9 Eylül 2012 Pazar

Mamosteyê Hawarê dengê zanîna kurdî Celadet Alî Bedirxan

 HEWLÊR (DÎHA) - Celadet Alî Bedirxan siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû. Bedirxan di yekemîn hejmara kowara Hawar de wiha nivîsaniye: " Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xwe?iyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin."


Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Celadet di sala 1893 li Stenbolê ji dayîk bûye û di 15'ê Tîrmehê 1951 li Hêcanê girêdayî Şamê koça dawî kiriye. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha edebiyata Kurmancî ya hemdem.

Keça Celadet: Sînemxan 

Keça Celadet Sînemxan ku ji DÎHA'yê re axifî. Sînemxan diyar kir ku bavê wî di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew serokê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe hate surgûn kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza Tirk bi serokayetiya Mistefa Kemal Ataturk bi serkeft, fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê kûrên wî derket.

Sînemxan got: " Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadet xwendina bilind qedand doktoraya Hiqûqê wergirt."

Sînemxan diyar kir ku Celadet di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû… li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir.
Sînemxan dazanîn ku ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: Ingilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî. Herdû Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin. Di yekemîn hejmara kowara Hawar de Celadet wiha nivîsaniye: " Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xwe?iyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin."

Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan 

Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20ê da bi Celadet, Kamûran û Rewşen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbata serhildêr ya dawiyê ye. Di xeleka dawin a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre. Celadet Alî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê Nîsana sala 1893ê li Stenbolê hate dinyayê. Bavê wî siyasetmedar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e.
Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim, Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî li wan salan da di nav tevgera Kurdan da jî cihekê giring digirt.

Înkar û îmhaya li dijÎ Bedirxaniyan dom kir

Di sala l922ê, dema Kemalîst hatin ser hukmî û Stenbol bidestxist, ji bo serokên Kurdan ku di nav wan da Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê derçû. Li ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe Kamûran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve li sala 1923ê berê xwe da Almanyayê û li wir dest bi xwendina li zaningehê kir.
Di vê navberê da, birayê wî yê biçûk Safter li Almanyayê ji ber nexweşiyê mir. Birayê wî yê din Tewfiq jî zivirî Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paşnavê xwe kir Çinar.

Celadet û Xoybûn

Sînemxan derbirî, Celadet piştî ku hate Beyrûtê ket nava tevgera welatparêzên Kurd. Di vê navberê da, hewldanên damezrandina rêxistineka neteweyî jî destpêkiribû.
Piştî tevlîbûna Celadet, li 5ê Îlona sala 1927ê li Lubnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya damezrandina Xoybûnê pêkanî. Di nav damezrênerên Xoybûnê da ji bilî Celadetî rewşenbîrên wekî Dr. Nurî Dêrsimî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û serekên herêmî yên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazî, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.
Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ew ji bo piştgiriya serhildana Araratê li herêma sinorê binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî.

Careke din Şam!

Li Tebaxa sala 1930ê tevî rewşenbîr û serhildêrên Kurd ên din bi zorê li Şamê hate bicîhkirin. Xebatên siyasî ên bê encam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadetî dabû rêyeka din. Rewşa herêmê jî êdî dest nedida ku Kurd ji bo hevkariyê dewleteka alîgir bibînin an jî serhildaneka neteweyî birêbixin.

Sînemxan, destnîşan kir Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr girt ku li Sûriyê kovarekê derbixe.
Piştî amadekariyan, li 15ê Gulana 1932ê hejmara yekê ya 'Hawar'ê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ewe bu ku alfebeya Kurdî latînî bi vê kovarê li seranserê Kurdistanê belav bike. Celadet wêdemê kitêba xwe ya gramerê a bi navê Rêzimana Elfabê ya Kurdî çap kir.

Celadet li sala 1935ê li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê ra zewicî. Rewşen xanimê wê demê mamosteyî dikir. Di sala 1924- 1945 kovara Ronahî jî derxist.
Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Her wiha, kurekê wan bi navê Safter jî hîn di yeksaliya xwe da miribû. Keça Rewşenxanê ya ji şûyê (mêrê) wê yê yekê bi navê Useyma bû li ba wan dima.

Sînemxan niha tevî malbata xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijî. Sînemxan derbirî her çende gelek hevalên wî dixwest alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Celadet li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku diajot bîreka mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.

Bîra Qederê

Sînemxan bi henaseyek sar got: " herçend bavê me ji diya me re digot yam emê bi Bîra Qederê zengîn bibîn yan jî feqîr, lê me ne dizanî kû ev bîr dibe sedema mirina bavê me!"
Sînemxan destnîşan kir piştî ku rojekê Celadet ket nava bîrê û piştre rakirin nexweşxaneyê, lê Mîr Celadet li 15'ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê. li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin.

Berhemên Celadet Bedirxan wiha ne:

1. Elifba Kurdî
2. Rêzimana Kurdî
3. Rûpelên Elfabê
4. Ferhenga Kurdî
5. Rêzimana Elifbaya kurdî
6. Dîbaca nimêjên îzêdiyan


SERBAZ SİYAMEND













Hiç yorum yok:

Yorum Gönder