6 Şubat 2011 Pazar

Ala rengîn û sirûda neteweyî “Ey Reqîb“


Elî Cefer/ Wekî hemî netewên ser vê xaka me, gelê Kurd jî xwediyê al û sirûdeke netewî – niştimanî taybet in. Helbet al û sirûda netewî tiştine zîmbolî ne, lê di wijdan û hestên mirovan de, zor bi nirx in û cihekî wan î taybet heye. Ew li nik hemî netewan nîşana serfirazî û serxwebûnê ne. Gelo, kengî û ji alî kê ve ala rengîn û sirûda “ Ey Reqîb “ hatine pêşniyaz kirin?

1-Ala rengîn: Pêşin me divê bêjin ku jêderên dîrokî ji me re didine xuya kirin ku her mîrgehekê ji mîgehên Kurd yên serbixwe; ( ku bêhtirî 40 mîrgehî bûn ) di çerxên borî de, aleka wan taybet hebû. Ta ku sedsala bîstan hat, rêxistin û serkirdayetiyên Kurd pêkve gihan wê baweriyê ku divê yek al û yek sirûda netewî ji bo Kurd hebe. Ew al jî, wekî em hemî dizanin di roja îro de, çarkoşeyek dirêj e, ku ji sê çarkoşeyên dirêj yên bi qasî hev in, pêk tê. Çarkoşeya jorîn rengê sor distîne, ya navîn rengê sipî distîne û ya jêrîn rengê kesk distîne, û di hundir çarkoşeya navîn ( sipî ) de tavek bi qasî 21 tîrêjan ( nîşana Newrozê, cejna netewî kurdî ye, ku her sal dikeve 21ê Adarê ) davêje ta çarîka pêşin ya herdu çarkoşeyên dirêj, yên jor û jêr.

Wateya rengan jî weha ye: Rengê sor nîşana cangoriya gelê Kurd e, ji bo bidestxistina serfirazî û serxwebûnê. Rengê sipî nîşana dilsozî û dilpaqijiya Kurd e. Û tava zer di hundir rengê sipî de, nîşana ronahî û azadiyê ye. Rengê kesk jî, nîşana dewlemendî û paqijiya xaka Kurdistanê ye.

Gelo, xudiyê ramana vê alê kî bû, û kînga bû? Mixabin li gor şopandina me û belgeyên di dest me de, bêhtirî jêderekê û dîrokeke cuda derket in holê. Em di roja îro de nikarin jêderekê ji wan veqetînin, û wê wek palpişta rastiyê nîşan bikin. Bo nimûne, di pirtûka Dr. Celîlê Celîl “ Raperîna Kurd ya çandî û netewî “ de, hatiye ku; mela Selîm, ku yek ji serkêşên serhildana Bedlîsê sala 1914ê ye, li bajarê xwe Komatis ala rengîn bilind kiriye û pêre li Xêzan û hin bajarên din al hatiye bilind kirin. Herweha di pirtûka dîrokzanê navdar M. A. Hesretiyan, “Kurd di dema herî nuh de“ hatiye ku; ( Komela Kurd ya Civakî ) ewaya ku wek şaxekî bû ji (Komela Damezrandina Kurdistanê), ya ku sala 1918ê li Stenbûlê hatiye damezrandin, ev al pêşniyaz kirî. Dîsa di pirtûka “ Tevgera kurdî ya serdema nû “ de, ya ku gelek dîrokzana niviseye ( Lazarêf, Şakirê Xidu, Hesretyan, Celîlê Celîl û Olxa...), hatiye ku Kurdên koçkirî û Dêrsimê di serhildana 1921ê de, ala rengîn hildane jor.

Di wergera erebî ya bîranînên Ihsan Norî Paşa, serokê serhildana Agirî de, di dermafê ala rengîn de weha hatiye: (( ..... û di wê salê de ( mebest sala 1927ê ye, E. C.) ala kurdî ya sê rengî li ser çiya yê Agirî hate hildan, û serxwebûna Kurdistanê hate ragihandin. “ Komela Serxwebûna ( Tealî ) Kurdistan “ ji bo rengên ala kurdî, sala 1920ê, erê kiribû. Û Komela Xoybûn jî rabû ew al şande Agirî, û Ihsan Norî Paşa çiyayê Agirî wek cara pêşin pê xemiland .... daxwazên Agiriya tenê du wişe bûn: Rizgariya Kurdistan ...... bê gûman ewan baş dizanîn ku dewlet jî vê yekê dizane. Dema ku têkoşerên Kurdistanê ala sê rengî li ser çiyayê Agirî, û çiyayên Botan, Midyad, Sason, Xerzan û çiyayên din yên Kurdistanê bilind hildan, baş xuya bû ku armanca wan çiye.... )).

Lê evserê Elman yê berê Gotifrêd Yohans Müler, yê ku ligel endamê “ Komela Hîwa “ Remzî Nafî Reşîd çûbû seredana Başûrê Kurdistanê sala 1943ê, bi armanca serhildanekê li dijî leşgerê îngilîz, wekî di rojnameya hefteyî Rûdaw – çapa Ewropa, hejmar 26 de, bi boney binaxkirina wî, ewê ku wek cara pêşin sala 1932ê, çûbû Başûrê Kurdistanê, dîsa di dermafê ala kurdî û liger bîranînên wî wekî Rûdaw dibêje: (( ... Ewî û hevalê wî yê endamê Hîwa, Remzî Nafî Reşîd ala kurdî ya niha çêkirine.... )).
Kurê serokê Komara Demokrat a Kurdistanê Elî Qadî Mihemed di hevpeyvîna xwe ya dawî bi rojnameya “ Rûdaw “ ê, hejmar 27. 12. 1. 2010ê, dibêje: (( ... ku ala Kurdistanê di 26 Çiriya Pêşin sala 1945ê li Mihabadê bi beşdariya bêtirî 20 hezar kes, di nav lîlî û bi coşeke mezin hate hildan ....)). Pêre li hemî şar û gundên ku deselatiya komarê gihayê hat hildan. Ango berî ragihandina komarê bi nêzîkî du mehan. Herweha di serhildana 1925ê de, ewa ku bi serkêşiya Şêx Seîd tête nasîn, tê gotin ku ala Kurdistanê hatiya hildan.

Cihê gotinê ye, ku ala Komara Demoqrat a Kurdistan sala 1946ê li Rojhilatê welêt, ev ala îro bi xwe ye, ligel diruşma komarê, ku du seriyê gênim bûn li hawîdor tavê xwe dane hev û pênûsek di ortê de. Pênûs nîşana guhdana komara Kurdistan bi çand û zanînê û herdu serîyên gênim jî nîşana berhem û kar e. Ev ala han, wekî gelek jêder dibêjin hîna berî komar were ragihadin li Mehabadê hatibû bilind kirin. Ango bi cî di 17ê Çileya Pêşin sala 1945ê de. Di vê rojê de, nîşana herî dawî ya rijîma Îranê li Kurdistanê ji holê rabû, ew jî qulixa (mexfer) Mehabadê bû.

Piştî hilbijartinên 1992ê li Başûrê Kurdistanê ku di encama wê de, hikumeta herêmê hat ava kirin, yek ji biryarên giring û dîrokî yên Hikumeta Herêma Kurdistanê ew bû ku ala çar rengî; sor, sipî, kesk û zerê zêrî li seranserî avahî û bîro û wargeh û... Başûrê Kurdistanê divê were bilind kirin. Herweha di serhildana Adara 2004ê de, li Rojavayê Kurdistanê jî ev al bilind bû.

Bi kurt kurmancî roja îro hemî rêxistin û dezgehên kurdî li seranserî welêt û li welatên mişextiyê vê alê ji xwe re wek zimboleke netewî evra-pîroz dibînin.

2- Sirûda netewî “ Ey Reqîb “:
Gotinên sirûda netewî “ Ey Reqîb “ bi xwe helbesteke ji helbestên helbestvanê koçbarkirî Yûnis Reof Dildar e, yê ku li bajarê Koyosinciqê – Başûrê Kurdistanê sala 1918ê ji dayîk bûye. Y. Dildar di xortaniya xwe de, sala 1948ê jiyana xwe ji dest dide.

Tê gotin ku endizyarê têkoşer Norî Sedîq Şawîş awaza vê helbestê daniye, û wek cara pêşin di yekemîn cejna Newrozê de li Bexdayê, paytexta Îraqê sala .... hatiye pêşkêşkirin.

Ciyê gotinê ye ku Komara Demoqrat ya Kurdistanê, ya ku li Rojhilatê welatê me sala 1946ê hat damezirandin, ev sirûd wek sirûda netewî ji komarê û gelê Kurd bi tevayî pejirand. Û ji wê rojê de hemî baskên tevgera rizgarîxwaza Kurd û gelê Kurd bi giştî vê sirûdê wek sirûda netewî ji xwe re dibînin û distirînin.

Divê em vê jî bêjin, ku çendîn car hewila guhertina rengên ala rengîn û gotinên sirûda netewî hatine kirin. Cara paşîn di dawiya sala 2006ê de bû, lê ew hemî beravîtî bûn. Mixabin weha diyar dibe ku hinek ji Kurd, her dixwazin wek tîtiyan ji refê xwe bi dûr de bikevin. Çimkî dest têwerdana tekane bo tiştên hevbeş û evra yên miletê Kurd, wek ala rengîn û sirûda netewî ligor dîtina me ji mafê hîç kesekî nîye. Eger rojek hat û pêwîstiya bi guhertinên weha hebe, divê hemî rêxistin û serkirdayetiyên me li ser erê bikin.

Niha jî, fermo deqa kurmanciya jorîn ji sirûda netewî:

EY REQÎb

Ey reqîb her maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê topê zeman.
Kes nebê Kurd dimirin; Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala Kurdan.
* * *
Em xortê Medya û Keyxisrew in
Dîn îman û ayînman, her niştiman
Dîn îman û ayînman, Kurd û Kurdistan
Kes nebê Kurd dimirin; Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala Kurdan.
* * *
Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr bike xwîna tîya me da rijand.
Kes nebê Kurd dimirin; Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala Kurdan.
* * *
Lawê Kurd rabûye ser pê, wek şêran
Ta bixwîn, nexşîn bike tacî jiyan.
Kes nebê Kurd dimirin; Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala Kurdan.
* * *
Xortên nûh tev hazir û amade ne
Canfîda ne, canfîda, her canfîda!.
Kes nebê Kurd dimirin; Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala Kurdan.

11. 6. 2010
* eli_cefer@hotmail.de


* Ev nivîs di malpera “ Avesta “ de, hatiye weşandin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder