Sayfa - Rûpel

Bölümler - Beş

9 Ocak 2011 Pazar

Helbestên Vazgal BAZÎDÎ


XATİRÊ TE DAYÊ

Çawa îro “ Xatirê te dibêjim!”
Ma ez rêwi me dayê?
Ecêbek hate serê min gelo?
Çima ji te, ji van rengan,
ji vê malê vediqetim?
Dibe ku ez dîn û cunî bûme dayê?
An ji sirûşta jîyanê ye ev?



Xatirê te dayê,
Ez diçim!...
Dibe ku germayîya singê te,
stran û henekên bavê min
min tenê nehêlin,
nerehet bikin di şevên rengîn
li maleke din.

Xatirê te dayê!
Evqas sal û zeman
ser û bin dibin,
ewqas xeyalên pirbask,
dibe ku wunda bibin,
û reş tarîyan li dewsa xwe bihêlin?
Dibe ku keskesorê ezmana
qet nebînim,
an jî hin xweşiktir û bedewtir bibe!
Birûyên qor,
çavên jîyan tijî,
bijangên te dibe ku
tenê bêne xewnên min
û mina tîrên hevalên bêbext
li ser dilê minê nazik kevin nişkêva
an ji wek hesreta welat hêdi hêdi
bihêwêrin nav canê min...

De xatirê we!.......
04.07.1997 Dikana Beko



HER GİRÎN ŞÎN NÎNE

Şerm neke, bigrî ey yarê!
Bihêle bila werin xarê,
ew hesretên
nav dil û mêjiyên te xwe veşartî
bihêl, bihêl!
bila ser hemdê xwe werine xarê.

Pêşî lê negre bihele.
Li ser erdê bîyanîyan bibarine
hêsrên xwe yên biriqî,
wek baranê buharan yê zozanê Şêresîyar hûr hûr û bi dilşewatî
bibarîne ey yarê!

Bend neke,
Çawa ken usa jî girî
bila bêne xuyanê ji çavên te.
Bihêl, bihêl
ey yarê, bilanê
bêne xarê li ser surêtên xêrnedi
ew reng bi reng ken û girî.

Bendneke, ey yarê!
Bila derînin wan kulan
bibin melhemên van dilan!
ew hêsirên, nav ewrên bi kîn û rik
bila bêne xarê wek birûskan.

Fedî neke!
Bo min, bo xwe, bo me hemûyan birêjîne
bila biherikin
li ser rûyê derddîtî
Ew hêsirên ku bi sedan sal berbendkirî.
Nav dil û mêjiyên te,
fenayi sêlava çemê Muradê,
Bihêle, bila bêne xarê.

Disekine, lê tu caran naqede buhara dilan
Stêrkên ezmana dişqitin têne xarê
Carna, riya vegerinê tarî dike
lê nikare bixitimîne ey yarê!
Çavên kor, guhên ker,
dest û pîyên şil û seqet
dibînin, dibihîzin û dilivin
bi saya ken û girîn.

Her girîn şin nîne yarê,
bihêle fenayî tawiya welat
bêne xarê.
Bigrîî! Bigrîî!
daku her hebi....

26.07.1997 Dikana Beko



BENGÎ

Bengîyek bê dawî me, li vê jîyanê.
Wextê qîrê bin erdê dikele
û sêsid mîlyon kîlomêtro dûr
ji stêrkek deng tê
û doza azadîyê tê kirin
li ser rûyê erdê,
bengî dibim...

Ev jîyana tal û devî devî neheqî tijî
li ser xwe, min bengî kirîye
girtîyê ber destê wê
girtîyê girtîgeha wê me.

Gava,
qalçîçekên bintara belekîyên Gilidaxê serî hildidin
û bîhna xwelîya nerm ya niştamanê ezîz tê
û dipêçe erd û ezmanê welatê min
çirûskên dilgeşîyê belavdibin
ji her derên min,
bengi dibim!
Bengî !!!

09.07.97 Dikana Beko



NEYARNO!

Min ewrê reş neşande ser we
naxwazim birûska we bên
her tim, li baxça min
dara guzê parçe parçe kin!

Min ava we nebirî
li ser mêrgan,
naxwazim mêşhingivên we
nav gulistanê me mozelan bikin

Min ji tora we masî nerevand, bi zorê
naxwazin dînamîtên we
Çemê Zê biherimînin
û ser avê kevin
gel laşên însan û heywanên me
biherikin.

Min kevirên tixûban nelivand
naxwazim tanqên we
zeviyên me bajon
wek şovên payîzdan.

Cinar in, lê
me tu car pêşîya bûka we negirt,
em jî naxwizin
bombên we
tev gel - gitên we li gelîyên me da
zinge-zing bikin!

Dikana Beko 10.09. 1997



EY WELAT

Çiqas nêzik î,
mîna baranên Ewrûpayê
her tim dibari ser serê min,
wek berfên Alpê
dilê min diricifînî, ey welat.
Tu çiqas nêzik î.
Ezmanên te yên bê ser û bê binî
ewrên te yên ji destên hunermendan derketî,
tunne bin jî li vira
disa ji,
Tu çiqas nêzik î min î.

12.12.1997



HELEPÇE

Çewt zivirî buhar li Helpçê
belgên daran weşîn li Newrozê
Buhar gihîşte zivistanê
Bo me Kurdan
çiloçepo zivirî feslên salê
û çerxa felekê....

16.03.1989 Dikana Beko



SIRGÛN Û GIRÎN

Di xewnên şevan da
min hejdeh sal seyran kir
çi wek jahr, çi wek şerab
te min bêxeber hişyar kir.

Li sirgûniyê
min kenê ji bîr kir,
di vê pêberjêrê emrê xwe da
girînê te hînê min kir.

Wek dilopên baranên havinan,
li nav konên Sinegê
min bîra te kir.

Mîna erdê Bazîdê
tîş-tîşî bûye, ev dil
te bêaviyê hînê min kir.

Qey bêjî, stêrkek hin nav lê nekirî
ji nav ewr û ezmanan
li welatek dûr hatî,
wek kenê, te girî jî hînê min kir.

Nota çivîkek virnî û per şkestî
ber bi erdê, rê ketim nota birûsk,
ez hînê rabûn û ketinê bûme
lê belê çi bikim?
Li sirgûnê da
te pişta min xarkir.

Kulîlk diçilmisin
çi li ser çîyayên Kurdistan,
çi nav şûşebendên Avrûpayê
jîyan kurt û dirêj e
lê çi bikim
te wê bêtav kir.

Nisan gulan 1989



Lİ XERÎBÎYÊ

Eger rojek bêhna te teng dibe,
wek agirên helandi
li bin Çiyayê Agirî
û lê ye, qulek bibîne û biherike
bi dilê xwe yê hêrs,
berfên çîl–spî bîne bîra xwe
yên ku, pala xwe dane
ser sêr wê bi hezaran sal e,
bê xem, bê liv disekinin.
An jî zaroktîya xwe
bîne dewsa şûşa televizyonê dayne
û lê têr mêze bike.

Heke, roja havînê, ricaf te digre
Berf û bagerên deşta Elaşgirdê,
an ji pencera qeşa girtî
bîne bira xwe, yên nav kûçên Qerakosê.
û nav hîveronan.

Eger,
xem rojek ser dilê te hêlîn çêdike
bê dilê te,
xwe berde nava pelên çemê Mûradê
bila ew te bibe heta Firatê,
an ji tev bilbilên zozanên Behdinan bistrê
bi ahenga bav û bapîran.

Eger, şev xew li te heram dibe
bifire bi kevokên welat,
li Gelîyê Zîlan li Tendûrek,
pişt ra, xwe berde warê Mem û Zinê
Hulma Dîclê bila li te xe,
lê danekeve erdê.

Eger, sar bûyi ji vê dinê
rojên derbas bûyi yên bi hela –hel
bîne bîra xwe,
rojên pêş yên delal û bextewar
carek dîsa bixe hişê xwe
û bimeşe wek berê helal.

Bedbînî û xweşbînî
şer jî hesret jî
li hev hatin û aşitî jî
hebe eger dilên me da
li dawîyê
yeqîn wê bê azadî.

20.06.1998 Dikana Beko



YARÊ

Yarê!
Were,
derdê min li xeman
xeman li kulan barke,
bibe li ser çîyayê Agirî
bide ber bayê,
Bila biçin dermanên xwe bibînin
derdorê kirê Gilîdaxê.

Bila çivîkên masîgir
li ser gola Wanê
bera xwe bidine alîyê Çaldiran
qîje-vîja kesaran sêrbikin
li ser kirê Tendûrekê.
Piştra êrîş bibin
û tar û mar bikin wana.

Bila ji Kela Makûyê
cotek kewok bifirin
û bi per û baskên xwe
wana ji hev veqetînin,
bi kenên xwe
kulan sar bikin.

Bila li beyarên Elegezê
di dewata gur û rovîyan da
merez hêdî hêdî wunda bibin
û bêçare xwe bavêjine
bextê Erez,
bila Erez jî wana nehebîne
li ber tofana deşta Îdirê biqelin, nemînin.

Bila çemê Muradê
bighîje hewarîyê
û wana bihelîne nav lepên xwe
her yekî bihêre nav pelên xwe
bihêle bê dirb û bê rê
û em jî vegerın….

04.10.1999 Dıkan Beko




sayi
Dest neke paşla xwe
Stû xwar neke
Bê guman nini tu,
Ev ro,
Roja iro
Girtiye Ii ser te ewrên reş,
Kevir-kuçik
Li ser te war bûye,
Pêşiya te, li sivderê
Dest h ser seri
Mêr, bira, pismam
Pêşiya luUên sar
Wek kela Bazidê rawestane
Bi mirinê ve
Destgirtine ew,
Lê, bê hêvi nini tu,
Zivistan beri buharê tê
Buhar e dû zivistan
Şewqa sor û zer
Nav tariyê dizê
Bê derman nini tu..
Xirabi, hejari
Toz - xûbar
Ber bayê sibê direve
Sayi dibe derdor
Êdi her tişt xuyaye
Mina masiyê reş-belek
Nav ava Munzur
Azad dilize, digere,
Bê hêvi ninin em,
Pêşiya me çik-sayi ye.

1985
VAZGAL

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder