20 Mayıs 2011 Cuma

Kilamên derheqê Serhildanên Agirî

KILAMEK LI SER BAVÊ ELFEZYA SÎWARÊ EZNAWIR FERZENDE BEG
Berhevkir: Salihê Kevirbiri.
Ferzendê Beg, ji Eşîra Hesenan mêrxas û şerkerekî çak bû. Yek ji
pêşewayên ”Serhildana Agiriyê” Di vê tevgera navborî de navê wî, piştî Îhsan

Nurî Paşa û Bro Hesko (Brahîm Paşa) Têlî tê. Tabî di vê tevgerê de navên wekî
Xali Beg, Nadir beg û Memo Beg(Zarokên kor hiseyn Paşa), Elîcan, Reşoyê silo,
Seyîdxan û Zahir Axa jî têne bilêvkirin û piraniya van navan, di gotin û kilamên
dengbêjên welêt de bi mêrxasî û cengawerî têne jiyandine.
Le axao hey li min li min li min
Bê maqûlo hey li min li min li min
Le Asayê bi sê denga bang lê dike
Dibe de lê lê Besrayê rebenê sibê ye
Şereka li me çê bû
Qaleka li me qewimî
Lê Kil Îskender
Li sûr û bedena Salim Begê
Li hewşa kafirê Emer Tûman
Dayê rebenê vê sibê
Li ser kaniya way ax way
Le belê, ji êvara Xwedê ve
Li gohê min xweş tê
Dengê gula û topê li me sil kir
Sewtêna mîrata vê boriyê
Gulê û barûdê vî kafirî
Li me dibare dayê mînanî
Tevana gelo li ber taviyê
Lê Asayê bi sê denga bang lê dike
Dibê de lê lê Besrayê
Hey lê agirê Helebê55
bi derê mala bavê te ketê
Tu rabe li ber çoka
Ferzende rûnê
Tu bêje Ferzende
Malê te xirab be
Lo bila mala min jî pê re
Te digo, Ez ferzende me
Ez Ferzende me
Ez bavê Elfezya
Sîwarê Eznewir im
Xwedanê kuçik çeplia me
Rojê qale qalê oxir
Mê giran
Li welatê ûçûnicî
ordiyê de
Mêr di ser min re qet tunene
Eyva ne şerê me û Hesenan e
Ne şerê Heyderan e
Ne şerê Cibiran e
Ne şerê Sînikan e
Ne şerê duwanzdeh
bavê eşîretê giran e
Eyva ecem e “beşincî mezhebe”
Ne dîn e ne îman e
Li gorî qarşî şerîatê
Mûhemed
Li qarşî me disekine
me dixapîne
Ji êvara Xwedê ve
Cinazê Silêmanê Ehmed
Bi tevî komê Hesenan ve
Gelo li pêş miqabilî çavê min e
Ez ê bi du gulê otometîka vî kafirî birîndarim
Destê min têtikê mîrata modoliyê
Modoliyê nagire dayê rebenê
Pêçika min a şahîdê li min nagire
Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran
Heyfa min tê li wê heyfê
Çar heb ji tûxayê vî kafirî
Li ser me re sekinîne
Ji milê Silêmanê Ehmed
Bavê Kazim digirtin56
Dixistin nîşana Hamîdiya
Lo Axao wile nabe bile nabe
Îşev sê şev û sê roj e
Şer ketiye ser milê Keremê Qolexasî
Mêrekî çê tê kuştin
Bi du gula birîndar e
Bi sonda mezin sond xweriye
Tê kuştinê lo bira jê venabe
Erz û eyalê Mala Emer
Îşev sê şev û sê roj e
Li kavila Îranê digere nagere yêr nabîne
Ji xwe re li ser pişta kihêl û melekiyan
Lo bira peya nabe
Kerem dibê wez Kerem bim
Ez kerem bim
Ez fîrar û qaşqûrê mehkûmê
Dewletê bim
Berxê Mala Emer bim
Ezê bi maleka weka Mistefa
Begê re mal bim
Evî kafirê li bira qesr û qûnaxê me girtine
Dibên tivingên destê xwe deynim
Çavkanî:
1-hoybûn Örgütü ve Agrî Ayaklanmasi Rohat Alakom. 2- Ferzende Kovara
rewşan Abdurrahman Dûrrê. 3-Bekirê Dengbêj, Salihê Qubînî

KILAMEK SER SEYÎTXAN:

Seyid xan bi sê denga gazî dike,

Li Elîcanê Gerdangazî,
Li Tofiq, li Silheddin dibêje;
Bav û birayên min bûno,
mêr bin mêrê çêb in
Îro roja mêra ye,
Ezê teminekê li we bikim
temina apê xwe meşkênin,
Esker mekujin, etim in, xerîbin,
Zaroyê xelkê ne, bin emir in, gunene,
Bikujin zabit û qumandarê
Cumhurriyetê,
Ez bavê Silheddîn im,
di nav min wan de heye ava Mûradê,
hidûdê Ecemê
Ji kilama Seyid xan.

STRANEK Lİ SER SEYİDXANÊ KERR
Seyidxanê kerr*
De rabe axawo axawo, axawo, axawooo
Bavê bavê mino sehera sibê ye522
Ezê bi diyarê Tayê Taloriyê kevirê Kelereşê
Kêşa newala Seyîda ketim
Sibê ye ji xema dilê min û te ra wa ma li ger e.
Na, na wele ezê vê sibê bala xwe didemê
Mi dî celebê sîwara ji jor da derketine û tên e
Siwarê pêşî tim û daîma namluya tifinga xwe
dajo ji pê re
”Berxê mala Ûsîvê Seydo, Seyîdxanê Kerr e
Lê şahdê wî û şûhde wî xweş mêrî li dinyayê gelek hene;
Li ortê meydanê mêra dikuje
Nahelê tu kes di kozika xwe de tevbigere!
Mi dî Seyîdxan bi sê denga dikir gazî digo;
Lo lawe Sidiqê lawê Mistefa Begê
Em hemî mehkum û firar in, barê me qaçax e,
ji bona xwedê wele vêga berê me li xetê Firansa yê
Eman destê min e li dawa(doza) te be,
Destê te li dawa pexember be
Lo lawo li wî welatê Serhedê
Tu yê qisr û qusûrê li me nekî.
De tu yê pêşika fîryarê me berdî
Lo bira paşiya qaçaxê me hereee wûûûûûû
Sidiqê lawê Mistefa Begê
Li berxê mala Ûsîvê Seydo
Bi sê denga dikir gazî digo;
Lo lawo seyîdxanoooo
wele nabî, sî ciz û Quran nabî
Bi şêx Badînê erda lulûkê
Bi ziyareta Qalibaba kim nabî
Min sond xwarî bi sonda telaqê cot cot xanima,
Îro cotê xanima
Wele qaçax fîrarê mala Ûsîvê Seydo
Bê qetl û qutil di ser mi ra, hey lo derbas nebîî....
Gidî wî axawo, axawo, wî axawoooo
Êla bavê mino, sehera sibê ye
Û ezê bi diyarê Tayê Taloriyê kevirê kelereşê
Kêşa newala Seyida ketim
Sibê ye ji xema dilê min û te ra wa bi çem û kanî
Seyidxan bi sê denga dikir gazî digo;
Lo looooo Teyfiqo, Selhedîn, Elîcan û Ferzende
Hûn ê beşara çavê bavê min in, Ji mêra merê çê bin
Hûn ê destê xwe bavên qewda miratê modeliya523
Lê mîna carcuran bi hevdu ra lêxin bi mêra nîî....
Na, na wele ji Xwedê ye min da aza û bi hêsirî
Me kir ne kir bi hêvila mekana me xwe ji destê ,
Begler û axlarên wî welatî xwe dena nîîîî
Lo looo Tefiqo lo bira
Serê vê sibê li orta meydanê
ji kuştina Sidiqê lawê Mistefa ra
Ha looooo, ca tu çawan î
Wele dibê hê gotin di devê vî xweşmêra
Destê xwe avête baxê mîrata fîşeka, paketa xwe deranî,
Li devê darê Qesra Hecî Mûsê Beg qelp bû
Ji canî Xwedê re mîrata derba xwe hinanî
Berxê mala Ûsîvê Seydo li orta meydanê
derbek li eniya wî danî
Qapaxa serê wî bi careke ra hilanî
Bi sê denga dikir gazî digot;
Keko helhêl !!!
Ez bavê te me, gula mala Ûsîvê Seydo me
Şahid û şûhudê min li dinyayê gelek hene
Em daîma mêrê li orta meydanê dikujin
Hey loooo, ca bi mêranî wwwwwuu.....
Ew strana ji Xwençê cild. 2. r 57 û 59 hatiye girtin.

STRANA SEYÎD XAN (2)
Way lo axao, way lo axao way lo axao
Way lo axao, way lo axao way lo axao
Mîr pênco, yarimşao, firaro mehkûmo eşqiyao
Nava te hesine, gurçikê te polao
Ez nizanim tu dimirî, tu hedidî, tu polao
Te li ber emrê Cumhurriyeta Osmanî
Neheliyao, tucaran nehêliya yî looo,
Divêjin Seyid xanê kerre, bavê Silhedîne,
Qesasê serê cendirma û sed û pêncî, zapitê Tirkao
De şerê, axayê min şerê
Dengê tivinga bavê Silhedîn kete deşta Mûşê
Kete çemê Benaxixê, kete çiyayê Serhedê,
bajarê Bêlicanê xirab kiriye Seyîd Xanê kerr e
Axao sibeye zerara tava
Axao sibeye zaraya tavê li me daye, tav hilatê.524
Girane eskerê Elî Osman Nûrî paşa,
Zekî Beg, Dewreş Beg, alaya Sêrtê firka Wanê,
Tabûra Bitlisê, hê tirkê deşta Mûşê,
Pêxasê çiyayê Serhedê, eskerê Çivaxçûrê,
Çemê binanixê, ketê çemê Serhedê,
Kete ber ava Muradê, li pey bavê Silhedîn digere li tatbiqatê.
Seyîd Xan bi sê denga gazî dikê li Elîcanê
Gerdangaze, li Tofiq, li Silhedîn, davêje:
Bav û birayê min bûno, mêr bin mêrê çê bin,
Îro roja mêraye, ez temiyake li we bikim,
Temîyana apê xwe meşkenin,
Eskera makujin ew xerîbin, bi emirin, Qulê Xwedê ne.


Ew strana ducara hatiye nivîsandine,
ji bo devok cudaye.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder