Axx ji derdê kurdan !...
Ji do da ye di facebookê da li ser nivîsandina bi kurdî di nabêna min û kurdekî ji Agiriyê da sohebete dostane û pir xweş heye.
Em ji hev ra qala derdê xwe û kurdan dikin.
Navê facebooka wî Îhsan Nûrî Paşa ye.
Me çend caran ji hev ra nivîsî. Ez van nivîsên min û bersîvên vî kurdê hêja li vir pêşkêşî we jî dikim...
Rexneya min ya pêşî
Birayên delal, ÎHSAN NÛRÎ PAŞA ji bo azadî û serxwebûna kurdan û avabûna Kurdistanê serî hilda, xwest dewleteke kurd ava bike.
Hûn li ser navê serokekî kurdan yê wiha mezin bi tirkî dipeyivin, bi tirkï dinivîsin.
Ev ne rast e û şerm e.
Heger em kurd in û bi rastî jî dixwazin qedir bidin xebat û têkosina ÎHSAN NÛRİ PAŞA, dibê em bi kurdî binivîsin.
Bersîva kesê bi naznavê Ihsan Nûrî Paşa:
”Kekê hêja û bi rûmet ez rêveberê ve komê me, mixabin dema ez bi Kurdî dinivîsim kes naxwîne û naecibîne.”
Bersîva min
Biray hêja!
Ma çima ez ne "kes" im", qey tu min û yên weke min wek "kes", yanî însan qebûl nakî?
Ew naxwînin bira nexwînin, ez dixwînim, bi sedan kurdên bi rastî kurd hene, ew dixwînin û ewê bixwînin....
Heger tu xwe bi ber teqala wan "kesan" xî û li gor daxwaza wan hereket bikî, te havil kir...
Ji ber ku ew "kesên" tu qala wan dikî ne kurdayetiyê, tirkîtiyê, ne ziman û kultura kurdî, ziman û kultura tirkî di nava kurdan da belav dikin, bi zanîn ya jî nezanîn pêşengiya asîmîlasyona miletê te dikin.
Dema yek nexwaze bi kurdî binivîse, ya jî derî îradeya xwe asîmîle bûbe û nikanibe binivîse û bixwîne, ne rast e ku meriv jî bide dû wî.
Ji dêlî ku em tesîrê li kesên wiha bikin û ji wan ra bibin alîkar, ne rast e ku ew, me ji zimanê me qut bikin û me bikin tirk.
Birayê delal, tu zanî, dawiya vî îşî tuneye, li derekê dibê meriv xwe ji van "kesan" qut bike.
Heger hin kesên ji dil kurd û dûrbîn xwe ji tirkî û "kesên" wiha qut nekirana ewê îro bi sedan malpper, rojname, kovar, radyo û telewîzyon tunebûna, nuha hîn jî me yê bi tirkî bikira leqelq...
"Mihî bi nigî xwe, bizin bi nigê xwe" bi darda dibe, her kes berpirsiayrê xwe ye, tu çi rast dibînî wiya bike.
Hemû kurd jî dev ji kurdî berdin û bi tirkî binivîsin ez nakim, ezê her bi kurdî binivîsim. Dixwaze bira yek "kes" jî nexwîne.
Lê dîrok zû ya dereng ewê heqê her kesî bidê...
Gelek silavên biratiyê û bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo
Bersîva Ihsan Nûrî Paşa
"Kekê hêja Ez te fêm dikim... Bawir bikî ez dema zimanê dijmin (tirk) dinvîsînim ji hindêrê min xwîn diçe, lê dîsa sedcar mixabim Kurd Kurdî naxwînin, ezjî ji mecbûrî bi zimanê tirkî dinivîsînim...
Lê emê Kurdî jî binivîsin, hûn jî dikarin vê rûpelê da tiştan parve bikin, hûn jî alîkar bin yê hîn baştir be."
Bersîva min
Birayê delel, ji bo ku meriv karekî biqedîne dibê meriv dest pê bike, ji bo ku meriv zimanekî fêr bibe, dibê meriv bixwîne, binivîsîne, bipeyive û guhdarî bike.
Kes di zikê diya xwe da û jixweber tiştekî fêr nabe, ji bo fêrbûnê xebat lazim e.
Kurd, dibê dev ji vê çîroka ”kes bi kurdî nizane”, ”kes naxwîne” berdin, ev ne sebebekî rast û cidî ye, xapandin e.
Kesên destên wan ji tirkî nabe û dilê wan li kurdî rûnane, kurdî weke tirkî zewqê nade wan û dilê wan rehet nake wiha dibêjin.
Kes ne wekîl û berdevkê kesî ye, her kes mesûlê kirinên xwe.
Ma em di her warî da weke milete dikin?
Na, milet, “kes” gelek tiştên xerab jî dikin, dixwazin û diparêzin, lê em wek wan nakin, bi vacayî em li dij derdikvin û hewil didin ku “millet” û wan “kesan” biguherînin, bînin ser riya rast…
Piraniya kurdan heta 30-40 sal berê nedigotin em kurd in û doza tu mafê xwe jî nedikirin.
Û li dij bûn ku zarokên wan jî doza mafê gelê xwe bikin.
Heger me guh bida “kesan” û piraniyê û weke wan bikira, dibê me ne partî ava bikirana û ne jî komel.
Dibê me ji bo gelê xwe dest bi xebat û têkoşînê nekira.
Dibê me doza azadî û serxwebûna kurdan nekira.
Ji ber ku piraniya kurdan tiştekî wiha nedixwest.
Lê hin kesên kurdperwer guh nedan dîtin û daxwazên piraniyê yên ne rast û şaş.
Zimanê me hîm û sebebê hebûna me ye, dijmin bi hemû hêz û îmkanên xwe dixwaz vî zimanî ji ortê rake, yanî me asîmîle bike, bike tirk.
Embi bi vê nêt û planên neyar dizanin.
Û di vî warî da jî mixabin dijmin gelkî bi ser ketiye, bi milyonan însanên kurd hilûheram kirine.
Loma jî wan ”kesan”, kesên tu qal dikî, mane di orta xelîl û celîl da, him ji dêrê bûne û him jî ji mizgeftê, ne ”tam” kurd in û ne jî tirk in.
Gelekên wan dixwazin kurdî fê bibin lê nikanin.
Lê hik jî ne di wê şiûrê da ne.
Ya rast ew e ku em bi van kurdên kurdînezan ra bibin alîkar û kurdî fêrî wan bikin, wan ji bin bandora asîmîlasyona dijmin derînin, ne ku em jî dev ji kurdî berdin.
Heger em dixwazin şiir, çîrok, roman, rojname, edebiyat, tiyatro, muzîk, yanî weke tirkan her tiştê me jî hebe, weke xelkê em jî bibin xwedî zimanekî netewî, edebiyateke nivîskî, dem û dezgeyên netewî dibê em bi zimanê xwe bipeyivin, binivîsin û bixwînin.
Kurdî, dilê miletê kurd e, ku ev dil bisekine miletê jî bimre…
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder