5 Mart 2013 Salı

KILAMA ŞERÊ GIRÎDAXÊ


Bê lo, lo, wî lo, lo, lo, lo, lo
Bê lo, lo, wî lo, lo, lo, lo, lo
Kesekî xwedan xêrê tu nîn e,
Bersîvekê bide bereka Girîdaxê.
Bê Şêx Zayîr, Birahîm Axa, Ferzende,
Îhsan Nûrî û Reşoyê Silê we mal xerab be,
Bizanibin sed û pêncî hezar eskerên Romê
Bi nîzam top û teyare hate ser we.


Ez ê Wanê, Qulpê, Agdaşê ketim nava dinê,
Artêşa Tirkan kişiya ser Kurdan bi êrîşa lêxistinê,
Şêx Zayîr kire gazî: Birano çêbin, çê bixebitin,
Tirkên decal, ji welatê xwe derxînin,
Herkê zilamên xelqê mirovên derekan e.
Fesadê me Edo Axa Îsayê Qotî hodikê dîn e.

Bê de dayê rebenê şerekê me qewimî
Gelî, newal, berpalê binetara Girîdaxê,
Qaleke me qewimî qeya, zinarê Girîdaxê,
Nêzîkî zage şikevtên bereka çiyê.
Dengê teyaran û topan tê ji jorê ve,
Na weleh, xwîşk û birano, hinda belekiyê.

Şêx Zayîr kire gazî: çêbin, çê bixebitin,
Jor qewata me Xwedê ye, jêr guman Kurd in,
De, fedayîno lêxin, bav û birano lêxin,
Esker qir kin, top û teyaran bişewitînin,
Nav û dengê Kurdan bi dinê xin.

Şerekê me qewimî bereka Gi rîdaxê
Qeya, zinara, kol û kosa li hember e,
Gava Şêx Zayîr efendî Nijdî siwar dibe,
Hezaran lawên Kurdan xwe didine ser e,
Şêx Zayîr gumana bextê jaran e,
Dijminê qeyde-qanûnên decalan e.

Qesasê serê xwînmijên Tirjan e,
Mêrxas e, leheng e, ji mala şêxane.
Şereke qewimiye Girîdaxê jorê Başkendê,
Li rasta hina pirê,
Destê eskerên Romê de top, reşaş, gumbaran e,
Lê destê lawên Kurdan de piçûkçapê qundaxgir e.

Bê wayê, wayê, li min wayê,
Top qumbarên vî kafirî ser lawên
Eşîretê de tenê fenanî kayê,
Xwedanê mêr dizane îsal çend sal e,
Lawên eşîretan pêşiya Tirkiyayê asê bûne,
Ne tên kuştin û ne jî têne rayê...

Me nizanibû şert û şirûtên dewletê wê li me wa be,
Wê teyaran bide xebatê temam ordiya rabe,
Fedayîno, birano, de lêxin, lêxin û dîsa lêxin,
Revê bi artêşa decal Mistefa Kemal xin,
Ji wargeh û welatê xwd derxin,
Navê Kurd û Kurdistanê bi dinê xin.

Kurd vê kilamê ra usa jî şerê Şêx Zayîr dibêjin.

Ji devê dengbêj Sehîdê Feqîcewer

Çavkanî: Pirtûka Eliyê Evdilrehman a bi navê "Şer li çiya".

2 yorum:

  1. Ji birêz serwerê bloga "Bajarê Agirî" ra;
    Berî her tiştî ez gelek kêfxweşim bi xizmeta we ya di çêkirina vê blogê da. Destê we xweş be!
    Li ser wêneyê jorin ez agahdariyeke kurt ya dîrokî bidim we; ew resmê temsîlî, sala 1924à dema ku mistefa kemal erdheja qeza Erzurumê Hesenqelê (pasînan) dike bahane û tê Kurdistanê ji bo ku bizanibe ka tewrê kurdan li hember cumhuriyetâ wan ya teze çiye... Dixwaze mezinên kurdan, wek Evdilmecit Begê, Kor Huseyn Paşa, Xalid Begê Hesenî, (Xalid Begê Cibrî hîna ji xwe li Ezurumê qumandanê ordiyê bû), Keremê Qolaxasî û mezinên kurdan yên din bibîne. Evdilmecit Beg bi çil siwarên xwe va, ku tev li hespên boz siwar in, tên Erzurumê ji bo hevdîtina mistefa kemal. Subayên tirkan ji vê yekê aciz dibin, loma naxwazin ew bi wê rewşê bên hewşa ordîgehê. Navbera kurdan û tirkan da sarbûna heyî hêjî sartir dike. Ew wêne (resim) temsîlî wê rojê temsil dike. Yê ku ew resim çê kiriye neviyekî Evdilmecit Begê, navê wî Serhat Öztürk e ku 18 sale ji ber doza azadiyê li zîndanê da girtî ye.
    Bi silav û daxwazên seketinê
    H. Özturk
    BALDARÎ! Ez van rojana ji we ra gotinên straneke wê dewr, li ser Xalid Begê Hesenî û Keremê Qolaxasî bishînim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Gelekî spas kekê Halûk, min dizanibû ev wêne ji boy Elmecît Begê hatiye xêzkirin. Xwezî di derbarê Elmecît Begê de pirtûkek hebûya, gelo heye an na ? Ezê benda wê stranê bim. Ji Agiriyê silav û rêzên xwe we ra dişînim.

      Sil