Navê wê Sito bû,
Ji xelkê Serhadê.
Salên xwe çil bû,
Bi derd û kul bû!..
Wê bi nêrînên westî,
Dîrok tewanbar dikir,
Zilma zalimên xedar,
Hikma kesên bê însaf,
Ji mirovatiyê bê par!
Dixwest neheqiya axan,
Ew tûf bike rûyên wan !..
Serhadî camêr û merd in,
Ewna ji Nurî Nebî vir de
Bi agirê Agirî pir serd in!..
Min gotiye Sito, wek nur e,
Ji keseyatiya xwe ya bi tore,
Milşikest e, lê enî li banî ye!..
Di serhildana Agirî de, kalikê wê mirî bû,
Ya herî girîng di dilê wê de şîna wî mabû!
Bi ew destên xwe yên hîn mawzer negirtin,
Ewên ku karên rojane de şerhe şerhe dibin,
Destên wê yên karger, qiwet didan tevger!..
Nûha li welat, Sito ne yek û du, ew hezar in,
Hemî bi hevra deng didin û ji dil de diqîrin!
Dibêjin: “Kurdino rabin, yekîtiya xwe pêkbînin!”
Sito, heroj bi hawar hawar, ew derdikeve li dijî neyar!
Dibêje gelo, dem hatiye, roj ew roja raperînê ye!
Çembera bêbextan biqelişînin, tola xwe bistînin!
Dorhêla dijminên xwe ji çar aliyan ve biçewrînin,
Dibêje: Şervanino! Pir şerm e! Ma hêdî ne bes e!
Me ji bin ew koletiya sedsalan ya giran derxînin!..
Wusa digot, ew kulîlka nazik ya ji Çiyayê Agirî,
Ji bo jiyanek rûmet û rasteqîn ew her xwîn digîrî!..
Navê xwe Sito bû, hatî bû dinê, ji Yusiv û Guliyê,
Ji malbetê de dikişandin wan, bêpariya erd û zeviyê!..
Pala û rencber bûn, di destên wan de bêjingên vala,
Yek jî emrê wê yê sala, di nav tunetiyê de heyhula...
Agirî û Zîlan hîn bîrnebûn, weku nû di xeyalan de,
Şerê heya roja îro yê ranewestî, di şopa Serhadê de!
Bi kurtahî, yanê xûlasa!
Ew gundên hatin şewitandin,
Ewna yek bi yek bên jimartin,
Hemî bi hev û du re çar hezar in!..
Lê gundên li ciyê xwe hatin hîştin?
Lê yên ji wargehên xwe bar kirin?
Yên ku diçin welatan, pêrûpêrîşan,
Ewên ku li wan deran wenda dibin!..
Ewna, yanê çil û pênc milyon Kurdan!..
Yên li ser erda rûsipiyên xwe pêrişan!
Ewên ku xwedan welat, bê welat man!..
Be hey Kurdino! Bê welatino!..
Ew bi zinzîrên xwe yên şingînî,
Di mêşa pêşbirika azadiyê de ne.
Sito, di kurahiya hinavên xwe de
Bi keserên dilan disotînin, digot:
“ Ez a ku qîza Celaliyan,
Ez a ku stêra Çiyayê Agirî
Û bûka Serhadiyan!..
Li mala bavê û di hembêza dayîkê de,
Ji wê sûrgûnê vir de, ez a ku gêjikbûyî!
Ax Stenbol! Kevir û kiçikên te zêr nîn e,
Çavên min, qet te nabîne û dil jî nahebîne!..
Bi min re: “Li vir bimîne” bêjîn jî,
Erdê te, li ciyê zêran bidin min jî!
Bawer bike çavên min ne li wan e,
Mal û milkê xelkê weku cîhan e!
Lê ciyê welatê min tiştek nagire,
Kevirek niştiman ji her tiştî hêjatir e!..
Dayîka sêwî Sito!
Dayîka dayîkan,
Bedewa jinan!..
Her paqij e,
Bi rih û can,
Û bi rewşan!..
Ew li dijî zilm,
Hêdî serî radike!
Bi esalata xwe ya şan,
Ew weku pêşmergan,.
Tûf dike rûyê rûreşan,
Rûyê nandoz û xayînan!..
Ey ew kesên nezan û xafîl,
Di parlamento de jî wekîl!
Gotinên te vala û pûç in,
Carekê fedî bike lo rezîl!..
Çawa tu Kurdan re dibêjî:
“Gundî, gundên xwe dişewitînin!
Û diçin ji dewletê peran bistînin!”
Dîrokek wek girêfokan,
Rastî, ne bi gotina rastiyan,
Wek ew gotina wekîlê Tirkan,
Bi zagonên pûç yên bi derewan,
Sito û Zînên Kurdan sûrgûn bûne!..
Yên sûrgûn bûne, ji xwe re sonda giran!
Gotine, aha va silah ye, va jî rev re hesp,
Ji Kurdan re sonda herî giran, jin û jiyan!..
Ez dibêjim: Roja mazluman ya ku pîroz,
Ewa ku zaliman bixeniqîne, pir ne dûre!
Kurdino, qirkirina xwe hêdî dawî lê bîne.
Ey xwedanên netewa evra ya bi sir û sûre,
Rabin ser xwe carek jî, bêjin gelo em kîne?..
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder