6 Ocak 2018 Cumartesi

Mele Mehmûdê Bazîdî (1799-1867)-Ziya AVCI

Mele Mehmûdê Bazîdî, di sala 1799an de (di hinek çavkanîyan de 1797 e) li Bazîdê hatiye dinê. Li eynî ciyê dest bi xwendina medreseyê kiriye. Piştî temamkirina xwendina xwe, çûye Tewrîzê û hînê farisiyê bûye. Pişt re hatiye Bazîdê û li wir dest bi seydatiyê kiriye.
Lê dema ku dawîn mîrê kurd ê Bazîdê Behlûl Paşa dişkê û birayê wî di şerekî di navbera Dewleta Osmanî û Rûsyayê de tê kuştin û rewşa malbata wan a tîcarî xerab dibe, ew biryar dide ku ji bajarê xwe dûr bikeve. Li ser vê, ew derbasê bajarê Erziromê dibe û li wir di hucreyan de dest bi meletî û seydatiyê dike. Di nav civata kurd ya wê demê de, xwediyê cihekî bilind û bi paye bûye. Her çend di derheqê malbata wî de gelek kêm agahdarî di destê me de hebin jî, lê em ji gelek bûyerên qewimîne û ew rêz û siyaneta ji Mele Mehmûdê Bazîdî re hatiye kirin, derdixin ku ew ji malbateke payebi- lind e. Hem bi xwe jî bi îlm û perwerdeya dîtiye, di nav civatê de bûye xwediyê cihekî ku cihê rêz û hurmetê be. Pişt re jî ku em ê di rêzên bên de li ser bisekinin, nasîna wî bi konsolosê Rûsyayê yê Erziromê rojhilatnas Alexandere Jaba (1803-1894) re çêdi- be û herdu bi hev re xebateke piralî, têrberhem û hêja dikin.

Beriya em derbasê behsa dîroka jiyana Mele Mehmûdê Bazîdî û xebatên wî yên serbixwe û yên bi A. Jaba re çêbûne bikin, ez hewce dibînim bi çend gotinan jî be, A. Jaba jî bidim naskirin. Ji ber ku A. Jaba li ser perspektîv û metoda xebata ji alîyê Mele Mehmûd ve hatine kirin, roleke mezin leyîstiye.

Alexandere (Auguste) Jaba (1803-1894), di sala 1804an de li Polonyayê hatiye dinê û bavê wî kesekî gundî yê xwedî milkekî zêde bûye û eslê xwe cuhî ne. Di sala 1824an de di wezareta derve de dibe werger. Di sala 1828an de xwendina xwe ya bilind xelas dike. Di sala 1830an de, di beşa zimanên rojhilatê de, dibe wergerê zimanê tirkî. Di sala 1832an de bi wezîfe diçe Stenbolê û di sala 1835an de jî cardin ji aliyê wezareta derve ve li Îzmîrê tê wezîfedar kirin. Di sala 1843an de, li ser biryara serokatiya meclisa împaratoriyê, dibe sekreterê dîwana serokatiyê û di sala 1848an de jî dibe konsolosê Erziromê. Ev wezîfeya wî heta sala 1869an dewam dike. Li wir li ber destê Mele Mehmûdê Bazîdî kurdî jî hîn dibe.

Ew yek ji wan kesan e ku di sedsala 19an de, damezrênerê destpêkî yê lêkolîna edebîyata kurdî bê hesêb kirin. Ev wezîfeya han ji alîyê Akademiya Zanistî ya Bilind a Petersborgê ve jê re tê dayîn. Ew jî birrek mele û zanayên kurd li dora xwe berhev dike û bi alîkariya wan dest bi berhevkirin, lêkolîn, werger û nivîsandina destnivîsên kevin ên kurdî dike. Mele Mehmûdê Bazîdî, di nav wan meleyan de ê herî zîrek û zana bûye. Pişt re jî bi A. Jaba re wekî sekreter û mamosteyê wî kar dike.

Belê, ji ber vê nêzîkatiya Mele Mehmûdê Bazîdî bi A. Jaba re, em dixwazin bi çend gotinan jî be ji devê A. Jaba bi xwe nas bikin: “…wî ziman û edebiyata farisî, erebî û tirkî jî xwendiye û van zimanan baş dizane… Ew di nava hevalên xwe de ji hemiyan zanatir bû… Di nava rewşenbîrên welat de jî gelek bi nav û deng û bi qedir bû… Piştî sala 1856an Mela Efendî bû seydayê min û di derbarê dîrok, ziman û kultura milletê kurd de alîkariya min kir. Ew karê ji min re hatibû sipartin, yanî hînbûna zimanê kurdî û berhevkirina materyalên bi zimanê kurdî, min di saya rewşenbîrê kurd, Mele Mehmûdê Bazîdî de ew dan hev. Pişt re min ew destnivîs ji Akademiya Zanistî ya Petersborgê re şandin…”

Em ji wan nivîsên gelek kêm ên li ser Mele Mehmûdê Bazîdî hatine nivîsandin hîn dibin, ku beriya ku ew A. Jaba nas bike, li ser dîrok û kultura kurd xebatên wî hebûne. Lê dixuyê ku A. Jaba hem di berhevkirina van destnivîsan de û hem jî di kitêbên ji alîyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine nivîsandin de, hander bûye û ji bo metodolojiya bi van awayê xebatan, gelek tişt pêşniyarê wî kirine û jê re bûye rênîşander. Yanî em dikarin bêjin, ev herdu zanayên hêja hevûdu temam kirine. Her çend A. Jaba ew bi seydayê xwe bi nav kiribe jî, em dikarin bêjin, herdukan jî ji hevûdu ra seydatiyê kirine.

Belê me got beriya Mele Mehmûdê Bazîdî A. Jaba nas bike, bi kultur û dîroka kurd re mijûl bûye. Ne tenê di herêma xwe de, heta li seranserê Kurdistanê, kesekî gelek bi siyanet û qedirbilind bûye. Bêguman ev jî ji ber alimtî û zanetiya wî bûye. Îspata van gotinên me jî ev e, ku di dema serhildana Mîr Bedirxan Beg (1847) de, ji alîyê sultanê Osmanî Ebdulmecîd ve wezîfeya îknakirina Mîr Bedirxan Beg ji bo nekirina şerekî bi Osmaniyan re ji Mele Mehmûdê Bazîdî re tê dayîn û ew jî diçe Cizîrê li ba Mîr. Ji aliyê çavkaniyên cihê cihê ve ev bûyer bi vî awayî tên neqilkirin:

Sultan Ebdulmecîd, Mele Mehmûdê Bazîdî ji bo ragirtina şer û serhildana li dijî dewleta Osmanî, dişîne Cizîrê li ba Mîr Bedirxan Beg. Dixuyê ku nasiya Mîr Bedirxan Beg û Mele Mehmûdê Bazîdî beriya vê bûyerê bi hev re hebûye. Wî wextê serleşkerê Osmanî Osman Paşa ye û beriya Mele Mehmûdê Bazîdî biçe Cizîrê li ba Bedirxan Beg, wî ji vê çûna xwe û wezîfeya jê re hatiye sipartin agahdar dike û jê re dibêje, heta ez cewabekê ji Bedirxan Beg nestînim, gereke here- ketê eskerî çênebe. Lê dixuyê, Osman Paşa kesekî terefdarê şer e û li hêviya cewaba Mele Mehmûd nasekine û diçe ser Cizîrê. Lê dema ew digihîje li wir, dibîne ku amadekariya Bedirxan Beg ji bo şerekî gelek bi rêk ê pêk in. Li ser vê, ew ji vê rêkûpêkiyê Mele Mehmûdê Bazîdî tawanbar dike û jê re dibêje, ku wî Bedirxan Beg hişyar kiriye û sirrên wan gihandiye Bedirxan Beg. Ji ber vê, Osman Paşa, Mele Mehmûd dide girtin û ew qeyd û lele dike û dişîne Stenbolê. Lê qasek şûn de ew ji alîyê sultan ve tê efûkirin û wî dişînin Wanê.

Dema ku ew li Wanê bûye, şerê di navbera Xan Mehmûd û Osmaniyan de berdewam e. Cardin dewlet ew bi handana vî şerî û têkiliyên wî bi serokê serhildanê Xan Mehmûd re tawanbar dike. Li ser vê, wî digrin û panzdeh roj li Wanê di zindanê de dimîne. Lê pişt re wî berdidin, ew tehdîd dikin û tim di bin çav de didin girtin. Bêguman di demeke wiha de berdana wî ji ber tirsa rewşa Mele Mehmûd a civakî ya di nav kurdan de û melhezeya firehnekirina cebheyek li dijî Osmaniyan bûye.

Mele Mehmûdê Bazîdî, yek ji wan zana û rewşenbîrê kurd ê sedsala 19an ê herî têrberhem e. Lê sed mixabin, qasî vê têrberhemî, zanatî û bi xebatên xwe yên li ser mijarên cihê cihê yên di derbarê dîrok, ûrf û adet, çîrok, werger û gelek milên din ên neteweyê xwe de jî, bi taybetî di nav me kurdên bakur de, gelek kêm hatiye naskirin. Heta ev kêmnasî gihîşte seviyek wisan ku ev sala em tê de (2008), antolojiya sedûdeh mezinên kurd derket, lê mixabin me navê Mele Mehmûdê Bazîdî tê de nedît.

Ew yekem rewşenbîr û zanayê kurd e ku di sedsala 19an de, di hemî danûsitandin û xebatên xwe de tenê zimanê kurdî bikar aniye. Her wekî em dizanin, bi taybetî di sedsala 19an de, farisî û erebî di nav zana û rewşenbîrên kurd de gelek di rewacê de bûne. Hema bêje nêzîkî temamê zana û rewşenbîrên kurd di karên xwe yên nivîsandinê de, ev herdu ziman bikar anîne. Lê em dinêrin Mele Mehmûdê Bazîdî bi eksê vê hereket kiriye. Di hemî kar û barên xwe de û ew kitêbên ji alîyê wî ve hatine nivîsandin, bi kurdî ne.



Berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî


Şerefname:

Mele Mehmûdê Bazîdî, yekem kes e ku cara ewil cilda yekê ya Şerefnameya Mîr Şeref Xanê Bedlîsî ji orîjînala wê ya farisî û li ber ew nusxeya ji alîyê Zêrnov ve hatiye amadekirin, wergerandiye li ser zimanê kurdî. Wî ev xebat di sala 1858an de temam kiriye. Piştî sedûpênceh salan jî, dema ku mirov îro ew dixwîne, kurmanciya wê ya wê demê zewq dide mirov û mirov jê têr nabe. Lê mixabin, Mele Mehmûdê Bazîdî bi ser hinek mijaran re gav daye û ew wernegerandine. Mesela: temamê Mîrektiya Eyyûbiyan û İmadiyeyê qismek ji Mîrektiya Hekariyê wernegerandiye û sefheya çaran a li ser Mîrektiya Bedlîsê jî wekî kurtebirî wergerandiye.

Di sala 1986an de, ji vê wergerê re, ji aliyê Kanadê Kurdo û J. C. Musaelyan ve pêşgotineke hêja hatiye nivîsandin û ew wekî destxet bi xwe hatiye çapkirin. Di sala 2007an de jî, ew destxet ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatiye transkirîpte kirin û ji aliyê Weşanxaneya Spîrêz a li Duhokê ve hatiye çapkirin.



Kitaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan:

Ev kitêb ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî bi xwe ve hatiye nivîsandin. Lê mixabin ew wenda ye. Hete niha gelek hewil hatiye dayîn, lê ew bêyî netîce mane. Li gor ew agahdariyên ji alîyê A. Jaba ve hatine dayîn, ew pêşgotina ku ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji kitêbê re hatiye nivîsandin û A. Jaba ew wergerandiye fransizî û heta niha hatiye parastin û gelek kesên din ku di derbarê vê kitêbê de nivîsandine, em bi hindikayî jî be di saya van de, di derbarê vê berhemê de dibin xwediyê zanyariyekê.

Mele Mehmûdê Bazîdî, di sala 1857an de dest bi nivîsandina vê kitêbê kiriye. Ew yek nusxe tenê hatiye nivîsandin û hecma wê nêzîkî hezar rûpelan bûye. A. Jaba ew bi pêşgotina pênceh rûpelan pêkhatî (A4) ya ji alîyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji kitêbê re hatiye nivîsandin, wergerandiye fransî û ew di 30yê adara sala 1867an de ji bo zana û rojhilatnasên rûsî di vî warî de nêrînên xwe bêjin û vê xebatê binirxînin, ji Akademiya Zanistî ya Peterborgê re şandiye.

Wekî me got, ji bo ku kitêb bi xwe wenda ye û heta niha gelek kes hewil dane ku ew bidest bixin, lê ev hewildan bê netîce mane. Ji ber vê, ez pêwîst dibînim ku li vir hinek dirêj li ser vê berhema hêja bisekinim. Ji bilî vê, em ê ew pêşgotina Mele Mehmûdê Bazîdî ya ji vê berhemê re niîsandiye û ji aliyê A. Jaba ve wergera wê ya fransizî hatiye kirin, Y. Y. Vasîlîva jî di lêkolîna xwe ya li ser “Kitêba Wenda Ya Dîroka Kurdistanê” de behs kiriye û wê pêşgotinê jî weşandiye, dê em ê jî kurtiya wê di dawiya vê maqalayê de biweşînin.

Mirov hem ji ew pêşgotina ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ku ji kêtibê re hatiye nivîsandin û hem jî ew naveroka (fîhrîst) jê re hatiye amadekirin, bi awakî baş di derbarê kitêbê de agahdar dibe. Ji bilî vê, cardin mirov ji vê naveroka jê re hatiye amadekirin û ji vê pêşgotinê fêhm dike ku Mele Mehmûdê Bazîdî xwestiye berhemeke wekî ya Şerefnameya Şeref Xanê Bedlîsî biafirîne. Ji ber vê jî wî û kitêba wî Şerefnameyê wekî mînak ji xwe re hilbijartiye. Cardin em ji naveroka wan herdu nivîsên di derbarê kitêbê de hîn dibin, ku ew li ser bûyerên di navbera salên 1785-1857an ên di beşeke zêde ya Kurdistanê de qewimîne sekiniye. Wekî min li jorê got, em ê pêşgotinê bi serê xwe biweşînin, lê ew naveroka jê re hatiye amadekirin, em ê li vir pêşkêşê xwendevanan bikin:



Fîhrist (Naverok)

Beşê yekê: Bûyerên ji sala 1785an heta sala 1857an yên li wilayeta Erziromê qewimîne.

Beşê duduyan: Bûyerên li êrdêma Rojkî, ku bajarên wê yên serekî Bedlîs û Mûş in.

Beşê sisiyan: Bûyerên êrdêma Mehmûdî, ku jê re Mehemedan dibêjin û bajarê wê yê sereke Xoşeb e.

Beşê çaran: Bi kurtî bûyerên li wilayeta Wanê qewimîne.

Beşê pêncan: Bi kurtî bûyerên li Hekarê qewimîne.

Beşê şeşan: Bûyerên li Rewandizê qewimîne.

Beşê heftan: Bûyerên Behdînan, ku bajarê wê yê sereke Amêdê ye.

Beşê heştan: Bûyerên li Botan qewimîne, ku bajarê wê yê sereke Cizîr e.

Beşê nehan: Bûyerên êrdêma Silîvan, ku bajarê wê yê sereke Bazîd e.

Beşê dehan: Bûyerên Qersê û dagîrkirina wê bi destê rûsan.

Beşê yanzdehan: Bûyerên Azerbeycanê û her wiha yên Xoyê, Tebrîzê, Yêrîvanê, Ûrmê, Meraxê û Makûyê qewimîne.

Belê, em dibînin kitêb ji yanzdeh beşan pêk hatiye û her beş li ser mîrektiyek kurdan e. Em ê cardin li vir dubare bikin û bêjin, bi hêviya ku rojek ji rojan ev berhema hêja bi dest bikeve.



Adet û Rusumatnameyê Tewayîfê Ekradiye:

Ev kitêb ji alêyê Mele Mehmûdê Bazîdî bi xwe ve hatiye nivîsandin. Ji aliyê A. Jaba ve wergera wê ya fransizî hatiye kirin. Pişt re di sala 1963an de, ji aliyê Rodenko ve li Moskovayê wergera wê ya rûsî hatiye kirin û li Moskovayê hatiye weşandin. Wergerên wê yên bi zimanên din jî hene. Transkirîpsiyona wê ya kurmancî jî hatiye kirin. Lê mixabin gelek şaşî tê de hene. Ez hêvîdar im ku careke din ji nû ve bê transkirîpte kirin. Ev kitêb yekem lêkolîna civaknasî, etnolojî û etnografî ya li ser kurdan e ku bi kurdî hatiye nivîsandin.



Ferhenga Kurdî-Fransizî (Dictionnaire Kurde Francais):

Mele Mehmûdê Bazîdî di nivîsîn û amedekirina vê ferhenga kurdî-fransizî de alîkariyeke gelek mezin daye A. Jaba. Ev ferheng hatiye çapkirin û ew yek ji wan xebatên herî hêja yên bi hev re ya A. Jaba û Mele Mehmûdê Bazîdî ye. Di piyaseyê de gelek kêm e û kurdiya wê bi alfabeya erebî ye. Ez hêvîdar im ku rojek zûtir bê transkirîpte kirin û bi awakî firehtir bikeve bin xizmeta kesên ku di vî warî de xebatê dikin.



Ferhenga Kurdî ya Diyalektê Hekarî-Rewendî:

Ferhat Pîrbal, di kitêba xwe ya “Mele Mehmûdê Bayezîdî” de, li ser vê xebatê wiha dibêje: “Wî bi kurdî di pêşgotina vê kitêbê de gotiye: ‘Ev e risaleyek e di behsa hinek ferq û cudayê di nêv lûxatêt ekradan, hindê beyanê be’zê qewaîdê umumî yêd lazim e’. Li ser rûpela yekê ya fransiziya wê wiha hatiye nivîsandin: Vocabulaire kurde des dialectes de Hekari et Revendi, par A. JABA, Consul de Russie Erzeroum, Erzeroum le 15 Mars 1858 (Gotinên kurdî yên bi diyalektê Hekarî û Rewendî, ji aliyê: A. JABA konsolosê rûsî yê Erziromê, Erzirom 15yê adara 1858an). Ev kitêb, bi destxetê yekê navê wî Şehnezer û di sala 1858an de hatiye nivîsandin. 49 rûpel e, hecma wê 22×34 santêm e û di her rûpelê de 13 rêz hatine nivîsandin… Wekî me got, ji alîyê Mele Mehmûdê Beyazîdî ve pêşgotinek jê re hatiye nivîsandin û dibêje: bi diyalektê kurmancî, behsa hinek taybetmendiyên zimanê kurdî dike. Vêca kurtiyek rêziman di derbarê du diyalektan û cihêtiyên wan de tê de hene… Ev destnivîs hatiye bi rêkûpêk kirin û di sala 1984an de ji alîyê Prof. Maruf Xezenedar ve hatiye çapkirin”.



Ferhenga Kurdî-Rûsî-Fransizî û Rûsî-Fransizî-Kurdî:

Mele Mehmûdê Bazîdî, di amadekirina vê ferhenga han a ji 15 hezar bêjeyan pêk hatiye, alîkariya A. Jaba kiriye. Ev kitêb heta niha nehatiye çapkirin û ew di Akademiya Zanistî ya Petersborgê de hatiye parastin.



Rêzimanê Erebî Bi Zimanê Kurdî:

Ev kitêb di eslê xwe de ya Elî Teremaxî ye. Lê Mele Mehmûdê Bazîdî ew ji nû ve bi rêkûpêk kiriye û nivîsandiye û pêşgotinek jî jê re amade kiriye. Navê kitêbê yê orîjînal ev e: “Serf û Be’dê Usûl Lazimeyê Te’lîme Bi Zimanê Kurmancî”.

Dixuyê ku Elî Teremaxî ev kitêb di destpêka sedsala 17an de nivîsandiye. Çunkî Minorsky di Ansîklopediya Îslamê de dibêje: “Elî Teremaxî di sala 1591an de hatiye dinê”.

Ferhad Pîrpal di kitêba xwe ya navê wê derbas bûyî de, di vî warî de agahdarî dide û wiha dibêje: “A. Jaba di du nameyên xwe yên tarîxa wan 17.06. 1858an û 02.04.1859an de, ku ji rojhilatnasê elmanî Lerinhardet Dorin re dişîne wiha dibêje: Ev destnivîsa hêja beriya sala 1857an li ba melakî xelkê Hekariyê bû, min jê daxwaz kir ku bide min an bifroşe min, lê wî nefiroşt… Navnîşana destnivîsê ya fransizî ev e: Gramaire kurde par Ali Teremakhi offert a l’Academie İmperial des Sciences a St-Petersbourg, par A. JABA”. Lê pişt re em ji maqalekê ku di berhema Mele Mehmûdê Bazîdî ya bi navê “Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan” ku ji çil çîrok û sê maqaleyên ji aliyê wî bi ve xwe ve hatine nivîsandin pêk tê -yek ji wan maqaleyan a ku em behs dikin- û ji aliyê A. Jaba ve wergera wan a fransizî hatiye kirin û li Petersborgê bi pêşgotinekê re ji aliyê P. Lerch ve kurdî û fransiziya wê hatiye weşandin, hîn dibin; Mele Mehmûdê Bazîdî diçe li ba wî melayê xelkê Hekariyê û ew kitêba Elî Teremaxî jê werdigire. Pişt re jî ew bi xwe vê destnivîsê ji nû ve divejjîne û ew bi pêşgotineka di warê jiyana dînî û rewşenbîrî ya di nav mizgeftên wî wextê yên Kurdistanê de, awayê xwendina dersê û bi kurtiyek di warê jiyana Elî Teremaxî de teslîmê A. Jaba dike.

Belê, em dibînin ku cara ewil e ku Mele Mehmûdê Bazîdî ev berhema Elî Teremaxî ya hêja û yekemîn car bi kurdî nivîsandina rêzimanêkê, peyda dike û pişt re jî ew ji nû ve divejîne û dixe li ber destê xwendevanên kurd. Heta niha çend kesan di derbarê vê kitêbê de hinek agahdarî dane. Yek ji wan edebiyatnasê hêja Marûf Xeznedar e. Ez hêvdîdar im ku di vî warî de hê lêkolînên firehtir bên kirin.



Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan:

Ev berhema hêja ya Mele Mehmûdê Bazîdî, ji sê maqale û çil çîrokan pêk hatiye. Ew di bin sernivîsa jorê de, wekî kitêb bi hev re hatine çapkirin. Naveroka ku ji kitêbê re hatiye amade kirin bi vî awayî xwarê ye û ez bêyî destlêdan wê li vir dinivîsim.



Fêhrist:

Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan

- Risale Di Behsa Be’dê ‘Eşayîr e Qebayîl û Tayîfeyên Di Kurdistanê Beyan Dike. Sefhe (rûpel): 1

- İsim û Navê Kurmanciyan Ku Temam û Bê Kêmasî Dibêjin Beyan Dibe. Sefhe: 9

- İsim û Navê Di Jinên Di Kurmanciyan Ku Bi Temam û Kêmasî Dibêjin Beyan Dibe. Sefhe: 11.

- Risaleyeke Di Behsa Şair Mezinên Di Kurdistanê Ku Bi Zimanê Kurmancî ye Cih û Kitêb û Şiir û Hikayet û Qiseyê Di Wan Beyan Dike. Sefhe: 13.

- Muqeddema Elî Serf û Be’zê Usûl Lazimeyê Te’lîmîye Bi Zimanê Kurmancî. Sefhe: 17.

- Cami’i El-Hikayet. Sefhe: 30.

Belê wekî em ew naveroka ji kitêbê re hatiye amadekirin dibînin, ew di derbarê kitêbê de agahdariyeke baş dide me. Wekî me got, sê maqale û komek çîrok ên ji çil liban pêkhatî di kitêbê de hene. Ew ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî bi xwe ve hatine berhevkirin û nivîsandin.

Maqaleya yekê, di derbarê hinek eşîretên Kurdistanê û agahdariyên di warê jiyana wan de û ji lîsteke navê jin û mêran pêk hatiye.

Maqaleya duduyan, bi kurtî behsa jiyana heşt şairên kurd ên kevin dike. Ew şair jî ev in: Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî. Şairê şeşan, Îsmaîl ê eslê xwe ji Bazîdê û şagirdê Ehmedê Xanî ye. Di sala 1065ê hicrî de hatiye dinê û di 1121ê hicrî de wefat kiriye. Şairê heftan, Şerefxan ê eslê xwe ji mîrên Hekariyê ye û di 1101ê hicrî de li Hekariyê koçê dawîyê kiriye. Şairê heştan jî Muradxan e û li Bazîdê di sala 1150yê hicrî de hatiye dinê û di sala 1199ê de koçê dawiyê kiriye.

Maqaleya sisiyan jî nasandina destnivîsa Elî Teremaxî ya bi kurdî û di derbarê rêzimanê erebî de ye. Me li jorê behsa vê gotarê kir.*

Qismê vê berhemê yê din, ku em ji naveroka jê re hatiye amadekirin, dibînin, ji çil çîrokan pêk hatiye. Ev çil çîrokên han ên ji alîyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine nivîsandin, xwediyê hinek taybetmendiyan in û wekî ew çîrokên ku em dizanin nîn in. Ew hemî ji bûyerên rasteqînî yên di nav xelkê Kurdistanê de qewimî ne pêk hatine. Mele Mehmûdê Bazîdî ew bi wersiyona di nav xelkê de tê gotin nivîsandine û ew kirine çîrok û bi awakî xweşik û hêja pêşkêş kirine. Ew navên kesan, gundan, ciyan û heta tarîxên tê de hatine bikaranîn, hemî yên rasteqînî ne. Ji ber vê, wekî min got, ew ji çîrokên ku em dizanin cihê ne. Her yek ji wan li ser serpêhatî û bûyerekê ye. Naveroka çend ji wan çîrokan ev in: çîroka yekê, di derbarê tamahiya melayan a ji bo malê dinê û menfeetperestî û ezûezîtiya wan de ye. Çîroka çaran di derbarê rêbiriya di Kurdistanê de û encamên wê yên di civatê de ne. Çîroka pênc û şeşan, rola pere û tamatiyê ya di mejî û hindurê însanê de nîşan didin.

Çîroka nehan, li ser meseleya Şêxî Begê mîrê Miksê û jina Mîr Şeref, Adîle Xanima (di kitêba Sînan Hakan a bi navê Xan Mehmûd de Seadet Xanim e) seroka Kela Şaxê de ye. Ev bûyer bi awakî belge di kitêba lêkolînî ya Sînan Hakan a bi navê “Xan Mehmûd” (hezar car destê birayê Sînan xweş be û em hêvîdar in ku ev awa lêkolînên wî berdewam bin) derbas dibe. Kesê bixwazin dikarin vê bûyerê bi awakî firehtir ji vê kitêbê hîn bibin.

Çîroka duwanzdehan di derbarê bûyera Hesen (Hesem) Axa û Lalîxana Goveyî de ne. Em dizanin ev serpêhatiya evîna van herdu kesên navên wan derbas dibin, li seranserê Kurdistanê belav e û tê zanîn. Bi taybetî li herêmên Serhedê ew wekî payîzok tê gotin. Malikek ji wê ku di bîra min de ye, bi van rêzan dest pê dike:



Deştika Hopê xunav e wa xunav e

Jê diderkevin cotek qazên sitûzirav e

Yekê wî Hesem Axayê min e

Ya dinê Lalîxana bejinzirav e.

Çîroka bîstûduduyan, di derbarê zulm û zordestiya kurdan a li ser file û êzîdiyan e. Çîroka sîûheştan, di derbarê esîrgirtina gerokekî kurdnas ê fransî yê di sala 1219ê koçî (1804ê zayînî) de di qesra mîrê Bazîdî de neqil dike. Di hinek çîrokan de jî ew astengên jinên kurd tê de ne, radixe ber çavan.

Tê de çîrokên li ser eşîretên wekî Rojkan, Sîpkan…Birûkiyan hene.

Belê, em li vir nikarin yek û yek li ser hemî çîrokan bisekinin. Çunkî sekinandina li ser hemiyan, hem bi hecim û hem jî bi şirovekirênên di derbarê wan de, ji çarçoveya maqalekê derdikeve. Eger ecel muhlet bide em ê van çil çîrokan wekî eslê wan û bi halê wan ê transkirîptekirî û bi ferhengokekê ve têxin ber destê xwendevanan.

Kilam, Bêrîte, Gotinên Pêşiyan…:

Yek ji wan xebatên hêja ku ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatiye kirin, berhevkirina kilam, bêrîte, gotinên pêşiyan û gelek tiştên wekî van ên edebî û folklorî ne.

Wî hem kilamên mêrxwasî û hem jî yên evîniyê ku di nav kurdan de tên gotin berhev kirine û teslîmê A. Jaba kirine û wî jî hemî van berheman ji Akademiya Zanistî ya Petersborgê re şandine.



Mem û Zîn, Yusif û Zuleyxa,

Şêxê Sen’an, Leyl û Mecnûn…:



Mele Mehmûdê Bazîdî, berhema hêja û giranbiha a Ehmedê Xanî Mem û Zînê, ya Selîmê Silêman Yusif û Zuleyxayê, ya Harisê Bedlîsî Leyl û Mecnûnê, ya Feqeyê Teyran Şêxê Sen’an, Bersîsê Abid û Qewlê Hespê Reş wekî çîrokî nivîsandiye. Pişt re A. Jaba ew derbasê li ser alfabeya latînî kirine û wergerandine fransizî û pêşgotinekê jî ji wan re nivîsandiye û ew ji Akademiya zanistî ya Petersborgê re şandine.

Ji bilî van, Mele Mehmûdê Bazîdî gelek berhemên din ên ji aliyê şairên kurd ve hatine nivîsandin, ên wekî Zembîl Firoş û gelekên din ku navên hemiyan ji aliyê me ve nayên zanîn, bi awayê çîrokî ew amade kirine û hemî jî ji aliyê A. Jaba wergera wan a fransizî hatine kirin û pişt re jî ji Akademiya Zanistî ya Petersborgê re hatine şandin.

Hemî berhemên ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine nivîsandin, ji aliyê A. Jaba ve wergera wan a fransizî hatine çêkirin. Gelek caran, Mele Mehmûdê Bazîdî jî ji bo danefehimkrina kurdiya wan, di vî warî de alîkariya wî kiriye.

Ji derveyî van hemî xebatên hêja yên ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine amade kirin, gelek berhem ji zimanê tirkî, erebî û farisî jî wergerandine li ser zimanê kurdî. Wekî Gulistana Se’diyê Şîrazî. Qasê tê gotin, wî heştêûçar çîrokên bi zimanê farisî wergerandine kurdî.

Xebata wî di warê amadekirina rêziman û hinek pirsên ziman û alfabeya kurdî de jî çêbûye û cardin wî kitêbek bi navnîşana Kitêba Mewlûda Şerîf jî nivîsandiye.

Mele Mehmûdê Bazîdî, di van xebatên xwe de nexwestiye navê xwe yê rastî bikar bîne. Tê gotin ku ev ji ber sebebê xweparastina gotegoteyê di nav xelkê de bûye. Yanî nexwestiye xelk li dîwanxaneyan û li kolanan, bêjin ku Mele Mehmûd bi kesekî nemisilman re di nav teşwîkê mesayiyê de ye û ji ber vê di wan xebatên xwe de navê wekî, “Mela Efendî, Hacî Mehmûd Efendî” bikar aniye. Gelek caran jî, wekî A. Jaba bi xwe jî dibêje, qet nav bikar neaniye.

Belê, em gelek baş û bi awakî ronî dibînin ka vî zana, rewşenbîr û alimê mezin çiqas xebat kirine û di navbera wan çend salan de çiqas berhem afirandine. Berhemên ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine amade kirin, hemî ji aliyê A. Jaba ve wergera wan a fransizî hatine çêkirin û ji piraniya wan re bi fransizî pêşgotin jî nivîsandine û wekî me got, ji Akademiya Zanistî ya Petersborgê re şandine. Gelek ji van berheman di çarçoveke teng de jî be hatine çapkirin û belav kirin. Lê gelek jê jî hene hê kesekî dest lê nedaye.

Lêkolîn û danenasîna Mele Mehmûdê Bazîdî û ew berhemên ji aliyê wî ve hatine berhev kirin, nivîsandin û wergerandin, di çarçoveya maqalekê de ne mimkun e. Beriya ez dawî li vê kurtenivîsê bînim, ez dixwazim li ser navê “Bazîdê” jî li vir çend gotinan bêjim. Di gelek ciyan de ew wek “Bayezîd” tê nivîsandin. Ev şaş e. Heta niha jî xelkê cih jê re dibêjin “Bazîd” ne “Bayezîd”. Mele Mehmûdê Bazîdî jî di berhemên xwe de “Bazîd” bikar aniye. Lê mixabin kesên ew transkirîpte kirine, cardin “Bayezîd” nivîsandine. Gerek e ev bê rastkirin.

Xala duduyan, ez hêvîdar im ku ew hemî berhemên ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine berhev kirin, nivîsandin û wergerandin, ku niha di Kitêbxaneya Akademiya Zanistî ya Petersborgê de ne û hinek jî li Fransayê ne û ew ji aliyê A. Jaba ve hatine wergerandin, bên berhev kirin û ew bi kurdiya îro û bi herfên latînî bên amade kirin û bi navê “Berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî” bên weşandin.

Daxwazek din jî ev e ku bi zûtirîn wext navê vî zanayê hêja li koçek an kolaneke Bazîdê bê dayîn, ku ew ji aliyê nifşên nû ve bê naskirin û bibe minnetdariyek ji bo ew xebatên ji alîyê wî ve hatine kirin. Ez di dawiyê de dibêjim, hezar rehmet li te be, cihê te bihûşt be û em te bi van çend rêzan, bi rêz û minnet bibîr tînin.



* * *

Ev nivîsa xwarê kurtiya pêşgotina ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji kitêba xwe ya bi navê Kitêba Tewarîxê Cedîdê Kurdistanê re hatiye nivîsandin, ew e. Ev pêşgotin, Vasiliva bi kurdeka li Yekîtiya Sovyetê ya berê daye wergerandin û ew di xebata xwe ya bi navê “Kitêba Wenda Ya Dîroka Kurdistanê” de weşandiye. Ev kurtiya wê pêşgotina Mele Mehmûdê Bazîdî bi Kurmancî û alfabeya erebî bi destê min ket û min jî bêyî ez dest bi tiştekî bidim ew transkirîpte kir. Ji bo di derbarê ew kitêba wenda de dikare agahdariyek bide me, min baş dît ku wê jî bi van çend rêz nivîsên di derbarê Mele Mehmûdê Bazîdî de ku me nivîsandin, bê weşandin.



KİTÊBA WENDA YA DÎROKA KURDİSTANÊ
(KİTÊBA TEWARÎXÊ CEDÎDÊ KURDİSTAN)
Beşê yekê: Bûyerên Ji sala 1785-1786 (1200ê koçî) heta sala 1857-1858 (1274ê koçî) li wilayeta Erziromê qewimîne.

Beşa duduyan: Bûyerên li êrdêma Rojkî, ku bajarên wê yên serekî Bedlîs û Mûş in.

Beşa sisiyan: Bûyerên êrdêma Mehmûdî, ku jê re Mehemedan dibêjin û bajarê wê yê sereke Xoşeb e.

Beşa çaran: Bi kurtî bûyerên li wilayeta Wanê qewimîne.

Beşa pêncan: Bi kurtî bûyerên li Hekarê qewimîne.

Beşa şeşan: Bûyerên li Rewandizê qewimîne.

Beşa heftan: Bûyerên Behdînan, ku bajarê wê yê sereke Amêdê ye.

Beşa heştan: Bûyerên li Botan qewimîne, ku bajarê wê yê sereke Cizîr e.

Beşa nehan: Bûyerên êrdêma Silîvan, ku bajarê wê yê sereke Bazîd e.

Beşa dehan: Bûyerên Qersê û dagîrkirina wê bi destê rûsan.

Beşa yanzdehan: Bûyerên Azerbeycanê û her wiha yên Xoyê, Tebrîzê, Yêrîvanê, Ûrmê, Meraxê û Makûyê qewimîne.

Wekî ev fêhrista navûnîşanan xwanî dike, xironîka Mele Mehmûd, wilayetên bingehîn ên bakur û nava Kurdistanê û degere sedsalê ji dîroka wan, ji sala 1785-1786ê (1200ê koçî) heta sala 1857-1858 (1274ê koçî) dane ber xwe. Bi şehadetîya A. D. Jaba, nivîskar gelek caran di dîrokê de kûr çûye, gihaye demên dûr û dirêj, mîna dema Şeref Xanê Bedlîsî[1]. Bêguman, heger destnivîsa xebata Mela Mehmûdê Bayezîdî bête dîtin, baza serkanîya dîroka kurdî, bi dokumenteke, ji dereca yekemîn tê dagirtin. Belê ji ber ku ev nivîsar heta nuha nehatîye dîtin, çapkirina vê tercumê, ku afiranerê van xêzan ji pêlên destnivîsa A. D. Jaba pêk anîye, wê gelekî rind be. Îro her ev di destê me de ye. Nuha em gotinê êdî didin Mele Mehmûdê Bayezîdî, nivîskarê pirtûka Dîroka Kurdistanê ya Nûjen.



* * *

Dîroka her miletê heye û cem her miletê çîrok hene, tê de behsa eslê wî û bûyerên giran, ku hatine serê wî û şehadetîya hebûna wî di nav miletên mayî de didin. Şeref Xanê Bedlîsî bi vê tiştî bawer bû, loma xwest dîroka miletê xwe, dîroka kurdan binivîsîne. Bi rastî jî dîroka Kurdistanê minetarê qelema wî mirovê dengdar, zana û rûmetbilind e. Şeref Xan bi eslê xwe kurd bû, ji malbatek mezin yê Bedlîsê bû. Malbata wî ji zû de li wira hukum kiribû û geh dikete bin destê farisan, geh ji ber sultanên Împaratorîya Osmanê ve dihat girêdan. Wî derheq dîroka Kurdistanê, eslê kurdan, zimanê wan, hemû mîrên ku li vî welatî hukum kirine dinvîsand. Sala 1596-97 (1005) nivîsar temam bûye û navnîşana wê “Şerefname” ye. Şeref Xan bo nutq û beyana xwe li Kurdistanê gelekî dengdar bû. Hukmê Bedlîsê û êla Rojka, hîna berî Dewleta Osmanî ava bibe destê bav û kalên wî de bû. Wan neseba (genologîya) xwe digehandin Anoşêrwanê dadmend û hukmê Bedlîsê, Axlatê (Xelatê) û qelayên êla Rojka, ji dema qeralên ermenan de, di destên wan de bû.

Ji nav hemû hakimên kurdan tenê sê reh (regez) herî kevnar in: reha hakimên Bedlîsê, reha hakimên Botan, ku eslê xwe digihînin Xalid û dawî reha hakimên Hekarê.

Mîrên Kurdistanê yên mayîn, rehên wan pir kûr naçin, belê her yek ji wan begê êla xwe ye.

Derheq eslê kurdan sê bawerî hene, kevnarîya eslê wan (kurdan) îsbat dikin. Raya yekê: dibêjin dema padşah Dehaq-Zehaq jî weko nas ederdek pê ketibû her rojê ferman dida xortekî û qîzekê bikûjin, jin û mêr ji ber zulma wî revîyan ser çiyan û nav daristanan. Li wêra xort û keç ser kêfa xwe gerîyane çawa Xwedê lê anîye, li hev civîyane. Lê ji ber mayîna li van çolan, bûnê mîna teban…

Piştî mirina Dehaq daketine deştê, cihekî bi sî û asê bijartine û lê hewrîne. Kêfa wan ji bajar û ji gundan re nedihat, çol bi wan xweştir bûn. Lê bi demê re, bi her alê ve belabûne û êlên (…) kurdan ji wan çêbûne. Êlên Heyderî, Zîlî, Hesenî û gelek êlên mayî jî, ku ji wan çêbûne, bi vî rengî bûn. Zaro û nevîyên Heyder bûn Heyderî, zaro û nevîyên Zîlo û Hesen, Zilî û Hesenî, yanê ew ji malbatên Zîlo û Hesen in.

Bi kurtî, heta dema îro nevîyên wan, ku li her derê belav bûne û cî girtine, navê bav û kalan li komeleyên xwe kirin û her çend nifş ji malbatekê bûne taifek.

Li ser qada Dewleta Osmanî ji 700 heya 800 tayîfeyê, tevî eşîr û qebîlan hene. Raya duda: li gorê Şerefnamê nivîsîye, çaxa pêxember Muhemmed (silav û aferînên Xwedê lê bin) kurdan qasidek şandine cem wî. Qasidê wan gellekî bi sar û heybet bûye: kibkibeyeke serçav bi pirç bû, şiklê wî nayab bû, mirov jê ditir- sîyan. Ne pêxember, ne jî sehabîyên (hevrêyên) wî tu carî ecêbek wa nedîbûn (…). Dîyar e Muhemmed gelekî li vî qasidî zendegirtî maye, ji wê çaxê de (…) ji nevîyên vî qasidî re gotine kurd. Ew dûrî bajar û gundan diçin, li çol û çîyan dijîn. Jimara wan bi demê re pirr bûye û bûne mîna îro hûn dibînin.

Raya sisiya: li gora vê çîroka pirrî nêzîkî rastîyê, dema Nuh, yek ji kurên Yafit piştî tufanê li cîhanê digeriya, keçek sêhirbaz dîtîye û ew mehr kirîye, zarokên wan ne mîna zarokên mayî bûne. Li çolekê xwe xewle kirine û bi tena xwe jîyane, nizanîbûne xanîyan ava bikin, di konan de dijîyan û kesê ji wan pêve zimanê wan fêm nedikir. Jimara wan pirr bûye û bi her alê ve bela bûne. Hinkan jîyana koçerî li Îranê, Turanê û Şamê cî girtin. Li wan deran jimara wan pirr û ji malbatên wan tayîfe û eşîrên ku em îro dibînin peyda bûn.

Pêşîya kurd hatine hêla Dîyarbekrê û li parêzgeha Meyafarqînê bi cî bûne. Eynî ji vê derê ew bi her alê de belav bûne, mebesta gotina kurd, miletekî kevnar e. Dîroka hebûna kurdan hê pêş dîroka zayînî ye. Semedên ku hiştine kurd ser dirêjîya sînorên Îranê, Turkîyê û li derdûra Bexdê rûnên, ev in: hemî êlên kurdan ji şeran hez dikin û ji dil û can dikevinê. Di navbera wan xwe bi xwe de jî timî dijminatî heye (…).

Di van sedsalên derbasbûyî de, ser sînorên Îran û Turkîyê, Besrê û Îraqê, di navbera sultanên Selçuqîyan, Cengîzîyan, Sefewîyan, Ebbasî û qeralên Ermenîstanê de timî şer li dar bûn (…), gelekan ji kurdan berê xwe didan wan sînoran û diketin xizmeta wan sultanan, ew ji alîkî ve mêrxasên navdar bûn, ji alê din ve jî bi hindikî razî dibûn.

Ew gîhan rûmet û merteba herî bilind, gava sultanê Împaratorîya Osmanî Silêmanê Mezin ku ajot ser Îran û Bexdê û bi navê Qanûndar tê naskirin, hemû beg û axayên êlên kurdan, yên mêrxasîya xwe deng dabûn, anîn tevî xizmeta xwe. Leqebên milkdarên xanedan û ocaxa xelîk xelatê wan kirin, yên mayî jî li gorî rûmeta her yekê qezak, kelak, bajarek, wîlayetek ya jî gundek, ji Gurcistanê heya Bexdê, Besrê û Misrê wan li ser navê wan tapu û qoçan kirin.

Piştî kurd ser dirêjîya sînorê Turkîyê û Îranê bi cî kirin, wan zûka asêgeh û kela li wan ciyan ava kirin ji bo parastina sînor û axa Osmanî ji êrîşên fars û gurcîyan. Gava Silêmanê Qanûndar vegerîyaye Sitenbolê, li gor gotinan, dîya wî jê re gotiye: “ha, kurê min, va tu vegerîya, lê gelo gurc û qizilbaş, wê êrîşan bernedin ser wilayetên te û zîyanê negehînnê?”. Sultên lê vegerandîye: “ha dayê, min dîwarekî xurt di navbera Împaratorîya Osmanî û Dewleta Gurc û îranîyan de ava kir, dijmin nema kare tu zîyanê bike”. “Çawa te karîbû dîwarekî ewqas dirêj ava bikî?”. Sultên vegerandîye: “Dayê, min ew li goşt û xwînê ava kir. Min hukmê wan herêman da destê êlên kurdan, min ew ji Gurcistanê heta Bexdê, Besrê û Şarezorê di rêzekî de mîna asêgehekê, danîn. Dijmin nema kare ji wan derbas be, têkeve dewleta Îslamê”.

Bi rastî jî, ev rewşa han demek dirêj mîna xwe ma, lê paşê hat guhertin. Belê nuha jî, hem kurd bîhna êrîş û şeran li derekê hilînin nikarin xwe bigrin (…).

Zimanê kurdan. Zimanê li Kurdistanê pê dixwînin û dinivîsînin yek e, forma wî a gotinan yek e û alîfbêya wî heye. Lê di zimanê devkî de çar zarav tên dîtin. Zaravê pêşîn, zaravê Rawendî yê kurdên Çeldêranê, Qersê, Bayezîdê, Mûşê, Bedlîsê û Wanê ye. Zimanê re’ayiyên kurdan yên li Xarputê, Dîyarbekrê, Mêrdînê û hawirdora wê heta Erziromê dijîn, ser vê zaravê tê hesab kirin. Êlên koçeran yên giran li van herêmên me gotî, mîna: Zîlan, Heyderan, Cîmadînan, Keskan, Savîdanan, Meman, Celalîyan, Cûnakanan, Hesenan, Cibran, Sîpkan, Eltoran, Birokan, Şikakan, Şawîyan, Şikeftalû, Erbanan, Baravîyan, Şillan û êlên kurdan yên mayî, mezin û biçûk, koçer û bajarî (mederî), li dora Qersê, Çeldiranê, Yêrîvanê, Wanê, Mûşê, Dîyarbekrê, Xarpûtê, ew jî hemû bi zaravê rawendî dipeyîvin.

Zaravê dudan: zaravê li wilayetên Hekarî, Mehmûdî, Şêrwanî, Botanî, Hêzanî, Muksî, Sipayêrtî, Şinoyî, Somayî, Biradostî, Şemdînanî û Bikartî. Êlên Mizûrî, Zêbarî û Herkî jî bi zaravayê Hekarî dipeyîvin. Hemû pirtûk û şiirên kurdî bi vî zimanî rivîsandîne, belê ferqa vî zaravî bi xwe ji zaravê Rawendî hindik e.

Zaravê sisiya yê Sulêmanî ye. Ev zimanê êlên Baban, Bilbas, Zerzan û Şukrîyan e, ku li nêzîkî Silêmanî û Şarezorê rûdinin. Ew jî ji zaravên mayî bi derecek wekhev ferq dike.

Zaravê çara zaravê Zaza ye, ew jî zimanekî Kurdî ye. Ji êla Ducik re dibêjin Êla Zaza. Ew li êrdimên, ji qeza Tercanê (bi Erziromê ve girêdayî ye) û heya Dêrsimê û Çiyayê Acî rûdinin. Zaravê wê êlê gelekî dûr bûye ji yên mayîn. Tu eşîrên dinê (…) wesa li tevaya Kurdistanê nîn in. Kurd wan gundî (şûnmayî) hesab dikin. Ew bi zaravê Hekarî dinivîsînin lê bi zaravê xwe dipeyivin, belê gotina ji zaravên kurdî yên mayî tevê dikin. Çiqas ev zarav cuda be jî, ji zimanê kurdî cuda nabe.

Çendî ku ev çar zarav ji hev cuda ne jî, nûnerên tayîfên cuda karin her yek bi zaravê xwe bipeyive û ji hev fêm bikin, çimkî bingeha van zaravan yek e, nan, av, herin, werin, patin, sitandin û gelek gotinên wanî mayî jî weko hev in û ji rehekê ne. Loma ferqa van çar zaravan ji hev tenê di ferqa nav peyvan de xwanê dibe. Lê belê zimanê êla Baban gelekî ji zimanê Zazan dûr e. Zaravên mayî mîna zaravê Hekarî, gelekî nêzîkî Rawendî ne. Bi zorê ferqa wan xwanê dike: ji ser gotinî yek ya du gotin ne mîna hev tên dîtin.

Mîr, paşa û axayên kurdan hebûn, bi eslê xwe her yek ji êla xwe bû. Paşalikên wan tunebûn, jimara senceqên wan tenê çarpêncek bûn: Diyarbekir, Wan, Mûş, Behdînan, Şarezor û Bayezîd bûn. Hemû qeza û êrdimên mayîn, beylik bûn.

Di nava koçeran de beg tunebûn, axayê wan hebûn. Belê Têmûrê Milî ji êla Êla Milan a koçer, giha paşatîyê û demek dirêj hukmê hawirdora Urfayê (Ruhayê) bi temamî di destê wî de bû, leqeba wî jî îsyanbaşî bû. Ji wê çaxê de ew heya îro ji wî pêve paşakî kurdên koçer tunebûye. Kurdên Azerbêcanê yên koçer, li gorî Şerefnamê, ji Kurdistanê hatine, her hesa ji wilayeta Loristanê ne, ku navê Lorî Bûzûrk (Lorê Mezin) û Lorî Kûçûk (Lorê Biçûk) lê dikin. Di wê nivîsara me gotê de, bi firehî behsa vî tiştî dibe. Çend eşîrên kurdan yên Goran li Îranê, Erebîstanê, hawirdorên Sîwasê, Mêrdînê û Agînayê hene. Yên herî giran jê ev eşîr in: Reşwan, Milan, Adrîk û Afşar. Her êlek ji wan nêzîkî 15 hezar male. Ji wan pêve, tayîfene biçûk hene mîna mirdêsyan, Axçî-Kaşlo, Sîçarîka, Hêrozî, Şadlî û gelek din.

Xeyset û adetên hemû êlên kurdan ne mîna hev in, nexasim kurdên Dêrsimê, ku bi mezhebê xwe Qizilbaş û Elewî ne, cuda ne. Kurdên li herêmên nêzîkî sînor, ji Qersê û Çaldiranê heya Diyarbekrê, Mûsilê, Şarezorê û Bexdayê dimînin -bajarî jî, koçer jî- hemû li ser mezhebê Şafiî ne û tu mezhebên din cara nas nekirine. Ev kurdan hemû ji yek tayîfe kevnar çêbûne, ev tayîfe li gor pirtûka Rewzet Essefa û hin xironîkên mayî jî, piştî tufanê peyda bûne. Destpêkê hindik bûne, lê bi demê re jimara wê gelekî pirr bûye.

Ji mêj ve kurd tevê xizmeta pirr hakiman bûne û di şerên dijî ermen û gurcan de, erdên wan distendin, ew erdana nuha (…) bûne perçene ji erdê Kurdistanê. Ji çaxên Melikan de[2], gelek ji kurdan xwestine serbixwe bin, ne di bin hukmê tu kesî de bin û ferz dikirin xutba înê bi navê wan were xwendin. Di şerên turk û farsan de kurdan, weko di Şerefnameyê de hatîye xwanîkirin, serbestîyek tam pêşan dane û her dem xwe dane alîyê zordaran.

Şeref Xan mirovekî gelekî dengdar û rûmetbilind bûye, demekê xizmeta şahên farisan ji malbata Sefewî kiriye û mala xwe anîye Îranê[3](3). Demekê li Qezwîn û li Xorasanê jîya ye. Merdîya hukumeta Osmanî jê re hiştîye ew ji nû ve vegere bajarê xwe yê eslî, Bedlîsê. Weko di Şerefnameyê de hatîye, rûmeta Şeref Xan li nik hakimên turkan jî, farisan jî, gelekî bilind bû. Ew di nav kurdan gelekî dengdar e, xebata wî ya dîrokê Şerefname li cem kurdan li temamîya cîhanê jî gelekî giranbûha ye. Ew pirtûk nadir e, wî zemanî 1500 qiruş tê didan tev wa jî peydakirina wê zor bû, çimkî nivîsarên dîrokê yên afiranerên tirk, ereb û farisan pirr in, lê dîrokeke kurdan yê din tuneye. Loma jî Şerefname ewqas nadir û giranbûha ye.

Kurdên gundî, her wesa hemû eşîr û qebîlên li herêmên Mûş û Bedlîsê rûdinin, navê Rojka hilanîne, ji eşîrên Mehmûdkî re dibêjin Şikaka,

ji bajarîyên êrdima Cizîrê re, Botan û ji koçerên wê re Rawendî dibêjin. Ji kurdên Hekarê hemîyan re dibêjin koçer û ji eşîr û bajarîyên wilayatên Amêdî û Akreyê re dibêjin Behdînan.

Navê Bayezîdê pêşîyê wekî din bû. Pêşîya pêş ev bajar mîna Alaşgêra kevnar bibîr anîne. Wekî di Şerefnameyê de hatîye gotin, êla Pazûkî li wira dijîya û geh diket bin hukmê Tirkiyê, geh bin hukmê Îranê. Derengtir, çaxa Osmanîyan, Sultan Murad Xan dema sitandina Yerîvanê, ji bajarê Bayezîdê ajotîye ser farsan. Mirovekî bi navê Evdî Beg bi eslê xwe ji Merwanîyên Meyafarqînê bûye, ji Diyarbekirê, digel çend malbatên Silîvanî hatîye tevî xizmeta Sultan Murad bûye. Di şerê nêzîkî Yerîvanê de mêranîya nîşan daye û celalet Sultan Murad bajarên Bayezîdê, Alaşgirê, Mîlwe û hawirdorên wan bi yurtlik û ocaxlik xelatê Evdî Beg û Êla Silîvan kirîye. Wan li wir kela û gund ava kirine, li wira mane û navê Bayezîd û qezayên wê bûye Silîvanî, ser navê êlê.

Di Şerefnamê de behsa Bayezîdê û hakimên wê êla Silîvan nebûye. Ev bûyerên demek derengtirîn û ew di vê “Dîroka Dema Nûjen” de hatine nivîsandin, gava behsa wan wilayetên me gotî dibe û behsa parvebûna êlên kurdan ên mezin û peydabûna qebîlên biçûk, ku navê hina ji wan di Şerefnameyê de hatine.

Lêkolîna dîroka her qebîlekê helbet zor e, ewê nivîsara me bêhawe mezin bike, lê belê, min navnîşana (lîsta) êl û qebîlan danîye. Em karin êlên kurdan ên li ser axa Osmanî dijîn, bi sê tayîfan ve girê bidin: Milî, Zilî û Sîpkî, hemû eşîr û qebîlên mayîn ji wan derketine. Di her tayîfekê de bi sedan qebîle hene, navên wan di tayîfê de nas in, çawa di qebîlê de jî nas e, bê ew ji kîjan tayîfê ne. Gava şer di nav du tayîfan de vêdikeve, qebîlên biçûk mecbur in tevde bibin yek, alê tayîfa xwe bikin û tevê wê di şera kevin.

Êlên koçer ku li ser axa Îranê dijîn, Goranî ne. Qebîlên wan pirr in, mîna: Kurasînî, Seravî, Xelîlî, Afşarî, Beyatî, Heyderî, Alacînî, Çobankarî û hindekên din. Piranîya wan bi tirkî dipeyîvin, weko li nav kurdên Îranê bûye adet.

Piranîya wan bûne eşîr û xeyset, û adetên kurdan diparêzin. Hin ji wan xwedan zevî û gundî ne, yên mayî jî koçerîyê dikin.

Li Hekarî sê êlên giran hene, ji bajarî û koçeran pêk tên. Her êlek nêzîkî 15 hezar malê ye. Navê van êlan: Hertûşî, Xanî û Pinyanişî ne. Bilî ji wan hê çend qebîlê din li vê herêmê dijîn.

Li herêma Botanê pênc eşîrên giran hene: Dîrşahî, Hecî ‘Elî, Şîrî, Alakî, Dudêrî, piranîya wan xeymenişîn in(koçer in). Gelek qebîlên ne mezin jî li wê derê rûdinin.

Li Amêdîyê sê eşîrên giran hene: Zêbarî, Mizûrî, Herkî û di her eşîrê de degera 12 hezar malî hene, her wesa gelek qebîlên biçûk jî.

Li Diyarbekirê sê eşîrên giran hene: Milî, Qereçûrî, Silîvî, di her eşîrê de bêtirî 15 hezar malî hene. Êlên biçûk li wê derê, heya tu bibêjî, pirr in.

Li Wanê du eşîrên giran: Şikakî û Şikaftî û gelek qebîlên biçûk, hene.

Li Mûşê û Bedlîsê du eşîrên giran: Hesenan, Cibran[4] û gelek qebîlên mezin, hene.

Li Bayezîdê çar eşîrên mezin: Zîlan, Celalîyan, Heyderan, Sîpkan û bêtirê 300 qebîlên mezin rûdinin.

Li Erziromê eşîr caran tunebûne. Heger li gundên wê derê çend malbatên kurdan hebin jî, wê mehkûm bin, ji êlekê revyabin wê derê û mabin.

Kurdên êla Ducikî sê eşîrên giran in: Qureyşî, Belebanî, Cîhanbegî. Gelek qebîlên biçûk ser wan tên hesêb.

Li Qersê timî eşîra Hesenan tenê jîyaye, ev eşîr degera 400 malî ye.

Li herêma Soran ev çar eşîrên giran hene: Zîrkî, Şukrî, Baban û Bilbas. Rûmeta wan di nav êlên mayî de bilind e û bi mêrxasîyê hatine nasîn. Her êlek ji wan heya 20 hezar malî ye, xwedîtîyê dikin li hespên esîl (reha) turkmanî. Şêrên wan bejin bilind in, zirzan li xwe dikin, gelekî mêrxas in û durifên wan bi kurdên van êrdiman nakeve. Li gorê gotinên mezinan, ev êlana nevîyên wan pêlewanên mêrxasên kevnar in, bi rastî jî gelekî di durifê wan de ne (…) heya nuha ew çekên mîna berê bi fitîl hiltînin tu çekên teqandinê yên mayî cem wan tune ne. Hemû bi rim û şûr in û hemû riyên xwe berdidin (…).

Şarezor li ser sînorê wilayetên Tebrîz û Kermanşahê ye. Ev wilayetana û çend kela û qezayên din, ku berê bi Hekarê ve girêdayî bûn, ketin bin destên farisan. Wan ev herêm ji tirkên pozlijor (qurre) sitandin, ji bo sînorên xwe serrast bikin. Cîyên dinê weko: Sine, Seqiz, Şino, Saxbûlag (Sawûcbulag), Şemdînan, Bane, Balak, Serdeşt, Çalê, Somayî, Biradost û dîrok heya nûha xirecir (hucet) ser wan çêdibe. Zaravê van deran Hekarî ye, ev zaravan li gelek qeza û cîyên bi Bexdê ve girêdayî jî bikar tê, mîna qeza Kerkûkê, Erbîl, Altun-koprî, Zohab, Xoşnav (Oşnû) û Rewandizê. Xelkê van herêman kurd in, bi zaravê Hekarî dipeyivin, lê di zimanê wan de ferqek mezên heye.

Li Kurdistanê degera 70 hezar malên re’yayên ermen, 15 hezar malên nestûrîyan (asûrîyan) û 200 malên cihûyan hene.

Re’ayên[5] Kurdistanê bi kurmancî depeyivin. Ew mêrxas û çekdar in. Ew mêrê şeran in, karin li ber kurdan rabin û bisekinin jî.

Di nav kurdan de êzîdî hene. Şeytên diparêzin, ew rojîyê zanin, ne nimêjê, vexwarina areqîyê cem wan ne heram e, loma çi gava lê tê vedixwin. Lê sunet kirin cem wan heye, bi mêrxasîya xwe li pêş kurdên mayî ne. Zimanê wan kurdî ye, tu ferqa wî tuneye. Êzîdî tenê bi ola xwe ferq dikin. Cem êzîdîyan qewal

û pîr û şêx hene, lê kesê ji wan nizane bixwîne, ne binivîsîne. Ne cara pirtûkên wan hebûne û ne jî nivîsandina wan hebûye, wesîteya wan a dan û sitanadinê tenê zimanê devkî ye. Dibêjin êzîdî ji reha Yezîd Îbn Merwan in, ewê ku nifira malbata Muhemmed -aştîya Xwedê lê be- ji ber kuştina Huseyn, lê ketîye.

Kuştina mirovê êzîdî cem kurdan ne guneh e û her carê gava rê dikevê kurdên musulman, êzîdîyan dikujin û jinên wan ji xwe re dikin carî. Ew ji dikanên qesabî yên êzîdîyan goşt nakirin, çimkî êzîdîyan murted dihesibînin.

Jimara tayîfeya êzîdîyan gelekî pirr e. Eşîrên wanî li wilayeta Bayezîdê ev in: Husênî, Şasakî, Çux-reşî, Kel-sorî, Kele-reşî, Huwêdî, Şixayilî, Kilêrî, Remûşî, Kazanî û Dehsinî. Li wilayetên Wanê û Mehmûdî ev êlên êzîdîyan dijîn: Baravî, Reşî, Şendakî, Başemî, Şenda-sorî, Kurtakî, Darkazînî, Botekî û Hûrî. Li Mûşê û Bedlîsê ev tayîfên êzîdîyan dijîn: Çakoyî, Avokî, Akûsînî, û Bellî.

Ji bil van tayîfên êzîdîyan ê me gotin, êlên Êzdîxan jî hene, nêzîkî 15 hezar malî ne. Navbera Mûsil û Cizîrê, di Çiyayê Şengalê de dijîn, bêtirî 300 şênî û gundên wan li wira hene. Wana demek dirêj serê xwe danexistin lê dawî (…) teslîm bûn. Pîr, şêx û qewalên êzîdîyan û her wesa hakimên wan jî hebû bi eslê xwe ji çiyayê Şengalê ne.

Di Şerefnameyê de, navê van wilayet û bajarên mezin hatine: Gurcistan, Azerbêcan, Xorasan, Loristan, Şarezor, Baban, Şino, Behdînan, Botan, Iraqa Erebîstan, Baxda, Diyarbekir, Bişêrî, Hekar, Muksê, Şêrwan, Xerza, Hêzan, Kufra, İspayêrd (Sipayêrd), Bedlîs, Mûş, Wan, Silîvan yan Bayezîd, Erzirom, Qers û Çeldêran. Afiranerê Şerefnameyê dîroka hemû eşîr û qebîlên wan wilayetan dinivîsîne, bê kokên wan digihên ku, nevîyên wan kî ne, hakim û axayên wan rêz dike û xwanê dike, bê hukmê her yekê çawa bû û heya çi derecê bû, paşê digihê heya behsa hakimên Palo, Egîna û Mêrdînê jî dike. Di pirtûkê de behsa hakimên din jî bûye, mîna: Cengêzî, Selçuqî, Tîmûr Gurgan, Sefewî, Ak-koyunlû, Qerekoyunlû, qeralên Ermenistanê, Ebbasî, Eyyûbî, sultanên turkman û Ozbêka, Şah Tohmasb û dînastîya Osmanî. Şerefxan, behsa hin bûyerên di gundên van hakiman de qewmîne û şer û cengên wan dike.

Afiranerê Şerefnameyê ji rehek pak û şerîf e (merd e). Mezel û gora Şeref Xan li bajarê Bedlîsê ye. Piranîya mal ê xwe, Şeref Xan li xelat û comerdîyan da, mizgeftek mezin û medresek ava kirin. Nûha jî nevîyên vê malbatê li wira dijîn, lê tu hukim di destê wan de nîne, ew ser nefeqa hindika ji tîmarê dighê wan, dijîn.

Rojekê ji rojan rûmeta vê malbata hêja (comerde), li ba sultanên tirkan û şahên farisan jî mezin bû. Şeref Xan bi xwe demekê di xizmeta Sahib-Qiran[6] de maye, bi malê ve demekê li bajarê paytextê Qezwînê û li Xorasanê jîya ye. Di dawîya pirtûka xwe de bi serbilindî û kêfxweşî mikur tê, ku bi zarokên şahan re xwendîye.

Bi vî rengî, afiranerê Şerefnamê berî giş dixwest dîroka kurdan, kokê (eslê) wan binivîse, behsa hin êlên cuda jî bi fireh bike. Nûçeyên din jî hene behsa sultan û qeralên berê û sultanên osmanî jî tev wan, di nav peyvê de, carna dibe. Naveroka (têma) nivîsarê a rastî, dîroka tayîfên kurdî ne. Tevî ku di nava kurdan de zanyarên dengdar, şêxên xwedî rûmet û şaîrên mezin jî hene, ku mîna nivîsarên ereb û fars, nivîsarên pexşan û afirandinên ilmî (zanistî) şiiran danîne, şiir û dîwanên[7] rengareng ristine, belê heta îro li Kurdistanê pirtûkek din mîna Şerefnamê nehatîye nivîsan- din. Derheqa bûyerên dîrokê tenê sitran û çîrok çêbûne û kurd bi dengê bilind wan dibêjin.

Bi rastî, ev nivîsara dîrokê ya yekî ye ku cîyê sereke tê de ji kurdan re terxan bûye. Ew bi farsî hatîye nivîsandin û dûre yekî ji xelkê Bedlîsê wergerandîye zimanê tirkî. Wergera tirkî ji xironîka Şeref Xan re bi zimanekî tekûz pêkhatîye, ew bi xwe kitêbek dîrokî ye, hêja ye. Ev kitêb gelekî degme ye (nadir e), tenê du-sê êksimplarê wê hene.

Ji sisîya yek ji wan mîr û malmezin û axîyên tayîfe û eşîr û qebîlên kurdan ê li jorê hatine rêzkirin, hakimê koçeran bû (xeymennişînan) û yên mayîn ser bajarîyan, xwedîyên kela, qeza û gundên bi tapo û qoçanên deryîyê bilind ser navê wan muhur bûne, hukim dikirin. Evana maldarên edîb in, mirovên dilsoz û hêja ne. Kêm caran diqewime, ku tayîfên bajarîyan (…) li talanan xin, pirrê caran koçer van karên nebaş dikin.

Kurdên musilman, yên bajêrî, musilmanên baş in. Li nav wan ulema (zanyar), zana û mêrxwas hene.

Weko di Şerefnamê de jî hatîye, êlên kurdan gelekî qedrê serokên xwe digrin û parvekirina ser qat û çînan diparêzin. Ew heta dawî di bin emrê wî de ne (serokê xwe), jê re guhdar in, tiştekî bê wî nakin û gotina wî li erdê nadin. Kurd bi xurtî adetên mêvandariyê diparêzin. Tevî ku, ew bi xwe carna ser xêra ermenan dijîn û fêydê ji wan dibînin jî, lê borcê mêvandarîyê ji dil û can bicî tînin û kêfxweşîya xwe dîyar dikin.

Ew (kurd) ji zimanê xweşî û cirra nerm hez dikin, mîna metelok dibêjin: ji bo afyetekê deh tas av vedixwin, ji bo bişirandinekê hezar xizmetan dikin.

Tayîfên kurdan bi çavnebar li hev dinêrin û kurdên Îranê çavnebarîya kurdên Osmanî dikin. Belê hema dijminekî biyanî xwanê dibe, hemû dijî wî dibin yek. Lê gava ew xwe bi xwe pev diçin, dawîya tifaq û yekîtiyê ye. Herkes li alîyê tayîfa xwe disekine û helbet mecbûr dibin xayîntîyê bikin, camêrî û mêvandarîyê jibîr bikin.

Heger fermanek ji jor de bê yekî wan (kurd be) bi eslê xwe nizim, bike serokê êla wan, ew (kurd) wî qebûl nakin û bi her hawî wê berdin wî lê eger hakimê wan bibe mirovekî biyanî, ewê gorra wî bikin û li ber wî ranabin, bere çiqas kêm be û bêrûmet be jî -weko ermenan- ne xem e.

Hevalbendên kurdan hene dibêjine wan şûrkêş. Navên wan ji navên eşîrên wanî, ku ew jê derketine, tên. Heger şer di navbera wan û eşîrek din de vêkeve, hemû eşîrên tayîfa wan radibin, pişta wan digrin, ya dijmin vedigerênin ya jî herdu alîyan li hev tînin û dijminatîyê disekinînin. Binêrin bê timî çawa dibe. Alîyê gunehkar gava pêş davêje. Gunehkar diçe mala alîyê din, ya mala nabênçî û bi nermî û zimanê xweş recê dike û piştî lihevhatinê dijminatî namîne. Erdên çandî û gundîyên Kurdistanê, ku heta îro di destê kurdan de ne, heqê milk û xwedîtîya wan weko mîratê bavê, ji bav digihîje kur. Ne hukumet ne jî hakim, nikarin doza wan bikin. Hemîyan serbest genimên xwe diçandin, dexlê xwe diçînin, kesî bac nedida.

Tenê mirovê ne musilman, bacek bi navê “zekatê” didan xizanan. Ev bac ji bexçan jî dibirin. Ji ber ku bav û kalên van tayîfan bi zora çekan di şeran de, ev ax û milk ji ermen û gurcan sitandine, ew (êlên kurdan)[8](8) bacê distînin, li gor peyvên wan ev qaçor dewsa xwîna bav û kalên wan e.

Berê hukmê Sultan Mehmûd, li Kurdistanê ne yek pere jî qaçor nedidan sultanên Osmanîyan. Li hin derna ji neçarî qaçor didan, çunkê, beg û axên wan biçûk bûn. Dergehê Bilind (Babê ‘Alî) tu carê qaçor û salyan ji wilayetên Kurdistanê nesitandine. Heta roja îro li Kurdistanê ‘oşran (dehekan) û salyanê nadin û suxrê nakin. Pereyên ji walîyik û biyêylikan dihatin, diketin xezna dewletê. Sultan beraata hukmê qezê (senceqê) didan yekê ji nevîyên milkdarên kevnar yên wê senceqê.

Dema hukimetê xar dibirin ser gawiran, beg û mîr û xelkê Kurdistanê bi temamê -bê ku tu meaş û tu erzaqê bixwazin- beşdarî êrîşa sultan dibûn. Bi bîna fereh zehmetîyên şer dikişandin û ji dil û can bi siwarî nobetê li cîyên herî zehmet dikirin, ev wezîfe tenê kar û barê kurdan bû. Gava şer disekinî û esker vedgerîya, sultan bi xwe ya sereskerê wî desteyên mîr û began rêz dikirin û lê dinêrî. Bi her hawî razîbûna xwe xwanî dikir, kincên giran li gorî rûmet û merteba her yekê, xelatê wan dikirin û perwayîyên payedar dida wan mîna rezamendîya berza melekî.

Sitendina xelat û dîyarîyan ji mêrên kurdan qedexe ye. Hatinên fermî li Kurdistanê, heta vê dema dawî ji serok, beg û axayên wan (yên kurdan) û xwedîyên milkan re bû. Her salê reyîyê du parê ‘oşrê û sed pere didan axayê xwe. Mehkûmê ji Îranê yan ji Turkiyê direvîyan û xwe li Kurdistanê vedişartin, li wira ji xwe re pişt didît. Kurdan pere bêş dikirin û bi her hawî dixwestin wî fik bikin. Ew kurdên ser sînor dijîyan, caran fêda xwe ji hevkarîya bi farisan re didîtin û diçûn alîyê wan. Sultanên Osmanîyan paşê gunehê van mehkuman jibîr dikirin li wan dibûhirîn. Carna êlek kurd bi temamî direvîya Îranê, demekê di xizmeta şahan de, di nava merdî û qencîyên wan de dima û paşê vedgerîya welêt. Di Şerefnamê de jî behsa bûyerên wesa hatîye kirin.

Pirr cara kurdên Turkiyê qîzê kurdên Îranê ji xwe re dixwazin û qîzên xwe dewsa wan didin. Mehrên ji vî rengî, di nav mîran û qîzên malmezinan de, tên birîn. Ne pirr zû de Mîrza ‘Ebbas xûşka Yehya Begê, ji malbata Çarî Beg a dengdar, li Hekarê, xwest û ji xwe re anî. Xûşka wî a duda bû jina kurê Mîrza ‘Ebas, Mihemed Mîrzayê, ku paşê bû Şahê Îranê. Vê mervantîya zewacê hişt Yehya Beg têkeve bin hukmê farisan, Kela Çaro û temamîya wilayeta xwe sipart eskerê wan. Leqeba Xan xelatê wî kirin û navê wî bû Yehya Xan. Wî li Îranê gelekî deng da û rûmeta wî cem hemîyan bilind bû.

Ji nêrîna pêşî, kurt sert û nezan xwanî dikin. Belê tevê wa ew di kar û barên dinê de jêhatî ne û zanin çawa întirêsên xwe biparêzên. Di danûsitandina xêrê de, kurd bi farsan gelekî nerm in û dema gerek be bi ewropî û nûnerên miletên mayî re jî, karin xweş derbaz kin. Ew kurd ne wa şûnmayî ne weko Osmanîyan. Li gorê demê û rewşê dikevin bin kumê hinekan, bi wan re li hev dikin û heger di xizmeta hakimekî biyanî xurt de bin, erka xwe bi serûber dikin.

Çaxên berê, gava di navbera Osmanîyan û farisan de şer vêdiket, herdu alîyan ji bo çavnêrîya asêgehên dijmin pêşîn, kurd bikar tanîn. Ew (kurd) hunerê şeran zanin, ji xarên şevê re jêhatî ye, çimkî di navbera wan xwe bi xwe de dijminatî ebedî ye. Şev û roj di şeran de ne, xwînî ne û timî li xerîbîyan digerin. Ew hosta ne di hilanîna çekan û siwarîyê de. Ne jê têr dibin û ne diwestin, mîna miletên mayî.

Rê ne dinê jiyanê, ku ji kurdan re hem kar bin û hem jî lîstik û şahî bin, nîn in. Gava demekê ji neçarî bêkar rûdinên, wê saetê jî çend hevalan ji xwe re dibînin(…). Jêhatîbûna wan di hunerê şer û hostaya hilanîn û bikaranîna çekan de, ji rewşa jîyana wan tê. Mewhîya tek û serbilindîya tek ji kurdan re, şer û êşîr in.

Ji alîyê jinan ve, adetên kurdan mîna yên ewropîya ne. Ew jin û keçên xwe venaşêrin. Jinên kurdan serbest derdikevin her derê û ji ber kesê narevin. Mêr kude herin, jin didin pê wan û di şeran de alîkarîya peyên xwe dikin, çekan hiltînin tevê şer dibin.

Du kêmasî di nav kurdan de tu carî bela nebûye: serxweşî û bênamûsî. Belê danûsitandina rojane bi turkan re hiştîye ev herdu kêmasî li hin wilayetan bela bibin. Piranîya kurdan ji van qebhetan dûr direvin, tevê ku ji curmên mayî re, mîna (…) talan kirin û çetetîyê, hazirin. Ev curm cem wan rojane ne. Lê hema mehkûmek xwe dexîlê kurdekî bike, ew ê malê xwe giştî ji bo alîkarîya dexîlê xwe bike qurban û heta jê bê alîkarîyê dike.

Afiranerê Şerefnameyê ev xeysetên kurdanî bilind hemû nivîsîne. Xwendinek bi lez ji vê kitêbê re, mirov bi sincên (exlaqên) kurdanî bilind. Bi firehbûna welatê wan, bi hukim û dîroka hevraza wan mîrên, ku rojekê ji rojan gelekî bi hêz bûn, tevî kurd nûha qels û bêfam in, dide naskirin. Belê hîna jî gelek êlên kurdan dewletekê ava bikin, hemû wilayet û malbatên mezin û miletê wan deran di çerçeva wê de bin.

Gelek zanyar û hozan bawerin: heger kurd, mîna miletên mayî, yekbûna û serê xwe ji hev re daxistana, wê karibana dewlet ava kiriban û serxwebûna xwe eşkere bikirana. Belê evî, ku eslê van êlan yeke timî jî bê tifaqin. Ji ber vê bêtifaqîyê kurd li Turkyê û Îranê û wilayetên mayî bela-wela bûne, xizmeta hakimên wan deran dikin û serê xwe ji wan re dadixin. Evî wesa jî, heger hemû êl dest bidin hev -ev bi xwe gavek ne biçûk e- bêguman, wê têra dewletekê xelk û hemwelatî hebin.

Ji çaxa melikan[9] de, gelek ji kurdan bi serê xwe hukim dikirin, mîna Melek Tahir û Bedreddîn Qere Yûsif, ku navên wan di Şerefnameyê de hatine. Hakimên Kurdistanê ferman didan, xutbe bi navê wan were xwendin û heya van demên dawî xwe hakimên serbixwe hesab dikirin. Wan bi serê xwe hukim dikirin û fermanên xwe bê muhra turkan bela dikirin, mîna paşayên Erziromê, Wanê û Qersê.

Beg ya axayê li ciyekî, li qezayên senceqekê ji senceqan dima, salê carekê hespek du hesp xelatê walîyê wê senceqê dikirin. Walî jî ji alê xwe, xelatek giran li gorê rûmeta wî begî ya axayî xelat, bi zabitekî xwe re dişand. Berî hatina wî zabitî, beg eşîra xwe giş, siwarî navmalê, dicivandin û bi hele-hopek mezin diçû pêrgî wî, da xelata giran wergire û bi serbilindî li xwe ke. Zabit çend rojan mêvanê ezîz dima, paşê ew bi rûmetek mezin bi rê dixistin û hespekî baş dîyarî wî dikirin û perene ji bo xercîya rê didan wî.

Gava şerek vêdiket, walîyê senceqê name ji begê herêma xwe re dinivîsand, çekdar jê dixwestin. Beg jî li gorî dîtina xwe, ya ew tevî peyên xwe diçû şer, ya jî baş-begek tevî şervanan dişand xizmeta walî. Lê gava beg nexwesta tew guh nedida fermana walî û peyakî xwe jî nedişand. Xweserî û bêemrîya mîr û begên Kurdistanê gihan dereceke wisan, ku hinek êrîş ber didan hinekên mayî ji herêma xwe, welat talan dikirin û hev dikuştin. Paşayên senceqan qet li pêş wan ne disekinîn û îşê xwe ji tiştekî nedianî. Pirr caran hakimên kurd yên Erziromê, Wanê, Mûşê, Bayezîdê, Hekarê û qezayên Kurdistanê yên mayî, li ber hukmê paşê radibûn, serê xwe hildidan, bi dijminatî êrîşê hev dikirin dibû şer. Paşê begek ji cîranan diket nav wan, ew hêmin dikirin û li hev dianîn.

Em li ser şer û gelacîyên wesa di vê pirtûka xwe ya nû ya dîroka Kurdistanê de, ya nûjen, bi firehî sekinîne. Li vira di pêşgotinê de, em bi kurtî peyivîne, ji bo xwendevan fikrekê hilînin. Tayîfên kurdan heta dawîya hukmê sultan Mehmûd bi serê xwe bûne. Celalet Sultan êlên kurdan kirin bin emrê xwe û ew mecbûr kirin qaçoran bidin xeznê. Tenê kurdên Dêrsimê û Êla Ducîkî serî danexistin. Ew geh paşde diçûn li ber hêza esker û geh radibûn ji nû ve serê xwe hil didan. Bi xwe ji kurdan re adet e, li ber zorê serî dadixin û gava ji wan re fersendek baş tê, ji nû ve serê xwe radikin.

Kurd berevajî miletên mayî, hesabê dawîya pirsan nakin, ji bo armanca xwe bicî bînin her tiştî dikin. Timî karê wan ev e, eynî zanibin dawî xerab e jî. Nizanim gelo ev ji eşîmî ye, gelo mêranî ye, ya ji ber ku natirsin. Mirov bi tebîeta xwe ji mirinê ditirsin, lê kurd di şeran de tu hesabê jê re nakin. Ew hez dikin di meydana şer de bên kuştin, ne ku mirina xwedê bimrin. Kurd ser mirovê di şer de tê kuştin nagirîn, di nerîna wan de mirina wî mirinek hêja ye.

Gava xortek di şer de tê kuştin, yan mirina Xwedê dimre, qîzên kurdan mîna hawê ereban, bi zimanê kurmancî distirên (davêjin ser wî). Cem kurdan adeta dayîna nanekî heye. Mîna cem ewropîyan. Ew cilan davêjin ser pişta hespê xortê kuştî û seleha wî jî datînin ser pişta hesp û li pişt darbesta wî dajon. Bi hele-hopek mezin mirîyê xwe didin gorê, xwedî û mirov ji serîyan heta lingan reş li wan e, nîşana şînê ye. Hin xanimên meriv, xûşk û dotmamên mirî, qîz û bûkên ciwan, gulîyên xwe dibirin û datînin ser gora wî.

Kurd bê hesab zalim bûn. Heger karwanek yan kerîyek ji qezak biçûya qezake din, begê wî ciyê mirovek dişand, da risûmatên rê û derbazbûnê bistîne û bi navê bac û gumrikê çi bixwesta distandin. Ji bilî wê, axayên kurdên koçer jî, ku li wê navçeyê diman, xelkê xwe dişandin ser wî karwanê ya kerîyê û gumrikek din ji wan distandin.

Êlên koçeran zorê li re’îyê û li xelkê wilayetên Kurdistanê dikin, gelek zîyanê digihînin wan. Mirov kare bêje, axayê kurd di qeza xwe de mîna walî ye. Berê hakimê wilayetê nikarîbûn vê zulm û zorê ji ser xelkê rake. Lê nuha hêza kurdan nemaye û nema zîyanê dikin. Caran kurdan tiştek nedidan walî û ne tu qaçor didan Xezînê. Lê nuha eşîr giş ne di wê hêza berê de ne, loma peyên wan diçin eskerîyê, qaçoran bi temamî didin dewletê, qanûn û nîzamê jî xirab nakin.

Re’îye û ermen li Kurdistanê di her tiştî de mîna kurdan e, tu ferq di neqeba wan de nîn e. Piranîya wan bi kurdî dipeyîvin. Jin û zarok tenê bi kurdî dipeyîvin û tu zimanekî din nizanin. Adet û sincên wan mîna yên kurdan e. Berevajî welatên musilmanan yên mayî, jin ji civatên mêran narevin. Di cejn û dawetan de jinên re’yî yên musilmanan bi hev re destên mêran digrin û tev de govendê digerînin. Kurd û ermen dibin kirîvên hev. Ew bi hev re baş dijîn û zorê li hev nakin, mîna li hin êrdimên din diqewime.

Ji rîsipîyan pê ve kesek ji kurd û ermen rîya xwe bernade. Belê şêx, pîr û qewalên êzîdîyan rîyên xwe berdidin tu carî guzanan bikar naynin.

Hêjayî gotinê ye, ku re’ayên Kurdistanê jî vexwarina araqê, qumarê û qehbetîyê nizanin. Re’ye çekdar in û gava diqewime bi musilmanan re şer dikin. Wan bi mêrxwasîya xwe gelekî deng dane. Nestorî bi mêrxwasîya xwe li pêş kurdan e jî. Zimanê pê dipeyivin, zimanekî cuda ye, serbixwe ye. Belê bi erebî dixwînin û dinivîsînin û alifbeya erebî bikar tînin.

Kurdên li Erziromê, Wanê, Bayezîdê, li Îranê û Rûsyayê gelekî aqilmend in, di nav wan de aqildarên zorzan hene. Li van kurdên Hekarî, Botan, Behdînanê, Silêmanîyê û êlên Bilbas, Zerzan û Mukrîyan, mirovên xwenda, edîb û zana -tenha- beg û zarîyên began û kurdên malmezinan e, ku geryane û li odan û civatan rûniştine (…).

Ji ber dijminatîya herdemî, ew ji kuştin û îsyanê re hazir in, timî hevûdu dikujin (…). Ji kê re lê were, wê dijminê xwe bikuje. Kurdên herî zalim êlên Bilbasan, Zerzan, Baban û Mukrîyan e (…). Ji berê de, gava li nav wan kuştî diket, ne walîyê herêmê û ne hakim, îşê xwe jê netanîn. Qazîyan jî îşê xwe ji safîkirina xirecirên nav wan netanîn, kurdan wan bi xwe hevdu ceza dikirin, lihev dihatin û bûhayê xwînê digotin.

Di nava êzîdî û melayên musilmana de şerekî oldarî digere û her yek ji wan li fersendekê digere yê din bikuje. Tevê ku êzîdî hemû ji tayîfekê ne, gelek birrên wan hene. Ew tev de Şeytên -di şiklê rokê de- diparêzin û jê re dibêjin Melek Şems. Îbadeta wan ji vê keykebê re ji rohilatê ve destpê dike. Dibêjin gava pîrên wan ne hazir bin, êzîdî mehra xwe, bi destên melayên musilmanan dibirin.

Ser eslê kurdan, adet û sincên wan, wilayet û êlên wan di Şerefnamê de bi firehî hatîye nivîsîn. Bûyerên vê dawîyê, ku di wê de nehatine nivîsandin û nûçeyên miletê vî welatî û şerên li vira gerîyan e, naveroka vê pirtûka Dîroka Kurdistanê a Nûjen e.







ÇAVKANÎ:

- Dr. Ferhad Pîrbal, Mele Mehmûdê Bayezîdî 1799-1867, weşanxaneya Aras, Hewlêr- 2000

- Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, Tercumeya Mele Mehmûdê Bazîdî, Twîjandin: Seîd Dêreşî, Weşanxaneya Spîrêz, Duhok 2007.




--------------------------------------------------------------------------------

*Ev maqaleya Bazîdî ya ku berêz Avcî jê behs dike, di hejmara yekemîn a kovara BÎRê de bi wergeraandina Mamoste Qedrî ji nû ve hatiye çapkirin. Bn. Kovara BÎR, hej: 1, Bihara 2005an, Amed(S. Veroj)

[1] Arşîva p.2. AZ a YKSS, f776, op.4, N-10, p.p. 34

[2] Di nerîna A. D. Jaba de, mebesta afiraner hakimên musilmanan e.

[3] Mele Mehmûd, di vir de bîyografya Şeref Xanê Bedlîsî, ku li Îranê bûye û mala xwe, piştî demek kurt ji xizmeta Sefewîyan û hukimdarîya Naxçîvanê -ji Îranê- dibe Tirkiyê, ne dirust dide. Tema pêşgotina Şerefnamê C.İ, r. 28-29 bike.

[4] Di serenca ser wergêrê de A. D. Jaba înformasîyoneke balkêş ser elaqeta êlan bi hukimeta Turkîyê re, sala 1865, dibêje.

[5]Li gorê A. D. Jaba di serenca xwe de dibêje, mebesta Mele Mehmûd ji terma “re’a” (ji re’yet) file ne. Tê fêm kirin, ku Mele Mehmûd jî mîna Şeref Xanê Bedlîsî, Xusro İbn Muhemmed Benî Erdîlan, Mah Şeref Xanim û dîroknivîsên kurdên mayî, manake firehtir dike vê termê û bi mana bajarîyên xwedî bikar tîne. Belê carna di têksta pêşgotina kitêba Dîroka Kurdistanê ya Nûjen de, bi mana Jaba gotîye bikar tê.
[6] Tîpane “xwedîyê bextê spî” leqeba, ku mîr Tîmûr pê deng da. Di vê halê de xwanîye, mebesta afiraner şahê Sefewî Tehmasbê yekem e (1524-1575)

[7] Dîwan, ji farsî “koma helbestan” e.

[8] Di kevanên girover de, şirovekirina A. D. Jaba ji wergerê re ye.

[9] Di nêrîna A. D. Jaba de, afiraner behsa dînastîya kurdên Eyyûbî û Selaheddîn dike.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder