23 Mart 2012 Cuma

Serpêhatiya Bazîdiyekî


"Dema ku em ji ber artêşa tirkan revîn û çûn Îranê, 'Eceman ji me re digotin; 'Hûn misliman nînin.'

Ji ber vê, me di nav xwe de xwedî nedikirin. Ji mêrên me re digotin; 'Mûziyên xwe derxin, em ê lê binêrin hûn Misilman in an na?'

Mûziya mêrên me
tesele dikirin û dema didîtin ku mêr sinetkirî ne paşê me hildidan nav xwe. Ango mayîna me a li Îranê dipejirandin."

*Dema Serhildana Agiriyê bû, gellek kes ji ber artêşa tirkan ji Bazîdê revîn û çûn Îranê. Ew axaftina li jor, min ji kesekî ji wan revokan guhdar kir.


Çavkanî: Di Facebook ê de rûpela Bazîd ê

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder