10 Nisan 2020 Cuma

FÎLMÊN LI SER KURDAN LI ERMENÎSTANA SOVÎYÊT

Li Ermenîstana Sovîyêt fîlma yekemîn ya bedewetîyê sala 1925-an hatîye derxistinê. Navê wê «Namûs» e. Ew li ser bingeha romanoka Alêksandr Şîrvanzadê ya bi wî navî hatîye kişandinê. Fîlm li ser evîndarîya Sêyran û Sûsanê ye. Mirazê van herdû bengîyan rûyê kevneşopîya civakê de zû diqûrçime. Fîlm bê denge, 66 deqan dikşîne. Derhênerê fîlmê Hamo Bêknazaryane. Gelekî hewaskare, wekî fîlama duda li Ermenîstanê sala 1926-an hema li ser kurda hatîye derxistinê. Navê wê «Zerê» ye, ya ku li ser hîmê romanoka Lazo (Hakob Xazaryan) ya bi wî navî hatîye kişandinê. Ew li ser jîyana kurdên Elegezê û erf-edetê wane. Di vê fîlma bedewetîyê de ji ber kevneşopîya civakê mêrxasa sere–Zerê rûreş dibe, lê paşê dilketîyê wê–Seydo wê ji qeda rûreşîyê û sosretîyê xilaz dike. Ev fîlm jî bê deng û reş û sipîye, 69 deqan dikşîne. Derhênerê fîlmê dîsa Hamo Bêknazaryane.

Navê fîlama duda (kurd-êzdî) ya li ser gelê me ye. Ew sala 1932-an derketîye.

Eva fîlama ya bedewetîyê ye. Navaroka wê ya sereke eve: di gundekî kurda de kolxoz (milkê kolêktîv) tê damezirandinê. Ji ber çi ev film usa nav kirine, me re ne belî ye. Xudanên sênarê P. Barxûdaryan û G. Balasanyane. Fîlm bê deng û reş û sipîye. Ew 51 deqa dikşîne. Derhênerê fîlmê A. Martîrosyane.

Fîlama sisîya, ku li ser kurdane, tê navkirinê: «Kurdên Ermenîstana Sovîyêt».
Ew belgefîlme, sala 1947-an derketîye. Belgefîlm li ser jîyana kurdane. Balkêşe, ku ev filma ji ermenî wergerandî kurdî kirine. Ji bo çi? Ji ber ku wan salan li gelek gundan binecîyên kurd bi ermenî qet nizanbûne. Hecîyê Cindî û Y. Koçaryan sênara belgefîlmê nivîsîne. Ev fîlm jî bê deng û reş û sipîye, 12 deqan dikşîne. Derhênerê wê Y. Koçaryane.

Fîlma çaran ya li ser kurda dîsa belgefîlme. Navê wê «Kurdên Ermenîstanê» ye. Ew sala 1959-an hatîye kişandinê. Erebê Şemo sênara wê nivîsîye. Belgefîlm dîsa li ser kurdan û jîyana wana ya di dema nû de ne. Ew 21 deqan dikşîne. Derhênerê wê C. Jamharyane.

Fîlma pêncan jî belgefîlme û tê navkirinê: «Dostê minî qedîmî»(Dostanî). Belgefîlm li ser dostanîya kurdan û ermenîya ye, jîyana binecîyên kurd tîne li ber çavan. Ew 50 deqan dikşîne. Sênara fîlmê L. Grîgoryan û K. Zakaryan nivîsîne. Derhêner L. Grîgoryane.

Di nava 20 salên dawî de li Ermenîstanê belkî dîsa fîlm li ser kurdan derketibin, mixabin em haj pê tunene. Eger hûn haj pê hene, hevalên hêja, bi kerema xwe binvîsin.

Di wêne de: dîmen ji fîlma «Zerê».

Prîskê Mihoyî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder