9 Nisan 2011 Cumartesi

NEWALA QESABA Û REÎSÊ ŞAREDARIYA AGIRÎ'YÊ





Doh (9 – 03 – 2011) di rojnameya rojane ”Radîkalê” de nivîsa Sirrî Sureyya Onder, li ser gorîstana şehîdan ya newala qesaba bû. Nûçeyeke çalakiya hunermend û rewşenbîran ya ji bo pêkanîna çalakiyeke protestoyî li newala qesaba di rojnameya rojane Ozgur Polîtîka de hebû. Di nûçeyê de dibêje ku;

“ Hunermendên ku di nav de Suavî, Ferhat Tunç, Feryal Onel, Şanar Yurdatapan û Îlkay Akkaya jî hene, bi boneya gorên komî yên li Newala Qesaba li gorî zanistiyê û zagonên navneteweyî bên vekirin dê îro biçin Sêrtê. “

Di nivîs û nûçeya çalakiyê de bal kişandibûn ser goristana Newala Qeseba ku bi sedan gerîllayên şehîd û fermandarê hêza çekdaran Mahsûm Korkmaz li wir binax kirine.

Li Newala Qesaba cesedê şehîdê pakrewan, reîsê belediya – şaredariya - Agriyê ê berê Urfan Alpaslan (Serdar Ararat) jî di gorên komî ya Newala Qesaba de ye. Urfan Alpaslan ku bi nasnavê Serdar Ararat dihat naskirin, di çîyayê Kurdistanê de bi çend hevalên xwe ê çekdar ve li hemberê leşkerên artêşa dewleta dagirker şer kir û ew di wî şerî de bi du hevalên xwe ve şehîd ket. Piştî ku ew û hevalên wî şehîd dikevin, leşker û tîmên taybetî cesedê wî û hevalên wî ên çekdar dibine diavêjine Newala Qesaba.

Nivîskar û lêkolînerê kurd Gunay Aslan di pirtûkek xwe de bahs kiribû ku cesedên Mahsûm Korkmaz (Egît) , Urfan Alpaslan û bi sedan gerîllayên hêza çekdaran avêtine Newala Qesaba. Li bakurê Kurdistanê gelek gorîstan hene ku cesedên gerîllan û cesedên kesên wendayî ku ji alî hêzên dewletê ve hatine kuştin û kesên ku weke qesasên nediyar hatine kuştin di van gorîstanan de binax kirine, wan bi lîbasên wan ve avêtine çal û newalan.

Urfan Alpaslan sosyalîstekî bi bîr û bawerî bû. Mêrxasekî çekdar ê netirs bû. Ew wek namzetekî serbixwe li bajarê Agiriyê kete hilbijartinan, qezenç kir û bû serokê belediya – şaredariya - Agiriyê. Faşîstan wî birîndar kirin. Wezîrê hundirîn ê dewleta tirk bi fermaneke wî ji serokatiya belediyeyê avêt. Ew hate girtin, êşkence dît. Lê tu car bîr û baweriya wî ya ji bo doza netewa kurd neşkiya û ew ji bo azadiya gel û rizgariya welat têkoşîya. Wî li rojhilatê Kurdistanê li hemberê pastaranên dewleta dagirker a Îranê şer kir. Ew ji wir hate rojhilata navîn û paşê hate Swêdê. Lê, ew piştî demeke dîsa vegeriya bakurê Kurdistanê û di çîyayên azad ê bakurê Kurdistanê de weke teyrêbazekî çekdar têkoşiya.

Urfan Alpaslan li hemberê oportunîzmê derket, pasîfîstiya sekreterê partiya ku ew wê demê endam bû, eşkere kir, bi nameyekî vekirî li dij siyaseta oportunîst derket, bi helwestekî şoreşgerî û sosyalîst rexne li oportunîstî û reformîstiya sekreterê ku niha bûye duvika AKPê û niha di rojnameyên paşverû (Zaman û Star) de dinivîse û tirkiyecîtî dike, girt. Urfan Alpaslan riya teslimiyetê red kir û riya berxwedanê hilbijart û ala têkoşînê bilind kir. Wî fedekariya herî mezin kir, canê xwe ji bo gel û welatê xwe kire feda û kete nav karwanê şehîdên Kurdistanê.

Sekreterê oportunîst ê ku di ”kufurnameya” xwe de ji bo şehadeta Urfan Alpaslan (Serdar Ararat) dibêje ”ew telef bû” dê ji alî dîrokê ve bê mehkûmkirin. Ev dilreşiya wî dê ji alî gelê kurd ve bê şermezarkirin. Heger ew zilamekî bi rastî jî zilam bana, wî dê ji bo şehîdekî Kurdistanê negotana ”telef” bûye. Mirov ji bo heywanan dibêje ”telef” bûye. Ji bo însanan nabêje. Ev li şehîdekî kurd heqarete. Ev heqaret sewiya vî zilamê dilreş û kîndar dide nîşandan. Wî bi kufurnameya xwe qîmet û rûmeta xwe şikand. Kufurnameya wî bû mirina wî.

Zilamê ku bi şêweyeke xapînok xwe sosyalîst bide nîşandan û ji keda tu hevalekî xwe ê berê re, ji keda endamên partiya xwe re hurmet nîşan nede û hertiştî bike malê xwe, ev çawa sosyalîstî ye? Yekî ku bibêje ez sosyalîstim û di rojnameyên paşverû de binivîse û duvikiya partiya desthilatdar ya xwedî siyaseta du rû bike, ew çawa sosyalîst e? Oportunîstekî dilreş, hesûd û kîndarekî ku hemû hevalên xwe yên berê pîs bike, heqaret li wan bike û şehîdekî têxe şûna dewaran, ew zilam çawa zilame? Ez bersîva van pirsan ji xwendevanan re dihêlim.

Gelê kurd şehîdên xwe ji bîr nake. Ew ê bi her awayî li şehîdên xwe xwedî derkeve. Dê dem bê peykera şehîdên kurd Urfan Alpaslan (Serdar Ararat) û Mahsûm Korkmaz (Egît) li Newala Qesaban, li bajarê Agirî û Batmanê bê danîn.



Lokman Polat




lokmanpolat2000@yahoo.se




Ji malpera Serbestî hatiye hildan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder