1 Eylül 2011 Perşembe

Kilameke Derbarê Serhildanên Agirî (weylo weylo) ji Dengbêj Reso


Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!

Ez nemame ji mêra ra

De lêxin bavê bavê min, lêxin

Canfidayê mala Bişarê Seydo hûn lêxin

Qundaxê modolîya li erdê xin

Şefeqa sibê ra li qolordîya Qerekilîsê xin

Dûrbîna bavêjin, şemlana vêxin

Eskerê Kemal girane revê pêxin

Şûrê wan zabitan jê bistînin

Kopa şewitî da li çerxê xin

Esker gune ne

Çavê kozî û kulfetê wan li rê ne

Jêkin serê yuzbaşiyan û cendirma bigrin li cercelê xin

Bigrin li ber qolordîya Qerekilîsê bi defê dawetê

Bi muzîqê ji wan bistînin bi eynatê li boriyê xin

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!

Ax wey lo, wey lo, wey lo, ez nemame li dinyayê













Nedaîm Beg, Feyzî Paşa, Gazî Kemal nezan e

Digo, "Bajonê pêşiya çar kurdan e"

Heyran, were rûnê li ser têl û têlqirafan e

Ez ji te ra bixwûnim secera kurdan e

Em ne çar kurd in, du bira; Seydxan û Elîcan e

Dinyayê, zilmê wan zilmekî giran e

Hucûmê wan ser piştê hespan e

Gulê wan tê meriva ji xeyban e

Hewarîya wan tê, meriv dizane melaketê di asîman e

Şerrê wan ne fenanî şerrê Yezîd û Merwan e

Fenanî şerrê dewra berê qehreman û dêwan e

Were rûnê li serê têlan û têlqirafan e

Ji te ra bixwûnim sûretê têla

Ji êvar da bidim yek bi yek medhê mêran e:




Rizakî heye, qisasê serê mêran e

Tewfîq, kaçaxê siyasetê serê çîyan e

Ji qanûna me hemû dizane

Evdilhemîd şêrê bi gulî girtiye dewsa Elîcan e

Fesîhê Mihê fenanî pelekî ewrê li rûyê asîman e

Şêx Baran ji ocaxa mala Bupê ye ji me dixwaze qamê topan e

Feyzulla birayê piçûk ji me ra dibîne dawa Dewleta Ali Osman e

Evdilbaqî fenanî tamatîka li ser milan e

Îro ji Bostankendê ji Seyîda dudu man e

Yek Tewfîq û yek Seydxan e

Seydxan jarîya maran e, teyyarê mêran e













Elî, Hillo du bira ne

Her yek xwedanê donzde bûkan e

Elîyê Feqî Silê ji dîya xwe da bûye nebûye karê wî nîşan e

Car heye li meydanê çok vedide ji te dikûje pêncî can e

Îro li meydanê engirîye, dibê, "min hê hilneda"

Heyfa kuştîyê çiyayê Mûşê, şêrê bi gulîka, bavê Silêman e

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!

Ax wey lo, wey lo, wey lo! Ez nemame ji mêra ra













Dîdarê ba dikir "Besê Têlo rebenê

Qazgolê diketim mîla şefeqê li min lêda

Şerrekî çêbûye li korta Milazgirê, Melemistefê da

Esker nema li wilayetê Romê da

Temam hilşîyan ser berxê mala Usivê Seydo

Torinê mala Hecî Axa seet di dudu û nîvê şevê da

Dengê tekbîr û selawatê mala Bişarê Seydo tê ji Melemistefê di herbê da

Ji agirê devê tifingê van xweşmêra ji êvar da

Di Melemistefê da bilq vedide fena masiyê di behrê da

Qolordî digo, "Tewfîq û Feyzulla, Evdilhemîd werin teslîm bin

Ezê efuya we derxim ji dergê Îstenbolê da."




Heyran şunda herre, min şerrê ewil diranê te kişand

Şêrê bi gulî birîndar bû di Çîyayê Kosedaxê da

Şerrê ortê min diranê te kişand Textê Qereyazîyê di Çepê da

Şerrê paşî îşev min xweş kirîye li Milazgirê di Melemistefê da

Eskerê bavê Silhedîn kekê Meheme Reşîd

Sî û pênc salê nazik û nazenîn e, ser qaşa zîn e

Gava çok vedide ocaxa te ji dinyayê diqelîne

Şunda herre tu merivekî xayîn î, efuya te ji mi ra lazim nîne

Ez îro bala xwe didim alayîya bavê Silhedîn kekê Meheme Reşîd

Ji xeta şewitî tê, korrayî çavê mi da were, ez çi bikim reysê wan di nav da nîne

Min hînga zanîbû feleka me, ji me ra qere bêbext e, me di xapîne

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!

Ax wey lo, wey lo, wey lo! ez nema me ji mêra ra.





Reso






















Hiç yorum yok:

Yorum Gönder