17 Mart 2013 Pazar

Hoybun Cemiyeti'nin ilk yayını Kürtçe ve Türkçe olarak yayınlandı


Yekemîn pirtûka Rêxistina Xoybûnê bi Kurdî û Tirkî hate çapkirin

Kürt Hoybun Cemiyeti'nin 1928’de Osmanlıcada yayınladığı ilk neşriyat Mezopotamya yayınları tarafından orijinali ile birlikte Kürtçe’nin Kurmanci lehçesi ile Türkçe olarak yayınlandı. Kitabı tercüme eden Reşat Sorgul, kitabın yakın Kürt tarihi hakkında çok değerli bilgiler sunduğunu söyledi.



Kürt Hoybun Cemiyetinin ilk yayınladığı neşriyat Mezopotamya Yayınları tarafından yayınlandı. Kitap ilk defa 1928’de Mısırda Arap Matbaası tarafından basılmış.

Hoybun Cemiyeti 5 Ekim 1927de kuruldu. Hoybun’un kurulmasından bir yıl sonra basılan kitabın ön kabında Örgüt neşriyatının ilk sayısı yazılmaktadır. Ancak bu sayıdan başka sayıların olup olmadığını bilinmiyor. Kitabın orijinali Osmanlıca yazılmıştır ve 47 sayfadan oluşmaktadır. Kürtçe ve Türkçe tercümeleri ile birlikte 150 sayfadan oluşmaktadır.

Kitap Rêşad Sorgul tarafından tercüme edilmiştir. Reşat Sorgul ile kitabın tercümesi ile içeriğini konuştuk.

Kitabın 18 yıldır elinde bulunduğun ancak şimdi tercüme ve yayınlaması için imkan bulduğunu belirten, kitap hakkında şunları söyledi:

"Her ne kadar kitap sayfa olarak fazla olmasa da, çok zengin bir içeriğe sahiptir. Yakın Kürt tarihi hakkında değerli bilgiler sunmaktadır. Bu kitap sayesinde o dönemin Kürt siyasetçilerinin ve entelektüellerinin nasıl düşündüğünü öğreniyoruz. Risalede önemli olaylara vurgu yapılmıştır. Bunlara dikkat çekilebilir. Ancak bunların okuyucuya bırakılması daha doğru olur."

Sorgul, kitabın orijinal dilinin Osmanlıca olduğuna dikkat çekerken, "Akıcı bir Osmanlıcayla yazılmıştır. Bundan da anlıyoruz ki Kürt entelektüelleri de diğer dünyadaki entelektüellerden aşağı bir konumda değiller" dedi.
Rêşad Sorgul, aynı zamanda kitap için bir önsöz de yazmış. Sorgul ön sözde şunları belirtiyor: “Her ne kadar bu kitap 84 yıl önce basılmış ise de Kürtler ve Türkler arasındaki dil kendini tekrarlamakta ve o dönemin bazı gerçekleri çarpıtılmaktadır. Önemli olan meseleyi Kürtlerden yani meselinin asıl sahiplerinden dinliyoruz. Böylelikle olayın özünü daha anlıyoruz. "

Kitap ve tercümesinin Kürt sosyolojisi hakkında yapılan incelemelere ışık tutmasını uman Reşat Sorgul, “Saîdî Kurdî’nin dediği gibi; Her şey kendi pazarında değerlidir. Öyle umut ediyorum ki bu küçük ancak değerli risalede kendi pazarında hak ettiği ilgiyi görür” diye belirti.

KURDÎ

Yekemîn pirtûka Rêxistina Xoybûnê ji aliyê weşanxaneya Mezopotamyayê ve bi zimanê Kurdî û Tirkî derket. Pirtûk cara pêşî di sala 1928'an de li Misrê ji aliyê Çapxaneya Ereb ve hatiye çapkirin.

Cemiyeta Xoybûnê di 5'ê Cotmeha 1927'an de hat avakirin û ev jî tê wê maneyê ev pirtûk piştî damezrandina Xoybûnê bi salekê hatiye çapkirin. Li ser pirtûkê dinivîsîne ku ev hejmara yekê ya neşriyata Xoybûnê ye. Lê em nizanin piştî vê hejmarê yên din hatine çapkirin an na.

Orjînala pirtûkê bi zimanê Osmanî hatiye nivîsandin û ji 47 rûpelan pêk tê. Lê tevî wergerên wê yên Kurdî û Tirkî pirtûk 150 rûpel e.

Pirtûk ji aliyê Rêşad Sorgul ve hatiye wergerandin. Lewma derbarê pirtûkê de me bi Rêşad Sorgul re sohbet kir û wî ji me re da zanîn ku, ev rîsale bi qasî hijdeh salan li ber destê wî bûye û niha bûye qismet bide çapê.

Sorgul dibêje, "Herçiqasî pirtûk zêde stûr nine jî naveroka wê gelekî dewlemend e û derbarê dîroka nêz a Kurdan de gelekî agahiyên giranbuha pêşkêş dike. Bi saya vê pirtûkê mirov dikare hîn bibe ku wê demê siyasetvan û rewşenbîrên Kurdan çawa li cîhan û bûyeran temaşe kirine. Gelek noqteyên girîng di rîsaleyê de cih digirin û mirov dikare îşaret bi wan bike, lê min ev jî ji xwendevanan re hişt."
Sorgul li ser Osmaniya rîsaleyê jî me agahdar dike û weha dewam dike, "Bi Osmaniyeke gelekî rewan hatiye nivîsandin. Ji vê jî mirov tê derdixe ku asta rewşenbîriya Kurdan ji ya dinyayê ne kêmtir bûye."

Sorgul pêşgotinek ji bo pirtûkê nivîsî ye û weha gotiye, "Tevî ku di ser vê pirtûkê re 84 sal derbasbûne, gelek gotinên di navbera Kurdan û dewleta Tirk de xwe dubare dikin û hinek rastiyên wê demê têne berevajîkirin. Ya girîng jî ew e, em meseleyê ji Kurdan, ji xwediyê meseleyê bi xwe guhdarî dikin. Bi vî awayî, em bûyerên îro baştir fêhm dikin."

Sorgul di dawiyê de weha dibêje, "Ez hêvî dikim ku ev werger û çap der barê lêkolînên civaknasiya Kurdî de bibe palpişteke kêrhatî û pêşî li xebatên di vî warî de bi qasî çirayekê be jî rohnî bike. Çawa ku Seîdê Kurdî dibêje, her tişt li bazara xwe bi qîmet û buha ye. Ez jî yeqîn dikim ku ev berhema piçûk û rindik, wê li sûka dildarên xwe giranbuha be."

Hêjayî gotinê ye, di pirtûkê de li kêleka metnê orjînal wergera Kurdî û Tirkî cih digirin.

ANF

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder