23 Şubat 2011 Çarşamba

Dengbêjiya Serhedê û dengêjên Serhedê

27 Kasim 2010


Çend sedemên serdestiya dengbêjî ya Serhedê henin: Ez dixwazim qala wan bikim, li gorî min yek ji wan ev e: Li welatê jêr sîstema feodalî pir hişk bûye.

Ya duduyan jî, welatê jêr ku nêzîkê ereban bûye, zêde di tesîra mantalîta ereban da maye. Serhed ku ji ereban dûr bûye, zêde di bin tesîra wan da nemaye. Çawa ku pirsa pêşiyan dibêje “kê ku jê dûr e, gul û nûr e” eynî usa. Sedemê sisiyan; li herdu hêla cudatiya rewşa jiyana axa, beg û paşayên kurdan e. Jiyana axa, beg û paşayên welatê jêr bi tersê osmaniyan (tirkan) bûye. Ji ber vê yekê zêde guh nedane çanda kurdî. Lê rewşa jiyana axa, beg û paşayên Serhedê bi terse “kurmanciyê” bûye. Li çanda kurdî bêtir xweyî derketine. Ji wana her yek dengbêjê wan ê taybetî hebûne. Evdalê Zeynikê dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûye. Beriya Evdal Gula Fille dengbêja wî bûye. Gulê bi eslê xwe ermenî bûye û qîza keşîşekî ermenîyan bûye. Di eynî demê da dengbêjê Tarxanê Qeleneyê Şêx Silê bûye. Bi wasita Evdalê Zeynikê em ji Şêx Silê haydar in. Ev di sale 1950 da bi Evdal ra ketiye lejê û dest li ber Evdal danîye. Qelene erdê Îranê ye û li ber sînorê Romê da ye, ji ber wê yekê li ser Serhedê tê qebûlkirin. Tarxanê Qeleneyê ji “Torinan ê Mala Şêro” bûye û pismamê Kor Husên Paşa ye.

Dengbêjê Kor Husên Paşa berê dengbêj Taha bûye, paşê jî Feqiyê Qizqapanê bûye. Li gorî gotinên gotinbêjan, dengbêj li cem Husên Paşa pirr bi rûmet bûne. Bîst û çend sal berê merivekî bi emir ji mi ra qal kiribû. Ewî digot wexta ku Husên Paşa diçû cîyekî, muheqeq dengbêjê xwe bi xwe ra dibir. Wexta ku çûye “Şerê Filan” (1920) tenê karyola xwe û dengbêjê xwe bi xwe ra biriye. Ewî Feqiyê Qizqapanê jî dîtîbû. Ji Feqî anektodekî neqil kir. Weha digot “Feqî ji min ra qal kir. Husên Paşa wexta ku dê raza, bi min kilam dida gotin, bi kilaman va xew ra diçû. Şevekî ewî dîsa xwe li ser nivînên xwe dirêj kiribû û min jî jê ra distra. Demekê şûnda min dît ku çavên wî hatin girtin. Min jî got herhal di xew ra çûye û min dengê xwe birrî. Min hew dît ji nişkê va ewî çavên xwe vekir û zûz-zûz li min mêze kir. Mînanî ku min sûc kiriye. Min jî hema dengê xwe hilda û kilam got.”

Dengbêja Rizayê Xalid (Serokê Emerya) Pêroya Têxutê bûye. Di salên 1960î da camêrekî biemir ji min ra qala Pêro kiribû. Li gor gotina camêr, Pêro bi husnê xwe va nerind bûye, rûyê wê bi xurî bûne. Ewî digot wexta ku Pêro distra, xêlî diavête ser serê xwe ku di nezera guhdaran da xweşiya kilama wê neteribe.

Ew camêr ji hêla Melezgirê bû û şerê Kejik baş dihate bîra wî. Li ser Kejik Emerya û Şewêşya şer kirine û gelek mêr ji hev kuştine. Ew şer bi texmîn di sala 1890 yan jî di 1891 da bûye. Rizayê Xalid, birayê wî Fetullah û Eshed çûne Kejik, li wir bi şewêşyan ra şer kirine û kilama “Dêran” li ser wî şerî hatiye gotin. Wî camêrî got “Piştî şer, her du seriyan cinazên xwe li erebeyên ga kiribûn û dibirin, Pêro bi kêleka ereba cinazeyên Emerya ketibû kilaman digot.”

Dengbêjê Xalid Begê Hesenî jî, Evdilkerîmê Kuştîya bûye. Evdilkerîm -bi texmîn- di navbera salên 1890-1920 da li cem Xalid Begê maye. Ew jî dengbêjekî serdest û bi navûdeng bûye. Pey ra gelek dengbêjên hêla Melezgirê û Bilanixê (Kopê) di stîla wî da kilam gotine.

Li cem axe, beg û paşayên Serhedê dengbêj pir bi rûmet, bi qedir û qîymet bûne. Li Serhedê pirseke weha heye: “Dengbêj destûrdayî ne”. Ji ber vê yekê tu kesî nikaribûye ji dengbêjan ra, “ji gullê girantir” pirsekî bibêje. “Ha şah, ha paşa.” Eger axe yan jî begekî bêxatiriya dengbêjekî bikira, ew ji yalê gel da dihate ricimandin, êdî di nav gel da rûmeta wî nedima.

Hemû axe, beg û paşayên Serhedê li dengbêjên baş geryane û ew birine kirine dengbêjên xwe. Çimkî ew bi dengbêjên xwe va şerefdar bûn. Wana daîm dengbêjên bi nav û deng birine şênahî, dawet û dîlanên xwe. Bi dengbêjan pesnê xwe dane. Wekî “filan dengbêjî hatiye li dîwana min çok daye erdê û kilam gotine.”

Rewşeke usa ya axe, beg û paşayên welatê jêr tunebûye. Bêşik ji welatên jêr jî dengêjên baş derketine. Lê tu yekî ji wana mînanî dengbêjên Serhedê tu rêçek li pey xwe nehiştine, tradisyoneke dengbêjiyê li dar nexistine. Ji ber vê yekê -beriya wexta jî min gotibû- gelek bûyerên muhîm, yên civakî, yan jî yên sîyasî li welatê jêr qewimîne, lê li Serhedê bi zor ketine.

Ez bi xwe bi salan bi karê dengbêjiyê ra mijûl bibûm, min peyvika “mitrib” nebihîstibû. Ez ku çûme welatê jêr, min ev peyvika li wê hêlê bihîstû, ez şaş û metal mam, çima ku navê dengbêjan li wê derê “mitrib” bû.

Ez dixwazim ku li vê derê anektotekê neqil bikim. Ez di sala 1964 da li Erziromê bi zilamekî biemir ra hevnas bûm. Xalê Silêman. Wê demê salên wî 83 bûn û xortaniya wî li Dîyarbekirê derbas bibû. Ji malbatek pêşhatiyên Çata Erziromê bû, merivekî welatparêz bû û bi fakir û raman bû.

Xalê Silêman got “Min bi xortên mala Cemîl Paşa ra hevaltî dikir, em bi şev û roj bi hev ra bûn. Rojekî em li dîwana mala Cemîl Paşa bûn, zilamek hate cem me. Dema ku em pê hesîyan ew zilam stranbêj e, em pêda ketin, me got ji me ra bistre. Li ser daxwaza me wî zilamî dest pê kir sitra. Demekî şûnda mezinê wan bi hêsr û gef kete hundir, got “Yah, yah ma kuro ev axurê ker û hespan e ku dengê zirrîna kera jê tê!” Wî zilamî jî dengê xwe birrî û derket çû.”

Sedemekî serdestiya dengêjiya Serhedê jî kurdên êzidî ne. Li gelek deverên Serhedê kurdên êzidî piranî bûne û hetanî salên 1850an kes zêde têkilî wana nebûye. Ji ber ku li Serhedê pirrdengî û pirrengî hebûye, her kesî li gor baweriya xwe jiyana xwe domandiye. Navê hêla Intabê (qeza Agiriyê, Tutax) “Êzdîxane” bûye. Çimkî pirraniyê wira êzidî bûne. Hêla Ebexê (dorhêla Muradiyê, başûr û rojhilatê Qersê) kurdên êzidî bûne. Sineg bi temamî êzidî bûne. Li Serhedê “zozanên Sinegê” bi nav û deng in û ew hêl di navbera Tuzlîcê û Qerekosê da ye. Navê wê “Sinega êzidiyan” bûye.

Pûşkîn şerê rûsa yê bi navûdeng di pirtûka xwe ya bi nave Rêwitiya Erziromê da dirêj-dirêj qala kurdên êzidî dike. Wexta ku di sala 1828 da di navbera romê û uris da şer derketiye, Pûşkîn jî wê demê li cem fermandarê orduya uris ya Qafqasyayê bûye û bi orduya uris ra hatiye Erziromê. Orduya uris ji Arpaçayê da ketiye nav sînorê romê, di tapa Qersê ra xwe gihandiye Sarîqamîşê, di ser Hesenqelê da çûye Erziromê. Helbet di derûdorê rêya wan da pir êzidî hebûne ku wan bala wî kişandiye.

Ehmedê Mirazî di pirtûka xwe ya bi nave Bîranînêd Min da qala kurdên êzidî dike. Ehmedê Mirazî bi xwe jî êzidî bûye. Ji gundekî Dîyadînê (Tutax) bûye û di wexta Şerê Cîhanê yê Yekemîn da ew 14-15 salî bûye. Li gor gotina wî gelek gundên êzidîyan li wan deran hebûne.

Di pêşdaçûyina çand û dengêjiya kurdî da kurdên êzidî roleka pir muhîm leyistine. Wana ku piştî Şoreşa Sovyetê, li Rewanê mecal dîtine, çalakiyên giranbuha kirine. Li wê derê hejmara wana jî ewqas zêde nebûye, 40-50 hezar bûne. Rewşenbîrên wekî Erebê Şemo, Casimê Celîl, Heciyê Cindî, Ehmedê Mirazî, Cerdoyê Gênco û gelekên din, li ser çanda kurdî lêkolînên bêhempa kirine. Bi taybetî di pêşengiya Casimê Celîl û hevalên wî da li ser dengbêjiya kurdî xebatên pirr muhîm hatine kirin. Dengbêjên kurdên êzidî yên Rewanê, di pêşengiya kompozîtorên rusî û ermenî da enstrumentên modern di kilama kurdî da bikaranîne û kilama kurdî ji nû va bi ruh û can xistine. Dengbêjên mîna Şeroyê Bro, Sosika Simo, Aslîka Qadir, Hemîdê Mecîd, Efoyê Esed, Egîdê Têcir û Zadîna Şekir û gelekên din, bi stranên xwe va ji gelê kurd ra xizmetên giranbiha kirine.

AHMET ARAS



YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder