4 Nisan 2012 Çarşamba

ENDAMÊ XOYBÛNÊ, SÎXURÊ ÎNGILÎZAN



Di dîroka hemû gelan de, xwefiroşî, sîxurî û rapornivîs derdikevin. Carên wisan hebûne ev awa kesên han gihiştine bilindtirîn paye û meqaman, di bin destê paşa û fermanrewayan de gale kirine.


XÊR Û BÊRA RAPORNIVÎSEKÎ KURD Ê ENDAMÊ XOYBûNÊ Û SîXURÊ INGILÎZAN


-1-

Di dîroka hemû gelan de, xwefiroşî, sîxurî û rapornivîs derdikevin. Carên wisan hebûne ev awa kesên han gihiştine bilindtirîn paye û meqaman, di bin destê paşa û fermanrewayan de gale kirine. Tecrubeyên dîrokê nîşan didin ku ev diyardeya han di nav gelên hişyar ên bê maf yên wekî ermenî de gelek kêm e. Xwedê bike di nav kurdan de jî wisan be.

Di belgenameyên ingilîzan de ev eşkere ye ku hejmarek kurd di bin re ji bo wan kar kirine. Yek ji wan li Silêmaniyê xwendewarekî çak, hişyar û çalak e, xwe nêzîkî niştimanperwerên kurd kiriye, heta gihiştiye Şêx Mehmûd bi xwe. Beşdarê rêxistinên Kurdistanê bûye û bi destxeteke gelek sipehî û bi kurdiyekî gelek rewan raporên bi bereket li ser nivîsandine. Di faila hejmara 23/414/an, beşê çaran, X/M 4583an a wezareta firokevanî ya Brîtanyayê de, ku ji bo behsa beşekî ji “Tevgera Neteweyê Kurd” di dawiya sala 1928an û destpêka sala 1929an amade kiriye, hejmarek belgenameyên bê pîvan bi qîmet hatine parastin ku peywendiya wê bi vî rapornivîsê me ve heye. Beşek jê name û notên wî yên taybetî ne ku bi destxetê xwe ji bo ingilîzan nivîsandine, beşek jî ji nameyên taybetî yên rêxistinên kurd ên wî wextî pêk tên ku bi riya wî re bi nehênî ji Şêx Mehmûd û Mehmûd Xanê Kanîsanan re hatine şandine, wî jî wekî hêka paqijkirî kirine ber destê dezgehên emnî ên ingilîzan, ku beriya bigihîjin ciyê xwe, wêne li ber hatine girtin. Di wan belgenameyan de gelek zanyariyên girîng û bi qîmet di derbarê dîroka tevgera kurdî ya li Kurdistana Iraqê hene, ku heta îro ne kes ji me dizanîn, ne tu çavkaniyeke biyanî bi xwe behs kirine. Beşek ji wan zanyariyan peywendiya wan bi çalakiyên Xoybûnê(1) yên di nav kurdên Iraqê de hene. Qîmeta dîrokî û siyasî ya van zanyariyan nayên pîvan, beriya hemû tiştekî bêagahdariya kurdan ji hevûdu nîşan dide. Kesek ji me vê nedizanî ku Xoybûnê çalakiyên fireh di nav kurdên Iraqê de meşandine, di nêzîk de peywendî bi rêvebirên wê re danîye, liqên taybetî di bajaran de damezirandiye. Ingilîzan gelek bi meraq, ji çar aliyan ve ketine berhevkirina zanyarî di derbarê çalakiyên Xoybûnê de, ku damezirandina wê di wî wextî de werçerxaneke girîng bû di dîroka tevgera neteweyî ya kurd de, Enqereyê hejand û rê ji bo serhildana mezin a Araratê xweş kir. Îro em bi saya wî rapornivîsê, hezar car dikare rast be, em vê yekê dizanin ku liqeke mezin a Xoybûnê li Silêmaniyê hebûye, hejmarek rewşenbîrên kurdperwer ên naskirî endamê wê bûne. Yek ji wan belgenameyên di nav wê failê de, ku me li jorê behs kir, ji bo vê meseleyê amade kirine. Ew belgename ji nivîsên zabitekî istixbarata Brîtanyayê li Silêmaniyê pêk tê, ku roja 28ê çirya paşî ya sala 1928an de bi nehênî ji baregeha hêzên asmanî yên Brîtanyayê li Bexdayê re şandiye. Di nîvê nivîsa xwe de bi herfên latînî nivîsandiye “Cemiyetî Xoybûn”. Ev jî teksta destpêka xwediyê nivîsê ye ku bi ronî qîmetpêdana ingilîzan bi hereketê Xoybûnê û agahdariya temam a mirovê me bi nehêniyên wê rêxistinê nîşan didin:

“Min nekarî ez zanyariyên zêde di derbarê wê komeleyê de peyda bikim. Di van dawiyan de bi riya endamekî wê re ku mirovê min e û li vir nebû, ji bo kar û barên (xwe) yên qanûnî çûbû Helebceyê û çend roj beriya niha min ew bi lez bangî Silêmaniyê kir(2), zanyarî bi destê min ketin. Beriya ku biçe Pîranê lîsteke temam a wan navan da min ku heta niha endamên Xoybûnê ne, ji bilî wan navên ku li ciyê din in û tên zanîn”.

Endamên Xoybûnê li Silêmaniyê 18 kes bûne, di nav lîsteyê de navê 17an nivîsandine, rapornivîsê me jî endamê 18an bûye.

Yekem navê di nav lîsteyê de Mistefa Zekî Saib Efendî ye ku li rexê wê bi destxet nivîsandiye, ew kurê Mele Ehmed e. Mistefa Zekî Saib, serokê liqa Xoybûnê ya Silêmaniyê bûye, birayê Cemîl, Celal û Enwer Saib e. Kesê yekem xwediyê çîroka “Le Xewma” ye, yê duduyan bavê hunermendê mezin Şemal Saib e, yê sisiyan jî dîplomatekî naskirî bûye.

Duyem nav Şêx Selam Arif e ku li gor lîsteyê sekreterê liqê bûye, li ber navê wî nivîsandiye niha bêkar e.

Sêyem nav Xenî Şalî ye ku saymanê liqê bûye, li ber navê wî nivîsandiye, bazirgan e. Xenî Şalî bavê kak Faiqê hevrê û hevalê min ê sinifê Dr. Xusrew ê serokê berê yê Zanîngeha Selaheddînê ye.

Piştî van hersê navan, ku desteya birêvebir ya liqa Xoybûnê ya Silêmaniyê bûn, lîste tê li ser navê endamên wê liqê ku 14 rewşenbîrên naskirî yên vî bajarî bûn. Em ê li jêrê ev nav çawan ji aliyê wî kesî ve di lîsteyê de cih dayê, binivîsin. Ew zanyariyên ku di nava du kevanan de li hemberê wan hatine nivîsandin yên min in, min ew ji bo zêdetir danasîna wan navan kirine:

1-Osman Faîq Efendî, di dayîreya tapoyê de fermaber e (birayê Macid Mistefa û xalê lîwayî xanenişîn/teqawid Fuad Arif e. Di sala 1976an de koça dawiyê kir).

2- ‘Elî Irfan Efendî, nivîskarê wê rojnameyê ye ku li Silêmaniyê derdiket (mebest rojnameya Jiyan e ku di ciyê Jiyanneweyê de derket. Ji roja 21yê kanuna paşî ya sala 1926an heta 10ê adara sala 1938an li Silêmaniyê derketiye).

3- Fuad Mistî, katibe di leşkeriya Iraqê de (birayê mamoste Tewfîq Wehbî û bavê zabitê bi nav û deng Newşîrwan Mistefa ye).
4- Kerîm Seîd Beg, cihgirê serokê Komeleya Zanistî ye (mebest, ciyê wî Buhûşt be, Kerîm Zanistî ye ku roja 14yê kanuna paşî 1996an de koça dawiyê kir. Wisan dixuyê di nav rêxistinên nehênî yên wan rojan de çalak bûye(3).
5- Seyîd Îbrahîm, birayê Şêx Mehmûd e (ji aliyê bavê ve bira ne û ji aliyê dayîkê ve ji mîrên Şeqlaweyê ne).

6- Şêx Ezîz Efendî, di dayîreya tapoyê de fermanber e (mebest Şêx Ezîzê Şêx Reşîdê Şêx Ehmed Faîz e ku ji aliyê bavê ve ji şêxên Gelezerdeyê ye, ji aliyê dayîkê ve xarziyê kak Ehmedê Şêx e. Çend caran li Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr û Rumadiyê bûye birêvebirê dayîreya tapoyê, di nav xelkê de jê re digotin Şêx Ezîzê Tapo, di sala 1983an de di temenê xwe yê 82 salî de koça dawiyê kir).

7- Wahîd Efendî, mamosteyê dibistanê ye (mebest ‘Ebdulwahid Nurî ye ku wî wextî yek ji rewşenbîrên naskirî yê kurd bû, di tîrmeha sala 1944an de koça dawiyê kir).

8- ‘Elî Axayê Hacî Salih, di dayîreya waridatê de fermanber e (ne dûr e mebest ‘Elî yê katibê bavê Cezayî ciyê wî Buhûşt be).

9- Ezmî Begê Baban, (tiştek li hember nenivîsandiye, ji eşrafên bajêr, nûxwaz û dinyadîtî bûye, di sala 1949an de koça dawiyê kir).

10- Şewket Ezmî Begê Baban, (tiştek li hember nenivîsandiye, kurê mezin ê Ezmî Begê Baban bû. Çend car bûye mudurê nahiyeya ‘Erbet, Bingird, Mawet û ciyên din. Di sala 1951an de koça dawiyê kir).

11- Celal Fetah Efendî, di wilayetê de fermanber e (xalê Emîn Mîrza Kerîm ê çîroknivîs).

12- Ehmed Efendî ‘Ezîz Axa, di wilayetê de fermanber e (bavê Nejad e, mirovekî qoşm e, di nav xelkê de hezkirî bû).

13- Şêx Maruf, di nav bazarê de bacgir e (min nezanî ev kî ye, Mîrza Marufê şair hebûye û wî wextî kesekî naskirî bûye).

14- Kerîm Rustem, ku bi navê Kerîm Şalom tê naskirin. Di leşkeriya Osmanî de zabit bû, ne gelek e ji Bexdayê vegeriyaye Silêmaniyê (tê gotin nazvnavê Şalomî jê re ji şer maye ku goya beşdarî di Şerê Cîhanê yê Yekê de kiriye, rewşenbîrekî dinyadîtî bûye. Karkerê hejmara yekê ya wan sê hejmarên Bangî Kurdistanê bû, ku Mistefa Yamulkî di sala 1926an de li Bexdayê derdixist).

Yên li derveyî Silêmaniyê ne, ku li gor lîsteya rapornivîsê me endamê Xoybûnê bûn û wî naskirine, 13 kes in, qismek ji wan damezrênerên Xoybûnê ne. Em ê navê wan jî bi rêzê ve wekî di lîsteyê de hatine li gel têbîniyên wan binivîsin. Cardin ew agahdariyên di nav kevanê de li hemberê wan navan hatine nivîsandin, yên min in:

1-Memduh Selîm Beg, îhtîmal e li Sûriyê be (di destpêka sala 1972an de min ew li Şamê dît, ew kurdperwerekî bêemsal û xwendewarekî baş bû. Di dawiya salên 70yî de li Şamê koça dawiyê kir. Mamoste Mesud Mihemmed li ser wî agahdarî dane).

2- Mistefa Şahîn Begê Berazî, (tiştekî li hemberê navê wî nenivîsandiye. Qismek ji kurdên Sûriyê Berazî ne, gelek mirovên mezin tê de rabûne. Li gor mamoste Rojbeyanî, Berazî ji Beledûzê çûne welatê Şamê).

3- Celadet ‘Alî Begê Bedirxan, niha li Tehranê ye (mebest Celadet Emîn ‘Alî Bedirxan e. Ji hemû birêvebirên Xoybûnê çalaktir bûye, ji hemûyan zêdetir navê wî di belgenameyên ingilîzan ên nehênî de derbas bûye. Roja 15yê tîrmeha sala 1951an li Şamê koça dawiyê kir).

4- Xelîl Ramî Bedirxan, (tiştekî li hemberê navê wî nenivîsandiye, ji eynî malbatê ye, birayê Emîn ‘Alî û mamê Celadet Bedirxan e).

5- Sureya Bedirxan, (tiştekî li hemberê navê wî bi destxet nivîsandiye, ew li Dewletên Yekgirtî yên Emerikayê dimîne, birayê mezin ê Celadet Bedirxan e. Naznavê wî Blec Şêrko ye(4). Kitêba El-Qediye El-Kurdiye, ku weşana herî bi qîwet a Xoybûnê ye, di sala 1930an de bi erebî û fransizî li Qahîreyê di bin serperiştiya Mihemed ‘Elî Ewnî de hatiye çapkirin, ji aliyê wî ve hatiye nivîsadin. Di sala 1938an de li Parîsê koça dawiyê kir).

6- Doktor Şukrî Mihemed, berê li Bexdayê bû, îhtîmal e niha li Sûriyê be (mebest Dr. Şukrî Sekban e, doktor û xwendewarekî baş bû. Di nîvê salên 30yî de helak bû, dev ji kurdîtiyê berda, vegeriya Tirkiyê û li wir poşmaniya xwe bi nivîskî da xuyakirin. Mamoste Refîq Hilmî bi tundî bersîva wî daye).

7- Mistefa Şewqî, sekreterê Komîteya Merkezî ya Xoybûnê ye li Bexayê (rewşenbîrekî baş û rojnamevan bû. Mistefa Paşayê Yamulkî bi riya wî re di sala 1926an de li Bexdayê sê hejmrên Bangî Kurdistanê weşandine. Bi serê xwe jî di sala 1927an de cardin li Bexdayê kovara Peyjeyê weşandiye. Di bin navê kovarê de nivîsandiye: Be Kurdî Bo Kurdayetî Edwê).

8- ‘Elî Ewnî, Qahîre (mebest Mihemed ‘Elî Ewnî ye ku di dîwana qralê Misrê de wergêr bû. Belgeke ingilîzan li ba min heye, dibêje: Mihemed ‘Elî Ewnî ji malbata qralê Misrê ye, xwendewarekî zana bû. Di salên 30yî de Dîroka Kurd û Kurdistanê ya Mamoste Emîn Zekî Begê wergerande erebî û di sala 1939an de li Qahîreyê weşand. Her li wir di destpêkî de û pişt re jî bi ‘erebî Şerefnameya Şeref Xanê Bedlîsî weşand. Destê wî di nivîs û weşanên Xoybûnê de zêde bûye).

9- Mamend Remzî Efendî(*), li Hewlêrê mamosteyê dibistanê ye (îhtîmal e Mihemed Remzî Efendî be, min nekarî ez ronî bikim ka ew kî ye).

10- Sidiq Efendî, hil e (ne dûr e mebest Sidîq Qadir be ku di hukumeta Şêx Mehmûd de serperiştkarê giştî yê polêsan bû. Bi xwe di bîranînên xwe de dibêje, ez beriya hemû tiştekî kurd im û pişt re misilman im, ez ji gundê Kurtekê û Eşîreta Hemewendî me).

11- Ebdulxaliq Efendî, Kerkûk (wî wextî li Kerkûkê du ‘Ebdulxaliqên naskirî yên kurd hebûn, ‘Ebdulxaliq Qutb û yê duduyan ‘Ebdulxaliq Esîrî yê şair. Roja 1yê kanuna paşî ya sala 1996an ez li Bexdayê çûm li ba ‘Ebdulxaliq Qutb, birêz nedihat bîrê ku beşdarê xebata Xoybûnê bûye. Ger wiha be mebest ji vê ‘Ebulxaliqê Esîrî ye ku kurdperwerekî dilxwaz hatiye naskirin).

12- Silêman Beg, Rewandiz (mebest Silêman Begê neviyê mîrê Rewandizê ye, bi navê Sîlahşor hatibû nasîn. ‘Elî Heyderê kurê wî çed caran di parlamentoyê de bûye nûnerê Rewandizê, çend caran jî bûye wezîr û sefîr, ku ji bo şahidiyê anîne ber dadgeha gel, gotineke wî ya bin av û deng heye, ku gotiye: bi regez kurd û bi hest ereb im).

13- Osman Beg, Rewandiz, (min nekarî ez bizanim ka ev kî ye(5), li gor min Huseyn Huznî Mukriyanî jî ku wî wextî li Rewandizê bi derxistina Zarî Kurmancî mijûl bû, ji nêzîk ve peywendiyên wî bi birêvebirên Xoybûnê ve hebûn)”.

Di dawiya nivîsa xwe de zabitê îstîxbara Brîtanyayê bi devê rapornivîsê me van sê rastiyên bi qîmet ên din ji bo me nivîsandine. Ingilîz heta wê yekê jî zanîne ku endamên Xoybûnê yên Silêmaniyê car û carnan di nav xwe de gotina “sincuq esênîn” (sincux bistînin) bikar dianîn, pişt re ji wan re ronî bûye ku ew gotin bêjeke nehênî ya ji bo hevûdu nasînê ye, dema ku ji ciyek diçûn ciyekî din di navbera xwe de ji bo hevûdu nasînê bi kar dianîn. Wekî ku bêjin em ji bo “basuq sicux bistînin hatine”. Bi eynî destûrê ingilzan vê yekê jî zanîne ku liqa Xoybûnê ya Silêmaniyê, di ciyê navê xwe de “Şu’beyî Fîdayî JimareYek”ê ji xwe re kirine sembol, liqa Xoybûnê ya Hewlêrê jî ji bo eynî mebestê “Şu’beya Ewel”ê bijartiye. Sekreterê emniyetê Mamend Remzî bûye ku vê carê nivîs dibêje mamosteyê dibistanê ye li Şeqlaweya nêzîkî Hewlêrê. Ez hêvîdar im kurd bi xwe li wî rapornivîsî xweş bin, ji ber ku bi rastî xêr û berê wî ji bo dîroka kurd zêde ye, ev rastiya han di beşê dahatî yê vê gotara me de, em ê careke din bi ronî hest pê bikin.
-2-
Me di beşê yekê vê geşta xwe de behsa wan zanyariyên bi qîmet kir ku rewşenbîrekî kurd ê zîrek û gelek hişyar ê girêdayî ingilîzan, di raporên xwe yên nehênî de di derbarê çalakiyên Komeleya Xoybûnê di nav kurdên Iraqê de, li derûdora dawiya salên bîstî pêşkêşî dezgehên taybetî yên Brîtanyayê yên li bajarê Silêmaniyê kirine. Ew rapornivîsê me, ku endamê Xoybûnê û Komeleya Zerdeşt bûye, di nêzîk de peywendiyên wî bi hejmarek rêberên kurdan ve hebûye, bi taybetî bi Şêx Mehmûd ve û gelek zanyariyên bi feyde di derbarê tevgera wî de daye ingilîzan, ku îro hemû bûne çavkanîyên eslî yên gelek bi biha ji bo lêkolîna wê tevgerê.

Di eynî fayla hejmara 23/414an de, beşê çarem, X/M 4583yan a wezareta firokevanî ya Brîtanyayê de ku ji bo behsa beşek “Tevgera Neteweyî ya Kurd” di dawiya sala 1928an û despêka sala 1929an de ameda kiriye, ku du nameyên bi destxet yên gelek girîng tê de ye ku yekê ji wan Komeleya Zerdeşt şandiye Pîranê ji Şêx Mehmûd re. Ya duduyan şandiye Merîwanê ji Mehmûd Xanê Kanîsanan re. Rapornivîsê me, karê rast û Xwedêjê razî be, beriya nameyan bigihîne ciyê mebesta wan, herduyan gihandine destê karbidestên ingilîzan ku wêneyek ji bo xwe li ber bigrin û vêca ji xwe re hêdî hêdî bêyî perwa û bêyî tirs, roja 30yê îlona sala 1928an ber bi Pîran û Merîwanê bikeve rê. Nameya Şêx Mehmûd bi destxetê Celal Saib hatiye nivîsandin ku ew birayê Mistefa Saib ê serokê liqa Xoybûnê ya Silêmaniyê bû (Celal Saib, bavê hunermenda naskirî yê Şemal Saib e). Ez dûr nabînim rapornivîsê me ji xwe re hemû name veguhestinan ji bo ingilîzan nivîsandibe, ji ber ku destxetê hemûyan û ew raporên taybetî yên di derbarê rewşa Silêmaniyê de pêşkêş kirine û di eynî faylê de hatine parastin û em ê di beşê dawiyê yê vê zincîrgotarê de behs bikin hemû wekî hev in: ne dûr e di nav kalên kurdan de kesine hebin wan destxetan û xwediyê wan binasin, her çend kabirayê min ê mezin, yek ji wan du-sê kesên naskirî yên bajêr in.

Li gor belgenameyên ingilîzan Komeleya Zerdeşt, beriya dawiya sala 1928 hatiye damezirandin, her çend em ê di beşê bê yê vê gotarê de behs bikin, li gor yek ji wan belgenameyên Komeleya Zerdeşt bi xwe ku di nav eynî faylê de ye, ev komeleya han di sala 1926an de hatiye damezirandin, ev ciyê gumanê ye. Her çi hal be, wisan dixuyê li ser helwêstê li hemberê Asuriyan û rêkevtin bi hukumetê re di nav rêberên komele û rêxistinên kurdên wî wextî de dijîtiyeke zêde peyda bûye. Grubek endamên wan nêxistinan di bin rêvebiriya Îsmaîl Heqî Şawes de komeleke nû ya navê wê Komeleya Zerdeşt damezirandine. Li gor wan zanyariyên ku heta niha bi destê min ketine, wisan dixuyê ev komeleya me hinek tund û tûj bûye, lê di eynî wextî de rast, ji xwe razî û pêdagirtina ciyê wî Buhûşt ya Îsmaîl Heqî Şaweys di muameleyên wê de rengê xwe wergirtiye. Hêjayî gotinê ye, navê Îsmaîl Heqî Şaweys gelek caran di nav belgenameyên ingilîzan de ducarî dibin.

Nameya Komeleya Zerdeşt ji Şêx Mehmûd re rûpeleke hecma wê mezin e û naveroka wê ji 29 rêzan pêk hatiye. Li ser rûyê nameyê nivîsandiye: “hejmar 2469, roj 1 rebî’ulaxir 1347” ku dike 17yê îlona sala 1928an. Lê li jêrê nameyê nivîsandiye: “Silêmanî 28 rebî’ulewel 1347” ku dike 16yê eynî mehê û eynî salê. Yanî 16yê îlona sala 1928an. Ev jî teksta nameyê ya awayê nivîsandina îro ye:

“Bo hezretê ‘alî cenab Şêx Mehmûd dame iqbal û hu. Be heseby eweyî ke cenabtan serkirde we zatikî gewreyî kurd in, be nawê kurdayetîyewe be’zê qezîye heye ‘erztany ekeyîn ke zor arezû reca ekeyn be ehemmiyet temaşayî bifermûn çunke em me’ruzane hî şexsêk nîn we bo yekêk nîn. Em arezûwe hî hemû mîlletî kurd e we em haware be yekdenge, emîn bin le hemû Kurdistanewe ye le ber ewe le pêş hemû şitêk da zor tikatan lê ekeyn ke zor ehemmîyetî bidenê”…

Komeleya Zerdeşt di nameya xwe de bi germî daxwaz ji Şêx Mehmûd dike bi tu awayî bi hukumetê re li hev neke, ji ber ku wekî dibêje, niyaza wan bi kurdan re ne pak e. Ji ber vê “em ku çend ferdek in ji efradên vî miletî ku cenabê we mezinê wê ye, em li ser navê hemû miletê rica dikin ehemiyetê bidin van daxwazên me û ev tenê riya emel û heyata me ye”.

Di dawiya nameyê de nivîsandine: “bi navê hemû miletê kurd Cem’îyeta Zerdeşt” û di binê wê de jî gotiye: “suretek ji bo sekreter û mu’temedê giştî yê Komeleya Zerdeşt li Bexdayê li ser emir û tehrîrata Merkeza Umumî, hejmar 3109, roj 9 îlon 1928”.

Herçî nameya Komeleya Zerdeş ji bo Mehmûd Xanê Kanîsanî li Merîwanê ye, bi farisî û bi destxetê Mistefa Saib bi xwe ye. Ev nêzîkî du rûpelên hecma wan mezin e. Teksta naveroka wê jî 53 rêzên dagirtî ne. Li serrûyê nameyê nivîsandine: “hejmar 2486, roj 10 rebî’ulaxir 1347” ku dike 26ê îlona sala 1928an. Di dawiya nameyê de jî bi kurdî nivîsandine: “suretek bo sekreter û mu’temedî ‘ami Cem’îyetî Zerdeşt li Bexda li ser emir û tehrîra Merkezî Umumî, hejmar 3157, roj 17yî îlona 1928an”.

Di navbera naveroka herdu nameyên Komeleya Zerdeş de cihêtiyeke mezin tune, ev nebe ku di vê de bi germî Mehmûd Xanê Kanîsanî ji bo hewil bide û bixebite da ku bala îraniyan ji bo tevgera kurd rabikêşe, han bide. Sebebê vê jî wekî komeleke siyasî ya kurd ji Mehmûd Xan re dide nasîn. Her wiha Komeleya Zerdeşt wêneyek ji nameya xwe ya ji Şêx Mehmûd re şandiye, ji Mehmûd Xan re şandiye û ev yek jî jê re gotiye ku Pîşderî mijûl in xwe ji bo serhildanê berhev dikin.

Herdu nameyên Komeleya Zerdeşt pîvan û nirxandineke zêde jê re dixwaze ku di “Rengîn” de bi cih nabin. Evqas heye, wisan dixuyê ew komele di nêrînên xwe de ketiye nav şaşiyeke mezin,bûyerên dawiya salên bîstî û destpêka salên sîyî vê bi ronî nîşan didin. Gelek bi ser re derbas nebû kuştina Simko û alîkariya ingilîzan û Îranê li dijî Şêx Mehmûd zelal kirin ku Îran ne ew aliye pişt lê bê girêdan.

Demek şûn de rapornivîsê me ji Pîran û Merîwanê vedigere Silêmaniyê û bersîva Şêx Mehmûd û Mehmûd Xanê Kanîsanî ji Komeleya Zerdeşt re bi xwe re tîne. Cardin beriya bersîvan bigehîne ciyê wan, ji ingilîzan re dibe ku wêneyek li ber bigrin. Ew du bersîv jî tijî ji zanyariyên girîng in ku bi xêr û bêra wî rapornivîsê nebûya wekî gelek rûpelên din ên bi qîmet ên dîroka nû û hevdem ên kurd, dê bi xwediyên xwe re biçûna bin erdê.

-3-
Di beşên borî yên vê zicîra gotarê de em gihiştin behsa nameyên Komeleya Zerdeşt ên di îlona sala 1928an de yên ji bo Şêx Mehmûd li Pîranê û Mehmûd Xanê Kanîsanî li Merîwanê. Kek rapornivîs dema ku tê li ser bersîva Şêx Mehmûd û Mehmûd Xan ku bi xwe re tîne ji rêvebirên Komeleya Zerdeşt re û bi eynî destûrê beriya bigihîne cihê wan, ji zabitê îstîxbaratê yê Brîtanyayê yê li Silêmaniyê re dibe. Mixabin di wê faylê de ku ev behs tê de ye, wêneya van herdu nameyan tune, lê kurtiya naveroka herduyan bi ingilîzî tê de hatine parastin. Ew jî ji zanyariyên di derbarê tevgera kurd ya di dawiya salên 20î de ne. Zabitekî istixbaratê yê Brîtanyayê li Silêmaniyê, roja 30yê çirya pêşî ya sala 1928an, di derbarê bersîvên Şêx Mehmûd û Mehmûd Xanê Kanîsan de nivîsek ji îstîxbarata bingehê hêzên asmanî yên Brîtanyayê yên li Bexdayê re şandiye. Ger wiha be çûna rapornivîsê me li Pîran, Merîwan û vegera wî li Silêmaniyê dora mehekê kêşandiye. Di nivîsê de wisan dixuyê Mehmûd Xanê Kanîsan xwe ji daxwazên rêberên Komeleya Zerdeştê veşartiye, ji ber ku di bersîva xwe de her ew ragihandiye ku nameyê wergirtiye. Rêberên komeleyê dev jê bernedane, roja 20ê çirya pêşî ya sala 1928an nameke din jê re şandine, hejmara nameya vê carê 2573 ye. Di nameya duduyan de daxwaz ji Mehmûd Xan Kanîsan kirine, ji bo damezirandina peywendiyên berdewamî yên di navbera herdu milan de nûnerekî xwe bişîne li ba wan. Wisan dixuyê Mehmûd Xan vê nameyê piştguh kiribe, yan bersîva wê bi rêya raste rast re şandibe. Ji ber ku zabitê îstîxbaratê yê Brîtanyayê ya li Silêmaniyê di nivîsa xwe de dibêje: “tu bersîvek di derbarê wê nameyê de negihştiye destê wî”.

Herçî Şêx Mehmûd e, qîmeteke zêde daye nameyê, di bersîva xwe de amadetiya xwe ya ji bo destê alîkariyê dirêjê Komeleya Zerdeşt bike, daye xuyakirin. Lê daxwaz ji birêvebirên wê kirine ku dûr û dirêj hemû zanyariyên pêwîst ên di warên xwe de jê re bişînin, bi taybetî di derbarê armancên komeleyê û navên endamên wê yên çi li Silêmaniyê û çi jî li ciyên din in û agahdarkirina di derbarê hemû karên bi qîmet yên wan de bi temamî.

Roja 25ê çirya pêşî ya sala 1928an rêvebirên Komeleya Zerdeşt, bersîvek ji Şêx Mehmûd re nivîsandine û ew agahdar kirine ku sureteke nameya wî ji serokê komeleyê yê Bexdayê re şandine. Her wiha bi nameya duduyan re destûra Komeleya Zerdeşt jê re şandine û daxwaz jê kirine ger pê qayîl dibe bila imza bike û ji wan re paşve bişîne û ji wir şûnve êdî Şêx dibe serokê komeleyê û vêca ew jî navê hemû endaman û şifreya taybetî jê re dişînin. Ji xwe ger imza neke dibê nimûneya destûrê û hemû nameyên komeleyê li wan vegerîne, ku ew jî nameyên wî jê re bişînin. Ev hemû diyarde û tecrubeyên nû yên dîroka çalakî yên rêxistinên kurdan ên wî wextî ne. Ji nameyên wan diyar e ku Zerdeştî bi dil hez kirine Şêx Mehmûd bibe serokê komeleya wan, li gor wan wisan bû ku ev dê bibe sebebê serfirazî û serkevtina gelê kurd.

Di saya nameya duduyan a Zerdeştiyan ji Şêx Mehmûd re, naveroka destûra komeleyê ji me re maye ku bêguman qîmeta wê ya dîrokî gelek gelek zêde ye. Yek ji wan valatiyên dîroka tevgerên kurdî di nebûn û wendabûna program û destûra rêxistinên kurdî de tê xuyakirin. Li gor gotina rêvebiran ku ji Şêx Mehmûd re nivîsandine, Komeleya Zerdeşt di sala 1926an de hatiye damezirandin. Em heta derecekê vê salê rast nabînin, ji ber ku yên vê komeleyê damezirandine endamên Xoybûnê bûne û jê veqetiyane, Xoybûn jî li dorûberê dawiya sala 1927an hatiye damezirandin. Ne dûr e nivîser, yan nivîserên nameyê bi nivîsandina vê salê xwestibin giraniya xwe li ba Şêx Mehmûd zêdetir bikin.

Li gor naveroka nameyan û zanyariyên taybetî yên di nav belgenameyên taybetî yên ingilîzan de derdikeve, serok û melbendên merkeza Komeleya Zerdeşt li Bexdayê bûbe û du liqên komeleyê hebûne. Yek jê li Silêmaniyê ku bi xwe gotine “Şu’beyî Fîdayî”, ya din jî li Hewlêrê bûye. Destûra Komeleya Zerdeşt ji 16 maddeyan pêk hatiye. Maddeya yekê di derbarê peywendiyên navbera kurd û Îranê de ye ku mixabin komele ew rast nenirxandiye. Li gor maddeya duduyan dibê hemû endam girêdayî ferman û biryarên komeleyê bin. Maddeya sisiyan, dibê serok bi hemû dengan bê hilbijartin. Maddeya çaran, peywendiyên komeleyê dikin ser milên serok. Ev maddeya han çar xal in ku ji bo behsa wergirtina endam, pere, dahata komeleyê û desthilata taybetî yê serok hatine amadekirin. Maddeya pêncan jî ji du xalan pêk hatiye, ev herdu xal behsa kar û barên darayî yên komeleyê dikin ku dibê têkin li ser milê hesabdarê komeleyê, ew hesabdar jî dibê bi hemû dengên endamên birêvebir ên komeleyê bê hilbijartin û nabe bêyî rizamendiya serok pereyê komeleyê xerc bike. Maddeya şeşan, mafê biryardana civîna desteya birêvebir daye destê serok. Li gor maddeya heftan, ew endamê di her yek civînê de beşdar nebe ji mafê rexnelêgirtina biryarên wê civînê bêpar dibe. Maddeya heştan, dibê desteya birêvebir hefteyê carek berhev bibe. Maddeya nehan, mafê tespîta ciyê civînê ji serok re hatiye dayîn. Maddeya dehan dibêje: her endamekî desteya birêvebir bi serê xwe civînê pêk bîne, ji komeleyê tê avêtin. Li gor maddeya yanzdehan, komele di dîtin û perspektîfa nêrînên xwe de muameleya hemû awa dijîtîyekê dike. Li gor maddeya duwanzdehan, nabe kesek ji endaman nameyên komeleyê û pere û pulên wê li ba xwe bihêlin. Li gor maddeya sêzdehan, tu kes ji endaman nikarin bibin endamên komele û rêxistineke din. Maddeya çardehan, mercên endamtiya komeleyê diyar kiriye. Li gor vê maddeyê yê bixwaze bibe endam, dibê hemû zanyariyên pêwist yên wekî navê xwe yê temam, malbat û karê xwe bi wêneke xwe re muhra pençeyê mezin a destê xwe pêşkêş bike. Ew kes piştî derketina biryara wergirtinê ya bi nivîskî, vêca dibe endam. Maddeya panzdehan, gelek li mirov ecêb tê. Li gor vê maddeyê yê bixwaze bibe endam, dibê binya rûpeleke spî imza bike û wê rûpelê bide rêvebiriyê. Zabitê îstîxbaratê yê Brîtanyayê li Silêmaniyê, wisan fikiriye ku desteya birêvebir bi riya wê rûpelê re awayek îltîzam dike li ser milê her endamekî ku serkêşiyê di nav komeleyê de bike. Goya ew di haletekî wiha de ji xwe re çawan bixwazin bi wî awayî wê rûpelê zêde dikin. Li gor maddeya dawî ya Komeleya Zerdeşt, yê dibe endam pêwist e bi imza qayîlbûna xwe bi naveroka vê destûrê rabigihîne.

Bi vî awayî birayê rapornivîs, bêyî bi xwe bizane,bûye sebebê parastina van hemû zanyariyên hêja yên di derbarê komeleke siyasî ya nehênî kurd de, ku gelek ji me heta navê wê jî seh nekiribû. Qîmeta van awa zanyariyan ji bo dîroknivîs û têgihiştina rewşa tevgera kurdî û rola rewşenbîran di van tevgeran de di seranserê salên bîstî û destpêka salên sîyî de gelek zêde ye û hemû fezla wê jî vedigere li ser xêr û bêra wî rapornivîsê me ku em ê di rêzên bên de behsa dawîn rapora wî bikin.
-4-

Beşê dawiyê yê vê zincîra gotara me ji bo zanyarî û balkêşiyên din ên rapornivîsê me hatiye amadekirin. Di eynî fayla hejmara 23/414,beşê çaran X/M 4583an a wezareta firokevanî ya Brîtanyayê de ku ji bo behsa beşek ji “Tevgera Neteweyê Kurd” di dawiya sala 1928an û destpêka sala 1929an amade kiriye, nivîsek din tê de heye ku bi kurdî û bi destxeteke sipehî hatiye nivîsandin û gelek zanyariyên ziravristî di derbarê rewşa Silêmaniyê tê de nivîsandine. Birayê rapornivîs, nêrînên xwe di derbarê bajar, diyardeyên komel û bîr û raya xelkê kiriye nav çarçoveya wê raporê, ku belgeyek şarezayî û zîrek a wî mirovî ye. Nivîs nêzîkî du rûpelên hecma wan mezin e ku ji 48 rêzan pêk tên û li jorê nivîsê “Rapor” nivîsandiye. Du sernavên din di nivîsê de hene, ya yekê “Şayi’atê Silêmaniyê” û ya din jî “Turkçiyekan” e.

Beşê yekem, yanî “Rapor”, ji neh xalan pêk hatiye. Ev kurtiya milên giring yên wan xalan in:

“1- … Ji bo rizgariya kurdên Iraqê… ez hatime tayîn kirin roja 30yê îlona sala 1928an ji bo vê meseleyê ez ê hereketê li ser sinorê Îranê li ba Mehmûd Xanê Kanîsan hereket bikim, teqrîben sefera min dê deh rojan bikêşe.

2- Ew tehrîrata ku ji aliyê komeleyê ve ji Mehmûd Xan re hatiye nivîsandin sureteka wê ya heqîqî eynen hat teqdîm kirin.

3- Tehrîrateka komeleyê ku beriya niha ji Şêx Mehmûd re hatiye şandin sureta wê jî bi pêçayî hatiye teqdîm kirin”.

Xala çaran û pêncan a nivîsê ku ji behsa peywendiyên Komeleya Zerdeşt bi serokên Eşîreta Pîşder re hatine amadekirin. Qismet ji xala pêncan dibêje: “Çar-pênc begzadeyên Pîşderî bi quweta şeref û temînata temam îttîfaqê bi komeleyê re kirine”. Ev jî teksta temamê xala şeşan e ku behsa peywendiyên Komeleya Zerdeşt bi Sabir Begê kurê Kerîm Begê Hemedanî re ne ku herdu terefdarên Şêx Mehmûd û dijminê ingilîzan bûn:

“Ji bo ‘eqda munasebet û itifaqê, komeleyê kaxezek ji Sabir Begê Kerîm Begê re şandiye, dê ew jî bikeve nav komeleyê û ji vir şûn ve dê li gorî program û tertîbata komeleyê hereket bike”.

Xala heftan a nivîsê ku ev yek ji me re ronî dike ku rêvebirên Komeleya Zerdeşt bi dûrbînî, ji bo bikin bingehê peywendiyên xwe bi Kurdistana Bakur re qîmeteke taybetî dane Rewandizê. Teksta vê xala han bi vî awayî ye:

“7- Daxilê programa sala 1928an a komeleyê bûye ku ji bo propagande bi Kurdistana Bakur re şubeka komeleyê li Rewandizê hebe, ji vê şubeya han re ji mesrefa şubeya Silêmaniyê zêdetir jê re hatiye amadekirin. Endamên vê şubeya han hê bi temamî nehatiye tehequq kirin”.

Piştî du xalên vê beşê nivîsê ku peywendiyên wê bi kar û barên kargêrî û darayî Komeleya Zerdeşt ve hene, ji ber qîmeteke wan a gelek gelek zêde heye, em ê van jî çawan hatine nivîsandin biweşînin:

“8- Li ser milê ferdê bi îtibarê umumê ji mensubên komeleyê wacib e mehê pênc ropî (dike 375 fils- K.M) di şubeya xwe de teslîmê mutemedê komeleyê bike. Lakin biryara serfa pereyê ji aliyê merkeza umumî ve derdikeve. Tu wextê şube nikarin bê emrê merkeza umumî serfiyat bikin.

9- Li umuratê komeleyê, bi îtîbara umumî di şubeyan de mutemed û memur û ji du azayan pêk tên. Mensubê komeleyê melumatê wan li ser umurê komeleyê de di esnayên girîng de nabe. Destûra komeleyê hemû mensubin dibînin”.

Wekî me got, beşê duduyan ê nivîsê di derbarê “Şayî’atên Silêmaniyê” de ne. Ev ji pênc xalên bi têr û tesel pêk hatiye ku hemû ji bo ingilîzên wî wextî pêwîst û bi qîmet bûn û îro ji bo dîroknivîsan jî zanyariyên gelek hêja û nayên zanîn in, ji ber vê yekê em ê teksta her pêncan jî wekî wan biweşînin:

“1- Şayî’ek wisan heye, siyaseta hukumeta ingilîz bi Iraqê û Kurdistanê re diguhere û mendubê samî Sir Henry Dopis ji ber vê hatiye guhertin.

2- Li gor hewadîsan ehlê Pîşder îtaetê nakin û balafir beyanname ji wan re avêtine.

3- Li gor gotina xizmetkaran Hamid Begê qaymeqamê Helebceyê, vê carê ku çûye Kerkûkê, hukumetê bangê wî kiriye ku wî bikin muteserrifê Silêmaniyê, her çend ev gotin di nav hemû bazarê de hatiye belavkirin û herkes vê gotinê tekrar dike, lakin wekî melumatên me hene, Hamid Beg dest bi cî çûbû, ji bo tedawiyê çûbû Kerkûkê û roja 28an vegeriya. Ev şayî’e bi derew meşhur dikin.

4- Hîç meclis û mewqe’êk di Silêmaniyê de peyda nabe ku di eleyhê muteserrif Ehmed Efendî de neaxive, bi ‘îtîbara umumî lîwaya Silêmaniyê di eleyhê îdareya vî mirovî de diaxivin.

5- Muteserrif mumaaliye li gel meb’usê Hewlêrê Meruf Çiyawuk munaferetêk mezin di navbera wan de peyda bûye û bi quwwet di eleyhê hevûdu de ne. Meruf Çiyawuk meb’usê xusus û gelek kaxez di eleyhê vî mirovî de ji eşrafên Silêmaniyê re şandine, mumaaliye muhtemele çar roj şûnde bi navê dîtina hinek kesan bê Silêmaniyê”.

Beşê dawiyê yê nivîsa rapornivîsê me di derbarê hezkerên tirkan ên wî wextî li Silêmaniyê ye ku di nav xelkê de bi henek “cilxwer” dihatin bi navkirin. Di dawiya salên bîstî de dilxwazên tirkan li Kurdistana Iraqê ji ber sebebê siyaseta nalibar a şovenîya kemalîstên Tirkiyê, bi temamî jar û rûswa bûbûn, ev rastî bi awakî ronî di qismê dawî yê nivîsê de tê xuyakirin. Ev jî teksta wî beşî giring yê nivîsê ye:

“Turkçî: bê xayet derece zêde ew çar û pênc kes in ku turkçî bûn, niha jî bi şiddet propagandeya turkçîtiyê dkin. Lakin ev propagande ji ber vê ye ku di ‘esra hazir de gelek bême’ne ye, tesîrê hîç ferdekî nake û hîç kesek îtîmad bi qewl û gotinên van nakin, belko bil’ekis di nezera umumî ahalî de mehtuk û bêîtîbar li wan dinêrin. Propagandîstên wan ewqas ne têgihiştî ne ku ji usûla propagandayê bizanin. Ji ber ku insan azime li gel ‘esr û muhît de propagande bike û îstîfade ji eqlê ahalî bike. Ez dikarim bêjim qismê ‘ewam ê ahalî ji turkçîyan têgihiştîtirin. Di nav van turkçiyan de Tayer Efendî kurê Emîn Efendiyê (xalê dayîka kek Fuad Arif e- K. M.), heqîqeten ew mirov bi hiş û têgihiştî ye, di propagande û înqilabê de sahib deste ye, ev mirov du sal in vê meseleyê berdaye, yên din adeten nisbet benê xwe qetandine”.
Careke din behsa rapornivîsê me di wê fayla wezareta firokevanî ya Brîtanyayê de, ku ji destpêkî ve me behs kir, tête pêş. Xala yekê ya vê nivîsa zabitê îstîxbaratê yê Brîtanyayê li Silêmaniyê, roja 21yê kanuna pêşî ya ala 1928an, şandiye ji bo îstîxbarata serokatiya hêza asmanî ya Brîtanyayê li Bexdayê, ji bo vê behsê amade kiriye. Li gor zanyariyên di nav wê nivîsê de, birêvebirên Komeleya Zerdeşt, destpêka kanuna pêşî cardin rapornêvîsê me şandine li ba Şêx Mehmûd û wî jî wekî carên din hemû nehênî û raspardeyên herdu milan wekî hêkê spî kiriye û xistiye ber destê ingilîzan. Vê carê jî Şêx Mehmûd bi name piştgiriya xwe ji bo Komeleya Zerdeşt daye xuyakirin.

Mixabin, em li vir digihîjin dawîn xeberên hatine dîtin yên çalakiyên wî rapornivîsê me ku hemû ji bo nivîsandina dîroka hevdem ya kurd bi xêrgerîn bûn. Xwezî ew rapornivîsê me sed sal bijîya, carek din ez dibêjim, ez hêvîdar im Xwedayê kurdan ji wî rapornivîsê razî bibe. Sipas ji ingilîzan re jî ku hemû van xezîneyên kêmwêne ji me re parastine. Îhtîmal e hûn ecêbmayî bin eger ez bêjim, wan heta Heme yê nargîlevan ê mirovê Şêx Mehmûd jî ji nêzîk ve nasîne û bi hişyarî ew teqîb kirine û di belgenameyên xwe de ciyekî taybetî jê re amade kirine!!.

JÊRNOT

1)Ji gotina “Xoy bûn” hatiye, li gor min Bedirxaniyan ji bo maneya serxwebûnê gotine.

2) Ji bo xizmeta Şêx Mehmûd diçe ku wî wextî çûbû gundê Pîranê yê li milê din sinor.

3) Di vî warî de binêre gotara ji bo koça dawiyê ya mamoste Kerîm Zanistî, ku di îlaweya rojnameya Iraqê, di roja 21yê kanuna paşî ya di sala 1996an de min weşandiye.

4) Ez di kitêba xwe ya bi navê “Mêjû” de ketime şaşiyê, ku min gotiye Bleç Şêrko naznavê Celadet Bedirxan e (binêre: Mêjû, Bexdad, 1983, rûp: 181, 189), niyeta min heye ez di vî warî de ronîkirinekê belav bikim.

5) Ez hêvîdar im xwendevanên delal çi şaşiyek hebe ji bo min rast bikin, eger zanyariyên din jî di destê wan de hebe, bila biweşînin, yan jî di derbarê wê de min agahdar bikin.

Çavkanî: http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=9677

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder