27 Nisan 2012 Cuma

Rondikên Zîlan li ser dikê bû


Şanoya bi navê ‘Rondikên çavên newalekî Zîlan -Bîr Derenîn Gozyaşlari Zîlan’ ya ku ji aliyê Necmettîn Salaz ve hate nivîsîn û derhêneriya wê Ramazan Velîeceoglu kir li Sêrtê hate pêşandan.

Şanoya bi navê ‘Rondikên çavên newalekî Zîlan -Bîr Derenîn Gozyaşlari Zîlan’ ya ku ji aliyê Necmettîn Salaz ve hate nivîsîn û derhêneriya wê Ramazan Velîeceoglu kir li Sêrtê hate pêşandan. Lîstîk bi piştgiriya Şaxa SES’ê ya Sêrtê li Navenda Perwerdehiyê ya Gel a Sêrtê hate pêşandan. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, nûnerên sendîkayên girêdayî Platforma Şaxên KESK’ê, xwendekar û gelek welatiyan lîstik temaşe kirin. Di lîstikê de tiştên jina bi navê Îpek a ku di sala 1930’an de li gundên li der dora Newala Zîlan pêk hatin dîtin tê vegotin. Welatiyên lîstik temaşe kirin demên hestiyar jiyan.
Seroka SES’a Sêrtê Gulhan Tekî piştî lîstikê axivî û diyar kir ku bi lîstikê gelê Sêrtê êşên li Zîlanê pêk hatin jin. Tekî, got ku desthilatdar dixwazin ku civak pêşeroja xwe ji bîr bike. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî got ku bo qîmeta azadiyê baş bê zanîn divê êşên di dîrokê de hatin jiyîn bên zanîn û bi wan re rû bi rû bên çêbibe. Derhêner Ramazan Velîeceoglu jî diyar kir ku Teatreya Hunerê ya Merhaba 20 sal in lîstikên polîtîk dilîze û pirsgirêkên civakê tîne ziman û armanca wan bi vê lîstikê civakê û dewletê bi dîrokê rehevrû bikin.

SÊRT - DÎHA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder