5 Mart 2013 Salı

Keremê Qolaxasî (Vîdeo)


Keremê Qolaxasî an jî Kerem Begê Zîrkanî (bi tirkî: Zirkanlı Kerem Bey an jî Kolaxası Kerem Bey ) yek ji şervanên kurd ên di serhildanên Şêx Seîdê Paloyê û serhildanên Agiriyê ye.

Jiyan:

Kerem di 1880dan de li gundê Qiskaniye, li Qereyaziya Ezirmê dayîk bûye. Navê bavê wî Ehmed Begê Zirkî ye, ji giregirên eşîran Zirkî. Dayîka wî Cewê Xanim ji toriniyê Hesenan, ji Mala Emer e. Birayê wî Evdal jî weke Kerem şervan bûye. Kerem bi keça Mirad axayê Dimilî ji gundê Kosa bi navê Hediye re zewicîbûye. Sê keçên wan bi navên Mihtesîme, Xêyriye û Xanim çêdibin.

"Alayê Hemîdiyê"

Dema avakirana hengên (alayên) Hemîdiye de Kerem dibe Qolaxasî yê alayeke eşîra Zirkî li Qereyaziye. Di şerê cîhanê yê yekemîn de ew hêla Gogsîye li dijî rûsan (ûrîs) diparêze. Kerem him li hember çeteyên ermenîyan him jî li hember Ûrisan şerên dijwarî dike.

Serhildanên Şêx Seîd û Agiriyê

Piştî rakirina hengên Hemîdiyeyê, dewlet dixwaze Kerem û birayê wî Evdal tewqîf bike, ji ber ku wî çekên xwe teslîm nekiriye. Ew û birayê wî Evdal demeke dirêj fîrar in, heta ku serhildana Şêx Seîdê Paloyî dest pê dike. Di wê serhildanê de Kerem roleke mezin dilîze ew û siwarên xwe bi Xalid Begê Hesenî ve li herema Kela Xinûsê û Kela Milazgirê şerekî mezin li hember romê dikin. Çawa ku tê zanîn êv serhildan serfiraz nabe, belê Kerem jê saxî difilite. Du salan şûnda bi Ferzendê Emer ve tevli serhildanên Agiriyê dibe. Kerem yek ji şervanên herî giring, ê serhildanen Agiriyê ye. Gorî hin çavkanîyan şervanên kurd dixwazin di 1931'î de derbasê Îranê bibin, li ser sînor îxtîlaf di navbera wan û leşkerên Îranê ve çêdibe û şer dikin. Di vî şerî de Kerem şehîd dikeve.

Kerem di kilamên dengbêjî de

Gelek kilamên Dengbêj Reso di derbarê Keremê Qolaxasî de hen. Di kilama wî ya "axao", ya ku Reso avetiye ser Ferzendê Emer û şervanên Agiriyê de behsa Kerem jî tê kiri:


(...)Lo Axao wile nabe bile nabe
Îşev sê şev û sê roj e
Şer ketiye ser milê Keremê Qolexasî
Mêrekî çê tê kuştinê
Bi du gula birîndar e
Bi sonda mezin sond xwariye
Tê kuştinê lo bira jê venabe
Erz û eyalê Mala Emer
Îşev sê şev û sê roja
Li kavila Îranê digere nagere der nabîne
Ji xwe re li ser pişta kihêl û malekiyan
Lo bira peya nabî

Kerem dibê wez Kerem bim
Ez Kerem bim
Ez firar û qaşqûrê mehkûmê
Dewletê bim
Berxê Mala Emer bim
Ezê bi maleka weka Mistefa Begê re mal bim
Bi şêr û pilingên gurxwar re heval bim
Evî kafirê li bira qesr û qonaxê me girtine
Ji wekî me gurxwaran re
Ji maleke wekî mala Emerê Gulîxwur re
Dibên tivingên destên xwe daynin

Hela binêre li van tixa û qancarên Eceman
Li van sêrbaz û bêsinc û papaxgeniyan
Li vê feleka malikmîrat a şaşdêran
Ecem bûye mêr û dibêje tifingên xwe daynin
Teslîmê çelengên me bin

De lêxin bavê bavê min o lêxin
Sûslema ji stûyê xwe daynin
Qûndaxên Martelî û Modoliyan li erdê xin
Em hene ji berê û paş de dijminê Romê
Qaçax û fîrarê dewletê ne
Berxê mala Emer in
Mezin û biçûkên me rabûne ranebûne
Mirîd û canfîdayê mala Şêx in (Şêx Seîd)
Kilameke Reso bi navê "lo mîro" li ser Kerem û birayê wî Evda de jî heye:
Lo Mîro (Îslamî Tunîne)
Lo mîro lo mîro…
Ax lo miro lo mîro lo mîro… Lo lo mîro

Ez nemînim
Ji maqûliya berxê mala bavê xwe gulîkurê re
Hewî li dinyayê
Çi bikim Îslamî tunî ne
Ay ay ûy ûy ûy…

Lo mîro sibe ye
Mi dî ‘Evdal ba dikir Kerem
Kerem dengê xwe nekir
Pepûk ezim
‘Evdal ba dikir Kerem
Kerem dengê xwe nekir
Ez û berxê Mala Evdila Yê Mistefa Begê
Bi hevre runiştin li gaza binya êlê
Me herduya bi hev re şêwr û mişêwre kir
Ya pepûk ezim
Eva ku îsal hatiye serê berxê mala bavê min marûmê

Li dinyayê bira gur nebîne
Neyê serê gurê gurmexwarî
Kurma goştê canê me tarû mar kir
Gidî lo heyfa min nayê
Li kuştina Evdal û Kerem
Li hêsîrîya hewşa Emir Tûman da
Heyfa mi tê li wê heyfê
Çilê zivistanê ye
‘Ecêva giran min bi çavê serê xwe dî
Gidî lo
Mi dî Ferzende Emer Besrê çûn derê birê Ahmê
Keko xwedî nekir
De lo mîro lo mîro… lo lo mîro
Ax lo mîro lo mîr… lo lo mîro

Ez nemînim
Ji maqulya berxê mala bavê xwe pepûkê re
Hewî gidinô li dinyayê çi bi kim piş mêrî tunîne
Ay ay… ayêê…

Lo mîro sibe ye
Bi qiskaniyê diketim
Di berda çem e
Xwedê xirav bike şewitiya qiskaniyê bi şewite
Di ber da çem e
Min dî Keremê bejn zirav runişt
‘Evdalê pozberan fena cara her cara
Xwe daye cem e
Mi ni zanibû
Berxê mala bavê min pepûkê
Kişyane topraxa şahê ‘Ecem e
Heyfa mi nayê li kuştina ‘Evdal û Kerem
Di hewşa kafirê Emir Tuman de bi hêsîrî gidîno
Şade şudê berxê Mala Eshed
Bavê Elfesya li dinyaê gelek hebûn
Bist mêr kuştine maqûlo
Dîsa gava bala xwe didimê hêsîro
Sond xwariye ra nabe
Ji ser cinyazê ‘Evdal û Kerem e
Lo mîro lo mîro...
Ax lo mîro ……lo lo mîro
Hewî lo mîro li dinyayê ji maqulya tere
Ez çi bikim Îslamî tunîne lo mîro
Ay ay…. . waaaa……yê

Kilameke din:

Dengbêj Reso - Xalit Begê Hesenî û Keremê Qolaxazî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder