te û dirêjî
neyarên welêt bike.

Çiyao! Bizan, şerê xelasiya miletekî heye ku bisekine, lê ew beriya
xelasiya wî miletî naqede, dom dike… Pêş de diçe…

(Hawar; hejmar: 36)
1- ç.n. Li gora ku min ji devê şerkerên Agiriyê bihîstiye, gora Birho
di nava her du araratan, di palekê de ye.
2- ç.n. Şerên Ava-heftreng û Mêrgakulavê di Serhadê de bi nav û
deng in. Di van şeran de torinên Hesenan mêraniyên ecêb kirine. 98


Ağrı
Osman Sebrî
Çeviren: Yûsiv Biyanî

Gözlerimi kapadığım zaman, düşüncelerimin yönünü vatanıma
çeviriyorum ve farkına varmadan karlarla kaplı yüksek Ağrı Dağı
geliyor gözlerimin önüne.
O Ağrı ki Allahın eliyle yurdumun kuzeyine dikilmiş, bir bekleyici
gibi, üzerinde rüzgarla fırtınanın, karla boranın ve sisle dumanın
hiç eksik olmadığı dağ.
O Dağ ki her zaman etrafındaki halka kıble olmuştur; bugün de
yurtsever Kürtlerin yüreğinde kendine özel bir yer edinmiştir.
Nasıl ki zamanında Zerdüştlerin ateşini gürleştirmiş ve onların
ibadet yeri olmuşsa; bugün de Kürtlerin savunma kalesidir.
Taşlarında, derelerinde, yamaçlarında binlerce Kürt savaşçısının
kemikleri saklıdır. Şüphesiz bugünkü önemi de, dünkünden az
değildir.
Nasıl ki Zerdüştlük kendini korumak için onun gözlerindeki ateşe
ve yüksekliğe sığınmışsa; Kürtler de tutsak olan vatanlarının
özgürlük ve bağımsızlığı için, onun yükseklerinde kanlarını
dökmüşlerdir. Bundan dolayı Ağrı’nın önem ve onurunu
artırmışlardır.
Bazen arzulu bir şekilde, akıcı bir lehçeyle, özgürlük savaşlarının
beşiği olan Ağrı’yla konuşmak istiyorum. Konuşayım ki,
istediklerimi öğreneyim.
Bu dağ, diğer dağlar gibi değil, taşlarla kaplanmış. Zaman zaman
benim gibi dertli insanların yakarışlarını duyar. Her ne kadar
onun dünyasında dilin yeri yoksa da, gerçekliğin yakarışını
aydınlıksız bırakmaz.
Ey yüksek Dağ! Yıllarca birçok yiğit ve samimi yoldaş vardı
buralarda. Acaba, haberin var mı onlardan?

O arkadaşlar ki sende vatanın özgürlük ve bağımsızlığını
savundular. Kendileri ile vatanlarının onurunu ve varlığını senin 99
karlı gözlerinde görüyorlardı. Senin toprağın için kanlarını
cömertçe döktüler... Şüphesiz ataları da senden hiç ayrılmadılar;
senin verimli topraklarını taze kanlarıyla suladılar. Bugün hala o
yiğitlerin kemikleri senin dere ve çayırlarında, serin rüzgarlarında
ferahlıyorlar.
Onlardan biri Birho, düşmanın çokluğuna ve talihsizliğe rağmen,
senden vazgeçemiyordu. Sana yemin etmişçesine, durup sözünü
yerine getirmeye çalışıyordu ve elini senden çekmedi. Sen de
cömertçe ona orda sonsuza kadar yatacak bir mezar verdin. Nasıl
ki Birho için bu bir cennetten daha değerliyse; senin için de Birho
gibi bir yiğidin sende yatması bir şerefti. Ne güzel bir yer ve içinde
yatan bir yiğit...
Acaba biliyor musun, Ferzende’ye ne oldu? Hayır belki de
bilmiyorsun. Çünkü kader onu, o istemediği halde, senin dere ve
çayırlarından uzaklaştırdı. O yiğit ki, bir sürü düşman onun
elinden can vermişti; şanssızlık ki, günahkar eller yüzünden,
habersiz ve yassız gitti. Öylesine acayip bir gitmeydi ki, ne
arkasında dost ne de düşman gördü.
Düşmanın senin eteklerine ulaştığı gün, onun yamaçlarına
mevzilendiler, sen kendi gözlerinle Ferzende’nin yiğitliğine tanık
oldun. O gün düşman yüz otuz top atmıştı hasanların torunlarının
mevzilerine ve mevzileri göğsünden altı ağır yara almıştı. Gün
batmak üzereydi. Toplar yavaş yavaş mevzilere hakim
oluyorlardı. Toz ve duman Ferzende’nin mevzisinden gri bir bulut
gibi yükselip, senin eteklerine yayılıyorlardı. İnsan bu ateş ve
dumanın içinde bir canlının olacağına inanamazdı. Lakin Ferzende
yaralanmasına rağmen hala o yıkımın içinde nara atıyor ve
savaşıyordu.
O zaman arkadaşları ona dediler: ‘Ferzende! Düşman senin yerini
biliyor ve yaraların ağır, kalk da seni biraz geri götürelim’.
Ferzende gür sesiyle onları cevapladı: ‘Nasıl böyle söylersiniz,
nasıl razı olursunuz düşmanın: ‘Ferzende kaçtı...’ demesine.
Bilmez misiniz Emer ailesinin yiğitleri torunlarına kaçacak yolu
asla açmamışlardır. Ava-heftreng ve Mêrgakulavê* savaşları hala
hatırımdadır. Vurun, düşman bizim farkımıza varmasın. Ölüm
erkekçe olduğu zaman güzeldir’.
Kalan yoldaşlarının arasında sadece Kürt savaşçılarının komutanı
ve yüksekliğinin gururu olan, önder komutanımız kalmış. O da on
bir sene burda Acemlerden dolayı hareket edemiyor. Yalnız seni
unutmadı ve unutmayacak. O her zaman birisini bekliyordu, eski
yiğit Kürtler gibi başkaldırsın ve renkli Kürt bayrağını senin o
yüksek gözlerinin arasına diksin...
Mutlaka bu sefer, sadece bununla sınırlı kalmayacak; sırtını sana
dayadıktan sonra düşmana uzanacaktır.
Ey Dağ! Bil, bir milletin kurtuluşunun savaşı olur da durursa, bu o
milletin kurtuluşundan önce olmayacaktır, devam ediyor...
ilerliyor...

*Ava-heftreng ve Mêrgakulavê savaşı Serhad’da meşhur bir
savaştır. Hasanların torunlarının inanılmaz kahramanlıkları
olmuştur bu savaşta.
(Hawar; Sayı:36)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder