18 Ocak 2020 Cumartesi

Çend Xwedawendên Kurdan

Çawa ku xwedawendên yûnanan û milletên din ên kevnar hene, xwedawendên kurdan jî hene:

Çend xwedawend, melek, rih û tîtanên ku kurd bi hebûna wan bawer dikin:

Melek Taûs:
Şêxîsin:
Êzîd: Kurdên êzdî dibêjin van hersêkan dinya afirandin. Ew wek teyredeyan hatin û dinya xuliqandin. Ji xwelî, av û agir meriv çêkirin û navê wî danîn Adem. Paşê bona Adem, Hewa çêkirin. Paşê Melek Taûs ji xwelîyê heywan çêkir. Kerîyê pêz dewar da Adem, bi goştê wan derbasîya xwe kirin. Paşê Melek Taûs bû teyrede û firî asîmanan.

Melek Fexredîn: Yûnan ji heyvê ra Artêmîs, ermenî Anahît, ereb Alîdda, kurd jî Melek Fexredîn dibêjin. Him jî Maka Melek Fexredîn dibêjin. Kurdên ku zarokên wan nabin, ji Melek Fexredîn dixwazin ku zarokan bide wan. Piştî Melek Taûs, melekê herî bi hêz e. Dikare dinyayê di carekê da xera bike. Divê hêrs nekeve, ku hêrs ket, zor e. Melek Fexredîn tê hewara merivên di tengasîyê da.

Xidirelyaz (Xidirnebî): Xwedawendê çandinî û bereketê. Di dilxê teyran da carna jî dilxê merivan da li merivan dîyar dibe.

Melekşah: Rihê daran e. Sembola bereket, çandinî, xilazbûna ji nexwaşîyan û qeda, belayan e. Di koka hin daran da dijî. Lewma divê meriv zirarê nede her darê.

Dara Mirazan: Ev darên ku rihên qenc di nava xwe da vedişêrin, kontrola heşînayî, terewilan dikin û daxwaz û mirazan tînine cîh. Şahîyên kurdan ên di bin daran da hene, ji wan ra Bindarûk dibêjin. Kurd dibêjin Melekşah di binê koka Dara Mirazan da radizê.

Mîrê Mêşan (Daristanan): Mîrê Mêşan an Mîrê Daran, serokatî li hemû rihên di daristanan û şênkayîyan ra dike. Xwedawendê hemûyan tê hesibandin.

Xwenebîran: Ev darin ku dibêjin di kokên wan da rih hene. Ev daran, kokên wan gelekî mezin û qalind in. Li ser her însanî, şopên wan yên qencîyê hene. Kurd, wan wek zîyaret qebûl dikin.

Zîya: Marê mezin ê li asîmanan dijî. Dikare di carekê da malekê hûfî xwe bike û doça xwe ve bajaran hilweşîne. Daxwaza Zîya ew e ku meriv li rûyê dinê nemînin. Dijminê merivan yê heta hetayê ye. Bi zîpik û birûskê ra berjêrî dinê dibe.

Ebabirûsk: Hin kurd wî wek birayê Zîya qebûl dikin. Xirabkar û zîyankar e. Birûsk bi fermana Ebabirûsk dikeve û zîyanê dide meriv, heywan û xwezayê. Ebebirûsk û gelek rihên xirabîyê, di bin hukmê xwedawendê xirabîyê Ehro da ne. Dema birûsk dikeve, Ebabirûsk dike gure gur.

Ehro: Xwedawendê xirabîyê. Ehro hemû rihên xirabîyê birêve dibe. Dema ku Ehro kal dibe, Ebabirûsk li dewsa wî diqîre, ji devê wî agir derdikeve û dibe birûsk.

Bareş: Rihê ba ye. Dema ku Bareş hêrs dikeve, ba û bagerê derdixe û her derê wêran dikin. Kurd dibêjin "ba, hulma devê Bareş e".

Rihê Keskesorê: Bi derketina Keskesorê ra qencîyan li însan û xwezayê dike.

Milyaketê Malê: Malê û malbatê diparêze.

Pîrê Agir: Li gorî kurdan tûkirina ser agir, mîzkirina ser, gelekî guneh e. Pîrê Agir li merivan dixe. Pîrê Agir, alîkarîya zarokên nikarin bimeşin û biaxivin dike.

Dewleta Malê: Ew milyakete ku dikeve dilqê maran û dikeve malan. Ji wan ra dewleta malê dibêjin. Gelek kurd hene wan di mala xwe da xwedî dikin. Kurd bawer dikin ku ew ku bikevine kîjan malê, ew malan gelekî dewletî (dewlemend) dibin.*

Pîrê Nan: Ew rihê nan e ku di nava genim da dijî. Kurd li ser Pîrê Nan sond dixwin. Heger meriv nan bavêje erdê yan çep dayne, Pîrê Nan gazinan dike.**

Mamereş: Ew rihê baranê ye. Kurd ji wî dixwazin ku baranê bibarîne. Her wusa rihê xebatê ye.

Erdewid: Rihê çîyayekî li herêma Dutaxê ye ku kurdên êzdî ew hebandine. Her wusa kurdên li Talînê jî ev nava li çîyayekî kirine ku, dihebînin. Kurd pereyan davêjine çalên Erdewidê, bawer dikin ku ew pereyên hesin dê bigêje rihê Erdewid. Dizîya wan pereyan gelekî guneh tê hesibandin.

Memê Şivan: Memê Şivan, piştgirê pêz e. Ew berê li erdê bûye. Paşê derketîye asîmanan û pêz ji guran, dizan, qeda, belayan diparêzê. Memê Şivan rengên cuda cuda hez dike. Lewma kurd di beranberdanan da beranan reng rengî boyax dikin.

Beranî: Riheke wek stêrkan li asîmanan dijî. Sembola zêdebûna serê heywîn û bereketê ye. Her wusa ew hukumî ser Memê Şivan dike. Kurd sewa heywanên xwe ji Beranî û Memê Şivan ra duayan dikin, ji wan daxwazîyên xwe dixwazin.

Xatûna Ferxan: Zarokên nû bûyî ji rihên xerab (nebaş) û Elkê diparêzê. Kurd bawer dikin ku Xatûna Ferxan heger ji zarokê bi dûr here, zarok dê zirarê bibîne. Kurd bawer dikin ku zarokên nû bûyî heya çilê wan derê (çil rojê wan temam be), dibe ku zirarê bibînin.

Zibên: Ruhê herî pîs û xedar e. Dibêjin li ser enîya wan, çavekî wan ê mezin heye. Dibêjin Zibên dikare li vê dinê li merivan xe û wan perîşan û şerpeze bike. Her wusa di dojehê da ew, mirovên gunehkar dikutin (li wan dixin).

Gornepişîk: Ew ji ruhê merivên heramxwer, diz û nebaş in. Merivan ditirsînin, ziravê wan diqetînin. Kurd dibêjin Gornepişîk ji avê derbas bibin, dibine meyt (cinyaze), her wusa dibêjin meriv bêrekê ve li wan xe, yan bide ser wan, wunda dibin. Gornepişîk wexta li cîyekê bin, meriv wan nebîne jî sawa (tirs) wan dikeve ser merivan.***

Milyaketên ku pif dikin: Kurd dibêjin wexta ku ew pifî mirîyan bikin, mirî sax dibin.

Êzdî: Bavê hemû Êzdîyan e. Berê meriv bûye, paşê derketîye asîmanan û dinyayê û însana bi rêve dibe.

Gavanê Zerzan: Dewarê malê diparêze.

* Kurapekî kalikê min hebû (Ûsivê apê Ed), marekî wan ê spî hebû. Mar wek pişîkeka ku meriv di mala da xwedî dike, di mala wan da bû. Wexta ku pez dizan, mar diçû serê xwe li derî dixist, gazî miletê malê dikir. Mala apê Ûsiv roj bi roj dewlemend dibû. Mal dikirîn, avahî, dikan. Gundîyan digotin "gişt bi saya wî marî ye. Ew milyaketê mala wan e". Rojekê agir bi xanîyê wan ket, marê spî jî di nav da şewitî. Piştî wê roj bi roj feqîrbûn, paşda çûn. Vê carê milet digot "marê milyalet şewitî, bereketê malê jî çû. Lewma ketine tunebûnê".

** Kurd niha jî li ser Pîrê Nan sond dixwin. Lê gelek nizanin Pîrê Nan çîye.

*** Di derheqê Gornepişîkê da çîrokên/serpêhatîyên her gundî hene.

Nîşê: Ji bo zêdetir û berfirehtir agahîyan, pirtûka min a bi navê "Ji bînbîra Kurdan bawerîyên gelêrî" binêrin.

Nîhat Öner

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder