26 Şubat 2011 Cumartesi

Bese Birano rabin ser xwe


Bese Birano rabin ser xwe
Hêz bidin xwe serî, rakin boy gelê xwe
Ser xwe bavêjin bê xîretiyê

Bi tekoşîna xwe
Rizgar bikin warê xwe
Guh bidin şîretê min rabin ser xwe
Bi hevre êşîr bikin dijminê xwe
Hildin Serhed’a xwe
Li wir botan a xwe
Ta ku Amed a xwe
Bigire destê xwe hemû welatê xwe
Hildin dest xwe warê xwe
Rabin mîna şehîdê Kalê xwe
Wek dil bi kulê Bavê xwe
Çav bi hêsira Dîya xwe
Şervanê kekê xwe
Hûnê Azad bikin Gêlê xwe
Li wir hildin Welatê xwe
Derxînin Dijmin Warên xwe
Hilkişînin Çîyan Alên xwe
26.02.2011

N. Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder