Sayfa - Rûpel

Bölümler - Beş

26 Ağustos 2024 Pazartesi

Melle Mihemedê Şoşikê çû ber emrê Xwedê

 


Zanayê Kurdan yê mezin xwedanê gelek pirtûkên bi kurdî seydayê Melle Mihemedê Şoşikê çû ber emrê Xwedê. Xwedê rehma xwe li wî bike. Seyda ji Agirîyê gundê Şoşikê bû.


Kî ji bo wî çi got?














MELA MUHEMMEDÊ ŞOŞIKî

(Rehma Xwdê lê be. 93ê salî da wefat kir. Berhema wî ya bi zimanê Kurdî: NÛRA QELBAN)

Mela Muhemmed, kurê mela Ebdullah e. *Bi eslé xwe ji welatê Botan* ji bajarê *Sêrtê* ji gundê Binêrve (Ekmekçi) yê li ser qezaya Erûhê ye. Bavê seyda, ji bo fetl û bayê zeman yanî ji ber hinek sedemën siyasî û aborî bi malbata xwe re ji gundê xwe mejbûrî hîcretê dibin û terka welatê bav û kalê xwe dike û *diçe bi bal bajarê Zaxoyê* ve. 

*Seyda Mela Muhemmed di sala 1931ê de li Zaxoyê hatiye dinî.* 

Piştî sê salan dîsan bavê seyda digel malbata xwe, ji *Zaxoyê dizivirin* bi bal gunde xwe Binêrveyê ve.  Şoşîkî, ji gundê xwe yê Binêrvê diçine gundekî ereban ê bi navê *Firsaf ku li ser bajarê Sêrtê y* e. Ji wê derê seyda Mela Muhemmed, di pazdesaliya xwe de ji bo xwendina medreseyê diçe gundê Fiskînê; *xwendina xwe heta Şerhulmuxniyê li cem Şêx Seyfeddîn dixwîne.* Paşê diçe gundê Qadiya yê li herêma Xerzan li ba şêx Hesib dixwîne. Piştre dîsan hinekî vedigere ba seydayê xwe yê berê Mela Seyfeddîn. Piştre seyda tê cem Şêx Teqyeddîn û demeke hindik li wir dimîne. Piştre ji wê derê diçe *gundê Zado yê* li ser Agiriyê. 
Qederekî hindik li wir jî dimîne. Piştre diçe gundê *Gelûta yê li ser Agiriyê ba Mela Ebdulkerîm kurê xelife Hesen* 
Xwendina xwe heta Qewlulehmedê li wê derê dixwîne. Piştî ku seyda Mele Ebdulkerîm wefat dike, îcar seyda Mela *Muhemmed Şoşîkî* , diçe gundê Dutaxê ba seyda Mela Nadir Azîzî. Xwendina xwe li cem wî diqedîne û îcaza îlmê jî ji wî distîne.

Piştî ku seyda Şoşikî xwendina xwe diqedîne êdî ew li *gundê Şoşikê* dest bi dersdana feqiyan dike. Bi sedan feqî li cem seyda Şoşikî dixwînin û gelek feqiyên medreseyê îcazeya xwe li ba wî digirin.

Seyda vê tefsîra (NÛRA QELBAN) xwe ya pîroz û giranbiha di *şeş salan de diqedîne* , ji bili vê tefsîra wî gelek berhemên wî yê ne çapkirî jî hene.

Xweda deriyê rehma xwe li wî danedî û barana rizaya xwe li ser wî û tevekê bawermendan bibarîne heta roja dawîn.

XWEDÊ REHMA XWE LÊ BIKE!🤲


Abdülkadir Gök








Hiç yorum yok:

Yorum Gönder