26 Haziran 2011 Pazar

YEKBÛN Û YEKÎTÎ YA KURDÎ


YEKBÛN Û YEKÎTÎ YA KURDÎ

Ew Lor û Bextiyarî Baban;
Kurdmanc û Hevreman û Zazan;
Kurdên, ji welatê Rom û Sorî,
Kurdên Ecem û Iraq û Sûrî,
Kurdên ji welatê jor û jêrîn;
Serçav bilind û zexm û nêrîn;
Kurdên ji Blûc û Kurdên Efgan,
D'hêvî de yek in û yek di raman,
Yekbext in hemû, ne bextiyar in,
Ser erd û dinê, liyan û jar in.
Zerdeşt bû melayê kevnê kurda,
Qanon bû çiraya zendavesta,
Ew felsefeya qedîm û pir nûr,
Zendî, zmanê kevn û meşhûr;
Zerdeşt û çiraya zîvê Zerdeşt;
Ruhnî ew e, ser çiyan û ser deşt.
Her kat ji kitêba Zendavesta,
Pêtek bû li dil, gurî di desta,
Ristem ji me ye û şah Nadir,
Siltan Selahedînê denggîr,
Xanî û Melayê Bâte, Teyran;
Gî kurd in hemû, ji xwîna kurdan.
Nabî ji me ye, û Şêx Ehmed;
Hîmê me ye Zend û dewleta Med.
Agirî, Sîne, Wan û Mûş û Zîlan,
Kanî ne, ji wan vejîne xortan,
Sinî, Elewî û Eyzedî çî ? ? ?
Em bûne xulam û mane birçî ! ! !
Kurd in ne cuda ji dar û ra ne,
Bin destê Xwedê û yek xwedan e,
Kurd in hemû em, ji yek nijad in,
Tev dad û kerem û pak nihad in.
Bextên me yek in, ne se ne car in
Em Kurd in û tev bira û yar in.
Agirî, Sîne, Wan û Mûş û Zîlan,
Kanî ne ji wan vejîne xortan.
Sinî, Elewî û Eyzedî çî ? ? ?
Em bûne xulam û mane birçî ! ! !

Dr. Kamiran Alî Bedir-Xan




Bêrût: 23 Gulan 1929

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder