30 Ocak 2012 Pazartesi

Şêx Ehmed Barzanî

Şêx Ehmed Barzanî piştgirî dabû sehildanên Agirî...

Şêx Ehmed Barzanî an jî Xudan (* 1896; † 11'ê rêbendanê 1969 li Bexda), yek ji giregirên têkoşeriya kurd, mezinê êla Barzaniyan, şoreşgerekî navdar bû. Bi taybetî di nava salên 1920 heya 1930'yî de li dijî dagirkeriya Îraqê têkoşineke mezin daye.
Kurê Şêx Mihemed Barzanî bû û yek ji pênc kurên bavê xwe bû
Van her pênc birayan jî bo kurdan û azadkirina Kurdistanê têkoşîn dane. Di pêngava sala 1914'yê de, birayê wî yê mezin Evdilselam Barzanî ji aliyê rejîma Îraqê ve tê dardekirin. Barê şoreşê bi giranî dikeve stûyê wî.

Serhildan

Herçendî mercên kurd tê de bûn gelek xirab bûn jî, Ehmed Barzanî xweseriyeke di binê siya ingîlîzan de napejirîne. Êla Barzaniyan bi giştî wê demê hin li dijî berjewendperestiya ingîlîzan û ereban têdikoşin, him jî di nava kurdan de li yekîtiyekê digerin.
Ehmed Barzanî sala 1931'ê de li dijî Brîtanyayê jî dikeve nava şer. Artêşa esmanî ya îngilîzan baregehên Barzaniyan bombebaran dikin. Ehmed Barzanî bi dizî derbasê Bakurê Kurdistanê dibe. Li wir ji aliyê romiyan (tirkan) ve tê girtin. Sala 1935'ê ji destê tirkan xilas dibe, vedigere Başûrê Kurdistanê.
Ji aliyê îngilîzan ve wî û malbata wî sirgûnê başûrê Îraqê dikin. Ehmed Barzanî li sirgûnê têkilî bi kurdan re datîne, wan ji nû ve birêxistin dike û sala 1937'ê li dijî artêşa ereban şerekê dijwar lidardixe. Ewçend bi merdî û wêrekî şer dike, fermandarê ereban hurmetê jê re nîşan dide. Fermandar Abdul Cabar al Barjnî pirr şûnde dibe hevalê Ehmed Barzanî.

Ehmed Barzanî di heman demê de bi Xoybûnê re têkildar e û bi hemî hêza xwe alîkariyê dide serhildana Agiriyê ya Îhsan Nûrî Paşa serokatiya wê dike. Piştî têkçûna Agiriyê, xwedî li penaberan derdikeve. İsmet İnönü giliyê Ehmed Barzanî bi serokwezîrê Îraqê Nûrî as Sadî dike. Inonu dibêje "heger hûn li dijî Ehmed Barzanî tevbigerin, dê Tirkiye jî alîkariyê bide artêşa Îraqê".

Tevlî xebatê Komara Mahabadê dibe. Tê girtin (1947) û wî teslîmê ereban dikin. Cezayê îdamê didin wî lê paşê cezayê werdigerînîn ser dirêjiya temenê. Dema key Abd al Karîm Qasim ji text tê daxistin, sala 1958'ê ji zîndanê azad dibe. Ji ber ku bi giranî nexweş ketibû, paşê jiyana xwe jidest dide.


Miroveke oldar, laîk û xwezaparêz bûye

Çavkaniyên rojavayî dibêjin ew gelek dijî bikaranîna olê bo siyasetê bûye. Ango laîk bûye. Hin çavkanî viya gelek bipêş de dibin, dibêjin Ehmed Barzanî bûye ateîst heya xrîstiyan.
Di tevahiya jiyana xwe de bi karê xwezaparêziyê ve mijûl bûye. Ji bo parastiya daristanan gelek qedexe derxsitiye.
Bo xwezaya Kurdistanê bê parastin gelek ferman derxistine. Hin ji wan ev in:
Li cihên xetereya erozyonê heye, birrîna daran qedexe ye, herwiha darên ku mirov mecbûrê siya wan in
Ji pêdiviyê zêdetir, karê berhevkirina hingivê qedexe ye
Kujtina marên ne jehrdar in, qedexe ye
Girtina masiyan bi dînamît an rêbazên din ên ekstrem qedexe ye
Di dema ducanî, kurtiyê de nêçîra ajalan qedexe ye, herwiha ajalên hebûna wan di xetereyê de ye, hejmara wan kêm in jî
Li dijî jiyana eşîrtiyê, ya zêde bûye. Gotiye "serokên êlan, malbatan heger hebin jî, bila kesên bikêr in viya bikin, ne ku wekî berê be".

Topên artêşa Îraqê, Şîrvana Mezin topbaran dikin, tîrmeh 1932.


Çavkanî: Wîkîpedîa Kurdî.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder