20 Mayıs 2011 Cuma

Êlxan Penaber : Xwebûn (Xoybûn)

Êlxan Penaber : Xwebûn (Xoybûn)

Ka kurdistana me ka?

Kî ne em birastî? Çi dixwin çi ve dixwin? Bi çi dikenin, bi çi digirîn? Tixûbên cîhana Kurd heya kîderê ne? Herwiha Kurdistan kîderê ye? Bajarên, navçeyên, gundên me kîjan in? Sîmbolên, nirxên, cejnên, zaraveyên, cilên me çine? Nifûsa me çiye? Aboriya Kurdistanê (qet nebe Bakur) li ser çiye? Çiqas ji axa me bikêr e? Kîjan dewlemendiyên binerdî yên me hene? Hêza me çiye, ya dagirkeran çiye di Kurdistanê de? Hejmara Kurdîaxêvan çiye? Yek biyaniyek xwe şaş bike û ji me re bêje hela behsa taybetiyên xwe bikin em hema dest bi şablonên xwe dikin. Ketin tengiyê jî ...
elxan.penaber@googlemail.com

Bila sernivîsa min şaş neyê fêhmkirin. Ez behsa rêxistina dîrokî Xoybûn û partiya Bakurê Kurdistanê PDK-Xoybûn nakim. Ez behsa hîç partiyekê nakim. Ez behsa polîtîkaya me Bakuriyan a rûnîştî jî nakim. çiye xwebûn û aya ez bi behsa çi serê we diêşînim? De ka ez rasterast werim babetê.

Xwebûn min wekî peyv bikaranî. Ango xwebûn, di nava gelek bûnan de xwebûn. Tiştekî-din-nebûn, tenê xwebûn. Him ferdî, him jî civakî. Ji bo xwebûnê divê mirov xwe nasbike. Heya mirov xwe nasneke, nikare xwe bibe.

Nizanim ka ti neteweyekê din bi navê xwebûnê rêxistin damezirandine yan na, lê me Kurdan di salên 20'î de bi vî navî rêxistin ava kiriye. Di 5'ê kewçêrê 1927'î de li Libanonê, birayên Bedirxaniyan Mîr Celadet û Kamuran jî di nav de ji aliyê çend kesayetiyên Kurd ên dîrokî ve Partiya Xoybûnê hatibû damezrandin. Bi têkçûna serhildanan, xwe kamilandina Komara Romê (Tirkiye) û destpêkirina şerê cîhanê yê duyemîn ve êdî serhildan bûn dîrok û navên hatin bikaranîn jî wekî komedyaya dubarekar bûn.

Cîhana mirov û civakan, hevwelatî û neteweyan dişibin hevûdu. Heger mirov jiyaneke têr asayî, rewa, bextewar û biserketî bijî, di mirov de ti siya nexweşiyên derûnî (psîkolojîk) xwe nadin der. Mirov her pêpelûkên jiyanê bêî qeza û bela hildikişin. Lê berevajî wê, heger mirov di filan an bêvan asta jiyanê de (bo mînak 0-6 salî, ciwanzaroktî hwd) tiştinên awarte û nerewa bijîn, rastî qeza û belayan bên, di tevayî jiyana xwe de her û her di bin bandora wan de dimînin. Bi gotinekê din birînên kesayetiyê lê peyda dibin.

Neteweya me bi hemî reng û heybeta xwe di cografyaya em tê de ne jîndar e. Ne serdest lê bindest e. 80-100 sal in bêî vîn e, dewlet e. Li berxwe dide. Gelek jê çûne, gelek lê zêde bûne. Partî û rêxistinên me hene, têdikoşin. Têkdiçin lê xwe paşve nadin. Erê heya vir her tişt tê fêhmkirin. Lê gelek tişt hene em hîç jê tênagihîjin.
- çima yekîtiya me çênabe?
- çima qet nebe rêxistinên me bo yekkirina alfabeyê bihev nakin?
- çima nexşeyeke Kurdistanê ya standart nîne?
- çima em Kurd bi Tirkî, Erebî, Farsî diaxivin û nikarin fêrî zimanê xwe bibin?
- çima kursên Kurdî ticarî bisernakevin?
- çima her carê dijmin serhildanên me bi dek û dolavan têk dibin?
- çima xelk mûzîk û çanda me didize û ji me re tenê arabesk û girîn dimîne?
- çima em wisa bihêrs û dilnerm in û çawa dikarin du tiştên dijmin di kesayetiyên xwe de bihewînin?
-
Bi hezaran tişt hene ku em çiqas bixwazin bi şablonên xwe rave bikin jî, jê fêhm nakin, nizanin ka çima wisa ne. Pirsa herî mezin ew e ku "petrola Ereban jî heye, çima ne ew lê em bêî dewlet in?" Ew ê her partiyekê me gotina xwe, şablona xwe bibêje. Dê her zanayek me zanîna xwe bilêv bike. Cihê ku em werinê, dîsa serî ye. Pirs li meydanê dimînin.
Hêjano, em zanistiyê nakin. Em xwe û taybetiyên xwe nizanin û nasnakin. Partiyên me Kurdan di dema Şerê Sar de hatine damezirandin. Şerê Sar bidawî bû lê partiyên me hêj jî hewla serdestiya xwe dikin. Ji her aliyê ve partiyên me êdî kevn bûne. Serokên wan, mantalîteyên wan, rêbaz, bername û projektên wan bi tevayî, êdî têrî jiyanê nakin. Bo mînak modelên wan ji Lenîn in, şerê wan ê cekdarî, yê sedsala 19emîn an ên gelên biyan in.
Şaş neyê fêhmkirin ku ez dijberiya partiyan dikim, na. Bi min be ez ê bêjim bila hejmara partiyên Kurd bi sedan bin. Lê îcar bila bo şûjînan jî amade bin. Bila kirasên xelkê li me nekin, îdeolojî, rêbaz, kûltûr, model û mantalîteyên xelkê bi me nedin xwarin. Jiyan girêdayî hev e û dinya me bûye global, rast e. Lê di vî globaliyê de reng û sekinandina me nîne. Bi bendê xelkê danekevin bîrê.
îslama desthilatdar, îdeolojiyên çepgir, rastgir, bakurgir hwd bi tevayî me ceriband, nebû. Talebe (şoreşger) dihatin gundan û behsa komûnîzmê dikirin. Bi Tirkî diaxivîn an Kurdiya wan sist bûn. Gundiyan bi wan henekên xwe dikirin. Hinan digotin "Ka hela bêjin dema we Kurdistan ava kir hûn ê min bikin şofêrê trênê yan na? Dê ew kolxozên hûn behsê dikin de bizin jî hebin? Bizin û darên mazî bi hev re nabin, bizin pelgên wan dixwin". Talebeyên reben nedizanîn gundî bi wan henekên (qerfên) xwe dikin, bi saetan diaxivîn. Mejî û ruhê wan, ne Kurdewarî bû.

Bêvanê ragihîşt çek. Dengê kilêşê ji dûr ve xwaş hat. Hinde li ruhê Kurd dihat. Lê "ji dewletê re dewlet lazim e" bû. Bi millet keniyan, gotin qey gel tirsonek e. Tenê hêz û pêşengiya xwe wekî dewlet birêxistin kiriye dikaribû serî bi dewletê re bikişîne. Fîlozofiya gel kesî fêhm nekir û nedikir jî.

Kî ne em birastî? çi dixwin çi ve dixwin? Bi çi dikenin, bi çi digirîn? Tixûbên cîhana Kurd heya kîderê ne? Herwiha Kurdistan kîderê ye? Bajarên, navçeyên, gundên me kîjan in? Sîmbolên, nirxên, cejnên, zaraveyên, cilên me çine? Nifûsa me çiye? Aboriya Kurdistanê (qet nebe Bakur) li ser çiye? çiqas ji axa me bikêr e? Kîjan dewlemendiyên binerdî yên me hene? Hêza me çiye, ya dagirkeran çiye di Kurdistanê de? Hejmara Kurdîaxêvan çiye?
Yek biyaniyek xwe şaş bike û ji me re bêje hela behsa taybetiyên xwe bikin em hema dest bi şablonên xwe dikin. Ketin tengiyê jî sloganan davêjin an muhra sincê digirin û xelkê muhr dikin, ev xayîn e, ev ajan, ev jî şoreşger e hwd.

Ewçend zanîngeh vebûne li Başûr, bi çi ve bilî dibîn? Ewçend înstîtûyên Bakuriyan hene, çi karî dikin? Nabe! Wiha nameşe. Waye Bakur niha birînên xwe kew dike, hêdî hêdî dest bi nûvejînê dike. Neteweya Kurd herdem bo têkoşîna xwe amade ye. Gelo wê dîsa hin me bixapînin?

Werin em bibin xwe. Xwe nasbikin, zanistiya xwe bi xwe bikin. Binêrin di destpêka şerê îraqê de, dinya hewcedarê Kurdan bû. Ji nişka ve zanîngehên Cihûyan gotin "Kurd ji aliyê genetîkê ve nêzîkî Cihuyan in". Dinya wisa ye û li ser berjewendiyê ava bûye. Zanistiyê jî bo menfaetên xwe bikartînin. Em nakin biyanî dikin. Xwe nasnakin, ew me bi me gorî dilê xwe didin naskirin. Hergav pozê me li zinaran didin.

27 êlûn 08

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder