2 Şubat 2020 Pazar

Di nava Êzdîyan da marol qedexe ye, fasûlî heram e

Li gorî bawerîya kurdên Êzdî, mirov dimirin lê rih namire. Dikeve gewdeyeke (laş) din û dijî.
Ji ber ku roj, heyv û stêrk ronahîyê didin, hemû pîroz in. Agir, ji ber ku çavkanîya çirûskê ye, tê pîrozkirin û tû kirina agir guneh e (kurdên misilman ên Serhedê jî tûkî agir nakin).

Di pirtûka bimbarek, Mishefa Reş da tiştên qedexe wuha têne rêzkirin:

Ji ber ku  navê wê dişibe navê pêxember, xwarina marolê qedexe ye. Fasûlîyê hişk heram e. Rengê şîn ê tîr bikaranîn, kincên şîn ê tîr li xwekirin qedexe ye. Ji ber ku masî Yûnis pêxember di zikê xwe da xwedî kirîye, sewa ku masîyan ra nebe bê hirmetî,  masîyan naxwin. Ji ber ku xezal kerîyê pêxemberekî bûne, xwarina goştê wan heram e. Goştê dîkên ku dişibine teyrê tawis nayê xwarin. Roj pîroz e; ronahîyê dide, germ dike, jîyanê dide. Mar ronahîya rojê hez dike, ji ber wê mar pîroz e. Tu carî nayê kuştin. Rengê sipî pîroz e; sipî sembola paqijîyê ye. Ji ber wê heya ji destê wan tê êzdî kincên sipî lixwe dikin. Dirêjkirina por û rû, gûlikirina wan kevneşopîye. Di êzdayetîyê da teatên ferz; rojî, zikat û hec e. Li gorî wan gelek navên Xwedê hene; ji van yê ku herî zêde tê bikaranîn û yê herî xweş "Xwedê" ye. Şadetî, nîşan dide ku qudreta Xwedê zef mezin e. Şêx Adî û murşîdê wî Siltan Êzîd milyakên Xwedê ne. Ew nûra erdê, şabûna însanan in. Melekê Tawûs milyaket û qasidê Xwedê ye. Êzdî xwe wek malbateke mezin dibînin. Ev malbata xwe di nava xwe da wek ‘binemal’ û ‘bavik’ didine nasandin.

Êzdî hevudu bi eşîr, berek, mal û ocaxan ve nas dikin. Gelek eşîrên kurdan hene ku nîvî Misilman, nîvî Êzdî ne. Wek mînak; Reşî, Sîpkî, Gêloyî , Kurdikî û Redkî. Beşeke Reşî û Sîpkîyan ji berê ve Êzdî ne, lê Redkîyên Êzdî (li Rewanê, li gundên Senger, Nalbantyan û Elegez) vê dawîyê da bûne Êzdî.

Bavê Avşîn

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder