29 Mart 2012 Perşembe

Haco Axayê Hevrêkî- Serbazekî bênav yê Serhildana Agirî


29 Adar 2012 Pênşem Saat 20:06

Dr. Kemal Mezher Ehmed

Serhildana 1927-1931an li Kurdistana Tirkiyê ku gelek caran bi Serhildana Araratê û Agrî Daxî jî jê re tê gotin, serhildaneke bi qîmet e di dîroka hevdem a gelê kurd de. Ji ber ku rêxistineke lêhatî ya wekî XOYBÛN û rewşenbîrên mêrxwas yên wekî General Ihsan Nurî Paşa(1)
rêberiya wê dikirin. Ev bi serê xwe guherîneke mezin bû di rewşa xebata rizgarîxwazî ya kurdên Tirkiyê de.
Heta niha tiştek zêde di derbarê vê serhildanê de nehatiye nivîsandin(2), her çend eger em bi hişyarî li pey bûyeran bikevin û çavkaniyên eslî bi dest bixin, wî wextî em dikarin çend kitêbên mezin li ser binivîsin. Qasî ku ez pê agahdar im bi sedan û sedan belgeyên nehênî yên Brîtanyayê tijî ji zanyariyên degmen û bi qîmet ên li ser vê serhildanê ne. Bi sedan car jî navê wan li ser rûpelên rojnameyên erebî û ingilîzî derbas bûne. Helbet bi wê radeyê, îhtîmal e zêdetir jî, tirkan, sovyetî û fransizan qîmeêt pê dane.
Serpêhatiyên serhildana Araratê zêde ne, serhildana kurdên Tirkiyê ya piştî ku Kemalîstan serhildana mezin a Şêx Seîdê Pîran di gola xwînê de mewilandin, bi serê xwe destaneke dîrokî ya mezin a tijî ji serbilindiîyê ye, ji ber ku kesek çaverê nebû tenê piştî pênc salan ji wê gorza cergbir a tirkan ku li kurdan xistin, cardin li Kurdistana Tirkiyê serhildaneke wiha berfireh û rêxistinîtir ji serhildana sala 1925an berpa be.
Yek ji rûpelên wenda yên Araratê rola Haco Axayê Hevêrkî ya di wê serhildanê de ye. Ingilîzan di raporên xwe yên nehênî de bi dehan car behsa rola ber bi çav a Haco Axa kirine ku em kurd heta niha tiştek di vî warî de nizanin. Heta di nav yek ji wan faillên Wezareta Firokevanî ya Brîtanyayê de nêzîkî pênceh caran navê vî zatî, kurên wî û Eşîreta Hevêrkî derbas bûye(3).
Haco Axa serdarekî naskirî yê Eşîreta Hevêrkî ye ku ji vê eşîretê re Hewêrkan jî tê gotin. Ew yek ji wan eşîretên navçeya Torabidînê ya Kurdistana Tirkiyê ye. Haco Axa û beşek zêde ji endamên eşîreta wî di bin fişara Tirkiyê de naçar bûn pena bibin Sûriyê, li wir li navçeya Tirbespîyê ya girêdayî Qamîşloyê bi cih bin.
Di salên xwe yên xortîniyê de Haco Axa têkelî nav tevgera kurdîtiyê bûye, Ew yek ji wan damezrênerê XOYBÛNê ye û pişt re bûye yek ji rêberê wê yê herî çalak û dilsoz. Bi xwe, kur, bira û mirovên xwe ve gelek karên bi qîmet ên wê rêxistinê pêk anîne. Haco Axa navê sisiyan yê heşt rêberên wê rêxistinê ye ku rêkevtinameke taybetî bi Vahan Papazyan ê nûnerê rêxistina bi nav û deng Taşnaka ermenîyan re imza kirine. Ev jî navê wan kesan e ku li gor rêza di nav belgeyên fransizî de hatine nivîsandin em ê li vir binivîsin: Şêx Elî Riza Efendiyê Paloyî, Mistefa Şahîn Begê Berazî, Haco Axayê Hevêrkî, Emîn Axayê Serekeşîreta Raman, Kerîm Rûstem ê xelkê Silêmaniyê, Memduh Selîm, Celadet Alî Bedirxan û Doktor Şukrî Segban(4).
Haco Axayê Hevêrkî li ba hemû niştimanperwerên kurd ên wî wextî û erebên navçeya Qamîşloyê rêzdar û gelek jêhezkirî bûye, bi Celadet Bedirxan re wekî bira bûne(5). Tê gotin mirovekî gelek camêr û bexşînder, dergeha mala wî ji herkesî re vekirî bûye.
Haco Axayê Hevêrkî ji destpêka kar ve gelek bi şidayî bi berpakirina agirê serhildana Araratê mijûl bûye, yanî li dora sala 1927an ve, dema ku neteweperwerên kurdên bakur bi ronî plan danîn û li navçeya herî asî ya Kurdistana Tirkiyê şerê pêşmergayetiyê serî hildaye. Raporeke Brîtanî beriya xelasiya sala 1929an behsa hereketê heştê grubên pêşmergayetî yên tenê li navçeya Cizîrê û Şernexê ji me re dikin. Destpêka wê belgeyê bi navê Haco Axayê Hevêrkî û Resul Mihemed Axayê serokê Eşreta Ceylanê dest pê dike ku herduyan roleke mezin di rêxistina wan grubên pêşmergayetî yên Cizîre û Şernaxê de hebûye(6). Hêjayî gotinê ye hemû belgeyên Brîtanyayê yên di nav vê failê de bi navê Kurdistana Rojava behsa wan navçeyên Kurdistana Tirkiyê dikin.
Heta sala 1930an, serhildana Araratê digihîje kopa serî, şoreşgêrên kurd dest datînin li ser navçeke fireh, Çiyayê Araratê yê asê dikin bingehê xwe û li wir alaya xwe dikêşin û rojnameya Agirî diweşînin. Wî wextî Haco Axayê Hevêrkî jî bi carekê xwe ji bo xizmeta Araratê amade dike, gelek ji nêzîk ve alîkariya Bedarxaniyan, kurên Cemîl Paşa, kurên Ibrahîm Paşaya Milî û Resul Mihemed Axayê Ceylanî dike. Bi wan û çend rêberekên din ên kurdên Sûriyê û çend zabitên kurd ên ji leşkerê Tirkiyê baz dayî, li navçeya Hesekê di destpêka tebaxa sala 1930an de civîneke taybetî saz dike û plana alîkariya şoreşgêrên Araratê datîne. Haco Axayê Hevêrkî navê rêza yekê yê di nav wê lîsteya taybetî de ne ku ingilîzan di derbarê wê civînê de nivîsandine(7).
Haco Axa beriya tevan, bêyî tirs dikeve bicihkirina biryarên wê civînê û hemû ferman û biryarên din ên XOYBÛNê, jiyana xwe, kurên xwe, serwet û samanê xwe ji bo Araratê amade dike, peywendî bi rêberên kurd ên naskirî re datîne, bi nameyên taybetî ji wan daxwaz dike mil bidin li ber şoreşgêrên Araratê, yan jî qet nebe piştgiriya wan bikin. Ingilîzan di raporên xwe yên taybetî de behsa dudu ji wan nameyan dikin, ya yekê, ji Kurdistana Başûr ji Şêx Ehmed re, ya din jî ji bakurê Kurdistanê ji axayê Midyadê re şandiye(8).
Kar tenê bi nameyan namîne, şeva 7ê tebaxa sala 1930an Haco Axayê Hevêrkî bi sê kurên xwe -Hesen, Çaçan û Cemîl- re, bi 50 siwarî û 200 peyadeyên Hevêrkî(9) û 100 çekdarên ji Eşîreta Ceylanî a di bin serokatiya Resul Axa û Egîd Axa de, li hindava Eznêrê ya sinorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê re derbas dibin. Haco Axa ji wir derbasê Çiyayê Torê dibe û bi Serxan Axayê(10) Amîdayê re berhev dibe û cardin vedigere nav erdê Sûriyê(11).
Ev çalakiyên Haco Axayê Hevêrkî karbidestên Tirkiyê dike nav tirs û xofê û ew daxwaz ji fransizan dikin, ku wî wextî Sûriye di destê wan de bû, bêyî sekin çarekê bi vî karî bikin. Fransî bi dengê wan ve tên û Haco Axa û grubek ji niştimanperwerên kurdên Sûriyê ji navçeyên sinor dûr dixin. Di destpêkî de wî û kurên wî dest bi ser dibin Beyrûtê, hevalên wî jî bi ser Dêrezor û Şamê de parve dikin û dest bi bêdengkirin û sekinandina hereketê endamên Eşîreta Milî yên li ser sinor dikin. Ji mala Haco Axa tenê Nayîf Axa di nav şoreşê de dimîne, ew jî di kanuna pêşî ya sala 1930an de esîr dikeve destê tirkan û li Diyarbekrê ew îdam dikin(12).
Bêguman ya di vê gotarê de me behs kir, tenê beşek ji rola Haco Axayê Hevêrkî ya di serhildana Araratê de ye, ez hêvîdar im destê dîroknivîsên kurd bigihîje rûpelên wenda ên din yên dîroka xebata şikurdarî ya niştimanperwerên me.
Serhildana Araratê jî, wekî hemû serhildanên din ên kurd negihîşt qonaxa rizgariyê. Tirkan digotin di Araratê de destê ingilîzan heye û dixwestin bi zor û zordarî Lawrensê bi nav û deng ji ereban bistînin û ew bikin Lawrensê kurdan, goya wî zatî kurdan rakiriye û li dijî tirkan han daye. Her çend Lawrens di seranserê jiyana xwe de pê xwe neavêtibû ser erdê Kurdistanê jî, di dema serhildana Araratê de ji xwe ew li Afganîstanê bû.
Di destpêkî belgeyên taybetî behsa wê yekê dikirin ku goya fransizan Haco Axayê Hevêrkî li dijî tirkan han dide, heta di dawiyê de ji wan re derket ku bi temamî bi eksê wan nêrînan e, fransizan rê nedan Haco Axa û hevalên wî rola xwe di serhildana Araratê de bileyzin ku xwe jê re amade kiribûn. Bi vî awayî jî rola fransizan a alîkariya ji Tirkiyê re ya ji bo tefandina serhildana Araratê, ji rola Sovyetê kêmtir nebû, çawan ewan ji rojhilatê ve rêya Ermenîstanê bi ser kurdan de girtin, wan jî ji başûr ve rêya Sûriyê bi ser wan de girtin. Hejayî gotinê ye fransizan her çend rêz li Haco Axayê Hevêrkî digirtin, lê di dilê xwe de hez jê nedikirin, bi taybetî ji ber wê yekê bû ku çend sal beriya destpêkirina serhildana Araratê çend kes ji wan kuştibûn(13).
Çi hal be, têkdana wê plana Haco Axayê Hevêrkî û hevbîrên wî ji bo alîkariya şoreşgêrên Araratê danîbûn, dikeve nav çarçoveya wan sebeban ku alîkariya tirkên Kemalîst kirin ku ew bikaribin cardin bi ser kurdan de bi ser bikevin û serhildana Araratê jî bitefînin. Bi taybetî ji ber ku Haco Axa û hevalên wî dixwestin ji rojavayê ve tirkan têkin tengiyê û bi wî awayî ew naçar bikin ew plên êrîşên xwe yên li ser Araratê kêm bikin ku ji rojhilat ve kiribûn ser hêzên General Ihsan Nurî Paşa. Helbet çalakiyên Haco Axayê Hevêrkî û kurdên din ên derveyî Tirkiyê belgeke din a hevçarenivîsa kurdan in.

Jêrnot:

1)Ihsan Nurî Paşa di sala 1893an de li bajarê Bedlîsê yê “Melbenda Şêremêrên Kurd” hatiye dinê. Di sala 1910an de dibistana eskerî li Stenbolê temam kiriye. Piştî temambûne Şerê Cîhanê yê Yekê xwe ji bo kurdayetiyê amade kiriye. Pişt re 46 salan jiyana xwe li derbederiyê derbas kiriye û di sala 1976an de koçê dawiyê kir. Di derbarê kurtiya jiyana wî de binêre: Ihsan Nurîyê Bedlîsî, Şoreşa Neteweyê Kurd Li Tirkiyê, wergera: M. Cemîl Rojbeyanî, Bexdad, 1993, rûp: 4-8.
2)Hejmarek ji nivîskarên kurd û biyanî yên wekî Nurî Dêrsimî, Hesretyan û Safrestiyan bi gelemperî li ser çend milên serhildana Araratê sekinîne, lê lêkolîna wê serhildanê, wekî piraniya serhildan û tevgerên din ên kurdî, hê gelek jê re dixwaze.
3) Public Record Office, AIR 23/243, Part IV, X/M 04583.
4) Beheştmekan şehîd Doktor Sadiq Şerefkendî, Sekreterê Giştî Yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di adara sala 1987an de wê belgeyê ji min re şand.
5) Ew wêneya Haco Axa ku min di vê gotarê de weşandiye, min ji albuma taybetî ya birêz Sînem Xana Celadet Bedirxan wergirtiye.
6) AIR 23/243, Part IV, X/M 04583, Special Service Officer, Mosul, No. 49/M/I, Dated 7.12.1020, Westem Kurdistan, Bands of brigands in Jezireh Shernakh area.
7) Ibid, Secret, Reference: I/M/13, August 11 th 1930, Subject: Kurdish Situation in Western Kurdistan.
8) Ibid, Reference: I/M/13A, August 8th and 24th 1930.
9) Beşek ji raporan hejmara ew kesên bi Haco Axa re ji sinor derbas bûne 200 kes, ne 250 kes û ne 7ê gulanê, 3yê gulanê roja derbasbûna ji sinor dinivîsin.
10) Beşek ji raporan Soran Axa û Soran Beg dinivîsin.
11) AIR 23/243, Part IV, X/M 0458, Secret, S.S.O. Mosul, Reference: I/M/13A, Dated August 11th and 9th September 1930, Subjet: Kurdish Sitaation in Western Kurdistan.
12) Ibid, Translation, No. 24/549, Dated 31-8-1930, To the Caimaqam, Tel-Afar Qadha, Subject: Syrian Frontier; Extract From S.S.O. Mosul, Report No. I/M/15 of 17-1-1931.
13) Ibid, Secret, Refernce: I/M/13, S.S.O. Mosul, August 24th 1930, Subject: Kurdish Situation in Western Kurdistan.

Kurmanciya vê, Ziya Avci

Çavkanî: http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=18180

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder