4 Nisan 2012 Çarşamba

XOYBÛN, SUREYA BEDIRXAN Û KURDÊN AMERIKAYÊ



Heta niha tiştekî wisan di derbarê Xoybûnê de wekî rêxistinek û netîceyên damezirandin, kil û kêmasî û gelek rûyên wê yên din ên pêwistî nehatine nivîsandin.

DESTPÊK


Damezirandina Komeleya Xoybûnê di dawiya sala 1927an de, di dîroka rêxistina siyasî ya Kurdistanê de, çi di warê program û destûra nav xwe de, yan di warê sirûştî û seviya têgihiştin û dereceya xwendewarî ya rêvebirî, boriya xwe, bav, bapîr û malbatan di nav xebata kurdayetî de, çi di warê kar û têkoşînê de çerxbûneke diyar e. Lê çi heye li gel vê jî heta niha tiştekî wisan di derbarê Xoybûnê de wekî rêxistinek û netîceyên damezirandin, kil û kêmasî û gelek rûyên wê yên din ên pêwistî nehatine nivîsandin. Bi ser vê de jî çend milên dîrokî yên vê rêxistinê bi serûbin kirine û tohmeta wê yekê lê hatiye kirin ku goya destkirê ingilîz û fransizan bûye. Ew tohmeta di dawiya sedsala borî ya salên 20î û destpêka salên 30yî de tirkan li her milê belav dikirin û piştî vê dîroknivîsan bi zanetî, bêyî li ser sekinandin û lêkolînê eynî tiştî dubare dikirin. Lê piştî ku belgeyên nehênî derketin ortê, gelek milên bi qîmet ên xebata Xoybûnê ku nedihatin zanîn, eşkere bûn û hemû wan nêrînan pûç kirin, qîmet û mezintiya Xoybûnê wekî beşeke meseleya kurd sax dikin. Ev jî barekî dîrokî yê rasteqînî yê wan rêxistinên Kurdistanî ne li ber ronahiya naveroka wan şeş belgenameyên nehênî yên bi qîmet(1).

HELWÊSTA KURDÊN AMERIKAYÊ Û ÇÊMBIRLENÊ BRÎTANÎ Û MUSOLLÎNIYÊ ÎTALÎ LI HEMBERÊ XOYBÛNÊ

Hemûyan, çi ingilîz, çi fransiz, çi Sovyet û yên din jî bi hişyarî ketibûn siwaxa her zanyariyak ên peywendiyên wan bi Xoybûnê û rêvibirên wê re hebin, ku ev bi serê xwe nîşana giraniya mezin a wê rêxistina kurdî ye. Ingilîzan bi xebata xwe gav bi gav Xoybûnê teqîb dikirin, ji ber vê bi sedan û bi sedan belgenameyên bi qîmet di failên wan yên taybetî di derbarê wê de hatine ragirtin. Yek ji wan belgenameyan ji raporeke çar rûpelan a konsolosê Brîtanyayê li bajarê Detroitê yê girêdayî wilayeta Michiganê ya Dewletên Yekgirtî yên AMERIkayê, Jon Kamiron e, ku roja 18yê nîsana sala 1929an bi lez ji Londrayê, Wiston Chamberlain(2) ê wezîrê derve yê Brîtanyayê re şandiye(3). Ev bi serê xwe belgeke eşkera ya qîmetpêdana dewletên mezin e, çi bi Xoybûnê û çi bi meseleya kurd bi hev re. Wî wextî hê dewletek di meydanê de tunebû ku bikaribe li Rojhilata Nêzîk, Navîn û gelek melbendên din ên cîhanê de serê xwe bide serê Brîtaniya Mezin. Chamberlain bi xwe jî siyasetmedarekî mezin û naskirî yê wê demê yê Brîtanyayê û cîhanê bû. Ew ji sala 1892an ve bûbû endamê parlamentoyê û ji sala 1903an ve heta koça xwe ya dawiyê ya sala 1937an, çendîn car bû wezîrê darayî, kar û barên Hindistanê, derya û derve. Ev jî eşkere ye ku tenê ew meseleyên qîmeta wan a taybetî heye dikirin raporên nehênî û amadeyê ber destê wezîrê derve bi xwe dikirin.

Li gor kurtiya naveroka belgenameyê, Sureya Bedirxan ê birayê Celadet û Kamuran Bedirxan ê mezin, wisan dixuyê serokê Xoybûnê bûye, heft meh li Dewletên Yekgirtî yên AMERIkayê maye, yanî di nîvê çirya pêşî ya sala 1928an heta nîvê nîsana sala 1929an. Sureya Bedirxan di vê mudetê dûr û dirêj de ji bo kar û barên Xoybûnê di nav kurdên AMERIkayê de geraye ku li gor raporê wî wextî hejmara wan ji deh heta duwanzdeh hezar kes bûne. Ecêbî ew e ku wan kurdan di nav xwe de hemû salekê pêncî heta 60 hezar dolaran yarmetî berhev kirine û bi wî dilê kurdbîniyê ve dane Mistefa Kemal Ataruk. Îhtîmal e ev karê han di destpêka tevgera Kemalîstan de rewa bûbe, lê piştî hêzên Tirkiyê di sala 1925an de Kurdistanê di xwînê de niqum kirin, êdî tu erêniyek di meydanê de nema ew kurd mifteya perekî wiha zêde bidin destê rêberekî wekî Mistefa Kemal ku heta wê demê kesek di dîrokê de bi qasî wî dijmintiya kurd û Kurdistanê nekiribû.

Çi hal be, Sureya Bedirxan bi alîkariya Gregor Vartanyan, ku em ê di dawiyê de behsa wî jî bikin, kurdên AMERIkayê qayîl kiriye mil bidin li ber Komeleya Xoybûnê û êdî wî pereyî neşînin ji Mistefa Kemal re û ew bidin Xoybûnê. Ew jî biryar didin ji wir şûn ve di hefteyê de dolarek ji yewmiya xwe ya rojane bidinê. Ev rastiya han bi qîmet yek ji girêyên kor ên Xoybûnê vedike ku peywendiya wê bi dahata malî ya wê komeleyê ve heye. Çalakiyên Xoybûnê û hatin û çûniya rêberên wê û cîbicîkirina nexşeyên wê yên berfireh pêwistiya wan bi pere û hebûnê bû, yên nehezên Xoybûnê bi zanetî dixwestin bi vê bahaneyê ew bi tohmeta nokertiya rojavayê tawanbar bikin.

Wisan dixuyê kurdên Dewletên Yekgirtî Yên Amerîkayê bi vî awayî bûne palpiştekî mezin ê Xoybûnê. Hêjayî gotinê ye D. Blec Şêrko, ku naznavê Sureya Bedirxan bi xwe ye, li ser rûpela pişta wê kitêbê ku bi navê “El-Qeziye El-Kurdiye” di sala 1930an de weşandiye, wêneya yek ji wan civînan daniye ku di rojên geşta xwe ya AMERIkayê li Detroitê de saz kiriye(4).

Bi dehan ji wan belgenameyên heta niha min dîtine, bi zelalî vê yekê ji me re ronî dikin ku çawan ermeniyan bi germî ji bo damezirandina Komeleya Xoybûnê û belavbûna çalakiyên wan ku elbet mebesta wan jî bû ku Tirkiye bileqînin, alîkariya rêberên kurdan kirine. Raporên konsolosê Brîtanyayê Jon Kameron ji Detroitê jî, bêyî ku mebesta wî be van rastiyan di sê xalan de ji me re weşandine. Ya yekê di derbarê Gregor Vartanyan e, ku wisan dixuyê rêberekî ermeniyan ê çalak bûye û endamê “Komîteya Îaşeya (firyaguzarî) Ermeniyan”(5) a derve bûye. Gregor Vartanyan wî wextî dûr û dirêj bi Sureya Bedirxan re li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê rehberî kiriye, pê re çûye Londra, Roma, Atîna, Parîs û ciyên din jî. Xala duduyan jî beşdariya ermeniyên Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê di van alîkariyan ku Sureya Bedirxan û Vartanyan ji bo piştgiriya Xoybûnê li wir saz kiribûn de ye. Xala dawiyê jî ew e ku Doktor Tomas Mizerdîçyan ê ermenî beşa herî zêde zanyariyên dokumentên nav raporê gihandine konsolosê Brîtanyayê yê Detroitê û wî jî ew şandine Londrayê. Mizerdîçyan ku bi Tomas Efendî re resim kêşabû, beriya Şerê Cîhanê yê Yekê cihgirê konsolosê Brîtanyayê yê Diyarbekrê bûye û di wê sayeyê de nasnameya Bîtanyayê wergirtiye.

Li gor ew zanyariyên ku heta niha min li ser Komeleya Xoybûnê berhev kirine, wisan tê xuyakirin rêberên wê rêxistinê hez kiribin awayek peywendiya wan bi Sovyetê re hebe û hewlekî zêde ji bo pêkanîna wê xwesteka xwe dane ku ingilîz her car di belgenameyên xwe yên nehênî de behs kirine û bi hişyarî ketine berhevkirina nûçeyan ku jê dilteng bûn. Naveroka belgenameyan îro bi tu awayî gumanek di wê de nahêlin ku Sovyetiyan jî xwestine ji nêzîk ve peywendiya wan li gel Xoybûnê hebe. Wan jî wekî ingilîz, Fransiz û aliyên din bi lez ketine berhevkirina hereket û çalakiyên wê, Tomas, wekî rapor bi zelalî behs dike, Vartanyan mirovê Sovyetê bûye, heta mala wî jî li Êrîvana paytextê Komara Ermenîstana Sovyetê bûye ku adresa wî ya temam di destê ingilîzan de bûye.

Ji vê jî giringtir ew e ku li gor eynî rapora roja 19yê nîsana sala 1929an, beriya ku Sureya Bedirxna bi keştiyê ji New Yorkê biçe Londrayê, nûnerê Yekîtiya Sovyetê yê li DewletênYekgirtî yên Amerîkayê(6) bi wî û Vartanyan re civiyane.

Ev du rastiyên bi qîmet ên di nav raporên nehênî yên konsolosê Brîtanyayê yê Detroitê de, di eynî wextî de bersîveke bêdengkirinê ye ji bo wan rojhilatnasên Sovyetê ku ji hemûyan zêdetir tohmeta nokertiyê didin ba Xoybûnê ku bêguman wekî rêxistineke ji dinyayê fehim kiriye, hewil daye peywendîya wê bi hemûyan re hebe -çi Franse, çi Brîtanya, çi Sovyet û Yunanîstan, çi Iraq, Îran, Sûriye û milên din jî, lê ew welat amade nebûne berê xwe bidin Xoybûnê, ji ber vê yek ji wan jî nedixwestin di wê demê de meseleya kurd bike barê ser milê xwe, ku barekî gelek giran bû, zorî dikete li ser milên ku bixwestina destê alîkariyê jê re dirêj bike. Ya ciyê dildaxiyê ye, Sovyetê di wextê xwe de firset neda kesek nêzîkî belgeyên nehênî bibin, hekene rojhilatnasên Sovyetê gelek lêhatî bûn û bi hêsanî nediketin şaşiya dîrokî ya mezin ên wekî ew şaşiyên di derbarê tevgera niştimanî ya kurdan de ketinê, bikevin.

Her di vî warî de rapora Jon Kameron du xalên bêyî pîvan bi qîmet ên nedihatin zanîn ji me re weşandine; yek jê di derbarê de’wetnameya Mossulini ya ji bo Sureya Bedirxan e, ku ji bo panzdeh rojan li ser hesaba hukumeta Italyê, beriya bête Amerîkayê çûye Romaya paytextê wî welatî û wisan dixuyê li wir bi Mossulî re civîyaye û di netîceyê de gihiştiye wê baweriyê ku rêberê Italyaya faşîst amade ye alîkariya kurdan bike. Ev milê raporê jî, ku cardin mezintiya Xoybûnê û meseleya kurd bi hev re dide nîşan, hinek pêwîstî bi lêkolîn û lêgerînê heye.

Benito Mossulînî (1883-1945) damezrênerê Partiya Faşîst e ku ji dawiya çirya pêşî ya sala 1922an ve li Italyayê desthilatê girte destê xwe. Mirovekî zêde zana, plangerekî wekî wî kêm bûne. Her ji destpêkî ve çav berdabû navçeya Balkan, Danub, bakurê Afrîkayê û ciyên din, gelek bi lez bû deryaya naverast têke bin rikêfa Îtalyayê. Heta faşîstan di nexşe û nivîsên xwe de wekî romayiyên kevin, ji naverasta Derya Spî re digotin “Deryaya Me”. Li vir metirsiya siyaseta faşîstên Îtalyayê, Tirkiyê jî digirt. Heta yek ji wan sebebên serekî yên mildaneberiya ji bo girêdana Peymana Se’debadê dijîtiyên di navbera Tirkiye û Îtalyayê de bûn. Mistefa Kemal bi pêwistî dizanî ku pişta xwe bi wê peymanê qahîm bike, her ji ber wê jî hewil da Brîtanya û Sovyetê di Se’debadê de beşdar bike. Wisan dixuyê Mossulînî jî bawer dikir ku dikare bi riya milgirtina meseleya kurd re gurzek ji şiyana Tirkiyê biweşîne û ew li hemberê Îtalyayê jar bike. Elbete ji ber vî sebebî bûye ku Mossulînî qîmetê daye Komeleya Xoybûnê û bi taybetî Sureya Bedirxan dawetê Romayê kiriye. Bêguman di dosya taybetî ya Îtalyaya faşîst de dibê zanyariyên bi feyde yên di vî warî de hebin.

Xala duduyan a behsa dawetnameke din e ku serokwezîrê yunaniyan Eleftereyos Venezelos ji Sureya Bedirxan re şandiye ku piştî temambûna geşta wî ya Dewletên Yekgirtî Yên Amerîkayê serî li Atînayê bide. Rast e Yunanîstan bi hest her wextê bi kurdan re bûye, ji ber ku wan jî di wextê xwe de kêm ji destê Osmaniyan nekêşane û piştî wê jî ji dema Kemalîstan heta îro dijîtî, dubendî û şer û qirên di navbera Tirkiyê û Yunanîstanê de her berdewam bûye û diyar e heta demargirjiya neteweyî ya herdu aliyan û bi taybetî bayê xwe mezinzanîna tirkan di meydanê de bimîne ev dê bidomin. Lê beriya banga Venezelos tu wextê nêrîneke rêvebirên yunanî yên wisan ji bo kurdan tunebûye. Dibê em vê jî bêjin ku Venezelos di wê qonaxê de mezintirîn siyasetmedarê yunanî û yek ji kesên siyasî yê naskirî yê Ewropayê bû, ji sala 1910an heta sala 1933an pênc car bûye serokwezîrê welatê xwe.

Beriya em geşta xwe ya bi Sureya Bedirxan û Xoybûnê re temam bikin, carekê em bên li ser rapora Jon Kameron ê konsolosê Brîtanyayê li Detroitê, ku ji wezîrê derve yê dewleta xwe Osten Chamberlain şandiye û ev jî temamê teksta wê ye:

“Konsolxaneya Brîtanyayê, Detroit, Michigen,
18yê nîsana 1929an, hejmar: 21,
Nehênî.

Ji bo: Sir Osten Chamberlain (li gel madalye û navûnîşana wî) wezîrê serekî û derve yê hukumeta xwedî şûkir, Londra, Ingîltere.

Ezbenî(7), ez xwe şerefmend dizanim we agahdar bikim ku mîrê kurd Sureya Bedirxan, serokê Eşîreta Botan ku rûniştiyê ‘melbenda’ di navbera Botan û Urmiyê de ye(8) û vaye heft mehe li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê û di dawiyê de li Detroitê bû, sibê, 19yê nîsanê, ji New Yorkê bi riya deryayê bi keştiya Êlêdi Franser ber bi Parîsê û li gel Gregor Vartanyan ê endamê Heyeta Komîteya Îaşeyê (Firyaguzarî) ya Ermeniyan li Derve(9) dikeve rê. Sureya Bedirxan dixwaze piştgiriya dewleteke ji dewletan ji bo berpakirina serhildanek li dijî tirkan bi dest bêxe. Her ji bo vê mebestê jî mijûlê berhevkirina alîkariyê di nav kurdan de bû, ku hejmara wan li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê digihîje nêzîkî deh heta duwanzdeh hezar kesan. Ew ermeniyên ku li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê dijîn li hemberê kurdan hestyar in û qasî ez dizanim bi pere alîkariya wan dikin. Vartanyan li Êrîvana Ermenîstana Sovyetê dijî. Sureya ji Parîsê dê biçe Londrayê, ne dûr e di plana geşta xwe de guherînek bike, ji ber vê pêwiste bê zanîn ka ew guherînên niha çi ne”.

Çavkaniyên zanyariyên min Dr. K. M. Tomas e ku hevwelatiyekî brîtanî ye, bi tecenus û beriya şer(10) cihgirê konsolosê Brîtanyayê yê Diyarbekrê bû, di wextê şer de jî, qasî ez dizanim, li ba general Ditis, kolonel Lawrens(11) û desteyê erkanê general Elin li Misrê bi navê Tomas Efendî dihat naskirin. Dr. Tomas serokatiya eşîreteke ermenî ji bav û bapîran jê re maye, ew eşîret cîranê kurdan û peywendiyên bi wan re dostane bûn, lê tirkan ew ji ortê rakirin. Ev çend sal in Dr.Tomas li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê dijî, qasî ez dizanim vaye nêzîkî çar salan e ez wî li Detroitê dinasim. Min hinek jî alîkarî daye ji bo ku astengên xwe û meseleya ermeniyên din bigihînim wê komîteya navneteweyî ya ji Stenbolê re diçin, ew pirsa te’wîzane ya li dijî tirkan pêşkêş kirine. Yên li xwarê kurtiya ragihandinên wî ne ku bi xwe gotine:

Sureya ji aliyê Xoybûnê ve, yanî Komeleya Serxwebûn ya Kurdan ve ji Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê re hatiye şandin. Kurdên vî welatî hemû salê 50 heta 60 hezar dolaran ji Mistefa Kemal re dişandin, lê Sureya qeneeta wan guherî û wisan li wan kir ku berê xwe bidin serxwebûna kurdan û wan biryar dane her yek ji wan hefteyê dolarek ji bo Xoybûnê bidin wî û di pratîkê de vê di van çar mehên dawiyê de netîce daye, bi vî karî jî hemû bûne endamên sondxwarî yên vê komeleyê. Dema ku Sureya ji çûna Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê di rê de bû, Mossulînî ew dawet kir û wî panzdeh rojên xwe bi mêvanî li ba wî li Romayê derbas kirin. Ew (yanî Sureya Bedirxan) gihîşte wê baweriyê ku Mossulînî hez dike alîkariya kurdan bike. Venezelos jî ew di wextê vegera wî de dawet kir (ji Dewletên Yekgirtî yênAmerîkayê) ku serî li Atînayê bide. Li Mûsilê, li gor gotinên Dr. Tomas, riya xebatê ji Xoybûnê re nehatiye dayîn, lê li Helebê fransizan rê danê. Hukumeta Rûsya ya Sovyetê jî dixwaze peywendiyên wê pê re hebe (yanî bi rêvibirên Xoybûnê re). Nûnerê Sovyetê yê New Yorkê, ji bo sibe serê sibê, beriya ku bi riya deryayê bikeve rê, tertîba dîtina Sureya Bedirxan kiriye.
Eşîreta Baban a kurd li Îranê(12) terefdar in (yanî terefdarên Xoybûnê ne). Hukumeta Rûsyayê daxwaz ji Vartanyan kiriye ku di peywendiyên xwe yên bi kurdan re berdewam be û hewil bide rêkevtinnameyek di navbera wan û hukumeta Rûsyayê de pêk bîne. Ev jî adresa wî ye (adresa Vartanyan):

Bi riya Berlînê ji Moskovayê re, Êrîvan, Ermenîstana Sovyetê, Qafqasya.

Hejmara tax û zanyariyên din (yên di derbarê adresê de) bi zimanê ermenî li ser nameyê hatiye nivîsandin.

Vartanyan dixwaze Dr. Tomas biçe Êrîvanê û ji wir jî biçe Moskovayê. Di bersîva xwe de Dr. Tomas gotiye ku ew hevwelatiyê Brîtanyayê ye û nikare bêyî pirsa ji hukumeta Brîtanyayê tiştekî bike.

Gelek giring e ku Sureya dibê heta hetayê nezane Dr. Tomas van agahdariyan şandiye, ev mercê Dr. Tomas bi xwe ye. Li gor gotina Sureya, kurd dikarin ji bo serhildana di bin serokatiya zabitekî berê yê di nav leşkerê tirk de, ku çend zabitên din pê re ne, 150 hezar kes berhev bikin. Ya pêwistiya wan pê heye, tenê cebxane û techîzat e(13).

Nameyek ji Xoybûnê ji Sureya re hatiye ku ji Helebê jê re şandine, behsa wê yekê dike ku tirk çawan mijûl in xwe ji bo êrîşekê amade dikin, kurd jî amadeyê bergêriyê ne û daxwaz jê dikin ên ji te tên li Londra û Parîsê texsîrê lê neke. Sureya li New Yorkê kitêbek li ser meseleya kurd weşandiye, Dr. Tomas dê sibê nusxeyek ji min re bîne û ez ê jî ji te re bişînim. Lê herçîev rapore, ez ê îşev wê bi firokeyê bişînim, ez dixwazim wê bi Berengariayê bişînim(14). Ez dilniya me ku rapora min beriya gihiştina Sureya bigihîje Londrayê.

Dr. Tomas dibêje, ew bi riya hukumeta Brîtanyayê re amade ye ji bo hemû ciyekî biçe. Temenê wî 65 û heftê sal heye, lê hê gelek xurt û hişyar e. Elbet bêyî ez jê re bêjim û hîs jê bike, min wisan li xwe kir ku qet agahê min di warê siyaseta hukumeta we ya xwedî şukran de tune û ez nizanim siyaseta we ya di vî warî de çi dibe(15). Navê temam ê Dr. Tomas bi ermenî bi vî awayî ye: Tomas K. Mizerdîçyan, ne dûr e dema ku ew cihgirê konsolosê Brîtanyayê yê Diyarbekrê bûye, bi vî navî hatiye naskirin, lê ez niha nikarim bi dilniya wiha bêjim. Ev jî heye, di dema şer de li Misrê jê re Tomas Efendî digotin.

Ez şerefmend dibim, ezbenî, xulamê we yê herî dilsoz û koleyê we.

Imza
Jon Kameron(16).
SOVYET Û KOMELEYA XOYBÛNÊ

Ev rapora han ku qet sinorek ji bo qîmeta wê bi nisbet dîroka kurdan ve tune, nusxayek jê ji çend wezaret û terefan re hatiye dayîn û hejmareke zêde ji sefaretxaneyên Brîtanyayê yên li Roma, Atîna, Parîs, Enqere, Tehran û gelek ciyên din ên wekî Bexdad, Şam û Helebê re jî hatiye şandin. Ew nusxeya li ba min li ber wê libê hatiye girtin ku bi taybetî ji Wezareta Firokevanî ya Londrayê, ew di nav dosyeya hejmara 23/415an, X/M, 4583an de hatiye parastin ku ji beşa pêncan ya zincîrek dosyeyên arşîva wê wezaretê ye ku di bin vî sernavî de li Londrayê hatine parastin: “Tevgera Neteweyê Kurd ji 18yê Nîsanê Heta 13yê Kanuna Pêşî ya Sala 1929an”.

Ji hemû milan ve karbidestên ingilîz dikevin soraxa wan zanyariyên giring ên Jon Kameron ê konsolosê Brîtanyayê li Detroitê, ku di raporên xwe yên nehênî de ji bo dîtina Austen Chamberlain ê wezîrê derve yê welatê xwe nivîsandibûn. Ji her tiştî zêdetir qîmetpêdana Sovyetê bi Xoybûnê bal kêşandiye û zirav qetandiye, bêyî sekin dikevin taqîba Vartanyan, dixwazin bizanin ew kî ye, çi bûye û çi kiriye. Name û nivîs dest pê dikin, gelek derbas nabe ingilîz di failên xwe yên kevin yên Bexdayê de zanyariyeke bi qîmet di derbarê Vartanyan de dibînin û di cih de sekreterê nûnerê bilind ê Brîtanyayê yê Bexdayê (mendubê samî) kapiten Vivyan Holt ê bi nav û deng(17) ê hêzên asmanî yên Brîtanyayê li Iraqê, agahdar dikin û ev jî teksta wê belgenameyê ye. Em ê ji ber giringiya wê çawan hatiye nivîsandin bi wî awayî biweşînin:

“Nehênî, D. W.. hejmar: G. W, 582, Sekreteriya Nûnerê Bilind yê Hukumeta Xwedî Şukir Li Iraqê, 31yê Gulana 1929an.

Ji bo serhengê pîlot Robert Jope Slade (li gel madalyeya wî), bingehê hêza asmanî, Hinaidi(18) nişane bi nivîsa hejmara G. W., 547ê roja 22yê gulana 1929î sekreteryat. Min di nav failên me de peyda kir ku di sibata sala 1922an de mulheqa leşkerî ya Brîtanyayê ji Tehranê ji me re ragihandiye, ku Rotiştiyn ê wezîrê mufrezeya wî wextî ya Yekîtiya Sovyetê li Îranê, wekîlekî ermenî yê navê wî Rayzambêkovewe şandiye Bexdayê ku navê wî yê rastî Vartanyan yan Vartanov e, bi ser û sîma û qisekirina xwe li tirkan diçe.

Ez di wê baweriyê de me hîç zanyariyeke me ya din di derbarê hatina rastî ya vî mirovî ya li vir hebe, lê ya ku Vartanyan di dorûberê sala 1922an ji bo Rotiştiyn kar dikir, bi rastiyeke temam di gel raporên Detroit û Michigenê diguncin. Dilsozê te, V. Holt”(19).

Ev kar li vir nasekine. Di dawiyê de ew brûska Sir Gilbert Clyton ê nûnerê bilind bi xwe nameke têr û tijî di derbarê eynî behsê de ji wezîrê koloniyan li Londrayê re dişîne. Bersîva Clyton sebebê behsa Vartanyan ronî dixe li ser peywendiyên di navbera Sovyetê û Xoybûnê de û bêyî hîç û hîç û parastinekê jî pîvana sexletbûna bilindtirîn dezgeh û karbidestê ingilîz ji bo me zelal dibe, ev jî teksta wê belgenameya giring e:

“Nehênî, Baregeha Nûnerê Bilind, Bexda, Roja 7ê Hezîrana 1929.

Ezbenî:

1-Ez şerefmend dibim îşaretê bi nameya we ya nehênî ya roja 6ê gulana sala 1929an bikim ku rapora konsolosxaneya Brîtanyayê li Detroitê, di derbarê çalakiyên Sureya Bedirxan û Vartanyan de li Dewletên Yekgirtî Yên Amerîkayê ji me re hat ragihandin.

2-Piştî wê brûska min ku bi hejmara 213an a roja 7ê gulana sala 1929an min ji bo xizmeta we şand. Gerîna me li nav dosyayên arşîva baregeha nûnerê bilind li Bexdayê, vê yekê îspat kir ku di sala 1922an de Vartanyan (naznavê wî Vartanov û Rayzambikov) e, mirovê wekîlê M. Rotiştiyn ê wezîrê mufewez yê wî wextî Yekîtiya Sovyetê yê Tehranê bûye. Ev rastiya han wî gumanê me yê belavbûyî qahîm dike ku peywendiyên Bolşevîkan di nêzîk de bi Komeleya Xoybûnê re heye û îhtîmal e wê yekê nîşan bidin ku tevgera neteweyî ya kurd ji bo mebesta xwe bikar bînin.

3-Min pêwîst dît ku ez dayîreya tehqîqatê ya cîna-i hukumeta Iraqê ji xalên serekî yên di nav wê rapora xwe ya bi nameyê re şandiye agahdar bikim. Dema ku zanyariyek durust bi destê wan jî bikeve ez ê yekser di wî warî de we agahdar bikim.

4-Di eynî wextî de dayîreya tehqîqatê ya cîna-i, ji bo peydakirina wî alîkarî bide, daxwaza wêneyê Sureya Bedirxan û Vartanyan dike. Eger hûn bikaribin wênekî wî ji me re peyda bikin, ez kêfxweş dibim.

Ez şerefmend dibim, ezbenî, ger min bi dilsoztirîn koleyê xwe qebul bikin.

Gilbert Clyton, nûnerê bilind ê Brîtanyayê li Iraqê”(20).
MESELEYA KURDAN DI NAVBERA SUREYA BEDIRXAN Û GILBERT CLYTON DE

Her di wan rojan de dezgehên taybetî yên ingilîzan li Londrayê, zanîne ku Sureya Bedirxan û Gregor Vartanyan dixwazin bi hev re bên Iraqê û ji wir jî biçin Îran û Hindistanê. Wezîrê koloniyan jî yekser roja 6ê gulana sala 1929an, bi nameke nehênî nûnerê bilind yê Brîtanyayê li Bexdayê, Gilbert Clyton ji vê xeberê agahdar dike. Di bersîvê de nûnerê bilind roja 21yê gulana eynî salê bi brûskekê daxwaz ji wezîrê koloniyan dike, bi tu awayî û tu kesekî ji sefaret yan konsolosxaneyên Brîtanyayê li tu ciyê vîzeya hatina Iraqê nedin Sureya Bedirxan û Vartanyan, ev jî teksta wê brûskê ye:

“Brûsk, bi şîfre, normal, ji: Nûnerê Bilind, Bexda.
Ji bo: Wezîrê Koloniyan, Londra, hejmar: 204.
Roja 21ê gulana sala 1929.

Daxwaza me ew e ku ji bo qedexekirina vîze wergirtina Sureya Bedirxan (hejmara sisê ya di nav lîsteya bi raporên nehênî de, hejmar: 23yê sibata sala 1923an hatibû şandin) û Vartanyan ya ji bo hatina Iraqê gavên taybetî bên avêtin.
Nîşane bi nameya we ya nehênî ya roja 6ê gulana sala 1929an”(21).

Karbidestên ingilîz li Bexdayê bi wê qayîl nabin, tirs dikeve dilê wan ku Sureya Bedirxan û Vartanyan bi qaçaxî, bêyî vîze bên nav erdê Iraqê. Ji ber vê Sir Gilbert Clyton, wekî me got, di nameke 7ê hezîranê de daxwaz ji wezîrê koloniyan dike wêneyên herduyan jê re bişînin ku li ser sinorê Iraqê belav bikin û nebe ew herdu bi dizî, yan jî bi dizî bi navên din ji sinor derbas bibin. Roja 22yê tîrmehê ingilîzan careke din ji Bexdayê daxwaza wêneyên Bedirxan û Vartanyan tekrar dikin. Di eynî wextî de emrên taybetî ji bo wan dezgehan derdikeve ku bi hişyarî agahê wan li sinoran be û firseta derbasbûna Sureya Bedirxan nedin. Qasek şun de du wêneyên Sureya Bedirxan ji Londrayê digihîje Bexdayê û wisan dixuyê ingilîz ew gelek zêde dikin û bi ser dezgehên taybetî de belav dikin(22).

Sureya Bedirxan nexwestiye bi dizî bête nav erdê Iraqê, ew piştî geşta AMERIka û Ewropayê yekser diçe Beyrûtê û ji wir roja 8ê tîrmeha 1929an daxwaza vîzeya normal ji konsolosxaneya Brîtanyayê dike, her eynî roj konsolosê Brîtanyayê li Beyrûtê H. E. Satow nameke nehênî dişîne ji Sir Gilbert Clyton re li Bexdayê, ku tê de dibêje:

“Ezîzê min Clyton

Îro serê sibê Mîr Sureya Beg Bedirxan hat dîtina min û got ku ew ji Misrê, di dema Şerê (Yekem) de te nas dike û daxwaz ji min kir ku ez namekê bigihînim we. Piştî ku min nameyê xwend, min biryar da ku ez wê ji te re bişînim, ez hêvîdar im ku min şaşî nekiribe. Min di derbarê naveroka nameyê de tiştek pê re neaxift û min wisan muameleya wê nameyê meşand, wekî daxwazek be ji bo rê jê re bê dayîn bê Iraqê. Ez wisan dinêrim ku xwediyê vê nameyê her ew Sureya (jiriya) Bedarxan be ku te’mîma P. S. Dî, hejmara S 36121an a roja 6ê sibata sala 1929an de daxwaz kiribû ku jê re vîze neyê dayîn. Her çi hal be, min pîrozbahiya rastgoya wî ya ji bo daxwaza vîzeyê lê kir”(23).

Sato bi vê nameya xwe ya “nehênî taybet” re nameke Sureya Bedirxan jî ji Clyton re şandiye. Nameya Sureya Bedirxan bi fransizî ye û sê rûpelên mezin ên zêde dagirtî ku di roja 30yê hezîranê de amade kiriye(24). Sureya Bedirxan bi zimanekî bilind ê dîplomatîk bi Clyton re diaxive û bêyî hîç awa meramek kurtiya dîroka meseleya kurdî bi bîra wî têxe û daxwaza alîkariyê ji Brîtanyaya Mezin dike, ku kurd jî bikaribe wekî gelên din ên navçeyê xwe ji zilma tirkan rizgar bike(25). Sureya Bedirxan di eynî wextî de behsa damezirandina Xoybûnê, armancên wê û awayê karkirina wê di nameyê de dinivîse û daxwaz dike rê jê re bê dayîn bê Iraqê.

Roja 17ê tîrmeha 1929an, Sir Gilbert Clyton bi nameke “nehênî bi dest” bersîva nameya Satow dide. Clyton di vê nameyê de bi temamî perdeyê li ser rûyê rasteqînî yê siyaseta ingilîzan a li hemberê Xoybûnê û meseleya kurdên Tirkiyê hildide û ez tênagihîjim ji bo çi kerba xwe ya li hemberê Sureya Bedirxan dimale û bi wî awayî ew gotin û gotinokên di vî warî de ku ji bo Xoybûnê û kurdan hunandibûn derew derdixe… ev jî teksta wê belgeya bi qîmet e:

“Bi dest û nehênî,
Hejmar: S. W 1427,
Baregeha Nûnerê Bilind, Bexda, roja 17yê tîrmeha 1929an

Ezîzê min Satow

Nîşane bi brûska hejmara (S/75) a roja 17yê tîrmeha sala 1929ê mîladî, bi vê nameyê re ez wêneya wê nameyê ji te re dişînim ku behsa çalakiyên van dawiyan ên Sureya (jirya) Bedirxan dikin û eşkere nîşan didin çawan hatina vî mirovî ji bo Iraqê karekî yekcar ne di cih de ye. Wek xeyal tê bîra min ku min wî mirovî di dema şer de dîtiye, ew jî yek ji wan melşûme(26) bê hejmar yên wan rojan bû ku dezgehên îstîxbaratê bi wan re peywendî datanîn. Lê di rewşa îro de ez ji ber armanc û planên eşkere naxwazim tiştekî di derbarê karên taybetî werbigrim ku heta derecekê mirov bêzar dikin.

Ez nizanim heta çi radeyek ên ew di derbarê wê qonaxa xweamadekirina kurd de gihiştinê dibêje, bi rastiyê re diguncin. Li gor min zêdekarî tê de dixuyê. Tirk ji daxwaza wî zêdetir ku dixwaze qeneeta me pê bîne, bi ser rewşê de hakim in. Êz hêvîdar im wisan be, ji ber ku her çawan be her serhildanek bi wî awayî ew lê dinêre, tenê dibe sebebê karesat û gobenda li gişt milekî. Ji ber vê gelek pêwîst e em bi dilsozî pêşî lê bigrin. Dilsozê te Clyton”(27).

Wisan dixuyê yek ji wan sebebên wiha li Clyton kirine û bi vî awayî bîr û raya xwe ji Satow re bide nîşan, ku rêberên Komeleya Xoybûnê bajarê Beyrûtê kirine yek ji bingehên serekî ji bo kar û barên xwe û wan giringtirîn kongreya Xoybûnê li havîngeha Hemdunê ya Lûbnanê pêk anîne. Sebebê wê ew e ku diyar e Satow ji Sureya Bedirxan hez kiriye, ne dûr e hez kiribe vîzeya hatina Iraqê bidetê, ji ber vê Clyton bi vî awayî bi tundî li dijî karekî wiha sekiniye. Her çi hal be, naveroka vê belgenameyê, wekî bi sedan belgenameyên din, wan nêrînên nerewa pûç dikin ku goya damezrandina Xoybûnê û serhildana sala 1930an a Kurdistana Tirkiyê bi tehrîka ingilîzan û li dijî Sovetê bû. Kar gihişte wê dereceyê, di rojên serhildanê de fermanrewayên Tirkiyê bi hemû awayî hewil dan bi gişt cîhanê re îspat bikin ku goya Lewrens ê bi nav deng bi taybetî ji bo wê mebestê hatiye Kurdistanê(28).

GOTINA DAWIYÊ

Belgenameyên di nav vê gotarê de beşeke gelek kêm ji pêlên wan belgenameyên ingilîz in ku ji bo behsa Komeleya Xoybûnê, çalakiyên wê, program, destûr û jînnameya rêvebirên wê amade kirine û her hemû jî nêrîna vê gotarê îspat dikin û wê yekê ji me re sax dikin, rûpelên dîroka nû û hevdem a kurd çiqas hatine tehrîf kirin û çiqas pêwistî bi lêkolînên kûr hene. Eger ez bêjim heta rêberekî mezin ê kurd Dr. Ebdurrehman Qasimlo yê zana jî di nirxandina Xoybûnê de rast neçûye ser meseleyê(29). Eger wiha be wî wextî em baştir tê digihin erkê ser milê dîroknivîsên kurd çiqas asê û giran e. Xwezî ew kurd jî ku xwe û îro pê ve tiştekî din nabînin, bi wê gihiştina ku nivîsandina dîrokê gelek mezin e, ciyê hemû başî û xerabiyek tê de tê dîtin, ne xizmet û dilsozî, ne xiyanet kirin û xwefiroşiya kesekî feramoş nake.

JÊRNOT

1)Hejmara wan belgenameyên ji bo vê gotarê hatine bikaranîn ji şeş belgenameyan zêdetir e, lê me teksta naveroka ya şeşan tenê di vê gotarê de pêşkêş kiriye, ji ber vê me vê sernavê jê re hilbijart.

2) Di wextê xwe de li Brîtanyayê du siyasetmedarên navên wan Chamberlain hebûne, yê din navê wî Novel Chamberlain e (1869-1940), ew jî çend caran bûye wezîr û ji sala 1937an ve heta koça dawiyê bûye serokwezîr.

3) Public Record Office, Air 23/415,X/M4583, Kurdish Nationalist Movement 18.4.1929-13.12.1929, Britis Consulate, Detroit, Michigan, 18th April, No.21, Confidential, To: Sir Austen Chamberlain, His Magesty s Principal Secretary of Stat efor Foreign Afairs, London, England.

4) El-Doktor Bleç Şîrko, El-Qediye El-Kurdiye. Madî El-Kurd we Hadiruhim, El-Qahîre, 1930.

5) Yanî, “Licnete E’asetu’l-Ermen Fî El-Xaric”, ku demek bû ji bo alîkariya ermeniyên koçber hatibû damezirandin, di gelek welatan de liqên wê hebûn.

6) Hê wî wextî Dewletên Amerîkayê Yên Yekgirtî îtîraf bi Yekîtiya Sovyetê nekiribû, ji ber vê ji bo meşandina karûbarên xelkê û serperiştîkirina peywendiyên aborî yên di navbera herdu milan de, her yek ji wan nûnerekî bilind li ba yê din hebû.

7) “Ezbenî” tê bi meneya “sir”a ingilîzî.

8) Di hinek ciyên raporê de, bi destxeteke sipehî yekî hinek caran bîr û rayên xwe di derbarê zanyariyên nav raporan de nivîsandine, ez texmîn dikim ew têbînî yan yên Sir Gilbert Clatoy ê nûnerê bilind ê Brîtanyayê li Iraqê ye, yan jî yên kapiten Viviyan Holt ê sekreter bin. Li vir li rexê behsa Eşîreta Botan bi destxet wiha nivîsandiye: “Gelek ne ronî ye, di sala 1840an de ew malbat hatiye derxistin, eşîreta wî jî hatiye şikandin”.

9) Navê komîteyê di belgenameyê de bi fransizî bi vî awayî nivîsandiye: “Comite du Secours Pour l Armenie”.

10) Mebest Şerê Cîhanê yê Yekê ye.

11) Mebest Loransê bi nav û deng e ku her bi Loransê Ereb dihat bi navkirin.

12) Di vî ciyê raporê de bi destxet hatiye nivîsandin “eşîreteke wiha tune”, ev jî rast e, ji ber ku Baban demek bû ji peywendiyên eşîretî xelas bûbûn û bûbûn malbateke desthilatdar a naskirî.

13) Cardin li vir têbîniyeke gelek zelal bi destxet hatiye nivîsandin û ev jî teksta wê ye: “her wiha birêvebirek”, yanî kurd di serbarê tifaq û techîzatê de pêwistiya wan bi birêvebirekî lêhatî jî heye, hêjayî gotinê ye xwediyê vê têbîniyê ji bo çespandina nêrîna xwe ya rast, nîşaneke tekîdê jî daniye li ber, yanî ev (!) nîşana han.

14) Wî wextî firoke jî wekî keştiyan navên wan hebûn, di teksta raporê de dibêje: ez dixwazim wê bi riya Berengariayê bişînim ku wisan dixuyê navê firokeke Brîtanyayê bûye ku wê şevê ji New Yorkê ber bi Londrayê firîye, ev jî cardin qîmeta zêde ya naveroka belgeyê nîşan dide, herçî Berengaria jî ye navê kralîçeka ingilîz e, di eynî wextî de Berengartorsky navê feylesofekî fransî ye ku di sedsala 11an de jiyaye.

15) Diyar e mebest siyaseta Brîtanyayê ya li hemberê meseleya kurd e ku li gor gotina John Cameron bi xwe eşkere diyar e ew gelek baş agahdarê wê siyasetê ye.

16) Binêre jêrnota hejmara 3an.

17) Di derbarê kapiten Viviyan Holt de binêre, wê gotara me ku bi navûnîşana “Galte û Kep û Gemekanî Nêwan Şêx Mehmûd û Firokewane Ingilîzekan”, di hejmara 136an a sala 1995an a di kovara Rewşenbîrî Nwê de hat weşandin, bi taybetî rûpela çardehan a wê hejmarê.

18) Wî wextî ji eskerên Reşîd re Hinaidi digotin.

19) PRO, Air 23/415, X/M 04583, Kurdish Nationalist Movement, 18.4.1929-13.12.1929, Secret, D.O. No. G.O. 582, Secretariat of H.E. the High Commissioner for Iraq, Baghdad, 31 May 1929, To: Squadon Leader Robert Jope Slade, D. S. O, Air Headquarters, Hinaidi.

20) Ibid, Secret The Residency, Baghdad, Date 7th June, 1929.

21) Ibid, Telegram from High Commissioner, Baghdad, To: Secretary of Stat efor Colonies, London, No, 204, Dated 21st May, 1929.

22) Ibid, Secret, Secretariat of H.E the High Corm. For Iraq, D.O. No. G.O 960, Baghdad, 11 September, 1929, To: Air Commodore S.C Burnett.

23) Ibid Copy, No. 1040/C3/29, Persanol and Confidential, To Sir Gilbert Clyton…, Baghdad, From: H.E. Satow, Beyrouth, July 8th, 1929.

24) Ibid.

25) Birêz Sînem Bedirxan biraziya Sureya Bedirxan, teksta nameya mamê xwe ji min re wergerand, ez glek sipasê wê dikim.

26) Di teksta belgenameyê de (Stormy Petrel) ku qralê deryayî çeng dirêj ê dûrfir e, gelek ji reşayî dûr dikeve, bi erebî jê re “taire new-i” dibêjin, navê vê firînê di zimanê ingilîzî de bûye gotin, bi maneya “têkilhevker” tê bikaranîn. Piştî Sureya Bedirxan, ingilîzan eynî nav ji bo Şêx Mehmûd û Şêx Ehmedê Barzanî jî bikar anîne, Binêre: Rewşenbîrî Nwê, hejmar: 136, sal: 1995, rûpe: 17, 22.

27) PRO, Air 23/415, MX 04583, Kurdish Nationalist Movment, Part II, 18.4.1929-13.12.1929, Personal and Confidential, No. S.O.1427, The Residency, Baghdad, Dated 17th July, 1929.

28) Ev behsa Lorans, ku bi serê xwe gelek ecêb e, pêwistê bi gotareke bi serê xwe ye.

29) Binêre: El-Doktor Ebdurrehman Qasimlo, Kurdistan we El-Ekrad, Dirase Siyasiye we Iqtisadiye, tercume, Sabit Mensur, Beyrût(?), 1968, rûpe: 47-51.

Çavkanî: http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=9759

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder