6 Mart 2011 Pazar

KOMARA AGİRÎ

KOMARA AGİRÎ


Komara Agirî ango Komara Araratê (1927-1931) yek ji dewletên Kurd ên dîrokî ye. Di pêvajoya Serhildana Agiriyê de ji aliyê tevgera Kurd ve hatiye îlankirin. Gelê Kurd piştî têkçûyîna Osmanî yan wek gelên din li azadiya xwe digere. Li gorî peymana Sevrê mafê Kurd û Ermeniyan ên dewletbûnê ji aliyê Osmaniyan ve hatibû pejirandin. Lê di praktîkê de tirkan nedixwastin ku Kurd bibin xwedî yê dewlet û ji bo wê jî çi ji destê wan bihata dikirin.


Bi şikestina tevgera di bin pêşengiya Şêx Seîd re, navenda doza azadiya Kurdistanê bû Agirî. Serokê Kurd Îhsan Nûrî Paşa tevger û şereke nûjen dida û roj bi roj Kurd berî bi serkeftinê dibûn. Tê zanîn rêxistina Xoybûnê serhildan birêvedibir. Xoybûn îlankirina Komara Agiriyê (li Ewropa Komara Araratê dihate binavkirin û pirranî wisa tê zanîn) bi fermî kir. Komar dê sazûmaniyeke demokratîk avabikira û Kurd û Ermenî di nava dostanî û têkildariyê de bijiyan.

Bro Heskî Têlî (Îbrahîm Heskî) bû serokê birêvebiriya avakirina hikûmetê û karên sîvîl. Herwekî Temir Axa wekî serokê artêşê û berpirsiyarê birêvebiriya avakirina karên leşkerî hate peywirdarkirin. Bi alîkariya YKSS, Brîtanya û Îranê hêza Kurdan hate şikestin û serhildan têkçû. Lê heya sala 1931'î ala Komara Agiriyê her dihate pêldan.

ÎHSAN NÛRÎ PAŞA:

Generalê Agirî Îhsan Nûrî sala 1892 li Bedlîsê, li taxa Alî - Kolî hatiye dinê. Bedlîs yek ji bajarên Kurdistana Bakur e, bi sedsalan merkeza mîraniya kurd a Şerefxanan bûye. Piştî qedandina xwendegeha leşkerîya «Harbiye» ya Stenbolê; Îhsan Nûrî, wekî gelek zabitên Kurd ên din, tevî şerê serxwebûna Tirkiyê dibe û tê de şehrezayî û mêrxasiya xwe nîşan dide. Gava ku serokên Komara Tirka di sala 1924 an de, ji soz û qewlên ku dabûn kurda vedigerin û dest bi siyaseteke li dijî gelê kurd dikin: Îhsan Nûrî vê yekê napejirîne, lewma ji ordiya tirka diqete, xwe radipêje serê çiya, ji bo ku hêzên kurd amade bike li dijî tirka şerê azadiyê bide destpêkirin. Ev heyama jiyana wî heta sala 1930 dom dike. Piştî serhilanîna Agriyê, di 1930 de derbasî Îranê dibe û li wir ta mirina xwe, 46 sal di nav tunebûnê, di nav dijwariyên maddî û manewî de diborîne. Di van salên dirêjên sirgûnê de, Îhsan Nûrî, bi dizî, du kitêban dinivîsîne : (Serhilanîna Agirî» û «Jiyana Min». Kitêba dawîn tenê bi kurdî nivîsiye, lê ya pêşîn bi farisî, kurmancî û soranî aniye qelemê. Herema wî, Yasar Îhsan jî pirtûkek bi navê «Çîroka jiyana min» nivîsîye. Ji ber sansûra giran a Savaka Şahê Iranê ev her sê kitêb qala qewimandinên ta sala 1930 dikin û li ser salên dijwarên sirgûnê bêdeng dimînin. Yasar Îhsan Xanim, ku niha bêtirî 80 salî ye, îro li Tehranê tevî zir - k'eqa xwe Zehra dijî.

YAŞAR XANİM: Jina Genaral Îhsan Nûrî Paşa ye.

FERZENDE BEG:

Ferzende Beg, ji Mûşê Eşîra Hesenan mêrxas û şerkerekî çak e. Yek ji pêşewayên “Serhildana Agiriyê” ye. Di vê tevgera navborî de navê wî, piştî Îhsan Nûrî Paşa û Bro Hesko (Brahîm Paşa) Têlî tê. Tabî di vê tevgerê de navên wekî Xalis Beg, Nadir Beg û Memo Beg (zarokên Kor Hiseyn Paşa), Elîcan, Reşoyê Silo, Seyîdxan û Zahir Axa jî têne bilêvkirin û piraniya van navan, di gotin û kilamên dengbêjên welêt de, bi mêrxasî û cengawerî têne jiyandin.

Ferzende Begê Hesenan, beriya Tevgera Agiriyê, di sala 1925’an de beşdarî Serhildana Şêx Seîd dibe û bi taybetî li dorhêla Melazgira Mûşê mohra xwe li bin qehremaniyên mezin dide. Li gorî hinek çavkaniyan, piştî têkşikênandina Serhildana Şêx Seîd, Ferzende Beg ligel 150 siwariyên xwe derbasî nav sînorên İranê dibe. Dîsa li gorî van çavkaniyan, gava ev dixwaze xwe li sînor bixe, ji hêla leşkerên tirk ve tê birîndarkirin.

Piştî ku ew derbasî aliyê İranê dibin, hêzên İranî ji wan daxwaza teslîmkirina çekan dikin, lê ew vê yekê qebûl nakin. Di navbera hêzên kurd û hêzên artêşa İranê de şerên dijwar derdikevin û tê saloxdayîn ku di encama vî şerî de, Şemsedînê Xalid, Bavê Ferzende Silêmanê Ehmed, Kerem Begê Zirkanî û Evdilbaqî jiyana xwe ji dest didin û Ferzende Beg jî birîndar dibe. Yên ku ji ber gule û barûdên leşkerên İranî filitîne, xwe spartine hawara Simko Axayê Şikakî…

Ferzende Begê ku di Serhildana Şêx Seîd de nayê girtin û derbasî İranê dibe, di sala 1927’an de ji bo ku beşdarî li Serhildana Agiriyê bibe, dizivire. Bi awayekî aktîf beşdarî li Şerê Agiriyê dike û mohra xwe li bin qehremaniyên mezin dixe. Êrîş û sabotajên mezin li dijî hêzên neyar pêk tîne. Serekê Serhildanê İhsan Nûrî Paşa, di bîranînên xwe de ji bo Ferzende Beg nirxandinên balkêş dike. Qedrî Cemîl Paşa di di bîranînên xwe de ji bo Ferzende Beg gotina “abîdeya zindî” bi lêv dike. Osman Sebrî, di nivîsa xwe ya bi navê “çar leheng” de Ferzende Begê wekî “lehengê yekemîn” bi nav dike. Di şerekî de du alay leşker bi ser wî de dişînin. Ferzende Beg bi 60 kesî li dijî vê hêzê şer dike û qehremaniyeke mezin bi dest dixe. Fermandarê tirk, piştî vê têkçûnê, raporeke sexte amade dike û diyar dike ku tevahiya gundên derdorê piştgirî û alîkariya Ferzende Beg kirine û leşkerên wan kuştine. Li ser vê yekê bi qasî 80 gundên li Geliyê Zîlan wêran dikin û dişewitînin. Osman Sebrî di nivîsarekî xwe de diyar dike ku ji ber qehremaniya Ferzende Beg 80 gund hatine şewitandin. Hesen Hişyar jî di heman baweriyê de ye…” Dengbêja wiha li ser Qehremaniya Ferzende Kilam Hunaye:

AXAO HEY Lİ MİN

Le axao hey li min li min li min
Bê maqûlo hey li min li min li min
Le Asyayê bi sê denga bang lê dike
Dibê de lê lê Besrayê rebenê sibe ye
Şereka li me çêbû
Qaleka li me qewimî
Le Kil İskender
Li sûr û bedena Salim Begê
Li hewşa kafirê Emer Tûman
Dayê rebenê vê sibê
Li ser kaniyê way ax way
* * *
Lê belê ji êvara Xwedê ve
Li gohê min xweş tê
Dengê gula topê li me sil kir
Sewtêna mîrata vê boriyê
Gule û barûdê vî kafirî
Li me dibare dayê mînanî
Tevana gelo li ber taviyê
* * *
Le Asyayê bi sê denga bang lê dike
Dibê de lê lê Besrayê
Hey lê agirê Helebê
Bi derê mala bavê te ketê
Tu rabe li ber çoka Ferzende rûnê
Tu bêje Ferzende mala te xirab be
Lo bila mala min jî pê re
Te digo ‘Ez Ferzende me ez Ferzende me’
Ez bavê Elfesya Siwarê Eznawir im
Xwedanê kuçik çapliya me
Rojê qale qalê oxirmê giran
Li welatê ‘ûçincî ordiyê’ de
Mêr di ser min re qet tune ne
Evya ne şerê me û Hesenan e
Ne şerê Heyderan e
Ne şerê Cibiran e
Ne şerê Sînikan e
Ne şerê duwazdeh bavê eşîratê giran e
Evya ecem e ‘bêşincî mezheb’ e
Ne dîn e ne îman e
Li gorî qarşî şerîeta Muhemed
Li qarşî me disekine me dixapîne
Ji êvara Xwedê ve
Cinazê Silêmanê Ehmed
Bi tevî komê Hesenan ve
Gelo li pêş miqabilî çavê min e
* * *
Ezê bi du gulê tometîka vî kafirî
Birîndar im
Destê min tetikê mîrata modoliyê nagire
Dayê rebenê pêçîka min a şahidê li min nagere
Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran
Heyfa min tê li wê heyfê
Çar heb ji tûxayê vî kafirî
Li ser me re sekinîne
Ji milê Silêmanê Ehmed
Bavê Kazim digirtin
Dixistin nîşanê Hemîdiyê
* * *
Le Axao wile nabe bile nabe
İşev sê şev û sê roj e
Şer ketiye ser milê Keremê Qolexasî
Mêrekî çê tê kuştinê
Bi du gula birîndar e
Bi sonda mezin sondxwariye
Tê kuştinê lo bira jê venabe
Erz û eyalê Mala Emer
İşev sê şev û sê roj in
Li kavila İranê digere nagere yêr nabîne
Ji xwe re li ser pişta kihêl û malekiyan
Lo bira peya nabî
* * *
Kerem dibê wez Kerem bim
Ez Kerem bim
Ez firar û qaşqûrê mehkûmê
Dewletê bim
Berxê Mala Emer bim
Ezê bi maleka weka Mistefa Begê re mal bim
Evî kafirê li bira qesr û qûnaxê me girtine
Dibên tivingên destê xwe deynin.
Teslîmî nêcelikê me bin.

BİROYÊ HESİKÊ TÊLÎ: Biroyê Hesikê Têlî

“Rabe, de rabe Birho de rabe,
Bo çi Ararat te hîşt xerabe!
Îro dîsa hat Roma bê eman
Gund şewitandin nehişt xwedî can”.
Osman Sebrî

Wahdet ATEŞ

Birhoyê Heskê Têlî, yek ji serokê eşîreta Celalîyan ê ji milê Hesêsorîyan e. Birho niştecîyê der û dorên Agirîyê ye. Di parvekirina Şerrê Cîhan ê Yekem de, mîna hinek eşîretên kurdan Birho jî, bi Osmanîyan re li hemberê ermenîyan û rûsan şer kir. Wekî ku tê zanîn, Dewleta Osmanî dewletek ji pir netewan hatibû avakirin. Kurd jî di vê îqtidarê de yek ji wan netewan bû. Netewa kurd, di dema îqtidara Osmanîya de li hemberê neteweyên din her gav xwedî şexsîyetek taybet bûn. Bingehê vê taybetmendîyê, du sedemê balkêş bûn. A yekem, Misilmantî, ji mezhebê ehlê sunnetê bûna wan. A duyem jî, kurd di herêma Mezopotamyayê de, xwedî nifûseke xurt û şervantîya wan hebû. Osmanîyan, ji bo van taybetmendiyan, li kurda germ dinêrî. Osmanîya, di vê herêmê de li hemberê dijmin û neyarên xwe, ji kurdan dîwarekî balkêş avakiribûn. “Dîwarekî ji xwînê û bi ruh û can!” Dewleta Osmanî, di vê herêmê de serê wan çi demê bi kê re têketa belayekê, vî dîwarî ji xwe re dikirin mertal û bê gûman pişta xwe didanê û bi wê parastina xwe dikirin.

Dewleta Osmanî, di destpêkê de ji bona parvekirina qapîtalîstan, di Şerrê Cîhan ê Yekem de bûn muttefîqê Dewleta Almanî. Wexta di vî şerrî de Almanî mexlûb bûn, Dewleta Osmanî jî di vî şerrî de wenda kir. Dewleta Osmanî lawaz ket û neteweyên herêma Balqanan, daxwaza rizgarîya welatên xwe kirin û dewletên xwe avakirin. Êdî Dewleta Osmanî ber bi belabûnê ve diçû. Di herêma Kurdistanê de jî her diçû qeweta wan lawaz dibû. Dewleta Osmanî, ji bona ku vê herêmê wenda neke, digotin; “wê Kurdistan bibe Ermenîstan.” Osmanîyan bi vê sloganê kurda li hemberê ermenîyan sor kirin. Birho û eşîretên der û dora herêma Agirîyê jî, ji bo ku ne dixwestin Kurdistan têkeve nav Ermenîstanê, bi tevî leşkerên Dewleta Osmanî li hemberê rûs û ermenîyan şerrekî pir balkêş kirin. Wê demê di sînorê Kurdistanê de bûyerek balkêş çêbû. Li Rûsyayê, Bolşewîk hatin îqtîdarê û Leşkerên xwe ji herêma Kurdistanê vekişandin û birin şûna xwe ya berê. Feqet hîna Bolşewîk li Ermenîstanê nehatibûn îqtîdarê. Ji bona vê sedemê, fersendek mezin ket destê ermenîyan. Li ser vê fersendê, ermenîyan, êrîş kirin ser cîyên valakirî û hinek cîyan jî dagirtin. Li ser vê yekê, hetta Leşkerên Dewleta Osmanî hatin, Birhoyê Heskê Têlî û êşîretên kurdan ên din li hemberê ermenîya dîsa şer kirin. Wexta leşkerê Dewleta Osmanî hatin, Birho û eşîretên din bi kêfxweşîyek mezin pêşwazî li wan kirin.

Piştî şer, Birho çû Agirîyê û dest bi bazirganîyê kir û li karûbarê xwe mêze kir. Dewleta Osmanî yan jî bela bû. Tirka, di bin serokatîya Mistefa Kemal de, li ser erdê Anatolîya yê dewletek nû avakirin. Birho ji bona ku li hemberê rûs û ermenîyan şerr kiribû, xwe nêzîkî vê dewletê jî didît û ji bona menfeta xwe ya şexsî, têkilîyên xwe bi vê dewleta nû re jî xurt kirin. Ji bona ku têkilîyên wî bi dewleta nû re xera nebe, di Serhildana Şoreşgerî ya 1925an de, alîkarî neda Şêx Seîd û bêdeng ma. Heta di dawîya serhildanê de, kurê Şêx Seîd û hevalên xwe dixwestin derbasî Îranê bin, Birho ji van re bû asteng û bi dûv wan ket. Feqet Birho, li wan rast nehat û ew derbasê Îranê bûn. Piştî têkçûna Serhildana Şoreşgerên 1925 an. Dewleta Tirka qanûna sirgûnê derxist. Li wan derûdoran di nav lîsteya sirgûnkirîyan de Birho ji navê dihate behskirin. Wan gotinan her çiqas wî tedirgîn dikir jî, Birho ji xwe pir bawer bû. Birho digot; “min pir alîkarî bi Tirka kirîye, îro jî ez hevalbendê dewletê me û ez li mala xwe rûniştîme û karê xwe dikim, zerara min nagihêje çi kesî. Van tiştên di derheqa min de têne gotin, hemî derewin.” Feqet hetta hişê wî hate serê wî, keys û wext ji dest çûbû. Li ser vê babetê, Îhsan Nûrî dibêje, “Birho ne di fikirî ku li ber çavên tirka, dixwaze tu xizmetkar an jî asî be, qet ferq nake, dîsan jî tu kurd î”.

Zivistana 1926 an, serê şefaqê, pîrek û zarokên wî hazirîya pez û derxistina derve ji bona çêrê dikirin, dîtin serbazek û 20 leşkerên suwarî hatin gund û li Birho dipirsîn? Wan jî gotin “Birho li vê derê nîne.” Xizmetkarê wan got belkî vana wê hespê Birho bibin, wî jî di fersendekê de xwe avêt ser hespê û bi bez revîya. Çend leşkeran jî dan pê û qederek şûnda çend dengê teqînê hat. Di vê derheqê de em ana li Birho gohdarî bikin:

Birho digot, “ez li Bazîdê li mal rûniştîbûm, min çaya xwe vedixwar. Min dît kurê min ê biçûk Îlhamî ji nişka ve kete hundirê malê. Ji min ra got; ‘babo, serê şefeqê serbazek û 20 leşkerên siwarî hatin gund û li te dipirsîn, me jî ji wan re got ew ne li vê derê ye. Xizmetkarê me jî got belkî wê hespê te bigrin û wî jî xwe avêt ser hespê û hesp ajot. Çend leşkeran dan pê wî û şûnda çend dengê teqînê hat. Me fam nekir ew çi teqîn bûn’. Di dawîyê de min ji kurê xwe re got, tu ana vegerî gund, çek û rextên min bînin ber çem, ez ê jî dawîyê werim. Piştî kurrê min çû, ez ji malê derketim û çûm hinda camîyê. Min berê xwe da Qiblê û min ji Xwedê re du‘a kir. Min got, Xwedê, ma Tu di zanî! Heta ana tu zerara min negihiştîye dewletê û ana dewlet ji bona sirgûnê li min digere. Daxwaza min ji te ev e, bi selametî Tu min bigihînî çek û rextê min. Ji vîya zêdetir ez tiştekî din ji Te naxwazim. Dawîyê çi dibe bila bibe. Paşê di nav bajêr û di ber dikanan de derbas bûm, di rêka gundê Qotisê min xwe gihande ber çem. Min dît şivanê me li wê derê pez diçêrîne. Ez çûm cem şivan, min pirsa meselê kir, wî jî gote min ’serê şefaqê, efserek û 20 leşker hatin gund li te di pirsîn. Wexta te li gund nedîtin, çend leşkera dan ser pişta hespê te û di ser rê de rastî çend fîrarên gundê Keskoyîyan tên. Di navbera wan de şer derdikeve. Di wî şerî de leşkerek birîndar dibe. Leşkeran birîndarê xwe birin gund danîn mala we û çûn.’ Min çek û rextê xwe ji şivan girt û ez çûm malê, min birîndarê wan bi du heb gundîyan re şand Bazîdê û ez jî ji malê derketim çûm serê çîya.

Destpêka Şerê Agirîyê û Birhoyê Heskê Têlî

Wexta Birho çû serê çîya, restî Ferzende û Çavreş hat. Vana, ji bona ku di nav şerê Şoreşgerên Hereketa 1925 an de cîh girtibûn, dewletê sirgûnîya wan jî derxistibû. Ji bona vê yekê ew jî bûbûn firarê dewleta Tirka. Bi vî hawayî her diçû qeweta Birho zêde dibû. Di dawîyê de yên ji terefê dewletê ve hatibûn sirgûnkirin, ji cîyê xwe yê sirgûnê direvîyan dehatin cem Birho. Ji bona vê helwesta Birho, dewleta Tirkan xwe pirr aciz dikir. Her çiqas qeweta dewletê zêde ba jî, tirsa wan, “digotin heger îngilîz piştgirî bidin vana, wê demê serê me dê têkeve talûkeyek mezin.” Ji bona vî hawayî tirkan dixwestin, wek cara berê bi awakî xwe ji vî xofa xelas bikin. Ji bona wê sedemê, dewleta Tirka dixwestin dîsa wek berê bi Birho re li hev werin û wî bixapînin. Ji bona vê, li gundê Xelasê, fermandarê tirkan û Birho hatin cem hevûdu û civînekî çêkirin. Di civînê de gotinên fermandarê tirkan, tehl û şor bûn. Birho bi wan gotin û nîv tehdîtan re ne hate xapandin. Bi wî awayî civîn qedîya û li ser çi tiştekî li hev nekirin û bela bûn.

Leşkerên tirka xwe berdan ser deşt û çiyayên Agirîyê û li benda fersenda êrîşê sekinîn. Leşkerên tirka şevekê bi top û mîtralyozan êrîş birin ser Birho û hevalên wî, gule li wan reşandin. Her çiqas qeweta Birho hindik ba jî, dîsa jî Birho û hevalên xwe di vî şerrê sala 1926 an de bi serketin, top û mîtralyoz û cebilxane û hinek leşker ketin destên wan. Birho di dawîyê de wan êsîran serbest berda. Leşkerên tirka di vî şerrê yekem de mexlûb bûn. Li ser vê bûyerê nav û dengê şoreşgerên Agirîyê li her derên Kurdistanê bela bû. Wê demê, Ebdulqadirê reîsê eşîreta Şemikan li Îzmîrê di sirgûnê de bû, ji cîyê xwe revîya û ji bona şer hatin gihîştin Birho. Di Sala 1927an de Îhsan Nûrî jî, bi biryara Xoybûnê hate gehîşte Agirîyê û hêzên xwe kirin yek û bi hevûdu re dest bi şer kirin. Agirî kirin mîna kela şoreşgerîya Kurdistanê. Wekî Îhsan Nûrî digot, “Bi destpêka Birho, Agirî bû meşaleya serhildana Kurdistanê û vê meşalê şewqa xwe dabû her terefên Kurdistanê. Sedema mexlûbîyeta me ne ji bona ku kurd li me xwedî derneketibûn. Bîlakîs ji bê îmkanîyê me nikaribûn şervanên kurd hembêz bikira. Çimkî, derûdor li me hatibû girtin û tamamê têkilîyên me qut kirin, lewra em fetisîn.”

Damezirandina Hikumeta Agirîyê

Piştî Îhsan Nûrî û Birho qeweta xwe kirin yek, li Agirîyê gelek tiştên balkêş hatin qewimîn. Cara yekem Şoreşgerên Agirîyê cil û bergên leşkerî lixwe kirin û bi nîzamek leşkerî dest bi şer kirin û kûmên fermî yên leşkerî danîn serên xwe. Li Pêşîya kumên wan, wêneyên Agirîya mezin û biçûk bi armayên metal pêve kiribûn. Ê efseran jî, amblema Xoybûnê bû û ji bona ferqîyeta wan rutbe û qelem, simbilê genim, xençer û roj hatibû lêkirin. Ji ciwanan rêkxistina leşkerî ava kirin. Der û dorên ji dijmin hatibûn valakirin li wan dera ala Kurditanê li darxistin. Di navbera salên 1926-1927an de, Birho û serokên şoreşger - ên Agirî yên din, di bin gelek zehmetîyên balkêş de moralê şoreşgerên Agirîyê bilind kirin. Di sala 1927an de serokên şoreşgerên Agirîyê civîna Netewa Kurdistanê li serê Agirîyê civandin. Ev civîn bû wek mîna parlamentoya Kurdistanê. Vê civînê wezîfa rêvebirina serxwebûn û azadîyê dan rêxistina xwe, hevkarî û dostanîya gelê ermenîya bi prensîb hate qebûlkirin û dîyarkirinê. Parlamentoya Kurdistanê, Hikûmata xwe hilbijartin. Her çiqas wazîfa Hikûmetê, çareserîya pirsgirêkên daxilî û xaricî ba jî, wezîfa parlametoyê a esil, ji bona rênîşana şerrê şoreşgerîya serxwebûn û azadîya Kurdistanê bû. Di vê civînê de parlamentoya Kurdistanê, Birhoyê Heskê Têlî û Îhsan Nûrî bi hilbijartinê kirin serokên herî girîng. Birho Heskê Têlî bû serokê rêvebirina sîyaseta berxwedana Agirîyê, û Îhsan Nûrî jî bû serokê Fermanderya Giştî yê Leşkerîya Hereketa Agirîyê.

Destpêka Şerê Herî Mezin

Dewleta Tirka, di meha Hezîrana sala 1930î de li hemberê şoreşgerên Agirîyê dest bi êrişa leşkerî kirin. Vê êrişa tirka ji şoreşgerên Agirîyê re ne suprîz bû. Feqet di herêmên din de, gelê kurd hîna ji bona şerr ne emade bûn. Mixabin di van şertan de şerrê herî mezin li Agirîyê destpêkir. Her çiqas merkeza şer çîyayê Agirîyê ba jî, naveroka şerr temamê herêmên Kurdistanê dabû ber xwe. Çimkî tirka dixwestin bi vî şerrî, di demek kin da bê deng xwe ji şoreşgerêrên Agirîyê û ji şoreşa gelê Kurdistanê xelas bikin. Bi vî hawayî tirka wek gurên har êrîşê ser şoreşgerên Agirîyê kirin. Feqet di vî şerrî de Tekoşervanên Agirîyê wek şêran li hemberê tirka berxwedan û Artêşa Tirka mexlûb kirin. Ji bona vê mexlûbîyetê, rêvebirên fermandeya artêşa tirkan bi hev ketin û prestîja Hikûmeta Tirk şikîya. Medya tirkan di rojnameyên xwe de ji bona kurda tirsa xwe êdî aşkere kirin û şer ji veşartinê derket aşkere bû. Ji alîyê din ve di rojname û medya navnetewî de jî ev mesele bû pirsgirêka Rojhelata-Navîn.

Li ser vê mexlûbîyetê, ji nû ve tirka dest bi planek hîn mezintir kirin û bi vê planê li hemberê kurda dîsa dest bi şerr kirin. Li gora ajansên Awrûpî, di vî şerrî de qeweta tirkan, 60.000 leşker û 100 heb teyare bû, li gora Amerîka jî, 100.000 leşkera dest bi şer kiribûn. Qeweta kurdan jî, li der û dorên Agirîyê ancax 10.000 şoreşgerên Kurdistanê hebûn. Di vî şerrî de jî talih li rûyê tirka ne kenîya û dîsa tirk mexlûb bûn. Di vê demê de li Îdirê di navçeya Taşbûrnûyê de şoreşgerên kurdan heta Ermenîstanê berra leşkerên tirkan da, leşker çûn xwe teslîmê Ermenîya kirin û li wê derê bûn niştecî. Şoreşgerên Agirîyê, bi vî hawayî heta 25ê Êlûnê li berxwedan.

Tengasîya Şoreşgerên Agirîyê û Astengîyên Wan

Tirka derûdor li şoreşgerên Agirîyê girt û çûn û hatina wan qut kir, tamamê têkilîyên wan û derve û hundir birrîn. Ji bona van astengîyan, şoreşgerên Agirîyê hatin li ser çiyayê Agirîyê lihev civîyan û li ser du astengîyên balkêş sekinîn. Gengeşîya wan a yekem, li ser xwarin û vexwarinê bû. Çimkî ji şoreşgeran bêhtir, xwedî kirina gelê sivîl li serê wan bûbû belakî herî mezin. Gengeşîya duyem jî, çek û cebilxane û tengasîya teçhîzatên leşkerî bû. Ji bona van pirsgirêkan, şoreşgerên Agirîyê li ser du xalan sekinîn. 1- Îhsan Nûrî û hinek serleşkerên din digotin, “emê berê gelê sivîl xelas bikin, dawîyê emê qeweta xwe derbasê cîyekî din bikin û li wê derê şer bidomînin.” 2- Birhoyê Heskê Têlî li hemberê vê planê derket û digot; “Şoreşgerên tekoşer! Tamamê, pîrek, zarok û îxtîyarên bê qewet di bin şûr de derbas bikin, da ku ji bona paşvegerê tu pira (têkilîya) li du xwe nehêlin ku heta nefesa xwe ya dawîyê li hemberê dijmin şer bikin.” Piştî vê gotinê, Birho şûrê xwe kişand û wek Şêrekî ket nav malbata xwe û berî herkesî dest bi serjêkirinê kir. Heta mirovên bi rûmet bi halekî xerab ketin navbeynê, ancax Birho dan sekinandin. Feqet heta sekinandin Birho, deh mirovên bêguneh û masûm li serê çîyayê Agirîyê rih û canê xwe dan, bûn qurbana şoreşa Agirîyê. Li ser vê trajedîyê şoreşgeran dev ji vê planê berdan û serokê hêzên leşkerî, Îhsan Nûrî û hinek şoreşger, gelê sivîl girtin çûn teslîmê Îranê bûn. Şoreşgerên din jî derbasî herêma Zîlan, Abaxa, û Bûlanixê bûn.

Aqubeta Birhoyê Heskê Têlî

Di 17yê Çirîya Pêşîn a 1930î de, Birho û şoreşgerên digel wî, çûn ketin Agirîyê, ketin şikeftên binê berfê. Di wan rojên teng de şikeftên binê berfê bi dostanî wan hembêz kir û li wan xwedî derketin. Birho li vê derê ji nû ve tifika şoreşgerîya Kurdistanê germ kir û şoreşgeran di her fersendê de, di serdeştên Agirîyê de, derbe li ser derbê li leşkerên tirka dixistin. Birhoyê Heskê Têlî heta, di payîza 1932an de xwe teslîmê tu hêzên dewletan nekir û di çiyayên li ser sînorên Tirkiyê û Îranê de bi herdu dewletan re şerrên balkêş û girîng kirin. Rojekê, ew qehremanê bê emsal û hevjîna xwe Rebîa Xanim li ser pişta hespê di rê de dimeşîyan, ji terefên mirovên tarî de hate gulebarankirin û li wê derê Birho hate kuştin. Hevjîna wî jî birindar bû. Di temamê taqîbatan de qatilên wan aşkere nebûn û nehatin dîtin. Piştî mirina wî, hêzên wî yên şoreşger di bin serokatîya birayê wî Eyub de, bi mecbûrî çû xwe teslîmê dewleta Îranê kirin.




























Li Ser Dîroka Kurdistanê û Cihê Birhoyê Heskê Têlî


Dîroka Kurdistanê, bi rastî hîn nehatîye nivîsandin. Piranîya wan tiştên hatine nivîsandin jî, gelek kêmanî û xeletî têde hene. Ji bona wê yekê kurd hîna bi rastî di derheqa dîroka xwe de gelek tişta nizanin û tiştên fehm kirîye jî, piranîya wan tiştan çewt in. Ji ber vêya, serê me kurda tevlihev e. Ên ku dîroka xwe nas nekin, mafê xwe jî nas nakin. Wexta însanek mafê xwe nas neke, ji bona xwe tiştekî nas nake û çi bikin jî ne ê wî ye û xwe pê dixapîne. Çimkî tiştên bên gotin û bên kirin bê esil in, yanî derew in. Daxwaza min ev e; werin em bi hevûdu re dîroka xwe, sîyaseta xwe û bingehê dewleta xwe ji nûh ve daynin û em dewleta xwe ava bikin û xwîn û keda şoreşger û qehremanên Kurdistanê berhewa nekin.

Ji bona ku em dîroka xwe nizanin, em qehremanên xwe jî nas nakin. Mesele, min berê hereketa şoreşgerên Agirîyê bi dest pêka Îhsan Nûrî di zanibû, lê di dawîyê de min lê nêrî ku rastî ne ev e. Belê di vê berxwedanê de keda Îhsan Nûrî pirr e û nayê înkar kirin, feqet destpêk ne a wî ye û ew bi devê xwe dibêje “Birho meşaleya şoreşgerîya Agirîyê ye.” Li ba dilê min, niviskarên ku li ser Hereketa Agirîyê nivîsandine mafê şoreşgeîya Birho xwarine. Çimkî ez ewqas di nava çavkanîyan de gerîyam, ancax wan tiştên jorê min jê derxist. Hêvîya min ew e, di derheqa Birho de xwendevanên hêja wê kêmasîyê min bibînin û emê bi hevûdu re di nava rûpelên dîroka Kurdistanê de, cihekî bi rûmet bidin şoreşger û qehremanên Kurdistanê.

ŞÊX MEHDÎ:

Şêx Mehdî birayê Şêx Seîd’e… Şêx Mehdî yek ji wan kesan e ko bi dîlîtî nakeve destê tirkan. Bi awayê ko Îhsan Nûrî Paşa jî dinivîse, piştî têkçûna serhildanê, Şêx Mehdî û kurê Şêx Seîd Elî Riza, bi hin şervanên ji eşîrên cibran, hesanan û zerkanî re li sînorê Îranê dixin. Hingê li herêma Heyderan, Kor Huseyîn Paşa bi zilamên xwe ve heft rojan rêpaniya wan dike û riya wan digire, da ko derbasî Îranê nebin. Belê Şêx Mehdî û yên pê re, bi zilamên Kor Huseyîn Paşa re şer dikin û sînor derbas dibin. Gava dewleta Îranê dixwaze çekên wan ji wan bistîne, Şêx Mehdî û hevalên xwe bi wan re jî dikevin şer û diçin digihîjin Simko. Di vî şerê han de Ferzende Beg û serokê eşîra zerkî Kerem Beg tên kuştin.

Kor Huseyîn Paşayê ko di serhildana 1925an de piştgiriya dewletê dike, piştî têkçûna serhildanê, di nîvê zivistanê de, tevî jin û zarokên xwe ve, di bin şertên gelek zor de tê surgûn kirin. Çimkî dewleta tirk, gava ko karê wê bi kurdan qediya, li ba wê pirr cihêtiya kurdên xayin û welatperwer tune bû. Li sûrgûnê aqilê Kor Huseyîn Paşa tê serê wî. Kor Huseyîn Paşa û Hecî Mûsa, bi armanca ko beşdarî serhildana Agirî bibin, di sala 1929an de ji Aydinê direvin û tên Sûriyê. Huseyîn Paşa ji Sûriyê derbasî başûr dibe û ji wir jî dikeve bakûr, belê beriya ko bigihîje Agirî, di rê de tê kuştin. Herdu kurên wî, di serhiladana Agirî de, wek du fermandarên kurd, di milê Îhsan Nûrî de mêrxasiyên gelek mezin dikin.

REŞOYÊ SİLO Û JİNA WÎ ZEYNO:

Ev herdu lehengê gelê Kurd Xelqê Geliyê Zîlan in ji eşîra bekirîne… di nav şerê Agirî de zewicîn… Reşoyê silo serokê tîmekî bû, Zeyno jî di tîma mêrê xwe de destde bi çek mîna şêrekî şer dikir.

Reşo û Zeyno

Li Kurdistana Bakur, piştî têkçûna şoreşa netewa Kurd, leşker û hêzên taybet yê tirk di ketin bajar û gundên Kurdan serobinî hev di kirin, xelk dikuştin û dest davêtin namûsa kurdan, li dijî vê xirabiyê kurdan dîsa berxwedidan. Lê hêza kurdan qels bû. Ji ber vê yekê sernediketin. Lê li hember dijmin şerê xwe jî dikirin. Di dîroka gelê Kurd de, bûyerên qehremanî û qehreman jî gelek in, lê îxanet û xayin jî gelekin!. Ev bûyera ku ez dê behs bikim li herêma Serhedê, bajarê Agirî (Qerekose) qewimiye. Bi navê Reşoyê Silo şervanekî Kurd hebû di serhildana çiyayê Agirî de serok deste bû, piştî têkçûna şerê çiyayê Agirî ku şervanê Kurd ji hev belav dibin, hinek derbasî aliyê Îranê dibin, hinek jî destê(gurup) xwe ba li çiyayê Kurdistanê dimînin, dîsa jî şerê dujimin dikin; Reşoyê Silo yek ji van bûye. Em vegerin ser bûyera Reşoyê Silo, çi dibe û çawa diçe çiya, Reşoyê Silo di gundê xwe de keçeke bi navê Zeyno hebû jê gelek hezkiriye, Zeyno jî ji Reşo hezkiriye.

Rojekê eskerê Tirkan êrîşî ser gundê wan dikin hemû tiştên gundiyan talan dikin û dest dirêjî namûsê dikin. Reşoyê Silo ji ber vê bûyerê tehemula wî namîne, tivinga xwe hilidide, soralix (rext) fîşegan girê dide, di binya gund de xwe berdide newalekî û bi leşker re şer dike, şer ji sibê hetanî êvarê berdewam dike, Reşo 4 leşkeran dikuje, bi xwe jî bi çiyê dikeve û dibe qaçax, û beşdarî şerê çiyayê Agirî dibe. Piştî têkçûna şerê Agirî, Reşoyê Silo bi deste-grupa xwe va tê çiyayê Tendûrekê, Zeyno jî dibe cem xwe û pê re dizewice qatek cilê mêran li Zeyno dike, ji Zeyno jî şerwanekî gelek zîrek û çalak derdikeve. Reşo û Zeyno şevê êrîşî ser qereqolekî tirka dikin, leşkeran dikujin û qereqolan belav dikin, ev êrîş û bûyerên Reşo û Zeyno bi salan didome, wexta ku zivistana herêma Serhedê tê felaketê jî bi xwe re tîne. Zivistana dijwar destpê dike, heft roj û heft şevan didome. Reşo û Zeyno dikevin şikeftekî xwe di parêzin. Ji birçîna taqeta wan dişkê. Ji ber sermê û cemedê jî di qerisin. Mixabin êdî hal di wan de namîne. Li pey wan ixbarçî jî hebûne. Wexta ku dewlet ixbara Reşo û Zeyno hildide û çîyê wan hîn dibe. Bi mufreze leşker dor li şikeftê digirin, deng li Reşo û Zeyno dikin. Qumandar dibêje werin bi çekê xwe va teslîmî me bin.

Reşo wiha di bersivîne:
„Dibê çima tu nizanî ez Reşo me,
Reşoyê Silo me,
Kilê çavê Zeyno me.
Mirina min heye,
Lê teslîmbûna min tuneye".

Qumandar fehm dike ku Reşo û Zeyno teslîmî wan nabin, lê mixabin ji sur û sermê destê wan qerimîne nikarin şer jî bikin. Mufreze dajo ser wan, Reşo di şikeftê de dikujin. Zeyno jî sax digirin. Serê Reşo jê dikin. Li ber çavê Zeyno, qumandar loma li Zeyno dixe dibêje: De, bêje ez mêrxas im an Reşo !

Zeyno bersiva qumandar dide, dibêje:
Ew Reşo bû,
Reşoyê Silo bû,
Kilê çavê Zeyno bû,
lê mala felekê bi şewite,
felek bi min û Reşo re xayîn bû.
Eger berf bager, sur û serma nebûya
Reşoyê te bi kuşta,
esker jî ser da.
Navê Reşo layiqî devê te yî pîs nîne
ku tu navê wî hildidî devê xwe.

Li ser wê bersivê, lêdixin Zeyno jî dikujin serê wê jî jêdikin, serê van herdu qehremanên Kurd tînin bajarê Agirî (Qerekose) li pêşiya navenda leşkeriyê, serê herduyan li du dara dixin, xelk bi rojan tên li serê wan temaşedikin. Heta îro jî yek ku dijî dewletê tiştekî bike dibên we serê Reşo û Zeyno jibîrakir. Li ser vê bûyerê dengbêjan stranek çêkiriye. Ev stran wiha ye:

Lİ MİN Ê LÊ WAYÊ

Ax li min ê lê wayê
Li min ê lê wayê
Li min ê lê wayê
şerekî li me çêbû, qalekê li me qewimî
Li kirê Tendûrekê li gulî çîmena şewitî
Dilo mehrûmo Xwedê xira bike çiya bi çiya.
Zeyno bi sê dengan bang dikir: Reşo malî xirabo
Te digot ez mêrim mêrekî çême
Hêjayî sed mêrê Romê me
Malî xirabo ez ê dêna xwe didimê
Îro ji pêra dengê te qet tunîne.
Reşo gazîdikir, digot Zeyno malî xirabê
Îro sê roj, sê şeva di nava berf û bagerê de
Ji tîna ji birçîna Xwedê dizane qidûmê min tunîne.
Ax li min ê lê wayê
Li min ê lê wayê
Li min ê lê wayê
Zeyno gazî dikir, digot ji tal û bextê Reşoyê Silo re
Ne bihare, ne payîze, ne havîne
Çileye çilê erba şîne
Îro sê roj û sê şeve Reşoyê Silo di nava berfê bagerê de
Ji tîna ji birçîna
Qidûmê wî xweşmêrî tunîne.
Ax li min ê lê wayê
Li min ê lê wayê
Li min ê lê wayê
Zeyno gazîdikir digot
Heyfa min nayê li kuştina Reşoyê silo
Heyfa min nayê li kuştina min kesûkê
Heyfa min tê li wê heyfê
Wê serê min û Reşoyê Silo jêkin
Wê me beherin qerekosa (Agirî) şewitî
Wê pişta me bidin dîwara
Wê berê me bidin van dikanan
Xelkê were temaşê, wê bêjin
Eva serê Reşo û Zeyno ye
Ax li min ê lê wayê
Li min ê lê wayê
Li min ê lê wayê

MİHEMED XALİT: Ew jî ji eşîra bekiran e û alîkarê Reşoyê Silo bû.

CEMÎLÊ SEYDA: Cemilê Seyda

Cemîlê Seyda (1880 Licê, Amed- †1937) yek ji leheng û têkoşerên Bakurê Kurdistanê yê destpêka sedsala 20emîn e. Ji Licê, lawê Seydayê Licî ye. Di serhildana Şêx Seîd de cihgirtiye. Piştî têkçûna vê serhildanê ji bo nûvejîne vedikişe Kurdistana Sûrî (Binxetê). Di serhildana Agirî de alikarî û keda wî heye. Bi destpêka serhildana Dersimê ve ji bo alîkariya serokê Kurd Seyîd Riza bikin, bi tevî komeke têkoşerên din dikevin Bakurê Kurdistanê. Artêşa Tirkiyê pêşî li wan digire û bi rojan şer dikin. Leşkerên Tirk di şer de bi wan nikarin. Li ser îstixbaratekê Cemîlê Seyda û komeke têkoşerên Kurd di bênderekê nava zeviyeke genim de di xewê de diqefilînin. Agir berdidin bênder û zeviyê û wan di xewê de dikujin. Li ser wan gelek stran hatine afirandin. Kilama Cemîlê Seyda behsa serpêhatiya wî dike.

Amadekar: Agirî Ararat Welat (N. Ö)
----------------------------------------------------------------------------
ÇAVKANÎ:

1 - Ararat’taki Esir Generalden Kan Çiçekleri.
2 - Garo Sasuni, Kürd Ulusal Hareketleri ve 15.yy. dan Günümüze Ermeni Kurd Îlişkileri.
3 - Mala Kurda. İnternet sitesi.


Ji Malpera Serhed.org Hatiye hildan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder