Seîd VEROJ/ Di Nav Kilamên Kurdî de hin Rûpelên Dîroka Me: Tevkûjiya Gelîyê Zîlan
Piştî tekçûna serhildana Şêx Seîd(1925), gelek welatparêz, şoreşger û serokên tevgerê hatin girtin; ji wan kesên girti pirranî hatin xeniqandin û hepiskirin; gelek ji wan bi zar û zêç û qewm û eşîrên xwe ve hatin nefî(sirgûn)kirin. Hinek şoreşger û ronakbîrên kurd jî revyan çûn binê xetê; gihiştin Kurdistana Sûryeyê. Hin şervan û şoreşgerên kurd jî hilkişyan ber bi çiyayên Kurdistanê û bi şerê pêşmergatiyê doza xwe berdewam kirin.
Li piştî tekçûna serhildanê, ji xelkê bi deh hezaran însan hatibûn kuştin û bi hezaran gund hatibûn şewitandin. Bi sed hezaran kurd jî li ser rêya nefîkirinê bûn; koçber bûbûn; diçûn xeribîyê. Mecbur mabûn ku axa pîroz terk bikin. Ba û bahozekî rabû bû li ser welatê kurdan, ewrên reş û tarî li ser wan digeryan, çiyayên welatê wan mij û duman girtî bû. Pêlên awazên azadî û bihna barudê tevî hev bûbûn. Li alikî da ronahî û ji aliyê dî ve jî reşayî hebû. Gelê kurd û şervanên wan, alîkarên qencî(başî) bûn; di rêça Hûrmûz da diçûn. Ji bona vê yekê, Ehrîmen dijminatiya wan dikir; reşayî û xirabî li ser wan digeryan. Reşayî û xirabî dê li pêşerojê barê wan girantir bikira.
Bi tevî pêwistên neyini, zilm û zordariya Ehrîmen û tarîtıya wî, şerê azadî û ronahiyê berdewam dikir. Li pey serhildana Şêx Seîd, hin şervan û şoreşgerên kurd jî, ber bi çiyayê Agirî ve hilkişyabûn. Van şervan û mêrxasan dixwestin ku mij û duman, ewrên reş û tarî yên li ser welatê xwe rakin. Li hember xirabiyê ala qenciyê (başiyê) bilind bikin. Çiyayê Agirî jî alîkarê başîi bû. Lewra, ji van şervan û mêrxasan ra hembêza xwe vekiribû; di sing û qontarê xwe da cî dabû wan, di rojên teng da. Wan jî dixwestin ku li ser singa Agirîyê bingeha hêlîna azadîyê deynin; ku pêlên azadîyê li Agirîyê belav bibin. Nedixwestin ku Agirî şermezar bikin. Loma, bi kilam û sitranan dîlan dikirin û govend digirtin. Dengê wan, pêl bi pêl belav dibû di nava bêdengiya Agirî da. Pêlên daxwaza azadiya wan û singê çiyayê Agirî hev mis didan. Deng û hawara wan bêdengiya Agirî diqelaştin. Halan didan hev, gaziya welat dikirin; hemû bi hev ra bi yekdengekî digotin: “Îro dîsa hêrsa te hat, ev agiran bûne kelat, kom bûn edî ser te civat, hilbe Agirî, hilbe Agirî”[1]. Dengê wan şervan û mêrxasan digihişt “XOYBÛN”ê[2].
Di salên 1928-29an da şerê Agirî hêdî hêdî li her derê deng dida. Her diçû pêlên wî mezin dibûn, şax didan. Ji her alî ve şervan û şoreşgerên kurd xwe digihandin Agirî. Ji wan yek jî, Îhsan Nurî Paşa bû. Îhsan Nurî Paşa bûbû serdarê leşkerî yê Tevgera Agirî. Ew endamekî XOYBÛNê bû, ku bi navê XOYBÛNê berpirsyariya leşkerî ya Tevgera Agirî hildabû ser milê xwe. Bi gotina Îhsan Nurî Paşa, amaca XOYBÛNê ev bû: “Bi pêgirtin û teslîm nekirina Agirî, dê bi şerê pêşmergetiyê cî bi cî êriş bibin li ser ordiya Tirk û darbe li wan bixin. Bi vî hawayê, di Kurdistanê da wê giranî û hûkma dewletê bête şikestin û di nava gelê kurd da bîr û bawariya serxwebûne çê bibe, ku serhildanekî gelemperî çê bibe. Ev rê û rêbaz (taktîk] ji aliyê serokatiya “XOYBÛN”ê ve hatibû danîn”.[3] Ji ber ku babeta vê nivîsê, bi kûr û fire lêkolîna “Serhildana Agiri” nîne, ez bi kurtî behsa “Serhildana Agirî” dikim. Amaca vê nivisê, di nav bûyerên “Serhildana Agirî” da, di derheqa bûyera Geliyê Zîlan da hin tiştan bîne zimên. Lewra, her yek bûyera “Serhildana Agirî” bi serê xwe babetekî lêkolîn û lêgerînê ye.
Şervanên Agirî li gelek aliyan ve êrîş dibirin li ser qeraqol û leşkerên dewletê. Ji wan êrîşan yek jî, bi serokatiya Ferzende Beg, li nêzikê Gelîyê Zîlan, li ser du alayîyên ku ketibûn taqîbata wî û dixwestin riya wî bibirrînin, hatibû kirin. Di wê êrişê da zêdetirê dused û pêncî eskerên Tirk ji alîyê Ferzende Beg û şervanên wî ve hatibûn kuştin. Ji şervanên Kurd ji sê kes hatibû birînkirin. Li ser vê bûyerê, qumandarê herdu alayîyan jî li hember serdarên xwe gelek şermezar û şerpeze mabûn. Ji ber vê yekê, ji bo parastina xwe ya şexsî, raporekî derewîn dişînin ji serdariya leşkerî ra, dibêjin: Eşîren Gelîyê Zîlan tevda alîkarîya Ferzende kirine, lewma ewqas esker hatine kûştun. Lê bi rastî, di wî şerî da eşîran piştgirîya Ferzende Beg nakiribûn, ew û destekî şervanên wî bûn, ku ew herdu alayî bela-wela kiribûn û ewqas zerar debû wan. Li ser vê raporê bû, ku dewleta Tirk li herêmê Gelîyê Zîlan kal û pîr, jin û zarok, xort û bûkan û bi tevî heywanên wan dan şewitandin. Ewên ku gihiştin Agirî û zozanên Celalîyên alîyê Îranê, ji mirinê xelas bûbûn. Di 16 Tîrmeha 1930an da rojnama Cumhuriyetê bi kêfxweşî û dilrehetî di rûpelên xwe da weha digot: “Ewan gundên ku tevî serhildanê bûne temamî hatine kavil(wêran)kirin. Geliyê Zîlan bi cesedê însanan ve hatiye dagirtin û heta nûha jimara kesên ku hatine kuştin 15 hezar e. Di nava vê heftê da di çiyayê Agirî da, de tevgera tenkîl (tune kil-ine) kirine dest pe bike”.
Di navçeyê (herêmê) Zilan da eşira Heyderan, Kalkan, Bekiran û Adernan dijiyan. Serokê eşira Heyderan zarokên Kor Hûseyin Paşa bûn, ye Kalkan; Temir Axa, Mixoyê Dewrêş û Tahirê Eli Beg bûn. Yê Bekiran; Reşoyê silo û yê Ademan jî İbrahîm Axa bûn.
Xelkê Gelîye Zîlan ji, weki ye Agiri ji aliye şer ve ceribandi bûn. Lewra, di şerê yekemin ye cihanê da Zilaniyan li hember hêzên Rusan heta dawiyê şer kiri bûn û erde xwe teslime wan nekiri bûn. “XOYBÛN’ ji, ji merxasi îi şervaniya xelkê ve hererne agahdar bû. Ji bo ve yekê, di 18 Pûşpera (Hazirana) 1930′an da bi navê “Qerargaha Agirî”, fermanekı ji seroke eşira Adernan; İbrahim Axa ra hatibû şandin ku bi kurdi nivisandi bû. Di ve fermanê da ji bo şervan û welatparêzên Gelîyê Zilanê weha dihat gotin: “Dive sereken Geliye Zîlan di hererne xwe da hezen Tirkan dil bikin u çeken wan ji dest wan bigrin. Li piştî wî, dê rojavayê Giresor[4] bigrin û ji bo alikariya Melazgirê destekî siwarî bişinin. Bi alîkariya Hesenan jî, dê riya Melazgîr, Patnos û Erdîşê bibirrînin”[5]
Xelkê herema Zîlan, biryar û fermana XOYBÛNê bi dilxwazî û kêfxweşiyê qebûl kirin. Lê mixabin ku, ji ber dilxwazî û xwîngermiya xwe, ji bo êrişkirinê tarîxa ku diviya, berê wê tarîxê dest bi êrîş kirine; pêşiyê ordîgaha Hasan Abdal[6] dadigrin; li wê ordigahê dused esker dîl digrin û dest didine ser çek û cebxaneya wan. Piştî wî, êrîş dibin li ser bajarê Noşarê; Kela Noşarê jî dikeve bin destê Kurdan. Ji bo ku êrîşên şervanên Zîlanê, tarîxa ku hatibû belîkirin berîya wê tarixê dest pê kiribûn, tenê mabûn; ji herêmên dî ve ji bo wan piştgirî nedihat. Ji ber vê yekê, bi alîkariya eşîra Keskoyan jî, dewletê hêzekî pirr xurt li ser wan da rêkir û bi şerekî dijwar kete Gelîyê Zîlanê. Zilm û zordariya bêhempa û hovane, qirkirina Gelîye Zîlanê wê rojê dest pê kiribû. Dengbêj Seyitxan, di kilama GELÎYê ZÎLAN da hawar û gaziya gelê Kurd weha tîne ziman: “Tu bala xwe bidî qîzên bakîre, bûkên serbixelî/ dergûşên ber pêsîran, xortên nazikên cindî/ temamî bira îro kûştine bi singûyanî/ were bira ferman e, ferman e/ bira fermana me Kurdan e/ emrê (biryara) Gelîyê Zîlan e/ tu bala xwe bidî îro dîsa agir berdane diwanzde gundên Gelîyê Zîlan e.” Ev gotinên Seyitxan, rewşa Gelîyê Zîlan ya wê rojê gelek baş tîne ziman. Ez nizanim ji xeynê van gotinan meriv dê çawa wê rojê tarîf bike. Ewrên reş û tarî li ser kurdên Zîlanê vegirtibûn, xirabî li hember qencî û başî bi ser ketibû. Di Gelîyê Zîlanê da bihna barud û mirinê, agir û pêlên azadiyê vernirandibû.
Tevgera dewletê, bi biryar û planên Serokerkaniya Komarê ji aliyê ordiya 7. û 9. ve dihate rêvebirin. Nûha jî, emê di nivîs û pelgeyên Serokerkaniya Komarê da, tevçûn û qirkirina Gelîyê Zîlanê binêrin:
“21ê Tirmeha 1930:
.. Di vê du rojên dawî da bi bombarduman kirina teyaran, ji eşîra Helikan 25 mirî û ewqas jî birindar çêbûne û gelek heywan jî hatine telefkirin.
… Mûfreza Dervîş Beg, meleyê gundê Pabûşkan û çar kesên din kûştin, 9 tifing û 700 heywan berhev kirin.
… Mûfreza Dervîş Beg, li pirê Koç û herêma çiyayê Gûrgûr Baba û Partaç da, ewan kesên ku xwe di şikeftan da veşartibûn, wan girtin gelek hevelên wan jî di nava şikeftan da kûştin … “[7]
Divê cardin emê kirinên “Dervîş Beg” ji Seyitxan guhdar bikin: “Min dî gawirê Derwêş Begê li gundê me newbet digerîne/ wey gidîno heyran, min dî deriyê odekî dişikîne, bûkek serbixêlî tevî xortekî dest bi hene jê dertîne/ xort digirya digo: xalo! te sê birê min, du bûkên min, du xûşkên min kuştine/ bidî xatirê xwedê min nekûje/ miradê min li dinya ye/ bila di çavê min da nemîne/ vî gawirî herduyan li serê singûyan dixîne …”
Nûha dîsa enê pelgeyên “Genel Kurmay”ê binêrin:
“ .. . Ji bo xelk bawer bibe ewên ku tevî serhildanê bibin de mûtleqa bêne cezakirin, divê eşîr û gundên ku tevî serhildana Ormarê bûne, cihê wan bête belîkirin û bi teyaran bêtin bombarduman kirin.
… Di herêmên kolordîya 7. û 9. da, ji ber bûyera Zîlanê, tevgera şopgerinê bi tedbîr û tertîpen xwe, heta serê Îlonê bi girîngî tevgera xwe dewam bikin. Ji wan eşqiyayan* gelekî hatin kûştin û hinek jî jiber hêzên me mecbur man ku birevin.”[8]
Nûha jî emê qirkirina “GELÎYÊ ZÎLAN” bi kilamê ji devê dengbêj Seyitxan guhdar bikin.
Gelîyê Zîlan
Wî de dayê, dayê, dayê, dayê rebenê sibe ye!
min dî agir li Gelîyê Zîlan vêketî ye,
serê sibê ye, ba dide ber bi çiyan
keko gidî min dî dergûşekî, li hernbêza bûkekî serbixêlî da
ji jêr ve têne wek qulingên Nîsanê, bira dibê!
dihat û li çokê xwe dixist pêve dilerizya keko digirya,
ez çûm pêşiyê min go: xûşkê çi bû, çi qewimî, çi cirya?
go: lo bira ya ku hatiye serê Gelîyê Zîlan,
bi raya xwedê, belkî neye sere gurê kendal û çiyan.
xwedê xirab bikira mala mifetîşê umumiyê.
emekdarê gawirê Derwêş Begî,**
ji êvar da xwe berdaye Gelîyê Zîlan, tu bala xwe bidî,
qîzên bakîre, bûkên serbixêlî,
dergûşê ber pêsîran, xortên nazik ên cindî,
temamî bira îro kûştine bi singûyan
were bira ferman e, ferman e!
bira fermana me kurdan e! emrê Gelîye Zîlan e,
tu bala xwe bidî îro dîsa agir berdane duwanzde gundên Gelîye Zîlan e,
de îro roja xeniqandina şêxan e, serbirrîna melan e, rabûye text û sifrê xanedan e.
Ez bi rebenê du bira me, keko derdê min pirr e,
heyfa min tê wê heyfê, gelek egît û xweşmêran kuştine,
Dibe keko ferman e, ferman e! were dayê ferman e, fermane e!
de wele fermana me kurdan e, biryara Gelîyê Zîlan e,
agir berdane, tu bala xwe bidî wan xortên nazik ê nazenîn,
qizên bakîre û bûkên serbixêlî, dergûşên ber pêsîran,
bira temam kûştine bi singûyan e.
Lê dayê sibe ye, sere min dêşe, dilê min dizîze
min dî bûkek serbixêli û dergûşekî lawîn li hembêzê tê,
bira dibê û li çokê xwe dixe weka qulingê Nîsanê keko diqîrîne,
ez çûme pêşiyê, min go: xûşkê çi bû, çi qewimî, çi cirya?
go: bira ya ku hatiye serê min rebenê, belkî bi raya xwedê gur nebîne.
Hele were vê sibê, birincî ordî li ikincî taburê kir qîrînê,
lo bira gidî qefle bi qefle li ber agirî dane
agir berdane duwanzde gundên Gelîye Zîlan e
qefleyê pêşîn temam bûkên serbixêlî ne,
qefleyê ortî temam qîzên bakîre ne,
qefleyê dawî, xortên dest bi hene ne,
bi ternamî nazik û cindî ne, temamî bi tujik û kemerî ne
ax lo bira, vê sibeyê dergûşên ber pêsîran temamî kuştin bi singûyan,
hemiyan îro bi serê singûyan dixin bira,
Min dî gawirê Derwêş Begê li gundê me newbet digerîne,
wey gidîno! heyran min dî deriyê odekî dişikîne
bûkekî serbixêli û tevî xortekî destbihene jê der tine,
xort digirya digo: xalo! te sê birê min kuştine,
bidi xatirê xwedê min nekûje, miradê min li dinya ye,
bila di çavê min da nemîne, wî gawirî herduyan li serê singûyan dixîne.
ez ji wan derbas bûm, min dî jinek li erdê bû,
li ber pêsîra jinikê dergûşekî şeş mehî bû,
dergûş digirya dest davêt pêsîran, bira têda şîr tu nîne,
ez ji wan derbas bûm, keko tu bala xwe bidî, qîz û xortekî rûniştî ne,
qîzik digirî, lawik hêsiran li ser da dibarîne.
min go: xûşkê hun çiyê hevûdu ne?
go: em xûşk û bira ne, ji êvar da sêzde nifûs ji mala me birrîne,
em her yek bi du singûyan birindar in, em dimirin keko,
birînên me xedar in, wele xêra me tu nîne,
Çawîşo tu Kurmanc î, mala te şewityo tu çima weha xayîn î?
Hele bide xatirê xwedê, tasekî ava sar ji birîndarê xwe ra bîne,
were keko ferman e, ferman e! dîsa fermana Gelîyê Zîlan e,
îro tu bala xwe bidiyî, kolosê kever ketine ber lingan e,
lo de bira ez rebena biraya me, îro nalînên şehîdan û gaziyan e,
de dergûşên ber pêsîran lêxistine, li serê singûyan e,
îro dîsa ez bala xwe didimê xenikandina şêxan e,
birrîna melan e, sirgûna axayan e, rabûye text û sifrê xanedan e.
were bira ferman e, ferman e, were dayê ferman e, ferman e!
de wele fermana me Kurdan e, fermana Gelîyê Zîlan e.
Gelîyê Zîlan[9]
lê dayê sibe ye, ez li dîyarê Gelîyê Zîlanê diketim,
li me tê sirra sibê, mîna bayê çîyan e,
lê mi dî dergûşekî li hernbêza bûkeka serbixêlî,
li wê ve dihat û li çokê xwe dixist û digirya,
Lê ez çûme pêşiyê mi go: “Xûka mi çi bû, çi qewimî, çi çirya?”
Got: “birayo! Tofana ku îro hatiye li serê Gelîyê Zîlan,
bila neyê serê gûrê kendal û çiyan,
Xwdê xira bike mala mifetîşê umumiyê,
emir dane gawirê Derwêş Begî,
ji êvara xwedê ve xwe berdaye Gelîyê Zîlan,
Tu sêr bike qîzên bakîre, bûkên serbixêlî,
xortên ter û taze û zarokên sê mehî,
ji êvara xwedê ve dixemilîne di xwîna da bi singûyan,
Le dayê sibe ye, serê min dêşî, dilê min ji dilan dilekî dîn e
lê mi dî hermetek dikûdîne, serbixêlî ye, dergûşek li ber hembêz e,
ji wê da te û mîna qulingên payîz e,
kir qerîn e, lê ez çûm pêşiyê mi go: “Çi bû, çi qewimî, gelo çi çirya?”
Go: “Bira! Ewa ku hatiye serê me, bila neye serê gurê kendal û çiyan,
Birincî Ordiyê li îkincî Tabûrê kir qîrîn e,
qîz û xortên destbihene bi hev ra girêdane û agir berdane dozdeh gundên Gelîye Zîlan e.
mi bala xwe berdayê: Qefleya peşîn hemî qîzên bakîre ne,
qefleya li du, bûkên serbi xêline, lê wele qefleya paşî, xortên nazik û nazenin in,
îro zarokên dergûşan temamî li serê singûyan dane û di nav xwînê da dixemilîne,
Wî gawirê Derwêş Begê di gundê me da nobetê digerîne û derê odekî dişikîne,
bûkeka serbixêlî û xortekî destbihene jê dertîne,
Lê xort kir zarîn e, bi Tirki nizane û bi Kurmancî dinikirine,
digo: Xalo! te sê birê min, du xûşkên min û du bûkên min kûştine,
ti bidî xatirê Xwedê û Pêxemberê Emîn e,
ti mi jî nekûje, bila li vê dinyayê mirazê mi li çavê mi da nemîne!
ewî gawirî, herduyan serê singûyan dixîne,
lo bira ez ji wan derbas bûm, min dî pîrekek li erdê ye,
li ber pêsîra we dergûşekî şeş rnehî ye,
lê wele sebî digiriya, dest diavête pêsîrê, şîr têda tu nîne,
Lê ezê ji wan derbas bûm, mi dî qîzek û xortek li wê rûniştî ne,
keçik digirî, lawik hêsiran li ser dibarîne,
Mi go: “Xûşkê! hûn çiyê hevûdu ne?”
Digot: “Keko! Em xûşk û bira ne,
ji êvara xwedê da sêzde heb nûfuz ji mala me birrîne,
lo bira em herdu bi sê singûyan birîndar in,
birînên me xedar in, xêra me tu nîne”,
ax lo bira ferman e, lo keko ferman e, fermana me kurdan e,
emrê birrina Gelîye Zîlan e,
xebîsan agir berdane dozdeh gundê Gelîyê Zîlan e,
Îro xeneqa şêxan e, birrîna melan e, rabûne text û sifrê xanedan e.
Gelîyê Zîlan[10]
Hecerê du-sê dengan bang dikir digo: Xec û Ferîdo de rabin seyr bikin şerê roja Gelîye Zîlan,
warê Salih Begê li Deravê Sûpê,[11] Kaniya Dîndaro,[12] devê çemê Rişoyê!
Şer qewimî li serê rêyan e, nizanim sebebê vî şerî kî û kê ne?
Kula xwedê bi kul bî, bikeve mala Doqizincî Alay û Firqa wê ya Bazîdê
û tevî Derwêş Begê tê da,
tevî Mihemedê Hefê Hacî Elî û Şêx Zahir xelkê Saroxçiyê,
ew rûniştin kavilê Saroxçiyê roj ber ava bû,
êsîrê mala Paşê îxbar kirin,
lo keko sibe ye, heyfa min nayê tu heyfê,
şûrê li qirika jinan û zaroyên li serê singûyan,
zar û zêçên mala Paşê birrine li Gelîyê Zîlan,
Heyfa mi nayê torinê mala Şero,
bavê Mizafer gula xortan yê delalî,
Ûsif beg zavayê taze tevda girtin,
heyfa min tê li wê heyfê; ji êvara xwedê da qira Gelîyê Zîlanê anîne
sere şêxan û aliman li me winda kirine .
….. (gotinên peşi ducar dibin)
berê top û tifingan êsîrê Gelîyê Zîlan girêdane,
lê îro heyfa min nayê qira Gelîyê Zîlan,
heyfa min nayê birrîna mala Paşê û zar û zêçên li serê singûyan,
lê îro Derwêş Begê ajara xwe bi destê xwe qelandiye;
hezar û pensed qîz û bûkên Geliyê Zîlan top kiriye orta Kirdik[13] û Merqê[14] da,
ji êvara xwedê da di nav wan da daniye qesabxane,
sêsed heb qîz û bûkên Gelîyê Zîlan top kirine û îro berê wan dane nav duwêlan,
îro Hecerê, Xecê û Ferîdo ewan her sê xûşkên giran, destê wan bi çengan da mane.
li kul û derdê mala paşê da mane,
ezê îro rûnim ji halê kîjan şînê ra binalim?
30 Kasım 2011 / Ji aliyê Kovarabir
[1]İhsan Nuri Paşa, Ağrı dağı İsyanı, weşanên MED
[2]XOYBÛN (XWEBÛN) : Navê rêxistinekê, ku di sala 1927an de ji aliyê kurdên nefîkirî yê bakur ve li Sûryeyê hatiye danîn.
[3]İhsan Nuri Paşa, Ağrı Dağı İsyanı, weşanên MED
[4] Girêsor: Navê mintiqekî ye.
[5]İhsan Nuri Paşa, Ağrı Dağı İsyanı, MED yayınları.
[6] Hasan Abdal: Navê Ordigahekî eskerên Tirk e.
[7] Faik Bulut, Devlet Gözüyle Türkiye’de Kürt İsyanları, s.l69,170.
*Eşqiya: Di lîteratora siyasî ya dewleta Tirk de, ev gotin ji bo şoreşger, şervan û azadixwazên kurd hatiye bikaranîn.
[8] Ege. s. l71
**Dervîş Beg: Ji kilaman wisa tê fêmkirin ku navê qumandarekî milîs e, ku dengbêj ji bo wî wisa dibêje: “Lê îro Derwêş Beg ajara (aza) xwe bi destê xwe qelandiye.”
[9]Li ser qirkirina Gelîyê Zîlan, van herdu kilamên dî min ji qaseta denbêjekî girtine, lêbelê ez navê wî nizanim.
[10]Li ser qirkirina Gelîyê Zîlan, van herdu kilamên dî min ji qaseta denbêjekî girtine, lêbelê ez navê wî nizanim.
[11] Deravê Sûpê: Navê herêmek e.
[12]Kaniya Dîndaro: Navê herêmek e.
[13]Kirdik: Navê herêmekî ye.
[14]Merqe: Navê herêmekî ye.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder