27 Nisan 2012 Cuma

Li Duhokê festîvala Şoreşa (serhildana) Agiriyê


Duhoka rengîn bi Festîvalekê şoreşa (serhildana) Agirî yê bi bîr tîne. Hemû kurd û Kurdistaniyan bi xêr biçin festivala dîroka serhildana mêrxasiyê..


Bi dirûşmê Dihok paytexta zîndîkirina helkeftên neteweyî ye, rêveberiya Senterên Rewşenbîrî û Tîpên Hunerî, rêveberiya çap û belavekirnê li Dihokê, li sibehiya îro 25/4/2012 bi çavdêriya wezîrê rewşenbîrî û lawan Dr.Kawe Mehmud, vestîvala şorşa Agirî 1926- 1930 û ceneral Îhsan Nurî Paşa li hola yeketiya nivîserên Kurd li bajarê Dihokê dest bikarên xwe kir. Her weha, dê heyama 2 rojan berdewam be.

Rêveberê senterekan û tîpên hunerî li Dihok di peyvekê de diyarkir, em dixwazin bêjin ku şoreşa Agirî ,Îhsan Nurî Paşa pişkeka mêjuya serdema xelkê Kurdistanê ye, armanc ewe ku xelkê kêmek liser şoreşê dizanî û bi taybet gencan/ciwanan.

Rêveberê Senter û Tîpên Hunerî li Dihokê Îsmaîl Tahir Cangîr ji PUKmedia`yê re ragihand û got: Vestîval pitir dê ya ekadîmî u zanstî û hizrî bê ya cemawerî na bê û pitir ya amadebûyan dê gencên senterên rewşenbîrî bin, taku tştekî ji mêjuya bav û bapîrên xwe bizanin û di nava vestîvalê de heşt smînar di sê penelan de dihêne pêşkêşkirin û di nava smînaran de jî, jiyan û berxwedan û hemû aliyên şoreşa Agirî û Îhsan Nurî Paşa dIhêne behskirin.

Cangîr di dirêjahiya gotina xwe de, got: "Di nava vestîvalê de, çendîn mêvan li derveyê Kurdistanê û nava Kurdistanê amadebûne û binemala Biroyî jî ku yek ji serkirdeyên şoreşa Agirî bûye amadene di nava vestîvalê de.

Têzanîn ku vestîval dê 2 rojan berdewam be û çendîn smînar û pêşangehên fotoyî girêdayî şoreşa Agirî û kurte flîmên dîkumêntî û kilîp jî wê bêne nimayşkirin.



Çavkanî 1: http://pukmedia.co/kurdi/n%C3%BB%C3%A7e/her%C3%AAma-kurdistan%C3%AA/923-dihok-vest%C3%AEvala-%C5%9Fore%C5%9Fa-agiriy%C3%AA-dest-p%C3%AA-kir

Çavkanî 2: http://candname.hk-mg.net/2012/04/li-duhoke-festivala-serhildana-agiriye.html


Çavkanî 3: http://www.netewe.com/index.php?id=832

Çavkanî 4 : http://dengeagiri.com/haber/3056/festvala-serhildana-agiry-li-dihok-destp-kir.html

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder