15 Mart 2011 Salı

Konê Reş/ Memdûh Selîm Begê Wanî: 1897-1976

Dîplomatê Kurd, Endazyarê Pêwendiyan Di Navbera Kurd Û Ermeniyan De û Hîmdarê Komela Xoybûnê

Dibe ku di nav gelek miletan de jî wiha be; mirov xwe bi bajarê xwe, gundê xwe an eşîra xwe bide naskirin.. Belê hin caran jî ji ber hunera mirovekî, pîş û sazê mirovekî an mêraniya mirovekî, gundê wî, bajarê wî an navçeya wî bi navê wî tê naskirin. Mebesta min ji vê yekê ku Memdûh Selîm Begê jî xwe bi bajarê xwe Wanê daye naskirin. Di roja îro de eger Cizîra Botan bi Birca Belek û Bedirxaniyan hatibe naskirin..

Bedlîs bi Şerefxanê Bedlîsî û Mele Selîm serbilind bûbe.. Diyarbekir bi bedena xwe û navê Şêx Seîdê Pîran hatibe neqişandin.. Mêrdîn bi keleha xwe û navê Mûsa Anter berz bûbe.. Mikis bi Feqiyê Teyran û Hemze beg navdar bûbe.. Bêguman Wan jî bi gola xwe û navê Memdûh Selîm Begê deng daye.. Werin em bi hev re Memdûh Selîm Begê Wanî bibîr bînin, silavekê li giyanê wî bikin û pêlekê di serboriya wî de biponijin.

* * *

Menduh Selim Begê Wanî

Ji mêj ve min divêbû tiştekî li dor jiyan û xebata vî lehengê Kurd Memdûh Selîm Begê binivîsim, vî dîplomatê Kurd û endazyarê ku pêwendiyên Kurdan û Ermeniyan xurt kirin û hîmê Komela Xoybûnê danî bi nifşê nû re bidim nas kirin.. Lê ew pêzanînên berfireh li ber destê min nebûn.

Memdûh Selîm Beg; ev lehengê nepen yê ku ji destpêka çerxê bîstan ve gelek kar û xebat ji gelê xwe re pêşkêş kiriye û tev jiyana xwe di ber kêşeya gelê xwe de mizaxtiye.. Mixabin ku ta roja îro hêj nivîskarekî Kurd wek ku pêdivîye li dor jînenîgariya wî ne sekiniye.. Di baweriya min de ev yek jî, ji ber kêmbûn û nebûna pêzanînan bû û hin sedemên din.. Ji kesên ku li dor nivîsandine; mamoste Rohat Alakom e. Camêr di pirtûka xwe ya bi navê “Xoybûn û Şoreşa Agirî de, tiştê jê hatiye li dor Memdûh Selîm Begê Wanî nivîsandiye. Rehmetiyê Mihemed Uzun jî di romana xwe ya “Siya Evînê”, ya sisyan de, beşek ji jiyan û xebata Memdûh Selîm Begê Wanî aniye ziman. Her wiha di nav re jî rewşa siyasî, civakî û kulturî ya Kurdistanê, piştî Şerê Cîhanê yê duyemîn di nav re derbas kiriye. Belê nizanim, bê Mihemed Uzun ew qunax û hurikên veşartî di jiyana Memdûh Selîm de ji kû anîne..?! Min jî di pirtûka xwe ya bi navê Komela Xoybûn 1927 û Bûyerên Rojane Yên Şoreşa Araratê 1930de, ku bi zimanê erebî li Erbîlê hatiye çapkirin, hin pêzanîn li dor kar û xebata wî anîye ziman.

Belê ya ji tevan giringtir ku vê paşiyê mamoste Xalid Îssa ji Parîsê çend belge li dor navdarên Kurdan jiarşîvên dewleta Fransî (Fermandariya tabûra ewlkariya hikumeta Fransî li Sûriyê), deranîne û bi zimanê Erebî di NETê de belav kirine, yek ji wan li dor Memdûh Selîm Begê Wanî ye. Ev belge di roja 29/09/1927an li Şamê hatiye nivîsandin. Belê di encam de wiha dikarim wî bidim naskirin.

Memdûh Selîm Begê Wanî kî ye?

Memdûh Selîm Begê Wanî; Ji pêşengên dîplomatên Kurda ye, endazyarê avakirina pêwendiya ye di navbera Kurdan û Ermeniyan de û hîmdarê damezirandina Komela Xoybûnê ye.. Ew ji xelkên Wanê ye, kurê Cemîl Tewfîq Begê ye. Di hin cihan de jî navê wî Memdûh Cemîl Begê Selîm hatiye nivîsandin, hem jî bi navêEskender Begê hatiye naskirin, ev navê wî yê veşartî bû.

Memdûh Selîm Beg, di sala 1897an de li bajarê Wanê çêbûye, xwendina destpêkê li Wanê û ya bilind li Stenbolê di felsefe û siyasetê de bi dawî aniye û di gel re jî fêrî zimanê Fransî bûye.

Ji encamên dostaniya wî bi ermeniyan re fêrî zimanê Ermenî jî bûye, jixwe zimanê kurdî zimanê axaftina mala wî bû. Li Stenbolê bûye mamostayê edebiyatê û pêwendiyên wî bi rewşenbîrên kurdan, Ermenan û Tirkan re çêbûye, nexasim bi Kurdên Stenbolê re wek Bedirxaniyan, Nehriyan, Babaniyan, malbata Cemîl Paşa û kesayetiyên wek Abdellah Cewdet, Kemal Fewzî, Hemzeyê Miksî, Xelîl Xeyalî, Mustefa Beg û Bozan Begê Berazî, Dr. Mihemed Şikrî Segvan û wiha di nav tevgerka netewî Kurdî de jî xwedî cihekî berz bû.. Wiha jî pêwendiyên wî bi Ermeniyan re jî hebûn û cihê baweriya rewşenbîrên Ermeniyan bû û her wiha jî endamên partiya Taşnaq.

Di salên xwendina li Stenbolê de beşdarî di damezirandina gelek komeleyên Kurdî de kiriye. Di sala 1913an de wek kadirekî di kovara Rojî Kurd de cih girtiye. Di dawiya şerê cihanê de ku wî jî beşdarî têde kiribû, bi welatparêzên Kurdan re li Stenbolê (Komela Tealî a Kurdistanê: Kurdistan Tealî Cimiyetî) damezirandiye û di sala 1918/1919an de kovarek bi navê JÎN weşandine. 25 hejmar ji vê kovarê hatine weşandin, ji hejmara yekê ta bîstan berpirsyarê wê Hemze Begê Miksî bû, ji hejmara 21 an heta hejmara dawî (25) Memdûh Selîm Beg bi berprsyariya wê rabûye.. Ev kovar (JÎN), weşana fermî ya rêxistina Komela Tealî Kurdistanê bû.

Di Komela Tealî Kurdistanê de, ew li rexê Emîn Alî Bedirxan û kurên wî sekiniye û doza serxwebûna Kurdistanê kiriye, vajî Şêx Abdulqadirê Nehrî serokê komelê û Zeynelabidîn berbirsyarê komelê li Adana.. Û her wisa di sala 1918/1919an de Memdûh Selîm di gel Sureya Bedirxan, Arif Mardînî, Nicmedîn Kerkûkî, Abdullah Cewdet.. sekiniye û komela (Lique Kurde) damezirandine.. Di 20 Çiriya Paşî ya sala 1919an de Memdûh Selîm karîbû bi hunera dîplomasiya xwe, raya komeleyên Kurdî (Komela Tealî Kurdistanê, Komela Teşkîlatê Îctîmaiye, Komela Serxwebûna Kurdistanê û yên din), di bin serokatiya Şerîf Paşa de bike yek û Şerîf Paşa wek nûnerê Kurdan bi Nûbar Paşa nûnerê Ermeniyan re beşdar bibe û herdû bi hev re doza mafê netewên xwe bikin.. Anku Memdûh Selîm karîbû Kurd û Ermenan li hev bîne, berî ku peymana Sevrê di roja 10/8/1920an de bête mor kirin.. Tevî qirkirina Ermeniyan û gunehê ku bi rex Kurdan de dihat avêtin û hê jî tê avêtin..

Di sala 1922/1923an de Memdûh Selîm neçar dibe ku Stenbolê li paş xwe bihêle.. Hingî diçe Misrê, bajarê Qahîrê bal Sureya Bedirxan û pêlekî li wir kar dike.. Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd di 1925an de, careke din welatparêzên Kurd, ronakbîr û hîmdarên komeleyên Kurdî yên Stenbolê di Rojhilata Navîn û Ewrûpa de belav dibin û Kemalîst piraniya serok eşîr, Şêx û axayên Kurdan Sirgûnî Anadola Rojava dikin.. Di sala 1926an de mîr Celadet Bedirxan bo mirina bavê xwe Emîn Alî, ji Almaniya tê Qahîre. Li Qahîre çav bi birayê xwe Sureya û dostê xwe Memdûh Selîm, hevalê rojên Stenbolê dikeve.. Piştî veşartina mîr Emîn Alî Bedirxan di goristana Qahîre de, her sê ronakbîrên Kurd di rewşa welat û welatiyên xwe de diponijin û di encam de ramana damezirandina komeleyeke Kurdî ya nû bi alîkariya Ermeniyan dikeve serê wan de. Ji bo vê armancê Mir Celadet Bedirxan û Memdûh Selîm Beg têne Beyrûdê mala Mîr Xelîl Ramî Bedirxan, waliyê Maletyayê yê berê.. Li Beyrûdê, Memdûh Selîm û mîr Celadet Bedirxan, pêwendiyan bi Ermeniyên Beyrûdê re girêdidin, di serê wan de, Vahan Papazyan, berpirsê partiya Taşnaq li Libnanê..

Heyeta Xoybûnê

Û di encam de Memdûh Selîm bi dîplomasiya xwe û dostaniya xwe a kevin bi Ermeniyan re, wan razî dike ku alîkarbin bi Kurdan re ji şoreşeke nû re.. Ji rexekî din ve Mîr Celadet Bedirxan jî têkiliyê bi welatparêzên Kurdan yên revyayî û sirgûnkirî re girêdide wek Dr. Mihemed Şikrî Segvan li Bexdayê, Şerîf Paşa li Parîsê, Mistefa û Bozan Şahîn li Cerablis û Kobanî, Elî Riza kurê Şêx Seîd, Haco axa û Emîn Axa Perîxanê li Sûriyê, gundê Dugirê..û ji wan dixwaze ku li Beyrûdê kom bibin.. Û wiha di roja 5ê Çêriya Pêşî sala 1927an de bi navê “Xoybûn”, rêxistineke nû di mala Vahan Papazyan de tê damezirandin. Memdûh Selîm Beg û Mîr Celadet Bedirxan ji hîmdarên damezirandina Xoybûnê yên sereke bûn. Tevî qirkirina Ermeniyan û dilmaniya wan ji Kurdan.. Memdûh Selîm Beg du carî karîbû Kurdan û Ermenan lihev bîne û wan bigihîne hev; carekê di peymana Sevrê de û carekê bi avakirina Xoybûnê.. Gelo roja îro rêxistinên me karin peymaneke wiha hevbeş bi Ermeniyan re ava bikin..?!

Komela Xoybûnê Şoreşa Agirî birêve dibir.. Piştî her çar/pênc eniyên şer ku ji Binxetê ve di hawara Îhsan Nûrî Paşa û şervanên Agirî de bi paş de zîvirîn û hewildana wan beravêtî bû, Memdûh Selîm Beg û Mîr Celadet Bedirxan di dawiya havîna 1930ê de, xwe bi şervanên Agirî ve gîhandin.. Lê sed mixabin çûna wan jî bê sûde bû.. Paş vegera Memdûh Selîm Beg ji Araratê dît ku ew keça Çerkez ya ku li Beyrûdê hez jê dikir mêr kiriye.. Jana vê hezkirinê pêre dirêj dike.. Memdûh Selîm Beg li Sûriyê a ku hingê di bin desthilata Fransîzan de bû, di wezareta perwerdeyê de mamosteyî kiriye û bi taybet li Bajarê Antakiyayê. Di sala 1936an de piştî ku Antakiya ketiye bin destê Tirkan de li bajarê Derea û Laziqiyê mamosteyî kiriye, paşê li Şamê niştecî bûye û di eynî wezaretê de bûye mufetişê perwerdeyê.. Di wan salan de jî jinek ji malbata Cezairî ku bi temenê xwe mezin bû ji xwe re aniye û jiyana xwe li Şamê burandiye ta ku malnişî bûye.

Menduh Selim Beg û Xeyriye(qîza Ekrem beg)

Wek ku me got, Memdûh Selîm Beg, rojên dawî ji jiyana xwe li bajarê Şamê derbas kiriye. Di sala 1976an de, li Şamê koça dawî kiriye û li taxa Kurdan, di goristana şêx Xalidê Neqişbendî de, li kêleka rêhevalên xebata kurdewariyê Mîr Celadet Bedirxan û Qadrî Can hatiye veşartin.

Ji bo bêtir pêzanînan li dor jiyana Memdûh Selîm Beg nas bikim, di rojên 10/11/12- 02/2011 an de, bi telefonê, ez çend carekî bi mamoste Gorgînê Mele Hesenê Kurd (Hesen Hişyar) re axifîm, yê ku mala wî li Şamê ye û temenê wî 73 sal e û ji kesên nêzîkî Memdûh Selîm Beg bûn. Wî bersiva pirsên min wiha vegerand:

“Berî ku Memdûh Selîm beg here ber dilovaniya Xwedê, min ser jê qut nedikirin.. Mala wî li Şamê, taxa Muhacirîn bû.. Ew û neviyên sultan Abdulhemîd cîranên hev bûn.. Ji wezareta perwerdeyê teqawît bibû, ew Mufetişê Mearifa bû.. Vê paşiyê jin anîbû, jina wî ji malbatek mezin bû, emîrak Cezairî bû, navê wê nayê bîra min.. Zarok ji wan re çênebûn.. Ji min re digot; di jiyana min de sê dînbûn bi min re derbas bûne: Yek jê ku min bi ya bavê xwe nekir û min Tib nexwend, a din ku min ew keça Çerkezî ya ku min hezê dikir nezewiciyam û a sisiyan ku ez ketim nav siyasetê de.. Û got, (hê jî gotin ji Gorgînê Mele Hesenê Kurd re ye): Memdûh Selîm li Şamê rojnameyek bi navê Antakiya bi zimanê Tirkî dijî Kemalîstan diweşand.. Lê hejmarên wê li ber destan nînin..?! Li dor pirtûkxaneya wî wiha got: Pirtûkxaneyek mezin li cem hebû, li ber dilê wî pir şêrîn bû, pirtûkek jê nedida kesekî.. Piştî mirina wî jina wî ew pirtûkxane da Komela Selahedînê a Xeyirî li Ammanê.. Carekê ez bi Martin re çûm cem, herdu bi Fransî bi hev re peyivîn.. Çendî Martin xwest ku tiştekî ji ser zimanê wî tomar bike, hin ji bîranînên wê binivîse, lê Memdûh Selîm Beg qebûl nekir û tiştekî hêja negot..

Ew di sala 1976an de mir, meh û roj nayên bîra min.. Dema ku mir, min Kurdên taxê û dostên wî agahdarî mirina wî kirin û min pere ji bo xerciya gorê û guhestina termê wî ji xelkên tarê dahev û min, Mihemed Berzencî, Ebû Memdûh (Navê wî Mistefa Ebdo, ji Kurdên Efrînê bû) û Hesen Dêrkî.. me ew di goristana şêx Xalidê Neqişbendî, rex gora Qedrî Can de veşart.. Lê sed mixabin kêm kes amade bûn.. Dikarim bibêjim em sed kes nebûn..! Cardî mixabin ku niha cihê gora wî nediyar e, tenê bi texmîn zanim li ku ye.. Di rex gora mîr Celadet Bedirxan de ye, nêzîkî gora Qedrî Can e.. Memdûh Selîm Beg rewşenbîrekî pir mezin bû, mirovekî hezxwekirî bû, donciwan bû. Pêwendiyên wî bi eremeniyan re xurt bûn..”

Gazindek: Di dawiya vê xepartinê de gazindekê ji serokên rêxistinên Kurdên Sûriyê yên wê hingê dikim ku, bi erkê xwe yê netewî derbarî Memdûh Selîm Beg ranebûne.. Her wiha gazinda min ji Kurdên Şamê û tev welatparêzên Kurdên Sûriyê jî heye; çawa guhnedane gora Memdûh Selîm Beg ku niha kes cihê wê nas nake..! Wax li vê sosretmayê..

Qamişlo, 15.02.2011


Ji Kovarabir hatiye Hildan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder