17 Şubat 2011 Perşembe

Kurd êdî dîroka xwe bi xwe dinvîsin!


Husoyê Emîn
NETKURD
Aktuelbûn:20:57 - 22/11/2006

Yilmaz Çamlibelî, roja 18.11.2006ê de li ser serîhildana Grîdaxê û pirtûka xwe ya bi navê „Grîdax bêxwedî nîne“ konferansek da.

Di roja 18.11.2006ê da bi pêşengîya Komîta Navenda Almanya a PSKê û bi piştgirîya Komeleya Hevaltî Bottrop, konferansek li ser şerê Serhildana Grîdaxê(Araratê) li bajarê Bottropê pêk hat.

Axêverê konferansê Yilmaz Çamlibel bû. Axaftina konferansê li ser bingeha malûmat û dokumentên dîrokî bû. Çamlibel bi xwe, bi ked û xebatek giranbuha di nav pêncî salan de berhevkirîye û di pirtuka xwe ya bi navê „Grîdax bêxwedî nîne“ de weşandiyê.

Çamlibel di sê beşan de li ser serhildana netewî ya Agirîyê sekinî:

Beşa yekê, ya ku di bin serokatîya Biroyê Hesikê Têlî de ji 16ê gulana 1926an heta 20ê îlona 1927’an ajotibû.

Beşa duduya, ya ku di bin serokatî û rêberya Xoybunê da, ji destpêka 1928an heta îlona 1930yî. li gor agahdarîyên birêz Çamlibel; şerê vî beşê yê herî dawî di navbera 7-14 îlona 1930î de pêk hatiye û di vî şerî da leşkerên tirk, Îran û Sovyêtê bi hev ra êriş anîne ser şervanên şelê kurd û tenê bi vî avayî jî karibune bi serkevin.

Beşa Sisêyan, Serîhildana ku ji 14ê îlona 1930yi destpêkirye û heta payîza 1932ya ajotîye. Vê berxwedanê, piştî şikestina 14ê îlona 1930’yi di bin serokdesteyên kurdan, di dirêjîya hudûdê navbera Kurdistana bindestê Tirkîyê û Îranê de ji ber tunebûna alîkariya lojîstîk û sîleh û cebirxanan û hin sedemên din, tenê karibûye du salan dombike.

Çamlibel li ser taybetîyên bingehîn yên Serhildana Agirîyê jî sekinî û dîtinên xwe weha anî ziman:

- Serhildanên ku berî Serhildana Agirîyê pêk hatibûn, ji ber sedemên civakî û aborî, bi pêşengîya çîna serdest rêvadiçûn û taktîk û stratejî jî li gor wê çinê dihate danîn. Di nav Serhildana Agirîyê de herçiqas axa, beg, şêx û eşrafên bajarî hebên, lê her ûsa jî tê de; ronakbîr û rewşenbîrên leşger û sîvîl jî bi xurtî cîh girtibên. Rola herî girîngtir jî rêxistina Xoybûn dilîst. Piranîya rêvebir û endamên Xoybûnê li ser pirsa serhildana Kurdistanê xwedî raman û helwestên hevdem bûn.

- Di dîroka Kurdistanê de cara yekê bû ku serhildanek netewî di bin rêvebiriya rêxistineka hevdem de hatibû sazkirin. Her ûsa dîsa cara yekê bû partîyeka kurdan, armanca serxwebûna welatê kurdan û rizgarîya gel ji bin destê dagirkeran kiribû bernameya xwe û ji raya giştî re dabû eşkerekirin.

- Dîsa cara ewil di vê serhildanê de ordîyek bi kincên (cilên) leşgerî, rutbe û bi nîşan, bi usûlên nîzama leşgerî dihat perwerdekirin hebû. Li pêşîya kumên leşgeran nexşê Grîdaxa Mezin û ya Piçûk, li ser metalekî hatibu dirûtin. Her wisa li ser sînga wan nîşana Xoybunê û nîşana rutbeyên wan hebûn.

- Konseya Serhildanê hatibû sazkirin û wekî parlamentoyê kar û xebat dikir û biryar digirt. Taînên rêvebirên sîvîl û leşgerî derdixist.Li vir têkoşîn, di bin emrê sîyasetê de bû. Ango leşger di bin emr û serokatîya kesên sîvîl bi rêva diçûn.

- Kurdan di dîroka xwe da cara ewil şer bi usila gerîlla dikir. Bêyî ku çav bidin tecrubeyên welatek, an jî netewekî din. Biryara vî cureyî şêr di gengeşîya Konseya Xoybunê da hatibû girtin.

- Girîngîyek jî ew bu ku cara yekê jinên kurd raste-rast tevî şerê netewî yê kurd dibûn.

- Di dîroka Azadîya Kurdistanê de cara pêşîn bi navê “Ala Serxwebunê” alayek netewî bi kar anîne. Her wisa di gel alaya netewî “Sirûda Agirî”yê jî wek sembol hatiye bikaranîn.

- Taybetîyek serhildana Agirîyê jî damezirandina dadgeheka netewî bû. Dadgeh ji serokekî û ji şeş endaman pêk hatibü.

- Taybetîk jî dewleta tirk cara ewil di vî şerî de tîmên taybetî pêk anîn û van tîman li Geliyê Zîlanê de qetlîamek bêînsaf kir.

Çamlibel di derheqê rewşa wê demê û politîkayên welatên derdorên Kurdistanê de jî agahdarîyên gelek balkêş dan.

Wexta Çamlibel hurgilî behsa mêrxasî û cangorîya serwer û şervanên vê serhildana netewî dikir, dem dem navbera wî û guhdaran da deqîqên hissî derbas dibûn. Guhdaran digel wî car dibûn bi mêrxasî û serketinên şervanên kurd şad dibûn, car jî dibûn li ber zelulî û tengasîyên wan kela girî dikete qirka wan û melul dibun.

Çamlibel di derheqê pirtûka xwe ya bi navê “Grîdax bêxwedî nîn e” weha got:

“Hê di xortanîya min de, min di derheqa vê serhildanê de gelek tişt dibîhîstin û her diçû bala min dikişand û ez diketim lêkolînan. Min hîn zêde dipirsî, hîn dibûm û tiştên ku ez hîn dibûm, min di mêjîyê xwe de qeyd dikir. Her wisa jî tiştên ku li ser vê serhildanê hatine nîvîsin dixwend û ji xwe re not digirtin. Çend sal berê min biryar da ku ez romanekê li ser binîvîsim. Piştî ku albuma wêneyên pîlotê tirk mîralayê ku di vî şerî de beşdar bûbû û wêne kişandibûn kete destê min, min got: Yilmaz, divê tu van wêneyan van belgeyên dîrokî pêşkêşî gelê xwe bikî û bira ew jî bi çavê xwe vê ji vê dîrokê haydar bibin.

Navê pirtûkê jî min li ser serpêhatîke qehremanê serhildanê Heskê Biroyê Têlî hilda. Wexta Biro tevî şervanan derbazî Îranê dibe dikeve dafika eskerê ecem. Hevalên Biro tên kuştin, Biro jî birîndar dibe.Tivinga wî di mil da pişta xwe dide zinarekî û hêviya mirina xwe disekine. Emirtumanê ecem tê li ser vî disekine û ji Biro re dibê: “ka tivinga xwe bide” Biro tivinga xwe teslîm nake. Emirtuman tivingê ji piştê digre. Wê çaxê Biro dibêje:“Heywax Girîdax bê xwedî ma!”. Min jî bersîva vî Qehremanê netewî da û got: “Girîdax bê xwedî nîn e!”.

Her usa di konferansê de û di navbera axaftinên Yilmaz Çamlibel de jîDegbêj Gencoyê Temo, bi deng û awazê xwe û stranên li ser vê serhildana netewî û mêrxasiya şervanên kurd her xweştir û geştir dikir.

Wextê konferans qediya û dor hate pirsên guhdaran, hemû temaşevan ji axaftinên Yilmaz Çamlibêl ên tesîrkar û zarê wî yê şêrîn û wek avek herikî em gişk ji şuna xwe rakiribûn û birîbûn ser çîyayê Agirîyê. Û bi şervanên Agirîyê ve bûbûn yek. Bi serketînên wan şad dibun û bi têkçûnan van jî kelogirî dibûn. Devê me gelekan negerya kû em pirsan jê bikin.

Wexta min dixwest ez vê nûçeyê amade bikim jî, di wê tesîrê de min nizanibu ez çawa dest pê bikim. Tenê dikarim bêjim her hebî kekê can. Zarê teyî şêrîn û qelema teya tûj her hebin û tu, me ji berhemên weha qedirbilin kêm nekî.

Dikarim bêjim şukur êdî kurd dîraka xwe bi xwe dinîvîsin. Xwedê me bê nîvîsên Camêrên wek te nehêle.

20.11.2006 /


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder