10 Aralık 2011 Cumartesi

ÇIRA: Bila tevkujiyên Agirî û Zîlan jî bên aşkerakirin

Diyarbekir 10 Kanûn (AKnews) – Serokê Komeleya Çand û Hunerê (ÇIRA), Ramazan Moray, bal kişand ku lêborînxwestina Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoğan a ji bo tevkujiya Dêrsimê gaveke erênî ye û xwest tevkujiyên Agirî, Zîlan û Koçgirî jî bên aşkerakirin.
Endamên ÇIRA’yê li ber Plazaya AZC’ê daxuyaniyek da çapameniyê. Rêveberên HAKPAR û Koma Diyalogê ya Dicle Firatê jî tevli daxuyaniyê bûn. Serokê ÇIRA’yê Ramazan Moray, di axaftina xwe de bal kişand ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoğan bi lêborînxwestina tevkujiya Dêrsimê gaveke erênî avêtiye û wiha got:

“Lêborînxwestina serokwezîr girîng e lê têr nake. Divê dewlet derbarê tevkujiyên Zîlan, Agirî, Koçgirî û hemû karesatên bi destê dewletê hatine kirin, li xwe mikur bê, lêborîn bixwaze. Divê dewlet deriyê arşîvên xwe veke û hemû rastiyên di vî warî de bi aya giştî re parve bike.”

Moray, xwest dewlet cihên gorên rêberên kurdan Seyîd Riza, Şêx Seîd û Seîdê Kurdî jî aşkera bike.

Moray, operasyonên di bin navê KCK’ê de tên kirin jî rexne kir û ji bo aştî û diyalogê xwest operasyonên leşkerî û siyasî bên rawestandin.

md AKnews


-10/12/2011 12:48

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder