4 Nisan 2012 Çarşamba

Şahidê komkujiya Geliyê Zîlan: Heroj 200 kes dikuştin!



Komkujiya Geliyê Zîlan yek ji komkujiyên herî mezin e ku dewleta Tirk bi şêwazên hovane li dijî gelê Kurd li bakurê Kurdistanê pêk aniye.


Piştî serhildana Agirî li sala 1930'ê de dişke, dewleta Tirk li Geliyê Zîlan herî kêm 15 hezar Kurd dikuje, bi dehan gundên Kurdan dişewitîne. Geliyê Zîlan ji cendikên Kurdan tê dagirtin, Artêşa Tirk li dijî gelê Kurd hovtirîn şêwazên ku nayê hişê însan bi kar tîne. Leşkerên artêşa Tirkiyê piştî Kurdan dikujin cendikên wan dişewitînin, tecawizî keçên Kurdan dikin, wan dikujin. Zarok, jin, keç, xort, kal û pîr didin ber xwe û bê cudahî bikin, tevan dikujin. Şahidê vê komkujiyê Haci Şebab Kandemîr ê temen 91 salî der barê komkujiya Geliyê Zîlan de taybet bo ANF'ê axivî. Haci Şebab Kandemîr: "
Ji ber Serhildana Agiriyê, em ji tirsan hilkiyan serê zozanan… Piştî ku em çend rojan man, em vegeriyan gundên xwe. Navê gundê me Çakirbey e. Em êvarê ketin ser rê. Bi qasî şevekê em meşiyan û serê sibê gihiştin gund. Me li gund gehiştin Kevirê Qûl. Em di rê de li rastî Mistefayê Meyro hatin. Ew ji bibû milîs. Ji me re got “vegerin vegerin. Gundê me ne cihê komkujiyê ye.” Em jî vegeriyan Çakirbeyê. Lê em dîsa din ava xof û tirsê de bûn. Ji dayîka min Heno Xatûn re got; “Heno Xatûn dê leşker bên û me bikujin, dê bên cenazeyên cendirmeyan bibin. Dê me jî bikujin.” Piştre Heno Xatûn biryar da ku em biçin daristana li kêleka gund. Me xwe li wir veşart.

Em bi şev ketin ser rê. Em danê sibê gehiştin gundê Încesûyê. Încesû de di qada komkujiyê de bû; ji ber ku ew gundê Feto bû. Feto bibû milîs. Rayedar bû. Gundê xwe rizgar kiribû. Em çûn wir, yanî nava Bêrîkiyan. Leşkeran nêzîkê 5 hezar mirov kom kiribûn. Hemû jî dîlên Geliyê Zîlan bûn.

Me digot qey em rizgar bûne. Lê ne wisa bû. Em digot em ji heman eşîretê ne, wir bi ewle ye. Leşkeran em jî xistin nava van her 5 hezar leşkeran. Birîndar, term, nalîn û qîrîn... mirovan hev du wenda dikirin, zarokên sêwî… Em hefteyekê li gundê Încesûyê man. Li derdora me milîs û leşker hebûn. Piştî hefteyekê me hemûyan kom kirin.

Li pêşiya me milîs hebûn û li derdora me jî leşker, em anîn Erdîşê. 5 hezar mirov… Hema bêje ji her gund û her eşîretekê mirov di nav de hebûn. Milîsên bi navê Sidiqê Heso û birayê wî Zeko hema li pêşiya me bûn. Di destên wan de kaxez hebûn. Kaxezê nîşanî leşkerên dihatin pêşiya me didan. Dawiya me li Încesû bû, pêşiya me gihişt gundê Êrşatê. Gava em gihiştin gundê Êrşatê me dît ku leşkera gundê Silêmanê Mamê şewitandibûn. Cenazeyan diavêtin nava agirê malê û dişewitandin. Min vana li gundê Êrşatê dît. Piştre em birin Erdîşê.

Li wir xelk dihatin mirov û xizmên xwe rizgar dikirin. Mala Ehmedê me jî li Erdîşê bû. Hat em rizgar kir. Min û dayîka min û du xwîşk û birayên min birin mala xwe. Kesên ku mirovek wan di nava dewletê de tune bûn jî dibirtin Aşê Dawûda û li wir dikuştin. Piştre em çûn gundê Êrşatê.

Ji mizgefta Seyîd heta goristana Êrşatê li her du aliyên rê cenazeyên mirovan hebûn. Serê havînê bû. Xwîna wan li ser xwînê reş bibûn; Dayîka min dîsa çavên min girt. Ji bo em netirstin." Şahidê bûyerê berdewam dike " Mizgeftek mezin a Erdîşê heye (Kara Yûsûf) aha ew mizgeft wê demê weke girtîgehê bi kar dianîn. Leşkeran mirovan bi roj ji Geliyê Zîlan dianîn û dixistin hindurê vê mizgeftê, êvaran jî dibirin û dikuştin. Dibirin Aşê Dawûda û li wir dikuştin.
Li ser rêya Heyderbegê dikuştin. Li ser rêya Wêranê dikuştin. Li ser rêya Yekmalê dikuştin. Hema bêje rojane 200 kes dikuştin. Bavê min çû û bi Sidiqê Heso re axivî. Sidiqê Heso jî çû Amedê û ji wir fermanek ji Derwêş Beg re anî. Bi vî awayî malbata me rizgar bû. Bavê min mala me bir gundê Êrşatê. Mala Ebûbekirê Ferho sirgun kiribûn, yanî xaniya wî vala bû. Bavê min çû ba Sidiqê Heso û rewşa me jêre digot.

Sidiqê Heso digot; “We jî di dema xwe, gelek qencî li me kir. Malbata xwe bibe wê malê.” Em jî li Erdîşê bûn. Bavê min êdî nehat. Mamê min Ehmed hat em birin. Ez bûm, dayîka min û du xwîşk û birayên min… Mamê min pêşî em birin Mizgefta Seyîd Ebdulwehab. Min wê demê dît; ji wir heta Êrşatê hemû termên mirovan bûn.

Niha Midûriyeta Emniyeta Erdîşê li wi r e. Li wir vala bû. Mizgefeta Kara Yûsûf Paşa weke girtîgehê bi kar dianîn. Her kesê li wir kom kiribûn, hin rûniştibûn û hin li ser lingan bûn. Hinekan jî bi zincîran girêdidan û dibirin. Hinekan tazî dikirin. Piştre leşkeran bi qûndaxan li wan dixistin. Dema dibû êvar jî dibirin û dikuştin. Ev yek bi qasî du mehan ajot." Haci her wiha dibêje "10 sal piştî Serhildana Agiriyê em bi destûra serokê milîsan (Silêman Erdînç) diçûn zozanan. Ew zozan wê demê şîn bûn. Hestiyên mirovan di nava şînatiyên kesk de mîna karikan spî dixuyan. Hestiyên mirovan… heywana jixwe goştên wan xwaribûn. Cenaze dişewitandin. Gelek ji wana bi awayeke komî diavêtin gorran. Me gelek ji wan hestiyan veşart."

Avestakurd

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder