21 Temmuz 2011 Perşembe

Serhildana Agiriyê: Bîranînên Serbazekî Tirk


Serhildana Agiriyê: Bîranînên Serbazekî Tirk

Bi lêgerîn û amadekirina nivîskar Rohat Alakom pirtûka 'Bîranînên Serbazekî Tirk ên Serhildana Agiriyê', ya ku ji serpêhatî û bîranînên serbazê artêşa Tirkiyê Zühdü Güven ji salên serhildana Agiriyê pêk tê.

Bi lêgerîn û amadekirina nivîskar Rohat Alakom pirtûka “Bîranînên Serbazekî Tirk ên Serhildana Agiriyê”, ya ku ji serpêhatî û bîranînên serbazê artêşa Tirkiyê Zühdü Güven ji salên serhildana Agiriyê pêk tê, di nav weşanên Avesta da ronahî dît.

Serhildana Agirî ku ji sala 1926 an heta 1930 an domkir yek ji wan serhildanên Kurdan ê bi hêztir û demdirêjtir ê di nîveka yekemîn a sedsala 20 an bû. Di derbarê vê serhildanê da em heta niha tenê ji bîranînên Kurdan wek yên İhsan Nuri Paşa, Nadir Begê Heyderî, Qedrî Cemil Paşa û Hesen Hişyar agahdar dibûn.

Lê ji aliyê eniya dewleta Tirk a di dema serhildanê da heta niha tenê çavkaniya serekerkaniya Tirkiyê eşkere bûye. Ev çavkanî ji aliyê dezgehekê hatiye amadekirin ku ew bi tenê ji brîfîng û raporên leşkerî pêktê. Xên ji vê heta niha ti agahiyên ji kesên ku di eniya dewletê da di şerê li dijî serhildana Agiriyê cîh girtibûn çap nebûbûn ku em bikaribin ji wan fêr bibin, ka gelo bi çavê wan efserên dewletê ev serhildan çawa diyar dibe, serpêhatiyên wan çi nin, wan wê demê çi dîtine, bihîstine û hîs kirine.

Lê niha, piştî ku heyştê sal ji ser van bûyeran ra derbasbûn, ev cara pêşîn e ku em bi saya xebateke Rohat Alakom dikarin agahdar bibin, ka gelo serbazekî Tirk ê ku di sala 1929 an tê Serhedê û 3 salan di eniya artêşa Tirkiyê da beşdarî gelek şerên li dijî serhildana Kurdan dibe, bi çi awayî qala vê serhildanê dike, qal û bûyerên wan salan bi çavên wî çewa diyar dibin û tên şirovekirin. Ev serbazê Tirk yekî bi navê Zühdü Güven e ku ji tîrmeha sala 1929 an heta 7ê îlona 1932 li Îdir, Qulp, Kaxizman, Qers, Bazîd, Agirî, Tendurek û Ebexê (Çaldiran) maye û beşdarî tevgerên artêşa Tirk ên li hember serhildêran bûye û wê demê bîranînên xwe bi rojane nivîsiye.

İhsan Nurî Paşa di pirtûka xwe ya li ser serhildana Agirî da qala xwedanê van bîranînan, serbaz Zühdü Güven, dike û di çend cîhên pirtûkê da hin gotin û fikrên wî werdigire û şirove dike. Lê ji bîranînên İhsan Nurî Paşa diyar nedibû, ka gelo naverok û şêweya agahiyên Zühdü Güven çi nin. Wî bi tenê nivîsîbû ku ev gotinên Zühdü Güven di 9ê îlona sala 1947 an di rojnameke ji Stenbolê bi navê Gece Postasi da çap bûne.

Rohat Alakom ev bîranînên Zühdü Güven ji arşîvên rojnama Dünyayê bi dest xistiye. Alakom ji kitêba bîranînên Güven ra pêşgotinek bi zanyariyên gelek balkêş nivîsiye. Diyar e wî li ser van bîranînan, di derbarê nîviskarê wan û çavkaniyên têkildar da gelek lêkolîn kiriye ku encamên wan di pêşgotinê da eşkere dibin. Her wisa gelek jêrenotên kêrhatî ji bo baştir fehmkirina bîranînan di pirtûkê da hatine danîn. Pirtûk ji 160 rûpelan pêk tê. Di beşa dawîn da albûmeke ji 15 karîkatûrên cihê pêkhatî cîh girtiye ku ji salên serhildana Agirî ên di rojnemeyên Tirkî da çapbûne. Di wan da nêrîna fermî a dewletê û ya çapemeniyê gelek baş eşkere dibe. Pirtûk bi her awayî gelek baş hatiye amadekirin. Alakom zanyerekî vê babetê ye û çawa tê zanîn ew bi dehsalan e ku li ser vê mijarê lêkolînan dike û di sala 1998 an pirtûkek wî ya bi navê “Rêxistina Xoybûn û Serhildana Araratê” hatibû weşandin.

Her çiqas nivîskarê bîranînan Zühdü Güven ji bo serhildêran gelek caran peyvên wek “eşkiya û haydut” bi kar tîne jî, di bîranînên wî da raste rast diyar dibe ku serhildêr Kurd in. Ev serhildan ji aliyê rêxistina bi navê Xoybûn - Civata Welatê Kurda tê bi rêvebirin. Wan serhildêran li Agirıyê hikumetek ava kirine û li gelek bajar û herêman liqên vê hikumetê ên ji bona berfirehkirina serhildanê kar dikin, hatine damezrandin. Bi gotina wî jî eşkere dibe ku şerkarên Agirî wek artêşeke li ser bingeha gelek desteyan organîsebûyî dijî dewletê şer dimeşandin. Her wisa ji van bîranînan xuya dibe ku serhildêr alîkariyên bi her awayî ji Kurdên herêmê û ji yên Îranê digirtin, çek û sîlehên xwe jî di nava şerên bi leşkerên Romê ra, peyda dikirin. Dema ew ji ber şerkarên Kurdan direvin, dihatin dîlgirtin, an jî kuştin. Di derbarê armanca serhildêran da jî xwedanê bîranînan dibêje ku ew rêça Kurd Teali Cemiyeti a ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê dişopînin. Her wisa balkêş e ku Zühdü Güven qala gelek bûyeran dike ku İhsan Nurî Paşa jî di bîranînên xwe da cîh daye wan û her çiqas bi çavê serbazekî Tirk be jî rastiya gelek vegotinên İhsan Nurî Paşa diyar dibe.

Bîranînên Zühdü Güven gelek piralî û rengîn in, ew ji alî salixadayîna di derbarê bûyer, şexsiyet û eşîrên Kurd û her wisa ya gelek efser û leşkerên Tirk va jî pir balkêş in û ji bo lîteratûra di derbarê serhildanên Kurdan bi taybetî jî ya Agiriyê da belgeyeke dîrokî a gelekî girîng e.

Bir Türk subayının Ağrı isyanı anıları
Haz. Rohat Alakom
Avesta Yayınları
İstanbul, Mayıs 2011

Mehmet Gültekin

Çavkanî: http://www.netkurd.com/?mod=ne​ws&option=view&id=7900

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder