28 Ekim 2018 Pazar

Xelq dizane zimanê Kurd zimanekî qedîme lê Kurd?

Hezaran Kurdên entel (ne ronakbîr) hene ku, çawa ku pîyên wan li Stembolê ketine, bûne evîndarê Ermenîyan. Em evîndarbûna wan re tu tiştekî nabêjin, kêfa wan e. Pirsgirêk ew e ku sewa ku xwe têxine çavê Ermenîyan, tu sûcê ku Kurdan nekirine, bi destê xwe ve dixine sitûyê Kurdên reben.


Hemîdîyên ku Tirkan ava kirine, li ser navê dewletê, ji bona berjewendîyên dewletê, bi Ermenîyan re şer kirine. Herdu alîyan jî gelek mirov ji hev kuştine, di orta wan de Kurdên bê sûc bê guneh jî hatine kuştinê (herdu alîyan jî kuştiye). Hemîdî hemû ne Kurd bûne, di nav wan de dehan eşîrên Tirkên Terekeme û Qarapapax jî hebûne. Em bêjin bila hemû Kurdbin; gelo Hemîdîyan ji bo Kurdayetîyê bi Ermenîyan re şer kirine? Na, ji bo berjewendîyên dewletê. Îja ev entelên me, li ser navê Hemîdîyan, wek Kurd lêborînê dixwazin. Tê bêjî Alayên Hemîdîyê dewletê na, Kurdan ava kirine. Entelên me dîroka xwe nizanin, radibin lêborînê dixwazin. Nizanin ev nezanîya wan di pêşerojê de bibe belaya serê Kurdan.

Heger piçekî dîroka xwe bizanibûna, dê bizanibûna ku Ermenistana îroyîn, erdê Kurdan ê sê hezar salan e. Heger piçekî xîreta wan ya Kurdbûnê hebûya, dê bigotana kanî Kurdên li wê derê? Bi ku de çûn? Îro eşîra Redkan a li Serhedê li 300 gundî dijî, tev ji Ermenistana îroyîn ji ber zilma Ermenîyan revîyaye hatîye. Eşîra Birûkan a li Wanê li 100 gundî dijî, tev li wir revîye hatîye. Bi dehan eşîrên wuha li Bakur hene ku, tev ji ber komkujîyên Ermenîyan revîne. Di her maleke van eşîrên Kurdan de, dehan mirov hatine kuştinê. Hezaran mirov di dema revê de di çemên Erez û Avareş de xeniqîne. Lê Kurdên entel, guh nadinee van, ev ji bo wan ne girîng e. Ji bo wan xwîna Kurdan ne sor e, pir erzan e.

Dohê Sevan Nîşanyan di bloga xwe de ji bo Kurdên li Agirî, Erzirom, Wan û devdora wê gotîye YAYILMACI. Qaşo Kurd berê li vir tunebûne, paşê hatine û belav bûne (entelên Kurdan jî ew nîvîsa parve kirine).

Kurdekî bi navê Alî Alagoz ê ku pêşîyên wî ji Rewanê (Erîvan) ji zilma Ermenîyan revîne û hatîne jî di şîroveya xwe de gotiye:

Ew bajarên ku te gotîye Kurd paşê hatine û lê belav bûne, ji sedî nod navê gundên wê bi Kurdî ne. Ev navên gundan bi tena serê xwe îspat dike ku, kî xwedîyê van erdan e, kî paşê hatîye û belav bûye.

Ji hezaran Kurdên ku Rewanê sirgûn bûne, kalekî ji wan digot ‘Kurdên li Rewanê, Kurdên li Wanê zêdetir bûn’. Rewan Kurd bû, Wan Ermenî. Hûn her tim qala mexdûrîyetên xwe dikin, lê hîç guh nadine mexdûrîyetîyên yên din.

Dema ku mirov nivîsên we dixwîne, mirov dibêje tê bêjî hîç milletekî bi navê Kurd tunebûye. Lê dema ku mirov li Serhedê bi kal û pîran re diaxive, hemû dibêjin ‘Ermenîyan bi me re Kurdî diaxivîyan. Wan hemûyan bi Kurdî dizanibû’. Ev îspat nîne ku kî berê li van deran hebûye? Kî kevnê van deran e û kî zêde bûye?


Sevan Nîşandan jî di bersiva xwe da gotîye:

Raste, Ermenîyan bi Kurdî dizanibû. Lê ev ji ber pirbûna Kurdan na, ji ber serdest bûna wan bû.

Dewleta Kurdan nîn bû, hêzeke wan a eskerî tunebû. Ev herdu tunebin, gelo mirov dê çawa bibe serdest? Bi zêdebûna xwe, qedîmbûna zimanê xwe ve.

Mezinekî me hebûye, ji bo xizmekî me yê gelekî dewlemend gotîye:
Pere xweş pere ye, lê tê çawa bikî ku, xwedîyê pere ker e”.
Zimanê me, çanda me, dîroka me, her tiştê me xweş e. Lê hûnê çawa bikin ku, entelên Kurdan ê ku li ser navê Kurdan diaxivin, qedir û qîmeta wan kêm dikin.

Şîroveya Alî Alagoz û bersiva Sevan N.

Bavê Avşîn

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder