8 Eylül 2010 Çarşamba

CEJNA WE PÎROZ NEBE


CEJNA WE PÎROZ NEBE

DIBÊJIN ÎRO CEJN E
DE BÊJIN XWÎŞK Û BIRANO EMÊ ÇAWA BIKIN CEJN Ê
WELATÊ ME DEST DIJMINAN DA YE
NAVÊ ME QEDEXEYE

NAVÊ WELATÊ ME QEDEXEYE
ZIMANÊ ME QEDEXE YE
DIJMENÊN ME DARISTANÊN ME DIŞEWITÎNIN
XWÎŞK Û BIRAYÊ ME BER ÇAVÊ ME DARVE DIKIN
ZAROKÊ ME DIKUJIN
MERA DIBÊJIN QAŞO KURD
SEROKÊ ME DEST DIJMIN DA YE
NAVBERA ME Û BIRAYÊ ME DA SÎNOR HEYE
DAYÎKÊN ME GIRÎ NE
BAVÊN ME KUŞTIN
BIRAYÊN ME ÇÎYÊ NE
XWÎŞKÊN ME DÎN BÛN
EM MAN TIK Û TENÊ
DE KA BIBÊJIN KURD NO
EM ÇAWA BIKIN CEJN Ê
CEJNA ÇÎYE
CEJNA KÎ YE
HEYA EM BINDEST BIN CEJN MERA HERAME BIRANO
CEJNA WE PÎROZ NEBE
ÎRO DÎSA NEH XWÎŞK Û BIRAYÊ ME
BI DESTÊ DAGERKERÊN WELATÊ ME HATIN QETILKIRIN
CEJN ME HERAM KIRIN KURD NO
CEJNA WE PÎROZ NEBE....

AGIRÎ ARARAT.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder