15 Ekim 2018 Pazartesi

Hinek eşîrên Kurdan didizin hinek Kurdan Kurd nahesibînin

Malpera Îndexanatolî, bi navê xwe yê din nisanyanmaps, malpereke bikêr hatîye. Di derbarê navên gundan, bajaran û navçeyan de agahîyan dide. Her wusa kîjan gundî kîjan millet, kîjan eşîr hene, wan jî dide. Herkes dikare bibe endam û agahîyan pêve bike. Lê belê mirov hew dizane xwedîyê malperê hinekî dijmintîya Kurdan dike.

Malpera îndexanatolî, ev bi salan e heye. Piranîya lêkolînerên li ser gund û bajaran, eşîr, hoz û berekan, dîroka cîh û waran lêkolîn dikin, ev bi salan e ji vê malperê sûd wer digirin. Lê malper li hemberî Kurdan hinekî bi dijminane tev digere.

Heger mirov çend mînakan bide;

1: Malper, Kurdên Kirmanç (Zaza) wek Kurd nabîne. Di binê gundên ku Kurdên Kirmanç tê de dijîn de her tim dinivîsîne Zaza yan Kirmanç û Kurmanç bi hev re li gundekî bin, dinivîsîne Zaza û Kurd.

Ev bi salan e Kurd bertek nîşan didin, lê camêr di vê şaşîya xwe de israr dike. Bi ya min, bi zanatî dike. Çimkî xwedîyê malperê Ermenî ye. Û Ermenî jî ev bi salane dixwazin Kirmançan ji Kurdan biqetînin. Armanca wan heye ku bakurê Kurdistanê hildin. Lê belê li bakur Ermenî tunenin. Lewma ev bi salane ji Kirmançan re dibêjin hûn Ermenî ne. Ev deh sale, deh heb komferans lidarxistin.

2: Malper, gelek eşîrên Kurdan yên dîrokî wek Tirkmen nîşan dide.

Eşîra Kurdan a mezin û dîrokî, Badilî çima ku hinekî li gund û bajarên Anatolîyê û Behrareş belav bûne (hatine sirgûnkirin), camêrî ew kiribûn Tirkmen. Piştî ku min ji wî re gelek belge şandin, mecbûr ma ku binivîsîne Kurd.

3: Eşîra Qeregêç a ku koka wê Qerejdax e, wek Tirkmen nivîsîye. Eşîra Qeregêç jî wek eşîra Badılî li Anatolîyê belav bûye. Camêrî di heftê cîyî (gund) de Qeregêç wek Tirkmen nivîsîye. Min ji wî ra çiqas belge, çiqas nivîs, çiqas encamên hilbijartinên gundên Qeregêçan, çiqas stranên di derbarê wan de şand. Lê dîsa jî sererast nekir.

4: Malper, gundên Tirkên Elewî de dinivîsîne "Elewîyên Tirkmen" yan Tirk. Lê gundên Kurdên Elewî de dinivîsîne "Elewî". Ango di bin gundên Kurdên Elewî de nanivîsîne ji çi milletî ne.

5: Malper, gundên Serheda jorîn bi piranî wek gundên Tirkan dinivîsîne. Mînak di gundekî de malek jî Tirk, Azerî, Tirkmen, Qarapapax û Terekeme be, wek gundê Tirkan dinivîsîne.

6: Malper, di sedsala bîstan de Ermenî û Tirk di kîjan gundan de jîya bin, dinivîsîne. Lê gundên Kurdan pir kêm.

7: Malper, dema ku navê gund û bajaran ên rastî dinivîsîne, navên bi Kurdî diguhurîne. Di navê gundan de Q, X, W û Ê yê derdixe, li şûna wan tîpên nêzîkî wan bikar tîne. Piştî ku min hinekî bertek nîşan dayê, hinek nav sererast kirin.

Ev malpera, ku dijmintîya Kurdan neke, gelekî bi kêr hatîye. Herkes jê sûd werdigire. Bi saya endamên ku di derbarê gund û bajaran de agahîyan pêve dikin ve roj bi roj xurttir û mezintir dibe.

Lê divê Kurd zêdetir bibine endamê vê malperê, agahîyên di derbarê gund û bajarên xwe de pêve kin. Û her wusa dema ku dijmintîya li hemberî milletê me dîtin bertek nîşan bikin.

Tirk çiqasî wî heznekin jî, sibê heya êvarê tim agahîyan pêve dikin.

Divê em jî meydanê ji kesî re nehêlin.

Navnîşana malperê  http://nisanyanmap.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder