13 Mart 2019 Çarşamba

Tosinê Reşîd: Rasthatin Li Laçînê

Sala 1992 an, gava hêzên ermenîya deverên Azerbadcanê ye kurd lê diman, kirin bin destê xwe, em, çend kes çûne Laçînê. Piştî ez vegerîyam min ev esse nivîsî û di rojnama ‘Riya Teze’ de belav kir. Ez bawerim niha jî ew esse wê ji bo hinek hogirên me balkêş be.

RASTHATIN LI LAÇÎNÊ

Stûna ji bêton, ku li ser bi tîpên mezin, bi zimanê rûsî û azarî “Laçîn” nivîsar bû, avêtibûn xwar. Lê dîsan jî çend kesan ew texmîn kirin û di otobûsê de bû hêwirze: “Ev sînorê Kurdistana Sor e!”

Xêlekê şûn de em peyayî gelîyê Zabûxê bûn, em ji binê gêlî bi rêya berware, çivane ve, hilkişîyane hafa gêlî. Paşê dîsan newal, gir, heta ji dûr ve Laçînê xuya kir.

Min berê tirê rasthatina min ê tevî Kurdistanê bi teherekî mayîn be. Niha di otobûsê de rûniştî derva dinhêrim, lê tu tişt bala min nakşîne.

Çîya, gelî, daristan, çem, kanî, zang; dibe ku hema ev e Kurdistan? Lê ez wê Kurdistanê texmîn nakim, li dor û berê xwe dinhêrim, hundurê xwe digerim, lê tiştekî, wekî min bi vî welatî ve, bi vê axê ve bide girêdan, nabînim.

Ezî xemgîn im, dudilîke xayîn dil û canê min dixişivîne, tabetîyê nade min; “Dibe ku rojek bê û ez di dilê xwe de ew a mezin jî nebînim. Ne axir min tirê eva jî herdem di dilê min de ye. Dibe ku ew gişk tenê ser zarê me ye û roja xeder em ê ji wê jî vekşin? Ne axir ev jî Kurdistan e, ne axir di nav dil û canê me de cîhê vê Kurdistanê jî gerek hebûya?”

Ez di nav van mitalan de otobûsa me peyayî ser Laçînê dibe. Pêşîya me dîsan gelî ye, di binê gêlî re çemek dikişe. Xortê kêleka min rûniştî, wekî nexşeya vê navçê ezberî zane, bi şa dibêje: “Eva jî çemê Hekarî”.

“Çemê Hekarî”! Ev herdu peyv nolî findê hizrê min ronahî dikin û ev welatê gavekê pêş de ji bo min dûr û nenas, dibe welatê min, dibe miskenê min, dibe Kurdistana min. Her tişt li ber çavên min tê guhastin. Niha ez li dor berê xwe dinhêrim û bi xwe jî nizanim çawan min berê texmîn ne dikir, wekî çîya û banî, gelî û zangên ha tenê li Kurdistanê dikarin hebin.

Hekarî! Gelo ew kî bûye, kîjan pêşî bûye, ku ew nav di dilê xwe de parastîye, xwedî kirîye, anîye, derxistye vira û danîye ser vî çemî? Gelo bi çi hesîn û hisretê wî ew nav li vî çemî kirîye, ku ew nav tu caran nayê ji bîra kirin, ku navê “Hekarî” wê heta-hetê ser zarê zar, nevî, nevîçirk, çirçirk û peyahatîyên wî, yên mayîn be. Gelo tirba wî camêrî li ku ye? Divêt gora wî bikine zîyaret, parêstgeh.

Otobûs li devê çêm radiweste. Ez peya dibim, diçime ser avê.

Çawan tê xuyayê, li çîya baran barîye, ava çêm şelû ye. Lê çi xem, tiştê bûyînê ye, ku kudek ji xerîbîye bê devê çemê Dicle û ava Dicle tam neke, ser û çavên xwe bi ava Dicle neşo. Ku kurdek cara yekemîn here devê Ferat û ava wî tam neke, ser û çavên xwe bi ava wî neşo…

Ez ser avê de xwar dibim, bi ava çemê Hekarî ser û çavên xwe dişom û gulmeke ava çemê Hekarî veduxum. Çend hogirên min jî otobûsê peya dibin, dest û çavên xwe bi ava çemê Hekarî can dikin. Piştî demeke kurt em dîsan bi rê dikevin.

Eva jî Laçîn, Pîrecan a berê, serbajarê Kurdistana Sor!

Bajar seranser gir û newal in, tu cîhekî rast tune. Lê xelkê bajêr ber û zinar şikênandine û li şûna wan ji xwe re xanî ava kirine. Berpalên çîya heta qotê wan, gişk xanî ne. Çîya û banîyê bajêr tev bi daristan xemilandî ne, bajar bi xwe di nav bax û baxçan de winda bûye. Ji her alîya xule-xula avan tê.

Lê Laçîn niha vala, sotî û wêran e!

Bi serjimara sala 1926 an, li vê deverê, ku parêzgeha Kurdistana xwedmuxtarî bû, 42 hezar kurd hebûn; bi dibistanên kurdî, bi pirtûk, radîyo û rojnama kurdî. Van çîya û banîya stran û awazên kurdî dibihîsin, ev kolan bi bile-bila zarokaye kurdî tijî bûn. Lê bi darê zorê ziman dane ji bîra kirin, radîyo, dibistan, rojname bûn azarî, çîya û banîya tenê bi dizî ve, ji şivan û gavana stranên kurdî dibihîstin. Û sal bi sal jimara kurda kêm kirin, heta bi serjimara sala 1979 an, kurd neman.

Kurda koç nekir, neyara êrşî kurda nekir û kurd qir nekirin, erdhejê kurd bin xanîyê wêran de nekuştin, lêyî-lêmiştê kurd ber xwe nebirin… Lê, kurd hebûn û kurd neman!

Ez niha ketime kolanên Laçînê û şopa kurdîtîyê digerim. Erê, min çemê Hekarî dît, min bawer kir ku ev Kurdistan e, lê paşê? Paşê ez ê Kurdistanê di nav çi de bibînim?

Komkujîya sipî! Gelo heyfa peyva ‘sipî’ nîne ku bi peyva ‘komkujî’ ve bê girêdan. Na, ew komkujîya reş bû, wek kîna dilê wan kesan, yên ev komkujî bi rê ve birin, wek xewn û xeyalên celatên, ku kurd nekuştana jî, kurdîtî dikuştin…

Li her dera; li ser xanîya, li ser derya, li ser nîşanên devê rê, bi zimanekî nenas û ji min re xerîb nivîsandine, kovar û rojnamên ba ber dîwaran berev kirine, bi zimanekî ji min re nenas in. Ya Xwedê! Lê ka Laçîna kurdan? Ka Laçîna serbajarê Kurdistana Sor? Çawan bû, ku di nava çil, pêncî salan de seroketîya Azarbêcanê li Kurdistana Sor kurdîtî kokbir kir? Ew ne tiştekî bûyîne ye. Dîroka kurd û Kurdistanê dide kivşê, wekî ew ne karekî usan hêsa ye.

Navbera Gorîs û Laçînê qereqol danîne. Nahêlin çek û sîlihan ji Qarabaxa Çîya bibin Ermenistanê. Em li qereqolê ne, jineke dor 60-65 salî, ku ermenîya Gorîsê ye, pêlavên xwe êxistine û ji bo bîn vedanê li kêleka me rûniştîye. Kamîyoneke bi darê banê xanîya barkirî, ji alîyê Laçînê tê û berê xwe dide Gorîsê. Jinka ermenî gava kamîyonê dibîne, bi keser ber xwe de dibêje: “Hûn erdê sar de herin, lê hûn şerm nakin malê kurdên me talan dikin”. “Kurdên me! Wisane, çiqwasî jî serokê Azarbêcanê kurdên Laçînê çawan azarî nîşan bikin, çiqwas jî hinek ji wan bêjin em azarî ne, dîsan jî ermenîyên cînarên wane sedsalan, wan çawan kurd nas dikin. Û di dilê ermenîyên cînarê kurdan de, himberî kurda dijminayî tune, hê rast tune bûye.

Û niha ez li kolanên Laçîna wêran û sotî ketime û li kurdîtîya wê digerim. Eva jî xanîyê rojnama “Laçîn”. Çar sal berê berpirsîyarê rojnamê Husên mialim çay dabû ber min û bi zimanê rûsî dixwest min bide bawer kirin, weki li Azarbêcanê ser kurdan tu zordarî tune, ew bi dilê xwe hêdî-hêdî nav azarîyan de bişkivtîne. Lê piştî demeke kurt, li rêstoraneke ji bajêr der, piştî vexwarina çend kas vodka hêstir ketine çavan û çend bend ji dîrokeke kurdî stran. Dîrok ya alê wan bû û min texmîn kir, wekî ew bi wan hêstira, bi wê dîroka melûl, şîna kurdîtîya xwe, ya zimanşikestî dike.

Piştî du salan ez ê Husên miaalim, dema konfêransa kurdên Yekîtîya Sovyêt ê li Moskva yê, dîsan bibînim. Ew ê dîsan rabe û bêje ku rewşa kurdan li Azarbêcanê baş e, kurd û azarî nolî bira bi hev re dijîn. Lê ev êdî ne cîhê wan gotinan bû, xortên kurdan, yên xwîngerm, fîtandinê û nehîştin gotina xwe temam bike. Êvarê li hotêlê, dema gotûbêja ser Kurdistana Sor, dîsa hêsirê têkevne çavên Husên miaalim, lê kesê guh nedê. Kî zane, dibe ku ew hêstir dil û canê wî paqij bikin, hisên kurdîyatîyê bal wî bi hêz bikin.

*

Qumandarê desta fîdayên ermenîya, ku gundê wan ser sînorê Laçînê ye, ji me re dibêje: “Em kî li vê deverê hêsîr digrin, gişk dibêjin em kurd in. Ew zanin, ku em kurda ji xwe re dijmin hesab nakin. Bav û kalên me bi sedsalan bi kurdan re cînartî, dostanî kirine. Rast e, ev çar salin em di nava şêr de ne, lê heta çend mehên paşin jî çûyîn, hatina gundîyê me û kurdên Keşîşkendê hebû”. Lê ez ji gotinê wî bawer nakim. Ma ew malê kurda nînin, talan dikin?

Ev çi zilm e, mervê kurd nav van çîyan de ji dayka xwe bûye, nav van çîyan de mezin bûye, bi lorîna dayika ye kurdî, bi xew re çûye. Şîn û şayên kurdî dîtine… Çawan dikaribû ewqas zû bişkê, ewqas zû zimanê xwe, kurdîtîya xwe winda bike? Ne axir heta sala 1926 an li seranser navça Laçînê, tevî 42 hezar kurdan, tenê 108 mirov ji wî netewyî bûn. Ew netewa ku navê xwe jî rast nizane: Heta sala 1920 î teterê Kavkazê bûn, paşê bûne tirk, dû re azêrbacanî, azarî û niha jî dîsan dixwezin bibin tirk.

42 hezar kurdan zimanê xwe ji bîra kirin û zimanê 108 azaryan hildan. 42 hezar kurd ji 108 azaryan re hatin rayê… Kanê rastî? Rastîya Xwedê, rastîya mirovetîyê… Minê bixwesta li çevê wê rastîyê binhiêrîya. Gelo wê şerm bikira, yanê na. Min ê tûyî rûyê wê rastîye bikira!

Û ez ketime Laçîna wêran, mîrata kurdan û kurdîtîye digerim. Ez tiştekî usan digerim, wekî vê axê bike Kurdistina, vî bajarî bike serbajarê Kurdistana Sor.

Li çend cîhan misînê avê ber çavên min dikevin. Tê bîra min, wekî êtnograf T. Arîstova di pirtûka xwe ya “Kurdên Pişkavkazê” de wêneyên van misînan daye û nivîsîye, ku ev derdanê kurdên Laçînê ne… Lê gelo ev misîn tenê di malên kurdan de hebûne?

Dengê xortekî ji desta me, min ji nav wan mitalan derdixe: “Apo, hela were, me maleke kurdan dîtîye”.

Li Laçîna serbajarê Kurdistana Sor li malên kurda digerin û malek dîtine…

Ev çi malwêranî ye!

Mala kurda wê bi çi bê xanê? Bi emenî û xalîyên kurdî? Eger xwedîyê wan dema revê hiştibin jî, niha ermenîya talan kirine. Bi kincên kurdî? Ew jî dûrî aqilan e. Çiqwas ez zanim, li vî bajarî kesî kincê kurdî li xwe ne dikirin.

Ez ber bi wê malê diçim. Agir berdane malê, lê gişk neşewitîye. Hê jî ji kênarê banê gomê dû hildikşe.

Piştî ermenîya Laçîn hildane, agir berî xanîya gişkan dane; bi bawarîya wan, xanîyên sotî wê vegera xwedîyên wan dijwartir bikira. Çi hişmendîke zalim…

Mal serobinî hev kirine, çi tiştên bi nirx in, birine, herçî mayîn jî vir de, wê de avêtine. Û nav tiştên avêtî de pirtûk pirin. Pirtûkên bi azarî, rûsî, înglîsî…û bi kurdî.

Em ketine nav pirtûkan û yên kurdî dijbêrin. Em li Laçînê usan pirtûkên kurdî dinhêrin, çawan mirov xerîbekî xweyî çend salan winda kirî bibîne.

Pirtûkên bi zimanê kurdî, pirtûkên di der heqê kurdan de, pirin. Çawan tê xuyayê xwedîyê malê mirovekî kurdperwar, pêşewitîyê çanda kurdî bûye. Li kuncekî malê rojnama “Rîya Teze” sal bi sal cihê, bi hev ve dirûtî danîne. Belê, li vê malê qedrê qelema kurdî zanibûne, li vê malê serê xwe ber zilm û zorê xwar ne kirine, neşikestine. Em di nav pirtûkan de rastî çend naman tên. Nameyên Qanatê Kurdo, Hecîyê Cindî, nameyên ji berpirsîyarîya “Rîya Teze”. Nav wan naman de reşê çend erza hene, ku derd û kulên wan gîhandine hukumatê. Ji wan erza yek ya rûniştvanê gundê Lênînkendê ye, ser navê serokê Sovêta Tewre Bilind, ya YKSS, N. Podgornî û serokê Sovêta Tewre Bilind ya Komara Azarbêcanê, Xalîlov şandine. 43 rûniştvanên wî gundî erze îmza kirine. Ez dixwezim wê erzê bi tam li vir bînim.

“Bi nivîsandina vê erzê em dixwezin hûn hay jê hebin, wekî em kurd in, dê û bavên me kurd bûne, kalik û pîrkên me kurd bûne. Li gundê me Lênînkendê (Keşîşkenda berê) hetanî sala 1937 an dibistana bi zimanê kurdî hebû, zarokên me heta hingê bi zimanê xwe, yê dê, bi zimanê kurdî dixwendin. Lê dû re bi sebebên ji me ve ne dîyar, ew dibistan hatin girtin. Hema wê salê jî gundîyên me, ku gişk kurd in, azarbêcanî hatin nivîsar.

Dema serjimara rûniştvanan, sala 1969 an, gundîyên me gişkan, dor du hezar kesî xwe kurd nivîsîn, lê dîsan jî hukumatê ew çawan azarî nîşan dan. Lê niha, gava pasporta diguhêzin, gundîyê me dixwezin, wekî di pasportên wan de ne ku azarbêcanî, lê kurd bê nivîsar. Me gelek caran serî li dayîrên anegor xistîye û me tika kirîye, wekî di pasportên me de, di mêtrîkên zarên me de, kurd bê nivîsar. Ew jî herdem ji me re dibêjin, ku di dest wan de tu bingeh tune, wekî me kurd binvîsin.

Bi malûmatîyên di dest me de hene, li komarên Asîya Navîn, li Gurcistanê û Ermenistanê jî kurd hene û wan çawan kurd nas dikin, di pasportên wan de kurd dinvîsin. Lê ji bo çi kurdên li komara Azarbêcanê dijîn, çawan azerî dinvîsin? Me bi vê pirsê çend caran serî li Sovêta Tewre Bilind, ya komara Azarbêcanê, wezareta karê hundur, wezareta edaletê xistîye, lê tu bersiveke mak kirî nedane destê me.

Ji ber vê em niha berbirî birayê xwe, yê mezin dibin û tika alîkarîyê ji wan dikin. Em bawerin ku hûnê alîkarîya anegor bidine me”.

Na, kurdên Kurdistana Sor neşikestine û wê neşkên! Dengê xwîna wan tu caran nehatîye ker kirin û wî dengî nehîştîye ew bi nêynim-nêynima biratîya gela ye derew bi xew re herin. Biratî û dostanîya netewan tenê dikare di şertên de pêk bê, gava mafên netewa wek hevin. Lê gava yek nehêle zarokên te bi zimanê xwe, yê dê, bixwînin û bipeyivin, kurdîtîya te nana dike, bi zor te tirk û azarî dinvîse, gava nahêle tu serbest çanda xwe bi pêş ve bibî, ew ne birê te, lê dijmînê te ye.

Û bila îro hinek hezar tûtika nekine devê xwe û pesn û methê wê biratîyê nedin. Em ji wan û biratîya wan bawer nakin.

1992

Laçîn-Yêrêvan / Tosinê Reşîd

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder