27 Nisan 2012 Cuma

Salên penaberiyê ji jiyana Îhsan Nûrî paşa


Di girêkên bîstan û sîhan ji sedsaliya bîstê sê şoreşên mezin şoreşa Şêx Seîdî li 1925-ê, şoreşa Agirî li 1926-1930-ê, şoreşa Dêrsimê li sala 1937-ê li bakûrê Kurdistanê rûdane. Şoreşa Agirî ewa pênc
salan beramberî leşkirê Turkiya ber xwe dane, çi ji aliyê dirêjiya jiyê wê, çi ji aliyê karîgeriya wê li ser dewletên deverê û dewletên zilhêz li herêmê mezintirîn şoreşa kurdî bû li nîva yekem ji sedsaliya bîstê.
Şoreşa Agirî dirêjepêdan şoreşa Şêx Seîdî bû ewa 11 şubata 1925-ê li devera Darahînî dest pê kirî û bi girtina Şêx Seîdî 15 nîsanê û sêdaredana wî li 29 xizîranê li Diyarbekirê bi dawî hatî. (1)
Viyana kurdan bo azadiyê û bûna hijmareka bizavên azadîxwaz di wî serdemî de ji aliyekî ve û ji aliyê dî ve serederiya dijwar û hovaneya turkan di rojên şoreşê û piştî serkutkirina şoreşê jî digel xelkê Kurdistanê fakterên serekiyên zû destpêkirina şoreşê, yan jî berdewamî dan bi şoreşê belê li cihekê dî û bi şêwazekê dî bûn.
Turkan di vê serederiya xwe de cudahî ne êxiste navbera serkirde û pişkdarên şoreşê û kesên bê layen û kesên dijî şoreşê çek helgirtî, kesên wek Seyid Ebdulqadirê Nehrî di rojên şoreşê de li Îstenbolê li mala xwe bû û kur Ebdulla Xweşenan ku mêvanê wî bû girtin û li 27 gulanê li Diyarbekirê sêdaredan.(2) Hesen Xeyirî beg nûnerê Dêrsimê bû di perlemanê Turkiya de, di demê şoreşê de ji xelkê Dêrsimê dixwast tena bin û pişkdaryê di şoreşê de nekin û bi hemû rengan piştevaniya dewleta Turkiya dikir ew û birazayê wî pêk ve sêdaredan.(3)
Cînusayda kurdan beramberî kurdan gehişte astekê wek dîdevanek dibêje: “Li Diyarbekirê û Xarpûtê her roj deh û pazde kes li nav gorepanên bajêrî wek pez bi darve diman, bi rex wan ve jî serên jêkirî ewên ji aliyê leşkirê Turkî ve dihatine kuştin û serjêkirin dihatine çeqandin û li ser pir û rêkan bi rêz dihatine danan”(4) Dadgehên îstqlalê ewên li 3 adara 1925 ser ji nû bo qirkirina kurdan hatîne damezirandin, di demê sê sal û çar mehan da20.000 sizayên sêdaredanê û milyonek sizayên dî û nefîkirinê dan. Her ev jêdere ji rojnamên Turkî yên wê çaxî vediguhêze û dibêje: Di wî demî da 700.000 mirov li Kurdistanê hatine kuştin 70% ji wan jin û zarok û kal û pîr bûn.(5)
Ji encamê hovatiya turkan berî destpêka 1926 çirîskên şoreşekê li çiyayê Agirî geş dibûn, berî wê jî li dûv belgenameka fermandeyiya leşkirê bakûrê rojavayê Îranê ya 27/7/1925 hindek kesên qeçax ji her du dewletên Îranê û Turkiya li çiyayê Agirî kom bibûn. (6) li deverên dûrî gorepana şoreşa Şêx Seîdî jî wek deverên Şemzînan û Başkala şer û lêkdan di nêvbera kurdan û leşkirê Turkiya de hebûn. Wek şerê meha gulanê di nêvbera çekdarên Şêx Muslehedînê Şemdînan û leşkirê turkî li devera Başkala. (7)
Bi kurtî piştî şoreşa Şêx Seîdî bi demekê kurt li bakûrê Kurdistanê şer û lêkdan digel leşkirê turkan peydabûn, ev şere çi karê qeçaxçiyan bin çi yaxîbûn bît ji stema dewletê li ser destê Biroyê Heskê Têlî bûne destpêka şoreşa Agirî.
Îbrahîm axayê navdar bi (Biroyê Heskê Têlî) ji mezinên eşîreta Celalî ji malbata (Hesesorî) bû, di hemû jyê xweda ji serdemê Usmanî heta Turkiya nû alîgir û piştevanê dewletê bû, di demê şoreşa Şêx Seîdî de ne tinê pişikdarî di şoreşê de nekir, belkê piştî şikestina şoreşê wî û kor Hisên Paşayê Heyderan bi fermana turkan rêk li ber kur û nevî û hindek şervanên Şêx Seîdî girt yên diviya derbazî Îranê bibin û hindek jê kuştin. (8)
Padaştê wî ew bû demê turkan dest bi veguhastin û mişextkirina kurdan kirî, karê girtin û mişextkirina wî jî kir, berî bihête girtin bi kur û xarza û hindek mirovên xwe ve derkete çiyayê Agirî û paştir gelek welatparêzên dî gehiştine rêzên wan û li 16-17 gulana 1926 yekem şer di nêvbera wan û leşkirê Turkiya de rû da û bi şikestina turkan dawî hat. (9)
Şoreşa Agirî berdewamî bi berxwedanê da heta li meha tebaxa 1927 bajêrekê (bihimdun) ê Libnanê civata Xoybûn hatiye damezirandin û yek ji biryarên kongirê Xoybûn berdewamî dan bû bi şoreşê heta derêxistina diwa serbazê turk ji Kurdistanê. Kongirey Îhsan Nûrî ku pişikdarî di kongirey da nekiribû wek endamê serkirdayetiyê û serkirdê giştiyê şoreşê helbijart û li payîza 1927 fermana xoybûn gehişte çiyayê Agirî û serkirdayetiya şoreşê girte dest. (10)
Bi gehiştina Îhsan Nûrî bo Agirî şoreş ber bi qunaxeka serdemiyane û pêşketî çû, alayê Kurdistanê hate bilindkirin, siruda nîştimanî hate danan, serkirdayetiya leşkirî û medenî hatine danan, pêkhatên îdarî û rêkxistinên Xoybûn li deverên jêrdestelatê şoreşê hatinedamezirandin û bo her deverekê rêveberek hatedanan, konseya şer pêkînan û erkên leşkirî hatine lêkvekirin, destekên şerê partîzanî hatine danan û ev desteke mijûlî şerên partîzanî bûn li tevayî deverên Agirî, tendirok, aladax, Zîlan, mîlis, ercîş, abaxa, bargîrî û diyadîn û destê wan digehişte deverên Bazîdê û wanê û êgdîrî. (11)
Di nêvbera 1927 -1930 şoriş gehişte astekê netinê Turkiya bi hemû şiyanên xweve kete di şerî da digeli da, yekêtiya Sovyetî jî kete di beruka şerîda dijî şoreşa Agirî, di raporteka parêzgeha azerbêcanê bo wezareta nêxweyî ya Îranê li 22/4/1928 di biriga duwêda dibêjît: Ji bo rê girtinê ji derbazbûna kurdan bo nêv xakê rusiya li nexiçewanê ku beramber Agirî ye rusan leşkir kêşaye wê deverê. (12)
Herwesan di germatiya hêrişên turkan bo ser Agirî li xizÎrana 1930 yekêtiya Sovyetî rêk da Turkiya bi rêka xîça asnî ya Sovyetî û di nêv xakê Sovyetî ra leşkir û çek û teqemenî veguhêzîte deverên berukên şerî. (13) digel van hîrşan ragehandina Sovyetî berdewam şoreşa kurdan bi kirêgirtî û deskirdê împiriyalîzma berîtaniya dadina, belê diheman demda destelatdariya berîtaniya li îraqê berdewam dijayetiya xwe bo herbzaveka rizgarîxaza kurdî radigehand ku bibîte arîşe bo cÎranên îraqê. (14)
Destelatdariya firensa ya wî çaxî hukmdar li suriya bi hemûşiyanên xwe ve rê li ber çalakvanên civata Xoybûn girtin da bi hîç rengekî alîkariya şoreşa Agirî nekin. (15)
Take dergehê alîkariyeka kêma şoreşê ji nêv xakê Îranê ve dihat, ew jî ne ji dewletê belkî bi rêka eşîretên kurdên devera maku ya hevsînor digel Agirî, dewleta Îranê ne bes ev eşîrete ji deverên sînorî dûr kirin, belkê di rojên dawiyê yên şoreşêda rêk li ber leşkirê Turkiya vekir di nêv axa Îranê ra hêrişê bikete ser diwa deverên mayne li jêr destelatê şoreşgêrên Agirî. (16)
Wezîrê derveyê Turkiya çend rojekan piştî vemirandina şoreşê di dîdareka rojnamevanî de li Tehranê got: Arîşe bi alîkarî û hevkariya her du aliyan hate çarekirin û ji niha paş ve bi çi rengekê cihê nîgeraniyê nîne... (17)
Şoreşa Agirî ya dûrpêçday ji hemû aliyanive û di vî seruberîda pênc salan vekêşa û di van salanda çend şerên mezin û çendîn kiriyarên partîzanî rûdan. Piştî şkestina şoreşgêrên Agirî di şerê gelyê Zîlan da 20 xizÎran-3 îlona 1930 û ziyanên mezinên bi kurdan ketîn çi yên leşkirî çi yên medenî, şiyanên berxwedanê kêm bûn, berxwedan ma li çend deverekên bertengên Agirî yên hevsînorên Îranê. (18)
Di nêvbera 7 -14 îlona 1930 şerê dawiyê lê şerek mezin, di nêvbera her du aliyan de rûda, di vê şerîda hijmara şerivanên kurd600kes bû beramber 30000 serbaz û 32 top û 550 reşaş û 52 firukên turkan. Şorşgêran bergiriyeka qaremanane kir, belê di encamda bi naçarî beref bilindahyên çiyayê Agirê nêzîkî sînorî vekişiyan û berdewamî bi şerî da, di roja syê ya şerîda her wek Îhsan Nûrî vedigêrît: Belê ji pişt serê wan û dinêv tuxîbê Îranêve bi rengekê ne çaverêkirî dengê yekemîn gulle topê... Û paştir şêlkên tiveng û reşaşan beref wan hatin.. Di demekê kurtda diyar bû ku ew digel hêzên leşkiryên turkî ketîne singê hev û turk bi alîkariya berpirsên Îranê ji Aliyê bulaxbaşî ve bo bilindahyên qozlo û ayobêg beref pêş hatîne û çi rêkên bergiryê vekêşanê li ber wan nehêlayne. (19)
Piştî ku şoreşgêrên Agirî bê hîvî bûyin ji bergiryê li 11/9 dûrpêça turkan li deverekê şkand û xwastin ji dûr pêçê rizgar bibin, belê vê carê ketine ber bomba û gulle barankirina leşkirê Sovyetî, bi naçarî zivirîneve paş û dinêv dûrpêça turkanda, divan du rojanda 200 şervanên Agirî û gelek medenî hatine kuştin . (20)
Çi rê li ber şoreşgêran neman, diviya dûrpêça turkan bişkênin û derbazî Îranê bibin, li şeva 11/9 desteyên kurdan, ji hêla gomik-serdar bolax-harapkşlayê hêrişek mezin kirine ser leşkirên turk, di nêvbera her du hêzanda şerek mezin rûda, ji kurdan pirrkes hatine kuştin, belê dûrpêça turkan şkandin û derbazî sînorîç Îranîç bûn. (21)
Belê leşkirê Îranê li pêşiya wan bû û sê rojan digel vî leşkirî şer kirin. Li dawiya dawiyê Îhsan Nûrî paşa, Yaşar Xanim, Şêx Ebdulqadir, Xalis, Nadir û Mihemed beg bi çend kesên din yên şervan derbazî Îranê bûn. Biroyê Heskê Têlî, Ferzende beg bi dehan mêrxas û serokên kurdan, bi destên leşkirê Îranê hatine kuştin. (22) bi vê çendê li 14 îlona1930 dawî bi şoreşa Agirî hat. Herçend e heta payîza 1932 ê li hindek deverên sînoryên Îranê û Turkiya hindek şer û sivkeşer di nêvbera bermayên şoreşgêrên Agirî û leşkirên Turkiya û Îranê di berdawam bûn. (23)
Wek berî nihu hatiyediyarkirin di şerê7 -14/9 da hijmara şerivanên Agirî ji bilî jin û zaroyan 600 kes bû, dişerê 10 -11/9 da 200şerivanên kurd hindek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Herwesan heta bi dawî hatina şerî 500 şervan û 100 jî jin û zaro hatine kuştin. (24) bi vê çendê100kes ji şerivanên Agirî ji bilî hindek jin û zarokan mabûn, herçend e vê jêderî amaje bi jêderê van pêzanînan nekiriye.
Îhsan Nûrî di her du kitêbên xweda amaje bi çawaniya teslîmbûn bi Îranê û hijmara kesên derbaz bûyine Îranê û serencamî wan nekiriye. Belê di jêderên berdestda diyar dibît mişextên Agirî li Îranê bûne du cwîn, kesanên ser bi eşîretanive û yên mirovên xwe di nêv eşîretên wek Celalî û xelîlkan heyin, gehiştine van eşîretan û bi alîkariya wan ji destelatê Îranê yaxî bûn, hindekan ji wan heta payîza 1932 ê berdewamê bi berxwedanê da, wek Ferzende û Eyub Axa û Biro Heskê Têlî û kurên wî û mirovên wan. Li destpêka adara 1931 ê li germesêrên (aq gol) ketine ber hêrişa Îranê û di çend şerekên yek li dûv yekda li nîva meha tîr di şerên devera (zêwa jêrî) û bilindahyên (dumanlo) eyub axa hatekuştin (25) û li sêka duwê ji tîrmeha1931d şerên deverên aruc kenidî û aqdaş bilindahyên rojhelatê sarî acaq Biro Heskê hate kuştin. (26) di berdewamiya hêrişên xweda li şeva1/11/1931 leşkirê Îranê li devera (muxenes) ji du aliyan ve hêriş kire ser çekdarên şoreşa Agirî piştî şerekê mezin leşkirê Îranê destelatê tevayî devera bakûrê rojavayê Îranê girte dest û yên mayî ji kurdên Agirî beref cihên nediyar çûn. (27) wek jêderek dî amaje pê diket hindek ji qaremanên dî yên Agirî wek Seyid Xan, Elî Can, Reşoyê Silo, Şêx Zahir û yên dî heta payîza 1932l çiyayên nêvbera Îranê û Turkiya mijûlî şerîç partîzanî bûn digel leşkirê her du dewletan, ew jî di encamê kêmiya çek û teqemenî û xwarin û pêdivyên dî û pîlanên turkan û sîxurên wan her yek bi rengekî bi dawî hatin. (28)
Cwînê duwê ji mişextên Agirî ku Îhsan Nûrî paşa di nav wanda bû wek penaber ketine Îranê. Piştî ku Îhsan Nûrî di hête veguhastin bo Tehranê bo demekî vekulîn digelida di hêtekirin, paştir wek çend penaberên dî yên Agirî ku li bajêrên Îranê li jêr çavdêryê bûn, ew jî dihête dûrêxistin bo bajêrên sawe û yezid. Li dûv jêderên berdest heta destpêka şerê cîhanyê duwê Îhsan Nûrî li der vey Tehranê bû çi li sawe û yezid bît yan cihên dî. (29)
Pêzanîn derbarey penaberên dî yên şoreşa Agirî divê qunaxêda dikêmin, tinê ewa dihête zanîn li dûv belgenameka Îranê ya roja28/5/1934 ku (reşnivîsê raporta komusyona vekolînê li ser kesên li jêr çavdêryê) ye, [ (53kes ji jin û zarokên şerxwazên araratê (Agirî) li avahyê (dar alterbî ye) yê tebirêzê li jêr zêrevanyê bûn. Herwesan kesên jêrî bi navê (kurdên araratê) li cihên cudayên Îranê li jêr çavdêryê bûn: Şêx Ebdulqadir (Tehran), şemsedîn (meşhed), Mihemed beg (Tehran), îlxanî (Tehran), Misro (semnan), Ehmed Elî(semnan), Rebabe xêzana Biro Heskê (Tehran), besire xêzana Ferzendey li zîndanê miriye ew jî li Tehranê bû. ] (30)
Heta destpêka şerê cîhanyê duwê çi pêzanînên dî derbarey vê qunaxê ji jyê Îhsan Nûrî û hevalên wî li ber dest nînin. Li destpêka salên çilan zaniyaryên berfirehtir derbarey jiyana Îhsan Nûrî diyar dibin, jêderek ji zardevê Îhsan Nûrî vediguhêzît ku disalên şerê cîhanîda ji tirsên hindê neku birivîte Kurdistana Turkiya û şoreşekê berpa biket. Destelatdarên Îranê ew girtiye û zîndanî kiriye, belê wî bi rêka ew zîndaniyên dihêne azadkirin name bo nûnerên rusiya û berîtaniya û Emirîka ku wî demî li Îranê bala dest bûn hinartîne û bi navgîriya wan li cem berpirsên Îranî hatiye azadkirin. (31) belê vî jêderî amaje bi roj û heyiv û salên vê rûdanê nekiriye.
Ewa ji jêderên Îranî ve di hête zanîn li dûv belgenameka wezareta bergiriya Îranê nivîsîngeha leşkirî li 23/4/1942 Îhsan Nûrî digel Yusif Elî Muhacir, Besire Hesnanî, Teymur Celalî, Şemsedîn Celalî, Îlxanê Celalî û Mihemed Derwêş sera wezareta nêvxweyî didin û jê dixwazin ji ber ku giraniyeka zêde çûye ser xercyê jiyana wan yan muçeyê bo wan hatiye terxankirin bête zêdekirin yan çavdêrî li ser wan bête rakirin da ew bi xwe karbiken û jêderê jiyana xwe peydabken. (31)
Tinê du heyivan piştî vê seredanê Îhsan Nûrî bi navê “Rêveberê bizavên çûyî yên hêzên milyonên Kurdistana Turkiya” daxwazê ji serok wezîran dike "yan wî li karekê li astê wî damezirînin, yan jî muletê bidenê ew bi xwe azadane karekî li hejî xwe peyda bike..." û heger dewletê ji ber her egerekî be"mana wî li jêr çavdêriyê bi fer û pêdivî bizane xerciyên guncay li dûv kawdanên jiyara heyî bo wê vebire..." her wesan wî diyar kiriye ".. Ji ber ku wî li xwandingeha bala ya leşkiriya Turkiya li Îstanbolê bawernama Hunerê Topografî dest ve înaye.." ew dikarît dikarên nexşekêşanêda kar biket. Belê ev daxwaze ya bê encam bû. Ev daxwaza Îhsan Nûrî bi hijmar 6665 li 1/4/ 1321 hetawî (22/6/1942) li nivîsîngeha serokwezîrên Îranê hatiye tomarkirin. (32)
Di vê nêvberê de li dûv nivîsînên wezareta nêvxweyî ya Îranê hijmar 2392/9536 û 2362/9641 - 17/7 û 25/7/1942 raportek ji supayê rojava gehiştiye û tê de hatiye ku destekeka kurdan bi serpereştiya kurê Simkoyî û Şerîf Xan kurê Seyid Tehay bi merema revandina Îhsan Nûrî nûnerên xwe hinartîne Tehranê û dîdar di nêvbera Seyid Ebdullayê pismamê Seyid Tehay û Seyful quzat û Qazî Mihemedî û Îhsan Nûrî çêbûne, belê piştî rêveberiya asayişê vekolîn di vê babetî de kirîn gehiştiye wê baweriyê ku wî li ber nîne ji Tehranê derkeve.. Wezareta bergiriyê jî li 20/8/1942 raportek daye rêveberiya giştiya asayişê û tê de diyar kiriye ku li dûv vekolînên wan kirîn ne Îhsan Nûrî li bere ji Tehranê derikevît, ne jî "... Kesên dîdar digel wî kirîn niyaza derêxistina wî heye..." ji ber vê çendê civata wezîran di civîna xwe ya şeşê de li (27/8/1942) razîbû li ser azadkirina “heft kesan ji mişextên Turkiya” anku Îhsan Nûrî û hevalên wî û li dûv rasparda wezareta bergirî biryar hate dan alîkariya bo wan dihête mezaxtin (ji wan jî alîkariya Îhsan Nûrî ya ku bo 1500 riyalan hatiye zêdekirin) heta demekê karekê hejî peyda dikin wek berê bête dan. (33)
Vê azadiyê dergehê jiyaneka baştir û berfirehtir li ber Îhsan Nûrî vekirîne, tinê ya em dizanîn di nêvbera salên 1323 -1325 hetawî (1944 -1946 z) hevkarî digel rojnama (kuhistan) (34) kiriye û her du kitêbên xwe (tarîx rîşe nijad kurd) dîroka biniyatê kurdan di hijmarên 60 -84 û (Wiqay Ararat) di hijmarên 15 -38 vê rojnamê de belav kirîne. (35) li dûv jêderekê paştir di qunaxekê de hatiye dûrêxistin bo bajêrê (Kirman) yê Îranê. (36)
Heta dawiya salên pênciyan çi pêzanîn derbarey jiyana wî ya vê qunaxê li ber dest nînin, belê piştî gorankariyên ji encamê şoreşa 14 tîrmeha 1958-ê li îraqê rûdayin dewleta Îranê siyaseteka nermtir beramberî kurdan girte ber û Îhsan Nûrî jî ji vê siyasetê yê mifadar bû û mulet wergirt û zivirî Tehranê, di vê qunaxê de çi ji aliyê jiyarê ve, çi ji aliyê azadiya kesî ve di kawdanekê tenatir û baştir de bûye, heta ku di vê qunaxê de carekê duwa mulet wergirt bo pişikdariyê di konfransên nêvdewletî de biçîte derveyî Îranê. (37)
Ji sala 1965 ve ku jiyê wê pitir ji 70 salan bû li taxê Niwab yê Tehranê şuqeyek di qatê çarê yê avahiyekî de girtibû ew û xêzana xwe ya wefadar Yaşar xanim di kawdanekê navinciyê jiyarê de û bi hêviya alîkariyeka kêma dezgehên wezareta nêvxwe ya Îranê tê de dijiyan. Di vê qunaxê de sereray bilindiya şuqa wî û destkurtiya wî û çavdêriya dezgehên asayişa Îranê li ser wî belê bi berdewamê kesayetî û xwendkar û gencên kurd seredana mala wî dikir û bi dîdara wî şad dibûn. Herwesan di salên dawiyê yên jiyê xwe da pitir ji carekê her li Îranê wî sera serkirdê bizava rizgarîxwaza kurdî Mistefa Barzanî daye û Barzanî jî pitir ji carekê sera wî li mala wî daye. (38)
Li demjimêr şeşê êvara 18 adara 1976 demê serkirdê mişext Îhsan Nûrî karê derbazbûnê ji cada dusaydiya (niwab) diket maturek lê di det û bi sextî birîndar dibît, her xwediyê maturê wî digehînte nexuşxaneka Tehranê, demê hevjîna wî û dustên wî digehine tanê yê bê huş bû, heft şevan li nexuşxanê bi bê huşî dimîne, li demjimêr şeşê spêdeya pênc şembî 5 ferwerdîna 1355 hetawî 25 adara 1976 wexera dawiyê diket û bi amadebûna hijmareka zora dust û hevalên wî ji kesayetiyên kurdên Îranê û hindek berpirsên wezareta nêvxweyî û rêveberiya penaberan ya Îranî li gustana (bihişt zihra) ya Tehranê di hête veşartin û heft rojan behî li mala wî bo dihête danan. (39) dihête gotin ku mirina wî pîlaneka çêkiriya dezgehê hewalgiriya Îranê (savak) bûye (40) belê ev çende jî pêdivî selimandin û belgane.
Serkirdê nemir 46 sal anku piraniya jiyê xwe (li sala 1892 hatiye ser dinyayî) li penaberiyê borandiye, piraniya deman li jêr çavdêriya dezgehên sîxuriyên Îranê bû, bi dirêjiya vî demî yê dûrî çalakiyên siyasî bû, di kawdanekê navînê abûrî de jiyaye, hemû navmalê wî selacek û çend parçên mehfîran û hindek qenepe û kirestên sade û radyoyek bûn, demê wexera dawiyê kirî tinê 1150 riyalên Îranî hebûn. (41)
Belê mezintirîn samanê li paş xwe hêlaye salên dirêjên xebatê, pênc salên şoreşeka mezin û pênc salên bilindkirina azadane ya alayê Kurdistanê bûn, eve jî ew samanin yên mirov pê nemir dibe. Zêdebarî vê çendê Îhsan Nûrî paşa di jiyê penaberiyê de sê kitêbên jêrî nivîsîne:
(Wiqay Ararat) di salên çilan de bi zincîre di rojnama (kuhistan) de bi farisî belav kiriye, paştir li salên heştêyan ji aliyê Kawe biyat ve hatiye komkirin û çapkirin, li sala 1986 hatiye wergêran bo zimanê firensî, li sala 2000 ji aliyê Wiriya qan ve li jêr navê (bîreweriyekanî Îhsan Nûrî paşa) hatiye wergêran û çapkirin bi kurdî, li sala2008 çapa erebî ji wergêrana (Ebdulsitar Qasim Kelhur) hatiye çapkirin.
(tarîx rîşe nijad kurd) ew jî her di wan salan de bi farisî di rojnama (kuhistan) de belav kiriye, li sala1954 wek kitêb her li Tehranê hatiye çapkirin, bi navê mêjûy rîşey nejadî kurd bi zimanê kurdî hatiye çapkirin. Jêderekî ji zar devê dustekê wî vegêraye ku wî bi xwe swînd xwarî ye ku ev kitêbe ne ya wî ye. (42)
(Serhildana Agirî) li destpêka salên heftiyan di biniyatda bi kurdî nivîsî ye, bi rêka xêzana wî yeşar xanimê gehiştî ye înistuta kurdî ya parîs, li berahyê di hijmarên 2 -8 kovara hîvî ya parîs da hatiye belavkirin, paştir hatiye wergêran bo zimanê firensî û li sala1986hatiye çapkirin, çapawê ya kurdî (kirmanciya jêrî) bi navê raperînî Agirî ji aliyê erselan bayîz 1992 û wergêran û çapa erbî ji aliyê (Selah Berwarî) 1990 hatiye çapkirin.
Hejî ye li vêrê bêjim her du kitêb (wiqay ararat) û (serhildana Agirî) wek naverok gelek nêzîkî yekin, heta astekî em dikarîn bêjîn her du yek kitêbin, her yek di demekêda û di kawdanekîda yek bi farisî û ya dî bi kurdî hatîne nivîsîn, vê çendê jî bi hizra min peywendiyeka rastewxwe bi kawdanê wî çaxî yê Îhsan Nûrî paşay ve heye.

Jêder:
1- M, A, Hisirtiyan, itîfazet elekrad am1925 , tercme Bafê Nazî, , (beyrot-1987 , bp74 -75
Hesen Hişiyar, dîtin û bîrhatinên min, beyrot, bp 256 , 294
Silêman çevîk, serhildana Şêx Seyid, kovara vejîn, hijmar10 , (Duhok-1998 , bp60 , 66
2 -Silêman çevîk, heman jêder, bip 66
Hisirtiyan, heman jêder, bp107 -110
3-hisirtiyan, jêderê çûyî, bip113
4- Hesen Hişiyar, heman jêder, bp380
5 -Hesen Hişiyar, heman jêder, bp337
Silêman Jevîk, heman jêder, bp68
6 -Kawe bEyat, şoriş kirdhay turikiya û tapîr an bir riwabig xarcî iran, (Tehran-1994), ip23
7 -Kawe Beyat, heman jêder, bp 23 perawêzê1
8 -Îhsan Nûrî paşa, intêfazet Agirî, tercime selah Beriwarî-1991 , bp 20 -27
mizekiçerat Îhsan Nûrî paşa, tercme: Ebidulsitar Qasim kelhur, s13 -14
9 -îlmaz çamlbel, gilîdax bê xwedî nîne (serhildana çiyayê Agirî), (estenbol-2005), bp 64 û 111 -115
10 Dr. Bileç Şêrko, kêşey kurd, wergêran Mihemed Heme baqî, (Kurdistan-1992) bp 89
Mihemed Salih Zîbarî, miclet came duhok, miceled1 , eelded1 , (1998), bp 76
Kawe Beyat, heman jêder, bp24 -25
11 -Kawe biyat, heman jêder, bp 30 -31
Dr. Bileç Şêrko, heman jêder, bp90
12 - Kawe beyat, heman jêder, bp193 belgenama hijmar14
13 -Kawe biyat, heman jêder, bip 210 , ji raporteka paşbendê leşkiryê berîtanî bo sêr. Ar. Kilayif nûnerê berîtaniya li Tehranê hatiye wergirtin.
14 -Bîlal N. Şimşêr, belgenamekanî îngilîz, wergêran: Selman Elî, (Silêmanî-2002), bp 277 , belgenama hijmar 53
15 -pîşekiyê Dr. Ebidulfetah Botanî, bo kitêba Kunê Reş (cimî ye xwîbun û wiqai pure ararat), bp8 -25
16 -muzekirat Îhsan Nûrî paşa, tercme: Ebidulsitar Qasim kelhur, (Erbîl-2008), bp 57 , 77 -79
17 -Kawe Beyat, heman jêder, bp 157
18 -îlmaz çamlbel, heman jêder, bp169 -186
19 -îlmaz çamlbel, heman jêder, bp198
muzekirat Îhsan Nûrî paşa, bp 77 -78
20 -îlmaz çamlbel, heman jêder, bp199
21 -îlmaz çamlbel, heman jêder, bp 199
22 -îlmaz çamlbel, heman jêder, bp 200
23 -îlmaz çamlbel, heman jêder, bp 200
Kawe Beyat, heman jêder, bp149 -158
24 -îlmaz çamlbel, heman jêder, bp199 -201
25 -Kawe Beyat, heman jêder, bp151
26 -Kawe Beyat, heman jêder, bp155
27 -Kawe biyat, heman jêder, bp157
28 -îlmaz çamlbel, heman jêder, bp200 -201
30 -Kawe biyat, heman jêder, bp179
31 -mi. C. Rojibeyanî, Îhsan Nûrî paşa û şoreşê kurd le Agirî dax, kovarî roşinbîrî niwê, hijmar 156 , 1986 , bp 159
32 -Kawe Beyat, heman jêder, bp180 -181
33 -Kawe Beyat, heman jêder, bp 182
34 -kuhistan, rojnameka heftiyane ya siyasî û rewşenbîrî ser bo kurdan ve bû, di nêvbera 7/3/1944 -4/3/1947 li Tehranê bi zimanê farisî dihate belavkirin.
Hîmdadî Husên Bekir, heftenamey kuhistan, kovarî senterî birayetî, (hijmar 5 , 1998), bp 38 -55
35 -Hîmdadî Hysên, heman jêder,
36 -Rojbeyanî, heman jêder, bp160
37 -Kawe Beyat, heman jêder, bp182
38 -Mihemed Salih zêbarî, heman jêder, bp76
M. C. Rojbeyanî, heman jêder, bp160
39 -M. C. Rojbeyanî, heman jêder, bp160
40 -Selah Berwarî, miqdme antfaçe Agirî, s9
41 -rojnama (rojname), hijmar183 -19/3/2008 bp13
42 -M. C. Rojbeyanî, heman jêder, bp160


email: duhok@duhokwriters.com

Musedeq Tovî

Çavkanî; http://www.duhokwriters.com/latini/in.php?page=kotar&id=1024

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder