13 Ağustos 2011 Cumartesi

Çelengeke Xebata Azadiyê: Osman Sebrî (1905-1993) / Fehim Işık

Edebiyatnasê Kurd Prof. Qanatê Kurdo, dî kitêba xwe ya Tarîxa Edebiyata Kurdî de helbestvan û siyasetmedarê Kurd Osman Sebrî, weha dide naskirin: "Li paş Cegerxwîn şêrê serê çiyayê Kurda yê duwemîn Osman Sebrî ye. Di rewşenbîrkirin û şerê xwenaskirina Kurdan de gelek roj û salên giran li pêşiya wî mêrî bûne. Lê ew îş û karê xwe de ji riya xwe venegeriyayê, xebitiye, şer kiriye, bo xatirê serxwebûn û azadiya neteweyê Kurd."1
Bêguman, mirov gava Osman Sebrî bide naskirin, ne tenê aliyê wî yê edebiyatzaniyê, divê aliyê wî yê siyasetê jî bide naskirin. Ji alî din ew jî wekî Cegerxwîn, xwe bi aliyê xwe yê edebî, ango bi helbestvaniyê nade naskirin; xwe bi piranî wekî şêrkerekî riya azadiyê dide zanîn. Bi gotina Osman Sebrî, eger ew Kurdekî bindest nebûya, tu helbestekî jî nedinîvîsand. Bi vî awayî, Osman Sebrî û Cegerxwîn, gelekî dişibin hev. Belê, her du jî bi hemû heyiyên xwe ve cangoriyê azadiya gelê Kurd in.

Osman Sebrî, 7'ê Çiriya Paşînê 1905'an de li gundekî Meletyê, li Narîncê hatiyê dinê. Bavê wî, serekaşîretekî heremî; ango serekeşîrê Mirdêsiyan e. Navê bavê wî Sebrî ye. Osman Sebrî di deh saliya xwe de bavê xwe winda dike. Piştî ku bavê wî diçe ser heqiya xwe, diya wî Emîne, bi apê Osman Sebrî re, ango Şukrî Begê axayê Mirdêsiyan re dizewice. Perwerdeyiya Osman Sebrî ewil car li cem apê wî destpêdike. Apê wî ji Osman Sebrî hez dike; lê xwedîtî dike û wî diparêze; her weha wî dide xwendin jî.2

Şukrî Begê axayê Mirdêsiyan, ango apê Osman Sebrî jî beşdarî Serîhildana 1925'an dibe. Piştî ku Serîhildan têk diçe, Şukrî û birayê wî Nurî Beg bi tevî Şêx Seîdê Pîran li Amedê tên sêdarkirin. Osman Sebriyê ciwan jî wê demê tê girtin û hetanî sala 1928'an li Denîzleyê di zindanê de dimîne. Piştî ji zindanê derdikeve, vedigere Meletyê û karê xwe yê welatparêziyê û dijberiya rejîmê didomîne. Li ser vê yekê carekî din bi tevî 26 şerokeşîr û axayên Kurdan ve tên girtin û çendekî li zîndana Meletyê dimîne. Piştî heft mehan ew û axayên din tên berdan; lê hukumet dîsa li pey wî ye.3 Carekî din biryara girtina wî, heta bi gotina Cegerxwîn, biryara îdama wî derdikeve.4 Lê Osman Sebrî xwe nade dest û di sala 1929'an de derbasî Suryê dibe.

Jiyana Osman Sebrî ya li Suryê jî bi meşeqet û zehmet e. Rojên ewil bi mal û mindalê xwe ve li bal Qedrî Cemîl Paşa dimîne. Jiyana wan gelek zor derbas dibe. Di wan salan de Serîhildana Agirî jî têk çûye û gelek Kurdên welatparêz jî hatine Suryê. Ev welatparêzên Kurd carekî din hewl didin ku Kurd li hember zordaran serî hildin. Serkêşiya vê amadekariyê de Celadet Bedirxan, Haco Axa, Qedrî Cemîl Paşa, Osman Sebrî û gelek Kurdên welatparêz hene. Evên navkirî xwe amade dikin ku vegerin Bakûr û dest bi xebata serîhildanê bikin. Biryar digrin ku her yek bi hêzê xwe ve derbasî Bakûr bibin. Lê di nav wana de, tenê Osman Sebrî bi komekî Kurd ve ji hêla Berazan derbasî Bakûr dibe. Ew û hêza wî li Bakûr dora qereqolekî jî digrin û dest datînin çêkên wan. Lê ew bi tenê bûn. Ji ber vê yekê sernakevin û paşve vedigerin Suryê.

Li ser van bûyeran hukumeta Tirkiyê ji hukumeta Suryê daxwaz dike ku Osman Sebrî û serîhilderên din teslîmî Tirkiyê bike. Surye, serîhildêran teslîm nake; lê hinekî wan ji sînor dûr dixe, li Şamê cîwar dike; Osman Sebrî jî sirgûne grava Madagaskarê dike.

Osman Sebrî demekî li grava Madagaskarê di sirgûnê de dimîne. Piştre carekî din vedigere tê Suryê û bi tevî civata Xoybûnê xebata xwe didomîne. Demekî berpirsiyariya Xoybûnê ya şaxa Şamê jî dike. Piştî du salan ji Xoybûnê dûrdikeve. Ew û Qadrî Cemîl Paşa û malbata Bedirxan bihev nakin. Ango dubendî dikeve navbera Osman Sebrî û yên din.5 Piştî ku Osman Sebrî ji Xoybûnê vediqete, li hin saziyên din jî kar û xebatê xwe yê welatparêzî û şoreşgeriyê dimeşîne. Ji ber vê yekê jî tu rojekî rehetiyê nabîne. Her roj û her demên wî di bin îşkence û di zehmetiyê de derbas dibe. Gelek caran, heta bi gotina Osman Sebrî bi xwe, 18 caran tê girtin û zîndanîkirin.6 Ne tenê li Tirkiyê û Suryê, li Iraqê, ango li Mûsil û Bexdayê de jî di zîndanê de dimîne. Lê ev zilm û zor, wî ji riya wî venagerîne. Wekî ku Cegerxwîn dibêje, ew gelperesteke xûrt e û ji dostê xwe re dost, dijminê xwe re jî dijmin e.

Osman Sebrî, mirovekî gelekî tûre ye. Bi çi awayî dibe bila be, nehaqiyê tu caran qebûl nake. Li hember nehaqiyê çi ji destê wî bê, dike. Ji ber vê yekê gelek caran, qasî ku li hember hevalên xwe tûre dibe li hember dijminên xwe tûre nabe. Çimkî ew, dijminên xwe bêminet dihesibîne. Ew di nivîsekî xwe de dijminan weha dide naskirin: "Neyar neyar e, çi ji destên wan bê dikin û tiştekî şûnda nahêlin. Li gor wê jî divê mirov xwe amade bike û li ber xwe bide. Ji bo vê sedemê jî navê wî kirine dijmin."7

Osman Sebrî, ji bilî helbestan gelek çîrok, gotar û makaleyên siyasî jî nivîsandine. Ji van çîrok, gotar û makaleyan û her weha ji helbestên wî gelekî li Hewarê û pişt re jî gelek kovarên Kurdî de hatine çapkirin. Lê ew, di nav hemû nivîsînên xwe de, bi zêdeyî ji helbestên xwe hez dike. Osman Sebrî, li ser helbestvaniya xwe weha dibêje: "Qet tu caran nedifikirîm ku helbestên xwe berhev bikim û bikime dîwan. Ji ber ku berî her tiştî ez xwe helbestvan nabînim. Lê tiştên ez dinivîsim dema ku ji aliyê mirovên welatparêz û şoreşger ve tên xwendin, kêfa min tê û ez dilxweş dibim. Ji bo vê sedemê jî dem û dem ez helbestan dinivîsînim. Heger helbest û çîrok ji bo hişyarbûna gel bên nivîsîn, dê ciyê xwe di tevgera rizgarîxwaz a demokratîk de bigirin û dê rola xwe ya pêşketî bilîzin. Min jî da ku ev rol bête lîstin hemî berhemên xwe nivîsîne."8

Hewceyê gotineye ku, gelek helbest û çîrokên Osman Sebrî, bi terzekî marşî hatine nivîsîn û ji alî gelek hozanan ve jî hatine gotin. Osman Sebrî sedema vê terzê xwe li peyvên xwe yên jor de diyar dike. Lê sedemekî din jî heye ku, ew jî ji alî Osman Sebrî ve weha tê diyarkirin: "Piştî mezin bûm mêldariya şîîrên Kurdî li nik min çar bû û mîn gelek şîîr ji ber kirin. Lê mixabin ku ji Dîwana Melayê Cizîrî û Mem û Zîna Ehmedê Xanî pêva şîîrên Kurdî li nik me tunebûn. Ji ber vê yekê min şîîrên Tirkî yên siyasî dixwendin. Bi şopa ku wan şîîr û çîrokan di canê min de hiştibin bi hêsanî berê min ketibû riya tekoşîn û gelpereziyê."9 Belê, Osman Sebrî di xortaniya xwe de, ango hê ku helbestên xwe nenivîsandiye, ewil car helbestan ji ber dike û ev helbest jî piranî helbestên Tirkî yên siyasî ne. Ev meyla Osman Sebrî, dûra tesîra xwe li ser helbestnivîsandinê de jî dihêle; bi gotinekî din piraniyê helbestên Osman Sebrî bi terzê marş e û li ser rizgarî û azadîxwazî ye. Bi raya min sedemeke vê jî, helbestên siyasî yên Tirkî ne ku Osman Sebrî hê di ciwaniya xwe de wana ji ber kiriye.

Divê bê gotin ku, leqabeke meşhûr ya Osman Sebrî jî heye. Leqaba Osman Sebrî ji xebatkariya wî ve tê û bi taybetî li Suryê heta ev leqabê wî neye gotin, kesekî Osman Sebrî nasnake. Leqaba Osman Sebrî Apo ye. Li hin ciyan jî bi navê Apê Sebrî tê naskirin. Ew, hin helbest û çîrok û meqaleyên xwe bi van leqabên xwe jî nivîsandiye.

Osman Sebri, piştî 88 saliya xwe, di 11'ê Çiriya Pêşînê 1993'an de li Suryê gêhişt ser heqiya xwe.

Jêrenotên Nivîsê

1. Tarîxa Edebiyata Kurdî, Weşanên Oz-Ge, Anqere, 1992, rp. 166.

2. Ji nivîsîna A. Balî ya lî kitêba 'Dîwana Osman Sebrî', Weşanên Pêrî, Stenbol, 2004, rp. 13.

3. Bûyîna Min, Osman Sebrî, Jî kitêba 'Dîwana Osman Sebrî', Weşanên Pêrî, Stenbol, 2004, rp. 19.

4. Hayat Hikayem, Weşanên Evrensel, Stenbol, 2003, rp. 210.

5. Hayat Hikayem, rp. 211

6. Bûyîna Min, Dîwana Osman Sebrî, rp. 20.

7. Ji nivîsîna A. Balî, Dîwana Osman Sebrî, rp. 14.

8. Ji nivîsîna A. Balî, Dîwana Osman Sebrî, rp. 15.

9. Bûyîna Min, Dîwana Osman Sebrî, rp. 20.

Marşa Aştiyê



Xortê çak rabe zû me divê dilşadî

Serxwebûn, aşîtî, serbestî, azadî

Van tiştan her divê pir xebat, west û xwîn

Berî me sed hezar, sed hezar tê de çûn

Koledar bûne har, van divê ceng û şer

Di vê rê pirr didin dolaran zêrê zer

Agirê şer dadan, koriya bû dûj

Tanq û top qembele xwîna wan dirêje

Ev hemî di riya dewlemendên çillek

Dimrin keç û kurr, mêr û jin lek bi lek

Mehêlin şer bibe aşîtî ol û jîn

Em bira tev hemî bo çi ev gir û kîn

Sor û gewr, reş û zer em yek in tev bira

Hemiyan yek rê ye, yek raman, yek çira

Mesîhî, Mûsewî, Misliman hemdem in

Mecûsî, Yêzîdî tev kurrên Adem in

Me divê aşîtî naxwazin şer û bend

Bimirin koledar şerrxwazên dewlemend

Her bijî aşitî, aşitîxwaz bijîn

Serbilind, serfiraz her wekî baz bijîn

Osman Sebrî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder