Sayfa - Rûpel

Bölümler - Beş

9 Ocak 2011 Pazar

BISERHATIYEN ÇEND MIROVÊN SEYIDXANÊ KERR - 1

Celadet Alî Bedirxan

Eslê vê nivîsê destnivîseke Celadet Bedirxanê rehmetîye. Çend sal berê, Ş. Se'îd ji jina wî Rewşen Bedirxan girtiye û teslîmî Şiyar kiriye, min jî ji bo weşandinê ji Şiyar girt.

Ez gelek sipasî Ş. Se'îd û Şiyar dikim.

Celadet Alî Bedirxan di destnivîsa vê nivîsê de di ciyê herfen K, Q, 0, U de herfin Q, K, U, Û bikar anîne (bo nimûne di ciyê Kurd de nivîsiye Qurd), min ew li gor alfaba nûya Kurdî nivîsîn. Herweha wî di vê nivîsa xwe de carna du nuqte danîbûn ser herfa H (wek Hesen) û X (wek xerîbî), lê ji ber ku ev her du herf îro di elfaba Kurdî de cihê nayên nivîsîn min jî ew wek H û X nivîsîn. Hin fi'lên ku wek du kelîmeyên cihê hatibûn nivîsîn jî min wek kelîmeyekê nivîsîn (bo nimûne di ciyê "qeti bun ", "nebirin " de min weha nivîsî: "ketibûn ", "nebirin "). Celadet, me'naya hin kelîme û terîman bi Tirkî -bi herfen Erebî- an jî bi Frensî li alîkî rûpelan nivîsî bû, min numre da wan û wek not di dawiya nivîsê de nivîsîn.

Digel ku di hin cumleyên vê nivîsê de şaşî an kêmasî hene jî min ew ji destnivîsa Celadet Alî Bedirxan bê guhartin neqikirin. Kelîmeyên ku ez ji rastxwendina wan ne emîn bûm, min li kêleka wan di nava parantêzan de îşareta pirsê danî. Navê nivîsê, di destnivîsa wî de "Zarê Serhedan û Biserhatiyên Çend Mirovên Seyidxan " bû.

Seyidxan [Seyidxanê Kerr], Ferzende û Elican ku di vê nivîsê denavê wan derbas dibe, sê mêrxasên navdar in û di dema Serîhildana Agrîyê de bi eskerên dewleta Tirkiyê re şer kirine. Di hin sitranên Kurdî de jî behsa wan tê kirin.

M. Malmîsanij



[Ji devê] Tevufq Axa kurê Osif Axa ji mala Seydo, 30 salî [hatiye nivîsîn].

HESENAN [Û] SEYDAN

Hesenan çar bavik in. Bi xwe mil e.

Çar bra hebûn: Hesen, Seyid, Cibraîl, Bilo. Ev çar bir ji van dahatî ne:


1-Hesenan

2-Seyidan

3-Bilikan

4-Cibran'

Kela Melazgîrd: tixûba Melazgîrd erdawan e. Qederê 500 gund hene.

Ev gund hemî jî îro şên in.

Ne koçer in lê li havînê derdikevin zozanan. Zozanê wan Dara Hovo,^ tê de dareke karçînekî heye, gelek mezin û kevn e.




1- Warê Nîzamê: Ev nav jê re hatiye dayin, lewra ko di wextê Seydo de eşîr bi eskerê Romî di vê cihê de bi hev çûn. Romî pir hatibûn kuştin.

2- Warê Kendalan: Cihê wî kendal e.

3- Warê Quleteynê: Çal hene.

4- Mîr Hesen: Di wî zozanî de ziyaretekê bi vî navî heye.

5- Mêrg-harûnê: Giyahê wî har e.

6- Dar-bî: Darên bî zehf in.

7- Reşik: Di wî zozanî de kaniyek heye. Di wê de rîsên konan boyax dixin, ava wê reş dibe, lewra Reşik gotine.

8- Kurdo

Hesenan

1- Mêrgê Kulav: Giyayê wî pir nerm e.

2- Altûn Text: Erdê wê pir rind e.

3- Çiyayê Lelê [Lele]: Di wî welatî de hin hene, diya xwe re dibêjin "lelê".

4- Qazgob' Golek heye qaz'' lê tên.

5- [Çiyayê] Xara

6- Deqda

Cibran

1- Gawir Hamo

2- Şerefdîn

3- Bihngul

4- Xamirpêt

Bilikan

1- Sêgir

2- MU-dewê Sipî

3- Mil-dewê Reş




XELASiYA GULANÊ [1929]

Li gulanê, 1929, Ferzende Beg rabû hat cem Seyidxan. Li gundê Qicix bi ro suwaran şêwirek kirin. Ferzende jê re got ko tu îro rabî di nav eşîran de bigerî, propaganda çêkî. Gotina wan ser vê gotinê ma.^

Romî hatina Ferzende bihîst, êdîn silzenî* ket navbeyna me il Romî. Romî dest pê kirin ji me re nexweşî dikirin. Em weka berî nediçûn wîlayetê, em biçûna jî bi tevdîr diçûn. Salek gava Medenî Beg li Gelîyê Zilan xist, Tirk şandin peyê me, [gotinj werin em we çete binivîsin". Me got "Em çetetî naqedînin".

Seyidxan bin ve şand dora xwe, maqûl anîn nik xwe, sund xwarin ko saetê hûn rabin em[ê] jî rabin. Xeber giha me ko Tirk bi ser me [de] esker bişînin. Em jî nediçûn Mûşê. Mirovekî me ji Mûşê xeber şand, [got] bila Seyidxan neyê lê Tewfîq bila bê Mûşê. Ji malê jî ji me re kaxez hat, [got] werin em hevûdû bibînin. Ez çûm Mûşê,

ji min re got:

- Çima hûn nezanî dikin, hukûmet bi we re qenc e. Here brayê xwe bîne, gotinekê me heye, wê gotinê bi cih bînin. Min zanibû planek tê de heye, min got:

- Ezê werim, Seyidxan ji te re bînim.

Min xatir xwest hatim malê. Ez hatim, min her tiştî brayê xwe re got. Roja din bi 1 5-20 suwaran em derketin Warê Kendalan. Ji tirsê, ko bêbextî me re nekin. Serê tebaxê bû gava [em] derketin. Kurxalekî me hebû, taştê ji me re anîbû, got:

- Esker dora gund girtiye.

Em jê rabûn, em çûn Belisîyan, Çiyayê Qazanan. Me hevalbendên xwe re xeber şandin ko rabin. Hinekî wî hatin hinekî wî nehatin. Walî jî ji hêla din xeber şandin ji gundên me [re] ko arîkariya Seyidxan mekin. Di wî wextî de Elîcan jî li Gelîyê Berazan [bû]. Tirk di heqê Elîcan de jî wek Seyidxan kiribûn. Gelîyê Berazan nîzingê Kela Melazgîrdê ye. Elîcan avêt ser Kordona Rîzê [Lîzê?], lêxist du zebtiye kuştin. Elîcan qesda me dikir dihat. Elîcan hat gehîşt me. Em li Bilanixê bûn. Mewcûda me -Xwedê agahî* - şêst suwar bûn. Tevî peyayên Elîcanî. Em ji Resûlan rabûn hatin Mela Hidiran [Xidiran]. Em li ser taştê bûn, me dît dengek hat ji derve, esker hatin. Ew esker eskerê taqîba Elîcanî bû. Li serdestê gund jî girek hebû, lê dora gund rast bû. Li tanişta wî girî du girên din hebûn. Yek li rastî, yek li çepî. Seyidxan got:

Gelî biran! Fêde nake, nîvê suwaran herin milê rastê, nîvê [din herin] milê çepê.

Esker hatin li pişta gir kemîn bûn, hilkişiyan li serê girî ii destpê kirin lêdixistan. Esker 140 suwar bûn. Em bûn sê selef

1- Milê rastê

2- Milê çepê

3- Berê xwe da esker, çû

Esker ji me re xwiya nedibû. Selefê sisiyan pêya bû li binê gir, dizgînevan (?) avêtin hev. Şeş peya drêjê Tirko kirin. Selefên din ji kêlakan agir dikirin, Tirko nedikaribûn serên xwe hilînin. Em jî serbest diçûn. Em çûn bi devê wan re...'. Yek ket, me yek dîl girt, Tirko bazdan. Suwarên me jî bi du kêlekan suwar bûn, rikêb kirin, dan pey wan. Di wî şerî de ji Tirko 24 çûn, ji me birîndarek bû. Paş şerî em çûn gudenkî [gundekî] din, Bolan-kend (gund). Li wêderê em man heta saet neh bi şev, em ketin rêhatin Gurgalî. Em esrê ji Gurgalîyê rabûn em ketin cadê, em ketin newalekê; Yûsif Çawiş bi deh suwaran ji Mûşê dihat diçû Bilanixê.

Em nava newalê de rastî hev hatin. Me ji par re serî [da] ser (gava em dîtin vegerîn revîn) me nîzikî da suwaran. Yûsif Çawiş ber kevirekî peya bû. Ser lingan li tifinga xwe xebitî. Li me diavêt. Me jî lêxist, Yûsif Çawiş ket. Suwarên din direvîn. Yûsif Çawiş birîndar bû. Me da dûw zebtiyan, lê xelas bûn heta Zoravayê Sirongê. Bû mexreb, em li Zorava de sekinîn, şêwir kirin. Wê şevê me avêt ser Tîlê (mudîriyet), dilê me hebû em Medenî biqefilînin. Me telefon qetand. Jê, berbanga sibê me xwe gihand gundê Medenî (Norkoxak). Me dora gund girt, sibe zelal bû. Deh peyayê me ketin nava gund. Medenî revîbû. Heta nîvro em li wê man, du teyare hatin ji  Bidlîsê li ser me. Wê şevê em çûn Vanxaxê, li wê me şandin nik eşîran. Ji me re gotin sibê werin waran, em sund bixwin ser lêxistinê.'' Medenî xwe gihande esker. Gundê ko em tê de bûn, di kûna Çiyayê Xaça Reş de ye. Esker bi gotina Medenî hatin bi ser me de. Esker di nav qemyona de bûn. Sed mêr qemyona xwe cih de hiştin, gund nav me û esker e. Esker ji me re ne dixwiya. Qereqolê me elam dan, esker ket newalê, Medenî pê re; ji qereqolê me derbas bûn, qereqol ew nedîtin. Esker xwe dabûn dehl.

Kalek bi zorê rêber'^ bû, xwe gihand qereqolê me, got esker esker tifingek agir kir. Esker xwe da ser dîdevanê me. Nobetçî neqefilandin, nobetçî xwe avêt gund. Çend suwarê me ketin çiyê kêleka esker. Em heşt-neh suwar ketin milê rastê esker. Xelkê me li gund bûn, nikaribûn serê xwe rakin. Seyid got:

Bidine hicûmê. Em wî eskerî ranekin, suwarê me nikarin derkevin ji gund.

Me du heb cih de kuştin, yek birîndar, yek dîl. Çar esker xwe di nav dehl de veşartibiin. Elîcan dikeve bin destê wan, ji nişka ve ber didin ser, Elîcan dikujin. Me esker ji ser gund rakirin. Xelkê me gava ev ji gundî dîtin, suwar bûn ii ajotin ser esker. Esker jî bûn du biran: Mîralay bi 40 eskerî ve berê xwe da Ava Reş, çûn.

Yuzbaşî bi 60 eskerî ve berê xwe dan Zirkêtî. Suwarê me bûn du bir, esker vegerandin. Me ji çiyê temaşa dikir. Esker teslîm bûn. Birê 60 peyan. Zabitê wî kuştin, me çekên wan birin. Çend suwarên me dan peyê Mîralay, ji wan pênc kuştin. Mîralay veşartibûn di nav qeraxa rêxê, me paşê bihîst, Medenî jî revîbû. Em dîsa vegerîn hatin cihê xwe. Me mirîyên xwe hilanîn. Elîcan me ji xwe re bir, bêr û qazma anî, me jê re gorrek kola, me defn kir; ser tirbawî agir kir, me cihê wî winda kir ko nayin derînin ii serê wî jêkin bibin. Em hatin Qizankê. Midirê Xwêtê revî çû Bidlîsê. Me şand pey Çîro kurê Malor, Mihemedê Sado; ew jî bi 30 suwaran hatin. Soz dane [ku] em herin nav Motkan, 20 rabin 1000 mirî derdikevin.

Egrî [Agrî] li şer e. Em ji par re vegeriyan çûn Gelîyê Berazan. Romî jî teligraf dan, teyare hat bi ser me re. Em gehîştin Gelîyê Berazan, nîvro ye. Tevdîra nan dîtin. Cihê gund jî di nav du çiyayan de ye. Me çekê xwe derê xistîbii. Qîrîn bû, esker hat. Hela dijmin nedihat ber me, dihat dîtin. Nobetçî gîha negîha gund, esker agir kirin. Em suwar bûn, me da li çiyayê hemberî. Em ..." muqabilî hev biin. Esker bûn pênc-şeş bir ii dihatin bi ser me de. Heta nîzingî mexrebê me hevdii xist. Ji esker çar-pênc hatine kuştin. Esker tenwîr ...'" diavêt. Em êdîn ji par re vegeriyan. Ji Ava Miradê em derbas bûn hatin Aladaxê. Me pirsa kerê [kirrê] Egrîkir, gotin ker ji her alî girtîye, Tendûrek tijî bi esker e. Em jî derbasê Çiyayê Xaça Reş bûn. Firqek hat, gazek heye li çiyê, li wê danî. Çadir vegirtin. Walî jî ji Mûşê hat. Xelkê Qicixê dişînin ditînin (?), Mela Qimra, Hemê Helo, Tapî, Kanîcotek ber hevî serhev dikin,xelkê wan ditînin (?). Tasek ava wan bêpere naxwin. Şest mêr ji nav vediqetînin. Mela Emîn dibêje "[ewê] me bikujin, em birevin", lê qaîl nabin. Mela Emîn bi sola xwe li eniya nobetçî dide ii direve. Singû tê wer dikin. Sibê zela[l] dibe, xanî hemî bi xaz dirêşin, disojin. Ew 60 mêr, di Newala Çêlekan de du mtralyoz lê girêdan û hemî kuştin. Jinên wan jî dan pêşiya esker, anîn dora Mûşê, li gundan belav kirin. Em jî hatin Çiyayê Narikî, gundê Ferhenlî [Ferhend]'^. Kulfet bi me re ne. Em tên derbasê xetê bibin. Hisên Axa (maqûlê Silîvan, kurê Sadon Axa) şandibû, [gotibû] emê lêxin lê axayên me mîrekên Hezro'^ bi (?) me nayin. Ger dixwaze jê re suwaran bidim, derbasê xetê bibin. Qasidê wî hat çil nik (apê wî) Hesen Axa.'^ Hesen Axa ji me re rastî negot. Got bila herin nik Şêx Fexrî, ew çêtir rêya xetê zanit. Şêx Fexrî peyayê hukûmetê ye.

Vê şevê em çûn nik Şêx Fexrî. Pî neda ber me.'* Got "ez naqedînim, îdara hespên we di gundê me de nabe", em xwedî nekirin. Em şandin çiyayê pişta Hezro, çiyayê bê av, bê çêre. Çêra wî nîne. Em man heta êvarê. Ji binê şande hukûmetê, [got] cihê wan bêkês e, çawan dixwazin welê bikin. Me pê nizanibû. Êvarê me sofîkî da pêşiya xwe, sofî em anîn pişta Hondrof [Hindrof].'^ Em di pişta wê re derbas bûn, em hatin Derê Kur. Zinarekî ye di nav Çiyayê Narikî de ye. Li wê derê jî (Derê Kur) heta Hezro tijî esker kiribûn. Dinya hêj şev bû, esker fîşingên ronahî diavêtin. Suwarê me dîtin, makînelî li me rast rikin [kirin]; me jî destek li wan berdan û şûn de vegerihan. Gelek deran mifrezeyên wan em di ser re derbas kiribûn ko em bikevin nava wan. Li her alî li me xistin. Sibe zelal bû, em gehîştin dewra gundê Şêx Fexrî. Du mirovên me çûbûn nik Şêx, ew girtin û tifingên wan standin. Em, wê rûjê pê de me ajot, em hatin nav Hevêdan. Nan ji me re anîn. Hema ser pişta hespê me nan xwar. Mexrebê em hatin gundê Şêx Mihemedê Dûdêrî. Şeş jin û heft heb zarowên hûr bi me re hebûn, me teslîmê wî kir[in] . Em bertirê sibê ji mala wî derketin. Esker jî têt dikeve gund. Em hê dûr neketibûn. Şêx nanê wan qesdî dereng dide çêkirin. Em jî hatin li Qeysêrê mala Emerê Mihê, maqulê Xiyan. Emer ji me re got "xwe bidin Talorî, asê ye". Em di Gaza Sîra de çûn. Em çûn Gelîyê Gûza, êdîn hespên me nedişuxilîn. Firqe ji Mûşê hatibû. Me hespê xwe da Sasûniyan, em jî bi dehl û gundên Hewlê [Hewrê?] ketin. Esker heşt-neh rûj man, em bi ser de neçûn. îdara wan nedibû, vegeriyan çûn Mûşê.

Li me bû zifistan. Me bi Hisên Axa Ferqînî mixabere kir. Hisên Axa ji me re 150 kod genim hêra şand, birinc, ji me re şekir, çay, tûtin şandin. Destek çek da Seyidxan re durin [dirûn], go:
- Ez şermîyê we [me] di nav eşîrê de, ew gotina ku apê min ji we re got, ez ne xwedanê wê gotinê bûm.

Got: Panzde suwar ji we re bidim, ez we derbasê xetê bikim. Ez sekinîme ji we re.

Em man di çiyayan de, di gundan de em teqsîm (?) bûn. Tirk nedihatin bi ser me de. Cih asê ye, nikarin bên. Talor[î], Gorkan, Teveling, Hertixo, Gidornî, Purx, Hêk, Holoxing, Hartik, Hergok, Hêling. Me rûjê bîst tifingên xwe li pezkûviyan dixistin. Ciwab ji me re hat. Hatin ji Seyidxan re gotin her pênc gundên te şewitandin. 60 mirovên te kuştin. Seyidxan got em li ser kurşan^" herin, lê neçûn.



[NÎSAN 1931]

Em buharê rabûn çûn.

Em hatin derketin gîharê^' deştê. Me li wêderê bi rûj deşt keşf kir bi dûrbînê.

Heçî rêhebûn, av bûbûn. Şilîpir bû. Çem fre bûbûn. Mexrebê me ji çiyêde berd[a]

xar. Em hatin ber Velarincê derbas bûn, em Pozê Çizwagî jê jî derbas bûn, Em

temam ji avê derbas bûn. Em hatin ber Ava Reş, li vî serî bûye mîna behr. Li wî

serî jîwelê ...^^Silêman em derbas kirin bi kelekê. Mesibêxwegihandin Zoravayê.

Em hatin li maleke dost. Dewarên me hilanîn. Em qenc hewandin. Mixtarê gund

pê hesiyabû û çûbti li (?) gundekî din. Wê rûjê bi rûj em man li gund, saet bû sisêyê

şevê, em ji wêderê rabûn. Em derketin çiyayê me. Ev mbctar jî bûbû muxbîrê

hukûmatê. Ji sê saet dûr tifingan avêt. Ev[î] li wêderê tifing agir kir. Gundên deştê

bi wan hesiyan, jê pirsiyar kirin, got Seyidxan hatibû gundê me. Midûr û xelkê

deştê bira bên ser rêça me.

Me mirovşand, Simtorosê (?) de, di malekê de çend kod genimê me hebû, ji

me re anîn.

Em bi diyarê gundê xwe ketibûn. Me nan lêdixist. Dîdevanê me elamet da me,

got esker li dûw rêça me derket. Em jî çend heb çûn nik dîdevanê me, ewan jî em

dîtin. Esker sivik bûn, newêrîbûn, vegeriyan çûn deştê. Em hatin Qicixê, yekcar

şewitandibûn. Em ji wêçiln MelaQimra, ew jîşewitandibûn, sê heb ...^' kuştibûn.

Em hatin Heme Xelo,^'' ewjî şewitandibûn. Em hatin Tapiyê, bû mexreb.Wêşevê

em man li Tapiyê, me ji xwe re agir dada.^' Saetek ma ji sibê re em ji wê rabûn, em

hatin Kanîcotkê, gund şewitandibûn, koxekxanî tê de mabû. Cihê gund jî rind bû,

me dîdevanên xwe derêxistibû. Dîdevan got esker derket dîsan gazê, qederê go

suwarji gazê berjêr bûn, Yuzbaşî Memdûh Beg pê re bû. Newêrîbû bidin dûw rêçên

me, hatin ketin gundên Bilanûxê.

Em wê şevê hatin Somanê, nanê şeş rûjan me ji Somanê hilanî, em hatin pişta

Kopo. Di piştawê de Çire heye, em li wêderê man. Em her du çûn nobetê. Dljmin

jî ke^a [keşfa] çiyê dikirin. Me ew dîtibûn lê ewan jî em dîtibûn lê nediwêrîbûn

bihatana. Wê rûjê heta mexrebê ew man, wê şevê me xwe avêt Çiyayê Bilêcanê. Em

di şikeftekê de man.

Di hindirû wê şikeftê de av jî hebû. Me pênc rûj nanê xwe xwar, şeş rûj jî me

gûlik^^ xwar. Piştî wê em çûn ji aşekî me ard anî.

Em hejdeh rûj man wî çiyayî de, kesek me nehesiya. Em ji wê rabûn [çûn] pişta

Têcûtê. Ji Têxûtê me barek nanê lêxistî anî. Me tenbîh kir êvarê wextê rabûnê ji

me re barekî din kar bikin. Evarê dîsan nan anîn.

Êvarê em rabûn ketin Kanî Spî, cedeyê. Em wê şevê pê de hatin. Em hatin devê

Ava Miradê, em şargeh bîin. Em wê rûjê birûj man di wir de, bişev ji wê rabûn.

Sibehê em hatin Zuxirê,^^ Şêx Mîrza. Ez hatim gund[ê] Koxak, gundê xwezûrê

Tewfîq. Oda raxistin, Seyidxan û pêyayên din hatin. Evxelk mihacirên Qersê bûn,

em anîn rengê mirovan. Erd jî zuwa bilbû. Seyidxan digot: Em hatine heyfa xwe.

Mamidê Rûqer mbcbîrê hikûmetê bû. Me avêt mala wî, sehera sibê. Sibê zelal

bû, me doragund girt. Me Mamid ji hindûrê xanî derêxist, bi çar lawên wî re. Xelk

şadetî dikirin, me kuşt. Lawê wî ê mezin jî kuştin, Beşîr. Me deh hesp jî standin.

Xelk da me.

Em jê hatin Pirqaşênê, deh hesp li wê jî dan me. Me hespên xwe li Talorê

hiştibûn. Emwêşevêji Pîrkaşênê^* suwar biln, mebişevliserLîzêdegirt. Midirlik

bû. Midir revîbû, em têkilê xelkê nebûn. Bi rûj em jê suwar bûn hatin Piyangê, me

nanê nîvro xwar. Em wê şevê dîsan hatin Bilêcanê.

1 80 suwarji Mûşêderket hat taqîbata me (Derwîş Beg). Ji Kopê jî 60 suwar bûn

(Memduh). Mebidûrbînêdidît. Meliwêderêbihevremixaberedanî. DerwîşBeg

kaxez nivîsî got bira bên teslîm bibin. Seyidxan got teslîm bi vê qeydê nabe.

ŞerîfÇawiş bi 40 suwarî ve hat. Me didît esker zêde dianîn. Me got: Bila emrê

Mifetîşê îmûmî bînin. Midirekşandin nik me, titin û kebab ji me re şandin. Hebîb

Midir go^' were teslîm bibin. Seyidxan [got] teslîmbûn nîne. Me heta mexreb

nehişt midir vegere.

Seyidxan got ...^'': Ez îşev xwe winda bikim, sibê derkevim ser gazekê, ger we

eskerê xwe şûn de vegerandin, ez bi we re mixabere bikim.

Wê şevê me pê de ajot. Qonaxa 1 5 saetan em hatin. Ewan jî eskerêxwe biribûn

Kopê. Li ber Kopê qayikek heye, şikenandî bûn. Di ber Tozava (?) re qayikeke din

hebû, sibê taştê em gihan qayikê. Em hatin nava gund, me qayikcî girt, go: Qayik

heya duhî dişuxilî, qereqola Seqavîyê (?) hat da avê.

Me du-sê qemçî lêxist em çûn. Lêvek ji qayikê xwiya dikir. Sê cot ga me anî, bi

zincîran me qayik derêxist, ...^' avê dan, ava wê rijiya.

Qayiksaz kirin, em derbas bûn. Em suwar hatin Axpiwar, me nanê xwe standin.

Em hatin Çarbuhirê, em hatin Anêrê [li] wê man. Li wê, ji Anêrê suwar bûn em

hatin Şamîranê, jê Xêrgisê, sê rûjên me temam bûn.

Qayika şikênandî çêkirin ko bikevin pêşiya me. Nîvekî suwarên wî hatin

Qeraxil, pêşiya me girtin, nîvekî suwaran derbasê Tirçongê bûn. Em bi şev li nav

her du gundan derbas bûn. Em bi sibê re hatin Elî Qerxanan. Em jê rabûn ketin

Çiyayê Qazgolê, em pê de hatin.

Em wê rûjê man li Qazgolê, êvarê ji wir suwar bûn, sibêhê em çûn Çiyayê Xara.

Mixbîrek heye, Kulî. Tevdîra xwe kiriye diçe Hezaromê. Xeber giha me. Me sibê

bi ser mala wî de girt. Min got were teslîm be, nehat. Me agir berda xaniyê wî, me

Kulî kuşt. Em jê derketin. Derwîş Beg bi 200 suwarî hat ket gund. Pir ber Kulî

diket.

Em ji wê hatin Gelîyê Berazan. Em sê rûj man li Gelîyê Berazan, em ji wêderê

çûn Qereyazîyê. Em li gundê Bêro bûn. Em ji gundê Bêro suwar bûn hatin Axilê

Rez. Derwîş BegeskerêHezaromêjîgihandxwe, bûn300suwarî. EwjigundêBêro

suwar bûn, em ji Axilê Rez suwar bûn. Ew hat di axilê Rez de peya bû, dîsan Derwîş

Beg kaxez nivîsîbû Seyidxan re ko teslîm bibin, bi tifmgên we hûn herin gundên

xwe.

Em jê suwar bûn hatin Gelîyê Berazan. Wê şevê em hatin çiyayê gundê

Ferzende, bi şev hatin Hesen Paşê.

Ji Hesen Paşê me mirov dan pêşiyaxwe, digotin Ava Miradê nivêwê buhûr dide

nîvê wê nade; du çiq'^ bû. Em hatin ber avê. Mêrik ket nav avê, ji çiqekî derbas bû,

em hatin çiqê din, mehîna wî di avê de ji qam ket û mêrik ji par re vegeriya. [Em]

bi melevanî derbas bûn. Em çûn li gundek (Reşî) peya bûn. Hemî me ceh da hespên

xwe. Jê em hatin Mela Hesen, întava [Entaw] Dûtax qeza ye. Lawê Evdilmecîd

Begî Zekî Beg'^ ji me re got Milsayê Ehmed Begê Sipkî çete ye, bi 25 suwaran çûne

kela Kulê.

Ji me re xeber hat, Mûsa Beg em [bi me] hesiyane. Tewfîq derket bi çend

suwaran ber bi Cemalwerdî ve. Ez derketim perê gund, ewjî tên gund. Em çûn ber

riya wan, di hundirê xirbê de peya bûn. Ji me re nîzik bûn, ber xirbê diborîn,

tifingên wan deverû bûn.

- Ez berxê mala Seydoyê Pozreş im.

Hema destên xwe avêtin tifingên xwe. Ez iî hevalên min me pev re berda. Yek

ket, temamî xwe avêtin nava gund, suwarên me teze xwe gîhandine.

Seyidxan go êrîş. Em ketin nav gund, peya bûn ketin himbêza hev. Mûsa Beg jî ket.

Sidiq Beg jî (pismam) ket, Mehmûd Beg jî ket, çar xwilam jî ketin.

Ê din gotin Seyidxan bextê Derwîş^"* bide me, em teslîm in. Çar heb reviyan,

ketin hu[n]dirê xanî. Min jî dapey. Ewjî teslîm bûn. Min çekên wan standin. Hesp

jî. Me hemî kiras û derpê kirin. Şahî ket nav milet. (Hin beşên strana "Seyîdxan"

ên ku behsa vî şerî dikin, em di vê hejmara Çirayê de diweşînin.-M. Malmîsanij)

Em jê suwar bûn hatin Çiyayê Qertewînê. Du rûjan em man, rilja sisiya em

hatin Aliyarê; gundê şêxan e. Şêx got Derwîş Beg digel 1 50 suwaran hema ji pêşiya

we çû derbasê Kêsa û Banê bû. Got: Xeber ji Kela Melazgîrdê heye. 200 suwar jî

di kelê de ne. 250 suwarî jî hat ket Marmûsê, 200 peya jî hatine Cemalwerdîyê.

...'^wan eve: 250 suwarên Derwîş Begî hilkişîn Qenewînê, 200 peya jî hilkişîn.

Temam hilkişîn Qertewînê. Dibêjin ko em li Qertewînê.

Me mirovdcstand ji Şêx, meda ber, emhatin ber Kela Melazg^rdê re'^ em derbas [bûn] .

Pismamekî me hebû, Seyidxan dabû pêşiya suwaran. Yek ji suwaran rikêba

(zengû) wî dikeve, peya dibe, mehîn direve, dide peyê wê. Em pê nehesiyan. Nîv

saet em jê dûr ketin.

Seyidxan suwaran da hejmartin, met dît Memed Sidiq nîne. Dengê tifingekî

hat, Seyidxan jî du tifing xêlkî berdan. Memed Sidiq peya hat. Esker di nav gelî de

dengên tifingan dibihîzin, heta sibê ranakevin.

Em hatin li Tendûrekê derbas bûn, sibe zelal bû. Em hatin li Kerkelûwê peya

bûn. Me nan bir, titin anîn, pir arîkariya me kirin. Em jê rabûn suwar bûn, xelkê

bi me re rawestiyan. Em hatin nav ket,^^ peya bûn, me destmêj girt, nivêja xwe kir.

Seyidxan bi dûrbînê dinêrt, go rabin suwar bin, esker hat ket nav gund.

Em suwar bûn. Seyidxan gehîşt ji gir nik me, esker ketin dewsa Seyidxan. Çend

yaylim li me dan. Esker li me bûn çar biran, dan dûwê me. Birekajot ko bikeve pêşî.

Seyidxan go hêdî herin ka hîsaba wan çi ye? Gelek nîzingî me bûn, Seyîdxan gor

vegerin çend dest berdin. Me lêxist, esker di cihê xwe de sekinî. Em dîsan kişiyan.

Em ketin Çiyayê Bilêcanê. Me li hev xist heta bû eşa. Em jî bûbûn bir bi bir. Me

zabitek û heşt mêr kuştin. Mehîneke me birîndar bû.

Bû tarî em rabûn ji Bilêcanê, wê şevê em hatin gaza Demirçî. Em pê de bi rûj

hatin ji Qazanan derbas bûn, ji Qicixê derbas bûn, em li Kurê Resûlan şargeh bûn.

Wê rûjê esker nehat, rûja din li Bilanûxê 600 suwar û 20 peya gihane hev, da dûwê

rêça me û hat. Hat heya ser rêya cadeyê, rast berê xwe dan deştê çûn Hêkan. Wê

şevê li wêderê man.

Evarê ji wir suwar bûn, li Pira Şevlixê (?) em derbas buwana, karwanek li ser pirê

bû,gotin: lOOeskerliwîaliyêpirêne.derbasmebin. Meçarmirovşandin, mirovên

me çûn heta nîvê pirê, Tirk bang kirin "geçiniz". Yên me gotin karwan e, gotin

vegerin memnû e.

Em jê suwar bûn. Du saet mabû sibê, Mûş jî ji me du saet dûr bû. Me da rê.

Tarîbariya (şewgura) sibê bû, em di ber guhd[ê] Mbcako derbas bûn. Em derbasî

wî aliyê avê bûn, sibê zelal bû. Em hatin Qizil Axaçê peya bûn. Li ber me gundî

şa bûn; me nan bir û suwar bûn.

Em derketin nava serê gazê (Qazme), me dît esker ji Mûşê derdikeve. Hat Qizil

Axacê de peya bû. Ji xelkê pirsîn "Kanî Seyidxan?" Gotin "Aha li ber çavên we ye,

çiman ji me dipirsin?" Li mixtarî xistin, dîsan ketin Hekan,^* heta êvarê li wêderê

man. Sê suwarên eşîra Elmanan hatin ketin pêşiya me rêberî.

Em sibê re hatin Gencê, me nan xawar. Çekê me tev eskerî ne. Pirsîn "Hun kîne?".

Me got "Em çetê Medenî ne". Sûzenî li wan çêbû lê tiştek negotin. Em ji pirê

derbas bûn hatin mala Egît Begî. Em sê rûjan man mala wî, pir qedrê me girt.

Midûr telefon kir [got] çetê Medenî ye, Walî got Seyidxan e.

Genc tabi'ê Mûşê ye. Ji wê em hatin mala Zînê, keça Mehmed Elî Hecî Çeto,

mezinêSoraxê. Em sê rûj man malawê. îkram kir. 12 rûj em man nava Dumilîyan

de. Çar-pênc beled derdixistin, me nobet nedigirt, wan digirt.

Emjiwêderêhatin Gonigê, şeş rûj liwê man. Qedrê megirtin. Em jê hatin ketin

Çiyayê Şerefdînê. Em hatin Şuşarê, tenişta Hezaromê. Jê hatin Tekmanê, jê

Goksûyê, jê Qereyazîyê, jê Pasînê. Ji me re her tişt dianîn, me xwedî dikirin. Nîvro

bû, em hatin gundekî (Qazî Celalê). Me nanê nîvro xwar, nobetçiyê me tifing avêt,

mifrize ji Diharê dihat.

Esker hat ket gundekî. Di navbera me [de] girek heye. Me her du[yan] qesda

gir kiribû. Me di navsera gir de gîhande hev, me berda hevdû, Tirk bazdan. Êdî

man ser hespê sivik (me serî dida ser). Me heft ji wan kuştin. Yekî me şehîd ket

(şehîd Şamîl e), yek birîndar bû (Mistefa).

Me 1 5 tifing û hesp anîn. Bû tarî, em vegeriyan me kuştiyê xwe û birîndarê xwe

anîn Qazî Celalê, wê şevê [em] li wê man. Sibe bû, jê suwar bûn em hatin pê de

birûj Gelîyê Berazan. Eskerê wî kişiyan. Sê şevan man di Gelîyê Berazan [de], em

hatin Çiyayê Lelê. Em jê berjêr bûn, em hatin ketin deşta Melazgîrdê. Em bi serî

ve hatin ser mifrezekî, heye heştê suwar. Hema suwar bûn pehnîk dan. Em hatin

Sirtanlû [Siltalî], xelkê gund gotin qederê 60 esker ketine devê bihur, bihur girtî

ye. Emjêvegeriyan hatin Şêrwan-Şêxê, di ber re em derbas bûn, ji Bihurê Mitirban

(?) ava Hevreng (Heftreng).

Eskerê piyade danîbûn ser rêya me. DiberMêcikêeskersekinîbû. Emketincot

cot rê, zabit ji çadirê derket li me dinihêrt.

Em hatin Şaberatê, ji Ava Miradê derbas biln. Em hatin Qoxagê, me nan xwar,

serên xwe dan kurkirin, jê suwar bûn hatine Bostakendê. Em mexrebê ji wir suwar

bûn em hatin Çiyayê Mela Qimra, ji wir derbas bûn, newalek pişta Kela Reşê heye,

Tengik. Em ketin dehlê, sê saet roj^' çû, dîdevanê me got esker berjêr bû, ji gazê

têt. Newal newal em çûn. Seyidxan [got] deh heb peya werin, deh peya çûn.

Seyidxan jî pêya bûye. Zabit cihê mîtralyozan çêdikir. Ez hingî hatim, me hevdû

dîtin, got Seyidxan. Seyidxan got hespan bibin wî rûbarî,'*° pêya hemî bên. Hatin,

me cihê xwe girtin. Me bi Tirkî gazî kir û pê ve danî, me li hev xist. Saetek paşê,

me go em êrîş bikin, lê me dît eskerê nû derket, serî daye ser hev,^' hatin li kêleka

me sekinîn, cihê xwe girtin, dora me ginin. (Sînga min bi mewzî ve şidand.) Şer

bû, heşt tomatîk. Me du car hicûm daye. (Ji par da serî ser.) Heta ko bû tarî şer bû,

qederê deh saetan. Ji me du birîndar, ji dijmin deh kuştî, du zabit, kuştiyek li Mûşê

mir. Em bi sibê re hatin Xaça Reş. Em hatin Germavê, pênc rûj man li wêderê.

Brayê Çîroyê Malor mezinê Motkan hat nik Seyidxan, esker hatin ketin Mûşê.

Seyidxan tifingek da wî [birayê Çîro] re, soza xwe dan ko bi me re lêxin.

Xelkê Sûşûnê (?) hatin gotin esker berhev dikin. Tewfiq birînd[a]r [bû].

Seyidxan bi 20 suwaran çû deştê ko esker neyên çiyê.

1 00 suwarê Tirko li Qozmê sekinîbûn. Du tehsîldar hatin berî me li konan, hêj

pere necivandibûn, me girtin, tifing standin. Wê şevê em hatin Qotanan, esker jî

li dûwê me hatibû. Em jê qelibîn, li Dara Sevê em şarge bûn. Nobet xwedî dikir.

Nobetçîsibêgot esker derket diyarê Mîr Hesen. Esker rêçame rast kir, lê nehat me.

Em jê çû[n] Bostakendê. Me nan xwar, qasidek ji Melek Kendê hat, go hene 300

piyade, llO'ên wî çûn Lîzê (mudîrîyet), 110[ên] wî jî [çûn] Xweşgeldî, mayîn

hatine Xoxagê.

Wêşevê em suwar bûn çûn Newala Canimê, heya esrê li wir sekin [în] , jê hatin

Qizil Meyiştê; mehespênxwesol dikirin,eskerjirêyaMelaXidiran dihat. Seyidxan

got çend suwar herin pêşî, heta em hesp sol bikin.

Suwarên me çav dan, esker cih de sekinî, nehat. Me şuxlê xwe qedand, bû tarî,

esker nehat. Esker paşê hat gund, gotin "We çima xwedî kir?" Gotin "Hon''^ pê

nikaribûn, me çi bikira?" Mixtar û çend zilam girtin. Çend heb revîbûn. Ji Caxsorê

jî girtin û kuştin, 15 [kes]. Hin revîn.

Em jê vegeriyan hatin paş heft rûjan nik Tewfîq. Heftîkî jî [em] li çiyê man,

birîna Tewfîq jî hebek çêbûbû.

Seyidxan êdîn qerara xwe dabû ko em derbasê xetê bibin. Cihê me di Çiyayê

SasûnêdeAndokbû. EmjiAndokêrabûnhatinGelîyêZendûs(?),jêhatinPermisê(?),

jê hatin Kuba Zilan. Em bişev hatin nava Silîvan û Bişêrî, ji wêderê me dît ji

aliyê Pira Batmanê qederê şêst mêr dihatin. Seyidxan got cih bêkês e. Em suwar bûn

meda rê, em hatin gundêkî, me li gund memûrê rejî û zebtiye girtin, tifing standin.

Li wan gundan li me bû gazî, midir bi bekçî re 30 suwarî li me xistin. Du saet

dûw me hatin. Seyidxan got em vegerin. 10-15 suwarên me lê vegeriyan sê heb

kuştin, pênc hesp anîn. Em ji Ava Diyarbekrê derbas bûn, em hatin Şikirlî, me nan

hilanî. Bû tarî, em hatin mifrizekî rastî me hat, li me nexistin, me di ser xwe re

derbas kirin. Nîvsaet em dûrketin derbekxêlkî berdan. Seyidxangot bajon emîşev

bigehine Qewsan. Şewgura sibê bû, me xwe gihand ber Qewsan. Du suwarên me

pê de çûn, bi serî ve çûn ser nobetçî esker. Nobetçî gotin "Hûn kî ne?" Gotin "Em

gundî ne" û vegeriyan hatin. 100 suwarî di gund de ye. Di ber gund re bi zengû

em derbas bûn. Sibê zelal bû, me xwe da çiyê.

Gundîkî şbcre dikêşand bi kera xwe. Seyidxan go rûjê deh mecîdî bi te [dim]

were avê raberê me ke. Mêrik em anîn çiyê, cihekî qenc. Nobetçî me derketin,

teyare hat ser me. Teyare pir car hat lê em nedîtin. Saet bû sisêyê rûjê, em jor de

ber jêr rûbarê aliyê Cilînê (gund) bûn. Em hatin, paleyên wan zevî diçînin.

Li wê derê Seyidxan çûn -bi suwaran- cem palan, Tewfîq bi çendan çû cem

palekî. Me go qewet be. Go ser seran, hon esker in, xelkê kuderê ne. Go navê min

Hecî Mihemed e. Par çûme hecê. Me got em filankes in. Tu nikarî beledekî bidî,

me bişînî xetê? Çi bbcwazê emê bidinê.

Şand dûw brazîyê xwe, brazîyê wî hat. Got tifingekê bidin min. Me got belê.

Go rabin herin şikeftekê hespê xwe bihewînin.

Seyidxan jî hat, em çûn ser şikeftê, me hespên xwe kêşandin ser bîrê. Me nîvê

hespan avdan, nîvî ma, me dît deh suwar esker jê derket û hatin. Seyidxan got xwe

sil mekin'*^ bila bêjin em esker in.

Hatin li biniya me peya bûn, suwarekî şandin nava me. Me got ka werin, hûn

kujan [kîjan] alayî ne. Suwar ajot hat, me tifingên xwe rast kirin, me berda, ew

suwar ket. Me her nehê din jî girtin. Yek dibê[je] ez Kurd im, yek [dibêje] ez

xwarzîyê Kurdan im.

Me deh hesp, deh tifing û tomatîkek stand. Seyidxan got em [bi me] hesiyan.

Em suwar bûn, me hêsîr berda. Em saetek çûn, me dît 200 suwarî tên. Me drêj kir

esker bazda. Seyidxan xeyidî, go dora me Qolordû ye.

Me ajot li rêya xwe. Tirk hatina me hesiyabûn, ji her alî esker anîbûn ko em

derbasê xetê mebin.

Em rastî esker hatin. Me hicûm da, li hev xist. Em jî esker, ew jî esker, êdî em

bûbûn tevlî hev. Me li her alî holê dixist, heta bti tarî. Me pênc hespên din jî standin.

Em ji esker veqetiyan. Em diçûn, em bi serî ve hatin ser esker, di pêşiya me de

bû. Me lê vegerand.

Seyidxan ket. Pişta Mêrdînê. Sileyman birûj ketibû.

Di wan pevçûnan de Sileyman gava em di nav newalekê de bûn, her du alî esker,

me rikêb dikir, Sileyman birîndar bû ket. Me anî da ber sihekê, nexwest ko kes pê

re bimîne, got di vegerê de ko rê li vê[derê] ket li ser min de werin. Şer bû, em dûr

ketin, ji esker veqetiyan.

Di pêşiya me de esker hebû. Ji nişka ve li me xistin, hespek ket, suwarê wî pêya

ma; heval lê venedigeriyan. Seyidxan got vegerin, kes[î] guh neda. Seyicbcan bi ser

wî de vegeriya. Paş midek [muddetek] Tewfîq dît hespê Seyidxan vala têt,

vegeriyan, dîtin Seyidxan li erdê ye.

Anîn cihê wî çêkirin, di nav dehlekî de. Lewra ko nedikaribî li pişta Şêxo jî

bisekine. Du zilam pê re hiştin.

Beledê me revî. Em di ber girekî peya bûn, heta bû sibe. Me yek dît, tifingek

da jê re, em anîn tanişta Reşmilê [Rişmilê].

Bi mexrebê em ketin beriyê, em hatin gundekî. Li gund esker hatin pêşiya me,

me li hevxist, sê hespên me kuştin. Em lê vegeriyan me yek kuşt, yek birîndar bû,

reviyan. Em hatin rêya hesinê. Me digot ew rêhesinê Mêrdînê ye. Em du saet, ji

xetê du saet berjêr hatin, şivanek rastî me hat. Me pirsî, got hon ji xetê derbas bûne.

Go ...^'* Xidir Axa me. Em diçin mala îsa. Brayê îsa çû Qamişlî elam bide misteşar.



-Û.

Ji devê] Mistefa kurê Derwîfji mala Seydo [hatiye nivîsîn], emrê wî 19 salî.

Em hatin şatê Diyarbekr, me qemyonek girt, neyar hat ser me. Me bi tifengan

lêxist. Em hatin, xelkê Kurdmanc çete bûn, hatin pêşiya me. Seyidxan got em

brayên hev in, talana kesî li pêşiya me nîne. Dînê Mihemed e, hon çawan li mexin?

Mêrikan got ji we re oxir be.

Wê şevê em pê de hatin dora Mêrdînê. Teyarê elam dabû Diyarbekrê. Bi

qemyonan Tirko esker şandin.

Bû sibe, em hatin. Taştê bû, me li [cîkî] hespên xwe av didan, me bala xwe da

10-12 esker di wê de hatin. Me çekên [kincên] xwe guhan, çekên eskerî li xwe kir

û pê de sekinîn. Çawiş pêş de hat. Me go "gel gel".

Hat nik me, [me] go "teslîm", nebil, me kuşt. Eskerên dî me tev hêsîr girt. Me

hêsîr berda, tomatîk jî me ji wan stand.

Êdî em hatin, tifingên wan, hespên wan me anîn. Esker hatin ser me, me [li]

hev xist heta bû mexreb. Saetek li roj mabû berik li devê min ket.

Ez, Sidiq û Miheme em bi hev re bûn. Em bi tinê mabûn. Hevalên min ez suwar

kirim, me qesda çiyê kir, Çiyayê Dêrikê. Wê şevê [em] çûn Ewrîxan.

Li Ewrîxanê dest avêtin me, girtin. Miheme ginin, min û Sidiq me bazda.

Tifingan li me xistin, Sidiq birîndar bû. Ez revîm, xelas bûm.

Wê şevê pê de hatim. Ez hatim gundekî. Rexta min li pişta min bû, tifing û

şeşderba min bi Sidiq re bûn. Min dî du xort hatin, ji min re gotin rext li pişta te

ye, ka tifinga te?

Tifinga min nîne.

Deyn [deng] nekirin. Rexta min, pere, şarê min standin. Min rêya xetê pirsî,

nîşa min dan. Mehîna min nebirin.

Heta ko ez hatim wî gundî çar rûj ketibûn navê. Ez tihn û birçî bûm. Wê şevê

ez pê de hatim. Sibê zelal bû ez giham gundê Çelebî.''^ Ez hatim derê malekê min

av xwest. Du sê xort hatin dizgînên mehîna min kişandin. Ez dûwê mehîna xwe

çûm. Ez jî xistim koxekê. Yekî din hebû, ew jî mezinê gund e. Min got ez braziyê

Seyidxan im. Got heke Çelebî nayê [neyê], pênehese ez[ê] te derbasê xetê kim.

Çelebî pê hesiya, Çelebî hat ez birim qulikê [qulbcê], ez teslîm kirim.

Telefon dan Mêrdînê, gotin bînin. Du zebtîye dan min, ez suwar kirim, me da rê.

Em hatin gundekî, min av xwest; bîrek hebû, jinek û mêrek li ser bûn, min av

ji jinikê xwest, esker nehişt ez av bixwim, li min xistin. Min jî mehîna xwe berda.

Tifing li min berdan, heta ez ji ber çavên wan winda bûm. Mehîna min birîndar

kirin. Min mehîna xwe hişt. Min xwe veşart.

Hatin mehîn dîtin, geriyan negeriyan heta êvarê ez nedîtim, çûn.

Wê şevê ez zivirîm, min berê xwe da xetê.

Şivanekî ez ginim, go ez[ê] te teslîmê qereqolê bikim. Zêr bi min re hebû, min

zêrê xwe da şivên, ez berdam.

Ez hatim, min bala xwe da, pêşiya min qurmînê (?) tifingan e. Esker[ê] ko ez

ji ber revîm bi dar ve kirin.

Wê şevê di fatosa'** genim de ez mam. Heft rûj ketine navê.

Sibêzelal bû. Ez ji germê qijqijîm.^^ Bû mexreb, hetasibê, taştiyêçilm, minxwe

gihand xetê. Ez hatim Qermanê. Qermaniyan li min xweyitî kirin. Tewfîq hate li

[ba] min û ez anîm Gundorê.''^

Bqek ji notên jêrîn di nivîsa Celadet AIî Bedirxan de hene, hin not jî M. Malmîsanij

(M. M.) lê zêde kirine.

' Celadet Alî Bedirxan li hemberî van navan bi qelemeke din ev nav jî nivîsandine:

Seyidan, Bilikan, Şêxikan, Qerecan. (M. M.)

^ Dara Hovo zozanê Seyidan e. Li ser çiyayê Kosorê ye (axa wê sor e, xwelîsor). Kosor

di nav Bilanixê û Deşta Mûşê de ye.

' Herçiqas Celadet AIî Bedirxan di ciyê "Qazgol" de "Kazgol" nivîsiye jî bi qasî ku tê

fêmkirin bi şaşî wisa nivîsandiye. Min di ciyê "Kazgol" de "Qazgol" nivîsî. (M. M.)

* Herçiqas Celadet Alî Bedirxan di ciyê "qaz" de "kaz" nivîsiye jî bi qasî ku tê fêmkirin

bi şaşî wisa nivîsandiye. Min di ciyê "kaz" de "qaz" nivîsî. (M. M.)

' karar verdiler

^ sûzen bûn: Di rengê mêrikî de ez sûzen bûm (şuphelendim).

Me'nayên hersê kelîmeyên jêrîn Celadet AIî Bedirxan tenê bi Frensî nivîsandibûn, yên

Tirkî min lê zêde kirin. (M. M.)

sûzen: mêfîe [şûpheli, kuşkulu, gûvensiz]

sûzenî: mefîance [kuşku, gûvensizlikj

sûzen bûn: se mefier [-den kuşkulanmak, -e gövenmemek]

^ Celadet Bedirxan ev cumla "Serê tebaxê bil gava derkedn" li kêleka rûpelî nivîsandiye.

Kelîma "em" -di nava parantezan de- min lê zêde kir. (M. M.)

' Xwedê agahî: Allah bilir.

' Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

'" Li jorê ev nav wisa haubû nivîsîn: "Bilanûx" (M. M.)

" Wextê warê serhedî bû./hasat zamani

'^ Di desmivîsa Celadet AIî Bedirxan de ev kelîme wisa hatiye nivîsîn: reber. (M. M.)

'^ Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

''' Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

" Di desmivîsa Celadet AIî Bedirxan de ev nav wek "Ferhenlî" hatiye nivîsîn lê navê vî

gundî "Ferhend" e, ne "Ferhenlî". (M. M.)

'* Celadet AIî Bedirxan di ciyê Hezro de bi şaşî Xezro nivîsiye. Her di wî rûpelî de cara

duduyan Xezro nivîsiye, lê pafê ya duduyan îptal kiriye û Hezro nivîsiye. (M. M.)

" Paşnavê malbata Hisên Axa û Hesen Axa îro Azîzoglu ye. (M. M.)

" Mil neda ber me.

" Celadet Alî Bedirxan li hember kelîma Hondrof pa|ê nivîsiye Hundif. (M. M.)

^° kurşe (m): ûzerine yagmur yagmiş donmuş kar

^' gîhar (n)/diyar

^ Li vir du kelîme nehatin xwendin. (M. M.)

" Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

^ Li jorê ev nav wisa hatibû nivîsîn: Hemê Helo. (M. M.)

^' agir dadan: atq yakmak

^' Gûlik: Jê şîrêz çêdibe.

" zuxir: cihê newal û asê

^ Li jorê ev nav wisa hatibû nivîsîn: Pirqajênê. (M. M.)

^' Ev kelîme di vê nivîsê de gelek caran wisa jî hatiye nivîsîn: got. (M. M.)

^ Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

" Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

'^ çiq (qiç): Av dibe du bir, her bir çiqekî ye. Ev erd ko tê dimîne kelebest dibêjin.

" Paşnavê malbata Zekî Beg, öztûrk e. (M. M.)

* Di vî rûpelê nivîsa Celadet de ev not heye: "brayê wan ê mezin Bavê Mistefa". (M. M.)

'' Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

'« di ... re

ber ... re

''' Celadet AIî Bedirxan pişti vê kelîmeyê wisa ni\asandiye: (m).

Yanî Celadet xwestiye nîşan bide ku ev kelîme (ket) mê ye (fêminin e). (M. M.)

ket (m): yonca

" Li jorê ev nav wisa hatibû nivîsîn: Hêkan. (M. M.)

" Li jorê ev kelîme wisa hatibû nivîsîn: rûj. (M. M.)

*' rûbar (rûbarê vî/wî alîyê): yamaç [bi Tirkî]; versant [bi Frensî]

*' me serî da ser/me berdaye

Eskerê Tirko serî daye ser hev dikişîne ber bi me tên.

^^ Ev kelîme di vê nivîsê de gelek caran wisa hatiye nivîsîn: hûn. (M. M.)

" Xwe sil mekia: Kendinizi bozmaym.

*^ Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

** Celadet AIî Bedirxan, li kêleka navê Çelebî wisa nivîsandiye: "Evdilkerîm."

Dîsa di vê notê de wisa nivîsîye: "Ev Çelebî kurê Evdirezaq Çelebî Şêxten [Şatana] ye."

(M. M.)

^ fatos/gidîş

*^ qijirîn/qijqijîn: gûneşten yanmak

rewisîn

rewisandin: ate§te ûtûlemek

kizirandin

^ Li kêleka hin rûpelan, Celadet AIî Bedirxan hin gotin nivîsandine ku têkiliya wan bi

vê nivîsê re tune. Ez wan jî li gor rêza elfabeyê dinivîsim. (M. M.)

Birîna me di bin potê me de ye. (medhelûk)

Mirov parsûwa xwe raberê herkesî nakê.

Rêzika Kurdan: 1-ziman 2-çek 3-eşîrî 4-stran 5-govend

Rêzika wî li dûw dihere. Mîr mirovekî xwedan rêzik e.







[Ferhengok]

[ji hev de xistin]/ji hev de xistibûn: parça parça etmek

kox: suprunttilûk

koxik: kûmes

lorx (m): kar ile karişik çamur

penc kirin: armalamak

teqin/teqn (m): bataklik

xeberdox: porte-parole [sözcû]

xwarinî: provision, des vivres [yiyecekler, azik]

zik çêrandin: odakbk etmek. (Em zebtîyeyên Mûşê ne, zikên xwe biçêrînin.)

Celadet AIî Bedirxan me'nayên kelîmeyên "xeberdox" û "xwarinî" tenê bi Frensî

nivîsandibûn, me'nayên wan ên Tirkî min lê zêde kirin. (M. M.)




îsmê xas [Navê kesan]

Barano, Behrem, Behrûz, Bengî, Beybûd/Baybûd, Bêzar, Cangîr, Cengo, Cocê, Delo,

Dilo, Dilşa, Dîlo, Edê, Efo, ÊIo, Felemêz, Ferfîirê, Ferman, Fetê, Fêrik, Gefo, Gulîzer,

Gulperî, Gurgîn, Hodo, Kewê, Kilê, Kono, Kotê, Lezgîn, Miskê, Nezîr, Nîgar, Otê,

Perîzad, Qefew, Rindê, Senem, Serdil, Sertîp, Seyrê, Seyro, Siyabend, Şayiste, Şeno, Şero,

Şewêş, Şîno, Şîrvan, Têlî, Têlo, Tîto, Toro, Xirtê, Xoxê, Zelêx, Zinar, Zîzê.



SEYIDXAN

(...) Seyîdxan bi sê denga gazî dike li 'Elîcanê Gerdengazî, li Tofîq, li Silhedîn,

divêje: "Bav li birayê min bûno, mêrbin, mêrîçêbin, îro rojamêraye, ezêtemînekê

li we bikim, temînaapêxwe meşkênin, esker mekujin, êtîm in,xerîb in, zarûêxelqê

ne, binemir in, gune ne; bikujin zapit û qumandarê Cumhûrîyetê 'edûê dîn in, ez

Bavê Silhedîn im, di nava min û wan da Ava Mûradê, hidûdê 'Ecem e."

Axayê mino, şerr e, li ser min şerr e,

Bê, welle, milletê Kurda bêbext e, ji Seyîdxan nagerre.

Divê, Kopê bişewite li ser devê rê ye,

Kambax bibe, li ser devê rê ye,

Mala mi bi xulama Sedîq Beg û Mûsa Beg,

Ev herdu bûne reyîsê çeta hukûmetêye,

Çil pênc suarê Sîpika û Cibra hiltînin, têne ba midûrê Kopêye,

Dibê: "Lo lo midûro, agir xênîyê bavê te keto, dinîya xirab bibe tu bi dinîyayê

nahesî, ez îro reyîsê çeta hukumetê me, cûaba Seyîdxanê Kerr, Bawê Seydo, ji mi

ra hatîye, derketîye serê çiyêye. Bûye firar û eşqîya, mehkûmê dewletê ye. Sed û

pêncî sûarê xezabê pê ra ye, di 'erdê Şêx û Weyîsqiran da digerre, li ce'da Bitlîsê

gazmax dibe, ê bê li dora Kopê da bibuhure, ê Ava Mûradê biqelibe, ê bi devê

madoliya xwe bavêje nava Firansa, binîya xetêye."

Dibê, ew herdu begê Patnosê ji midûrê Kopê ra sê kevira hiltînin ji 'erdêye,

Jê ra datînin ser masêye,

Jê ra sond dbcun bi telaqê jinberdanêye,

Destêxwe datînin ser Qura'nê, dibên: "HetaSeyîdxan, 'Elîcan, Tofîq, Silhedîn

-her çar serekdarê mehkûma- em li dora Kopê da nekujin, qaçaxê dewletê di ser me

ra derbaz nabe vêderêye."

(...) Axao, dibê, Sedîqê Mistefa Beg dengekî gazî dike Tofîqê birayê Seyîdxan,

Dibê: "Xebera te ji devê xwe gotîye, bixo, hêja bişêkirîne".

Destê xwe davêje şeşderpê, ji qewlixê dertîne,

Şerjorê şeşderpê li qûna şeşderpê dixîne,

Ew û Tofîqê birayê Seyîdxan, weke du beranê pezkûvîya ji ber hev vedikşin,

Di devê dergê da di hev dbcerricin,

Weke du gurê har li hev digerrin,

Li pişta mala li hev fitilîn,

Herdu li ba karka sergîna li hev rast hatin,

Gulle bi gulle pêsîra hev da danîn.

Demaça Sedîqê Mistefa Beg qelp bû, şerjor sûar kir, tiştek derneanî,

Tofîqê birayê Seyîdxan qalpaxê mejîyê wî rête ser cote gîzmê wî bi mêranî,

Madolî ji milê wî anî xarê, demaçe ji destê wî deranî,

Çar pihîn bi pe'nîya gîzma xwe li ser textika 'enîya wî danî.

Go: "Ez ferxê Ûsivê Seydo me, Ji deşta Mûşê, Çemê Binanixê, çiyayê Serhedê,

zapit il qumandara ez ji Romê diqelînim. Ezê gelek kûçkê weke te, li pêşîya xwe

bînim rayê".

Seyîdxan divê divê: "Ev yek bûye, bila nebe didu. Pêşiya firar û qaçaxê min

berdin bila bi silametî herre."

Şerrekî dibe li hewşa midûrê Kopê, li qûna Çiyayê Girîdaxê, bi du cîya,

Bi tarîbara sibê ra li ser serê van mehkûma teyara difirrîya,

Hurmînê topa, lig-ligê axirmakîna, agirê mecnenîqa ji 'erdê heta 'ezmana li ser

serê wan hêsîra dirrijîya,

Gele şede-şûdê 'Elîcanê Gerdengaz, babê babê 'egîtê çiyayê Serhedê hene,

Xwe ji heval li hogirê xwe didize, xwe bi kozika Mûsa-Beg û midûrê Kopê digihîne, Devê çapilîyê li ser pişta wan di'edlîne,
Çar tilîya kezeba reş bi devê çapilîya xwe va dertîne,

Heyfa hêsîr û feqîrê Gelîyê Zîla ji hersîya hiltîne. (...)*







* Çavkanî: Zargotina Kurda-I, Yên ku berhevkirine: Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl,

Neşirxana "Naûka", Moskova, 1978, r. 261-264





Kovara çira hejmar 4

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder