24 Mart 2013 Pazar

EW BÛ QÊRÎNA ARARAT Û GELİYÊ ZÎLAN


Belê serhildana ku jêre gotin, me bi dawî kir û bi ser de beton kir, ji ber tev xeyal û derewîn bûn. Ji ber ticaran hêrsa Agirî bi dawî nebû, Tendûrek jî ticran dev ji hevaltiya bi Agirî re berneda, wan sonda li berxwedayînê dabû. Ew hîna li benda gelek zarokên agir û rojê bûn, ew li benda gelek evîndarên ji wan re bibin dildar, bûn, ji ber ku qêrînên geliyê Zîlan hîna di quncikên dilên hatine tirsîn de, xwe diparastin. Hîna ew piyên tazî di nava seqem, bahoz, bager û berfa welatê Serhedê de nehatine jibîrkirin. Berfa bi spîbûna xwe dihate nasîn, êdî nema dihate dîtin, wê belkên xwe spartine zozanên vî welatî. Weke ew strana dibêje, êdî xwîn li vî welatî digiriye, êdî kîn û nefret di çavên zarokên bi rojê re dikeniyan tije bûye. Rondik xwe li wan çavan bar kiribûn.


Ew roj weke duh, îro û sibê di hest û hizrên mirovên vî xakê de tê jiyîn. Ev mirovên xwe tiyê jiyanekî azad dibînin, li bendê ne ku ev êş û elem bibin rastî û di rûpelên spî de bêne bi cîkirin. PKK’ê bû ew rûpel, bû hêvî, bawerî, vîn û volkana vejîna nû li Kurdistanê.

Belê çiyayê Agirî û Tendûrek; serpêhatiya gelek leheng û şoreşgeran nivîsandin. Yek ji van serpêhatiyan, serpêhatiya rêheval, fermandar û evîndara rojê Dîcle Herdem e. Ev serpêhatî di nava dilên ticaran nede jibîrkirin de bi cî bûye. Her serpêhatiya şehîdekî li ser vê xakê, destanên bê dawî nivîsandin. Ezê jiyan û kesayeta heval Dîcle, weke jina ku bi rastiyên xwe re xweşik û azad jiya û da jiyan kirin vebêjim. Ji ber ku hevala Dîcle her kêliyên jiyana xwe xweşik û bi wate kiribû. Her kêliya jiyana xwe bi displînê re hûnandibû.

Carna dema mirov nikarbe hevalên herî nêzî xwe bi lêvbike, mirov gelek zehmetiyan dikişîne. Lê, nivîsandina li ser hevala Dîcle weke maf û fermanekî li ser xwe dibînim. Ger ez vê fermanê bi cî neyînim, wê wijdanê min hesab û lêpirsînê bike.

Sal borîn li ser şahadeta heval Dîcle, lê her ku min pênûs girte destê xwe peyv di lêvên min de ziwa dibûn û destê min dilerizî, pênûs nema dinivîsand. Lê, êdî ez nema dikarim rakim. Ev fermana wijdanê min ditevizîne. Ez her çiqasî nikaribim maf weke têxwestin bidim, lê ezê weke min pêre jiyan kir hewl bidim bi lêv bikim. Min dema heval Dîcle naskir, çav, dil û ramanên min, roja veqetîna bê dawî bi min nedan nivîsandin. Ez dema nû tevlî bûm çavên min li keçekî qet neyê jibîrkirin ket. Çavê min li ser qerimî bûn, dilê min lê dikeliya. Ji ber ku yê destpêkê ez fêrî jiyan, hevaltî, xeta Rêbertî û çiyan kirim hevala Dîcle bû. Weke mamoste û fermandara min ya yekemîn bû. Perwerdeya destpêkê çawa ji bo her hevalekî girîng e, ji bo min jî wê girîngî xwe diparast. Heval Dîcle, ez fêrî tama jiyana gerîlla kirim. Kedekî hevala Dîcle yê gelek zêde di ber min de çêbû. Ew pir bi me re mûjûl bû. Ji bo me perwerde bike li ser pîvan û rêzikên gerîlla gelek hewldan û keda wê ji bo min û hevalan çêbû. Berî ku ez werim çiyan min hevala Dîcle dîtibû. Lê, wê demê temenê min derdora heşt- neh salî bû. Dîtina wê demê, di hişmendiya min de weke xeyal mabû. Malbata min di bîra hevala Dîcle de bû. Ji ber dema min sicîla xwe da, keniya û got; “erê, dema ez dihatim mala we, tu hêja zarok bû, niha jî tu hatî bibe gerîlla, çiqas, dem zû derbas dibe, ne wisa heval?” min jî got; ger ew dem temenê min têrêkiribane, ezê wê demê tevlî bûbama.’

Hevala Dîcle, di meşa xwe ya nav têkoşînê de, hertim weke şoreşgereke xwedî hêz, sekin, bawerî, pîvan û rêgez meşiya. Hevaltî û fermandartiya hevala Dîcle, di dilê mirovan de gelek rêçên diyarker hiştin. Ji ber ku hevala Dîcle, hevsengî di navbera hevaltî û fermandariyê de dabû avakirin. Mirovan fêmdikir û wisa nêzdibû. Ew diket cîhana hevalbendên xwe. Ew bi hevaltiyê re weke mirûdekê girêdayî bû. Hevalên ku bi hevala Dîcle re bimana, piştî jê vediqetîn ciyekî taybet li gel wan hevalan dida hiştin. Hertim ji me re behsa xeyalekî xwe dikir. Ezê vê xeyala wê bi were parve bikim.

Digot; “piştî Kurdistan azad bibe, ezê siwarî hespekî spî bibim û li ser wê hespê zînekî bi xemil çêkim. Ezê keziya xwe ya dirêj bihûnim, ger porê min dirêj nebe jî, ezê porekî ji xwe re bikirim û bi wê hespa spî destpêkê li Amed û piştre li tevayî Kurdistanê bigerim.”

Di wê xeyala xwe de, hevala Dîcle çiqas evîndara vê xakê ye ji me re dide nîşandan. Hevala Dîcle kesayeta xwe li ser evîna welêt avakiribû. Piştî perwerda şevanên nû min bi dawî kir, ez derbasî herêma Metîna bûm. Du sal di navberê de derbas bûn, hevala Dîcle, weke fermandar derbasî herêma Metîna bû. Cara duyem, me li wir hevdû dît. Li wir ji min re got; “êdî tu mezin bûye, lê dîsa jî ez bawer nakim ezê te rojekî wisa bibînim.”

Me ev dîtin, weke qonaxa duyemîn bi nav kiribû. Em du salan li herêma Metîna bi hevre man û bihara 2006’an ez ji herêma Metîna derketim. Ez dema ji Metîna qut bûm û bi taybet dema ez ji hevala Dîcle cara duyemîn qut bûm, ez pir êşiyam. Hevala Dîcle gelek ji vê veqetîna me êşiya. Hembêzkirina me ya dawî, ji çavê me herduyan rondik hatin xwarê. Lê, min hêvî û baweriya xwe qut nekir ku ji bo carekî din em hevdû bibînin. Dîtina me ya dema siyemîn di ketina rêwîtiya bê dawî de hate pêkanîn. Dema siyemîn, ji her dîtinê bi wate û nirxtir bû. Di vê rêwîtiyê de gelek rojên veşartî li benda me bûn. Weke her rêwiyekî, dilê hevala Dîcle ji kelecan û bê sebriyê davêt. Tevî ku di aliyê fîzîkî de gelek zorî û zehmetî jiyan dikir, lê ticar bend ji bo xwe neda avakirin. Ji ber kesayeta xwe, ji çavkaniya Rêbertiyê avakiribû. Hevala Dîcle, berê xwe da Agirî û kete şîveriyên sînoran na nasin. Çavên xwe li ser bejn û bala Agirî girêda bû. Her çiqas daxwaza min ew bû ku em bi hevre bikevin nav deryaya Agirî, lê careke din veqetîna bê hempa xwe di navbera me de weke pirekî avakir. Li ser wê esasê min berê xwe da Tendûrek û hevala Dîcle berê xwe da Agirî. Lê, me dilê xwe di kefa destê hev de pêça û em ketin rêwîtiya vî welatî. Hevala Dîcle çend heyvan li Agirî ma, lê xwe di dilê zarok, dayîk, ciwan û kalan de da çandin. Ji ber di nava wan heyvan de êşên wî gelî jidil de hîskir û di çavê wan de birçîbûna azadiyê dît. Bi gel re têkiliyekî xwe ya nazik û bi zanist hebû. Hebûna xwe, di hebûna gel de avakiribû. Piştî çend heyvan, her çiqasî çav û dilê wê ji heybeta Agirî têr nebû jî, careke din berê xwe da herêma Dembatê. Li Dembatê em hemû hevalên jin bi hevre ketin wargeha Zivistanê û di Zivistanê de hevala Dîcle berpirsyarê giştî yê wargehê bû. Him hevalên xort û him jî hevalên jin, jê hezdikirin û rêz digirtin. Heskirina xwe ya jê re bê qusur didan nîşandan. Ji ber di hevaltiya xwe de, heya dawî bi bawerî û rêxistinî bû. Hevala Dîcle her çiqasî heval rexne dikirin jî, lê têgihiştina hêzdayînê ticaran paş çav nedikir. Ji ber hevala Dîcle her tişt li ser hîmê hevaltî dida avakirin. Ji bo xwe bi cî anîna erkên hevaltî, weke nan û avê didît. Hevala Dîcle, hevaltiya herî rast ya bi hêviyan dagirtî hilbijartibû.

Ew ne têrbûna ji Agirî bi dubareyî bilêv dikir. Ji Agirî hezkiribû û Agirî ew di nava belekên xwe de mîna xwest bi cî kir. Bi Bihara 2008’an re cara duyem berê xwe da wê xakê. Riwê xwe dabû warê Tendûrekê. Hevala Dîcle bi hêviyên mezin derbasî qada Tendûrekê bû. Weke di nivîsa xwe de diyar dike, ev çûyîn hîn zêdetir bi wate û girîng e. Berî biçe bi rojekê, di nivîsa ji min re nivîsandî de van hevokan dirijîne ser rûpela sipî. Di dema destê me li ser milê hevbû û di xatir xwestina xwe de jî, ev hevok ji min re got; “wê ev rêwîtî nemîna ti rêwîtiyên demê borî bin.” Bi rastî jî ev rêwîtî qet di nava xwe de dem diyar nekir û kete riyeke bê dawî de. Min dema xwe ji hevdîtina çaremîn re amede dikir, Ji min re gotin, ew çûye tevlî nav karwanên şehîdan bûye. Min jî got; ew di quncikê dilê min de razaye û ji min re dibêje tu tenê dilê xwe û mejiyê xwe ji bo Rêbertî bi karbîne.

Tendûrek ji min re got; ez im warê Dîcle, Sîdar û Silav’an. Êş û jana wan dipêçim di hinavên xwe de. Ez im ji evîndariya wan re nebûm dildar. Lê, êdî dem hatibû zayîna evînê. Êdî dem xwe ji veqetînên em fêrnebûne re amade kiribû. Êdî dem fermana xwe diyar kiribû. Belê, heta kêliya dawî li berxweda û di encama pevçûnek de jiyana xwe ji dest da. Heya kêliya dawî şerdike û ji bo ku nekeve destê dijmin de, narincok (bomba) bi bedena xwe ve diteqîne. Çeka xwe û dûrbîna xwe tev perçe dike ji bo ku nekeve destê dijmin. Ew weke kulîlka serhildêr di nava wan kevirên volqana Tendûrekê de serî hilda û bi sonda tolhildanê berê xwe da berbanga rojê. Êdî wê ev kulîlka serhildêr, hertim di dilê min de jiyan bike. Ezê mîna şervanê şopdarê riya wan bim. Ezê têbikoşim, bibim bersiva hêviyên wan yên ku nîvco mane, bi wijdan û bi girêdana xwe bidim jiyan kirin.

Şaristan Nurhaq

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder