14 Mayıs 2011 Cumartesi

Şêrê Çiyayê Kurdistanê: Yado


Di dîroka Kurdistanê de, pirr şêr û lehengên navdar an bênav hene… Ji Agirî heta Xerzan, ji Mehabad heta Amed û ji Ruhayê heta Colemêrgê navê wan hatiye heya îro… ji nav van şêran yek jî Şêrê çiyayê Kurdistanê YADO ye.

Îro roj nemaze li bajarên Serhedê; Dersim, Çewlîg, Xarpêt, Mûş… Yado baş tê zanîn.

Yado bi lehengiya xwe, bi pêşengiya ji gelê xwe re; ketiye çîrokên dayikan, sitranên sitranbêjan, kilamên dengbêjan. Yado bûye wek efsaneyek li ser zimanan. Bûye wek sitêrkek jibo ronak bike şevên tarî. Yado bûye mînakiyek mezin jibo xortên gelê Kurd yê jibo azadî ya gelê xwe, rizgarî ya welatê xwe xebat dikin.
Wê demê em bipirsin, Yado kî ye? Çi kiriye? Çima îro li Darahênî, li Çewligê, Dêrsim û Paloyê zarok bi çîrokên wî mezin dibin? Jibo çi îro bav û bapîr ji zarokên xwe re qala çîrokên Şêx Seîd û Yado dikin? Kîjan kar û xebatên Yado wî kiriye wek efsaneyek û wî xistiye nav nemirên pêşengên Kurdistanê.

Navê Yado yê rastîn Yadînê kurê Mehmûd Ebas e. Ji eşîra Ziktê ye. Ev eşîr, li Darahêniya girêdahiyê Çewligê ye. Jixwe Yado jî li wir hatiye dinê. Lê mixabin em li ser zarokatiya wî pirr tişt nizanin. Ew bi lehengiya xweya di Serhildana 1925’an ya Şêx Seîd de tê naskirin. Yado di Serhildana Şêx Seîd de, bi deh hezar leşkerî, li enî ya Xarpêt û Paloyê digel Şêx Şerîf cengekî mezin kiriye. Piştê cenga xweya bêhempa jî, Xarpêt bidest xistine. Li eniya Xarpêtê Yado fermandarê leşkerî bû, Şêx Şerîf jî berpirsiyarê wanê ramyarî, ango berpirsiyarê gelemperî bû.

Yado, bi navê xwe xofek mezin xistiye dilê leşkerên tirk. Heta dawiya jiyana xwe jî dev ji cengê bernedaye. Di derbarê jiyana wî ya serhildanê de Seyîdxan Kurij hevpeyvînek bi keçmariya Yado re çêkiriye. Di hevpeyvînê de xuya dibe ku keça wî jî, li ser jiyana Yado xwediyê agahî nîn e. Lê di hevpeyvînê de serpêhatiya diya xwe ji gotinên diya xwe wusa pêşkêş dike:

“Zarokek min bi navê Çerkez ji Yado çêbû. Ez û Çerkez bi hev re em li çiya man. Yado û leşkerên tirk ketin cengê. Di wê welwelê de em wenda bûn… (hin bûyer di serê wan de derbas dibe) em dawiyê disa gihîştin hev. Qasê heft sala ez li ba Yado mam. Dawiyê ez û Çerkez hatin Çewligê. Di demek kurt de, dagirkerî ya leşkerên tirk, li bakurê Kurdistanê destpê kir.” Nemaze Kurdên beşdarê serhildanê bûne, bi gelemperî jî hemî erdnîgariya Kurdistana bakur xistin bin bandora dagirkeriya xwe. Ji wê dagirkeriyê 700 hezar mirov ji Kurdistanê hatin mişext kirin. Bixwe ew hemî negihîştin cihê mişextê. Bi hezaran mirov di rê de jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran birîndar ketin û bi hezaran jî rastê nexweşî yên xeter hatin.

Diya Dilşa Xanim wusa berdewam dike;

“Em jî hatin girtin. Pêşiyê me mişextê Xarpêtê kirin. Me xistin artêşxane ya Xarpêtê. Piştî 6-7 meh derbas bû, wê demê me mişextê Qeyserîyê kirin. Me dîsa xistin artêşxaneyê. Li wê derê her roj leşgerên Tirk bi hev re bang dikirin û digotin; “bijî Kemal paşa tu her bijî”. Li hemberî van leşkeran lawê min Çerkez jî, her roj zarokên Kurd berhev dikir, wan zarokan ji daran çekan çêdikir û bi hev re digotin; “bijî Yadîn paşa tu her bijî”.

Ev rewş mehek wusa berdewam kir. Gotinên zarokên Kurda çû guhê Serleşkerê Tirk. Serleşkerê tirk gazî Çerkez kir. Ez jî bi wî re çûm. Fermandar li rûyê Çerkez mêze kir, wusa awirê xwe tûj kir û ji Çerkez re got: “çima tu dibêjî, bijî Yadîn paşa tu her bijî”. Nabêjî bijî Kemal paşa tu her bijî?” Çerkez wusa bersiv da: “paşayê Tirkan, paşayê Kemal e. Paşayê Kurdan jî paşayê Yadîn e. Çawa ku leşkerên Tirk dibêjin bijî Kemal paşa tu her bijî, ez jî dibêjim bijî Yadîn paşa tu her bijî. Di nav vana de tu cûdatî tune ye.”

Komara Tirk ku li ser tirsê hatibû ava kirin, ji kî bihata; ji her cûrê dijberiya xwe ditirsiyan. Li wê derê jî serleşkerê Tirk, ji zarokek Kurd ê neh-deh salî ditirsiyan û vana digot;
“Ev zarok jibo me xeter e. Li gor temenê xwe pirr tişt dizane.”

Kurdên ku hatibû mişext kirin, li wan bajarên mişextê pirr zor û zehmetî dîtin. Nema rastê kirarî yên der mirovî hatin. Ji alî niştecihên wan bajaran ve dihat veder kirin. Jina Yado jî bi van zor û zehmetiyan re, rû bi rû diman. Di berdewamê de mişextê xwe wusa vedibêje;

“Sê sal em li welatê xerîbî man. Pişt re me ji wê derê mişextê navçeya Dersimê ya Nazimiyê kirin. Li wê derê jî sê salê me qediya. Rojek sitvanek (yuzbaşî) gazî me kir. Ez û Çerkez bi hev re derketin ber wî. Sê serê jêkirî li ba wî bûn. Ji me re got: “me Yado kuşt, ji ev sê seran yek yê wî ye. Ka hûn lê binêrin, serê wî kîjan e?”
Jina Yado dizanibûn ku ne ev leşkerên xam, karê serbazên van leşkeran jî nîn e Yado bikujin, him jî serê wî jêkin. Fahm kir ev leşker Yado nasnakin. Dibejên qey ji evê kuştine yek Yado ye. Jina Yado, Rabîa wusa bersiva leşkeran dide;

“Kesê ku serê Yado jêke, hêja ji dayika xwe nebûye… Ji van seran yek jî serê Yado nîn e.”
Birastî jî leşker xwe dixapandin. Lewra ne ew serên di destê wan de yek jî serê Yado bû, ne jî wan Yado nasdikirin. Yado mirovek jixwe haydar bû û ewqas hêsan nediket destê dijminê xwe. Jixwe piştê Serhildana 1925’an, gava derbasê binxetê dibe, ji gellek dafikên leşkerên Tirk xelas dibe. Leşker bi tu awayî nikarin wî bidestxin, ne jî dizanibûn Yado li ku ye.

Ji pêşengên Serhildanên Qoçgirî û Dersimê, Nûrî Dêrsimî (Beytar) di pirtûka xwe ya “Di Dîroka Kurdistanê de Dêrsim” de dibêje; “Ez li Binxetê (Rojava ya Başûrê Kurdistanê), rastê Yado hatim.”

Hêzên Çekiyên Tirka pirtûkek bi navê “Cumhuriyet Döneminde Kürt İsyanları” de wusa qala Yado dike: “Piştî raperîna Şêx Seîd, Yado reviya Sûriyê û êrîşê qereqolê me dikir.”

Nivîskar-Lêkolîner M. Malmisanîj di derbarê Yado de, di pirtûka xwe ya “Bedirxaniyan” de wusa dibêje: “Memduh Selîm, Celadet Elî Bedirxan, Kamuran Elî Bedirxan, Yado û yekî din bi hev re li Sûriyê wêne kişandine.” Ev wêne ya Malmisanij dibêje di pirtûka wî ya heman navî de heye.

Li gor van lêgerîna em dikarin bibêjin ku, Yado piştî Serhildana 1925’an nesekiniye. Şerê gerîlla bi leşkerên Tirk re kiriye. Heta 1929 an jî şerê wî berdewam dike. Di vê salê de bexşandina gelemperî derdikeve.
Serokeşîrek nêzê tirka Seîd Begun gazî Yado dike, dibêje; “were radestê Dewleta Tirk bibe”. Yado û Seîd Begun li gundê Mendo (girêdayê Çewligê) li ser kaniyek hev dibînin. Yado jê re dibêje: “Baweriya min ne bi Dewleta Tirk heye, ne jî bi te… Bextê Roma Reş tuneye.” Piştê vê hevdîtinê Seîd Begun diçe ser hespa xwe û bi hêla navenda Çewligê ve diçe. Yado ji leşgerên xwe re dibêje ku, hûn bi hêla Çewligê ve meçin. Lewra ev xwînmij û xwefiroş niha digel leşgerên Tirk gefên cûr be cûr jibo me çêkirine. Hûn bi hêla dijberê wan ve biçin.

Piştê vê bûyerê Yado û sê hevalên xwe jî tên gundê bavê Têlî (jina Yado ya duwem) gundê Qeldar. Yado li wê derê jî hinek dimîne pişt re bi Têlî û çend hevalên xwe bi hêla Darahênê ve diçe. Yado jina xwe jî digre ba xwe, ku jina wî jî wek şervanek digel wan, li hember leşkerên Tirk şer dike. Ne tenê jina Yado Têlî, gellek jinên Kurdan di serhildanan de, digel Têkoşerên xwe ew jî çek û rextan hilgirtine û li hember dijmin şer kirine. Him di Komara Kurd a Agirî yê de, Him li Qoçgirî, Dêrsim û yên din.

Li Darahênî leşkerên Tirk dafên mezin ji wan re çêkiribûn. Li herêma Mistiyan-Botiyan ketin şer. Di vî şerî de, Têlî birîndar dikeve. Têlî wek birîndar, demek bi wan re berdewam dike. Êş lê giran dibe êdî deyax nake. Têlî ji Yado re dibêje: “Min li vêderê bikujin. Lewra ez bi we re nikarim êdî rêwitî bikim. Heger hûn min nekujin, ezê li vir tenê bimînim. Leşkerên Tirkê min bibînin û hêrişî min bikin û dibe ku ji bela min te zeft bikin. Ger hûn min bi xwe re bibin jî rêya we wê dirêj bibe. Ya baş hûn min bikûjin.” Li ser vê yeka Yado Têlî dide kuştin.

Dawiya Yado çawa dibe ? Çawa tê kuştin? Di derbarê van pirsan de, pirr tişt nayê gotin û zanîn. Hin çavkanî di derbarê dawiya Yado de wusa dibêjin: “Yado û hin hevalên xwe li Licê demek dirêj dimînin. Di nava şervanên wî de du kes bêbextiyê dikin û wî dikujin. Hin kes jî dibêjin li herêma nava Licê û Darahênî, ji alî eşîrên hevkarên sazûmanê tê kuştin.

Di jiyana Yado de du tişt hene ku divê em guhê xwe baş bidinê.

Ya yekem, çend hezar sal jî biçe, dîsa hêvî û daxwazên Kurd, wek hev in. Jibo van hêvî û daxwazên me, pirr lehengên navdar û bênav hatine dinê. Ev kesên leheng her tim jibo Kurd û Kurdistanê ji her tiştê xwe bihurî ne; ji dewlemend,yên xwe, ji eşîrên xwe, ji canên xwe… Lewra jibo wan mebesta ewil azadiya gel rizgariya Kurdistan e. Ango li hember dijmin “berxwedan jiyan e.”

Ya duwem, di dîroka Kurdistanê de, bêbextiya mirovên xaîn, jibo gellê me bûye dekek reş. Him ev ne bes, kesên ji wan bêbextan xerabtir, viya wek qedera Kurdan dibînin û dibêjin, tifaqa wan tune ye, nikarin tu car bên ba hev…

Hêvî ya me ji Yezdanê Dilovan, ew e ku dilovaniya xwe, li ser pakrewanên Kurdistanê û govanên riya wan pakrewanan dişopînin, weka baranê bibarîne.

Abdullah ALP

ÇAVKANÎ

Rojnameya HÊVÎ, hêjmara 20. an, 1997, 5’ê Nîsan’ê
"Kürdistan Tarihinde DERSİM- Muhammed Nûrî Dersimî"
"Bedirxanîler -Malmisanîj"

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder