5 Şubat 2011 Cumartesi

Cîgerxwîn: Agirî


AGIRÎ

Agirî tev agir e, dûrî herin dijwar e
Ne agirê îsal e, lê agirê sedsale kevnar e
Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal e
Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e
Bi xwendina wê xew dibî dijminê çavên reş
Şev tev diçî, lê tu dibê hê êvar e
Ne dê û ne bav, di bira te nayên kes
Wek jana zirav e, lê mêrkuj e, wek mar e
Ne xwezî bi wî ko carek lê binêrî bes
Şadî, dijmin û tim bi qîr û hawar e
Rêça wergirtina taca Keyan didî ber te,
Lê Ew rê bi çiyakî bilind ve diçî berwar e
Ew agir, agirê dilê Cegerxwîn ê pir geş
Rojek heye bavêjî riwê dijmin, naçar e

Cîgerxwîn

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder