28 Şubat 2011 Pazartesi

İhsan Çölemerikli: Ağrı isyanı





Ağrı isyanı
01 Mart 2011 Salı 00:17
ihsancolemergi@mynet.com

Şeyh Sait ayaklanmasının bastırılmasından sonra birçok Kürt aydın ve yurtseveri; İran, Suriye ve Irak’a sığınmışlardı. Silahlarını bırakmayan savaşçılar da dağlık bölgelere çekilerek yer yer direnişlerini sürdürüyorlardı.

AVAREŞ KÖYÜ VE İHANET



AŞAĞIDAKİ YAZI HEPİNİZİN HİKAYESİDİR, ORDA KENDİNİZİ GÖRECEKSİNİZ
Size hain diyenler, kesinlikle sizin hain olmanızı istiyorlar, hakkınıza, halkiniza, annenize, dilinize, kültürünüze ihanet etmediğiz için size hain diyorlar. Çünkü başka bir halka hainlik yapılmaz, insan ancak kendi halkına hainlik yapar.

26 Şubat 2011 Cumartesi

ZEYNÊ


ZEYNÊ
Lê lê Zeynê, Zeynokê
Rû bi kenê
Por lê zerê
Çav birî belekê
Bejn bedewê

Bese Birano rabin ser xwe


Bese Birano rabin ser xwe
Hêz bidin xwe serî, rakin boy gelê xwe
Ser xwe bavêjin bê xîretiyê

24 Şubat 2011 Perşembe

Ez îro Kurdekim li Agirî

Ez îro Kurdekim li Agirî
Dinalim lê kes nayê ba min
Diqîrim kes nabîhîze
Dimirim kes nayê ser min
Boy çi mame wuha tenê ?
Boy çi bindestim
Boy çi kes nabîne
Halê min

23 Şubat 2011 Çarşamba

‘Dengbêjlik Kürtlerin hafızasıdır’

06 Kasim 2010
Enstrümansız kilam söyleyen ‘son dengbêjler’, ‘’Bizim temsil ettiğimiz dengbêjlik geleneği, gördüğünü şiirsel ve sanatsal bir üslupla anlatmaktır’’ diyor.

Dengbêjiya Serhedê û dengêjên Serhedê

27 Kasim 2010

Çend sedemên serdestiya dengbêjî ya Serhedê henin: Ez dixwazim qala wan bikim, li gorî min yek ji wan ev e: Li welatê jêr sîstema feodalî pir hişk bûye.

Acılarını klamlara döktüler


09 Subat 2011

Bazîdli dengbêjlerden Fatma Karayel ve kızı Gülcan Ergül, acılarını ve Kürt kültürünün sözlü edebiyatını klamlarla dile getiriyorlar.

AĞRI OLAYLAR KORONOLOJİSİ-1

1918 Nisan) Agirî (Ağrı), Elmecit Begê sipki ve yerel kürt birimleri tarafından Rus işgalinden kurtarıldı
1889 Aptulmecit Beyin Oğlu Ve Ağrı Kürt Cumhuriyeti delegesi Halis bey (öztürk) doğdu

22 Şubat 2011 Salı

Komara Kurd a Agirî (Ağrı kürt cumhuriyeti)

Komara Agiriyê yan Komara Araratê (1927-1931) yek ji dewletên Kurd ên dîrokî ye. Di pêvajoya Serhildana Agiriyê de ji aliyê tevgera Kurd ve hatiye îlankirin.

21 Şubat 2011 Pazartesi

welat û dilê min : Kamiran Bedirxan 1932



Ev çend sal in dilê min qet ne geş e
Dinê tarî, dinê êvar û reş e.
Eylê min ket, nava birînê birîn reş;
Buhara min,pehîza min,hemî reş.
Di çolê de,di deştê de tenê me ;
Qey rondik im;qey ez şîna dinyê me.
Xweş buhar e, lê xerîbî jarî ye
Min çi kir ku dinya li min tarî ye
Min çi kir ku zaroyên min mirîne ;
û ronahî ji çavên min birine.
Bê xanî me;bê tifikim; bê welat,
Her ji min re maye bêbext rojhelat.
Min bûk nedît,zarok nedît nedît al
Porên min gewr,ez pîr bûme,bûme kal
Welatê min bikene,tu tiştek bêje
Lalbûnate çima hewqas dirêj e?
Çima hewqas;tu bêdengî û bê nav?
bila bibin gorîyên te sî û tav.
Welatê min bikene bikene megri
Ji bîra te hêj derneket Agirî...

Kemal,Fewzî, Êxtî,Fûad nemirin
Ji nû ve ew;di rêya te de dimirin.
Ji nû ve ew,ji tirbên xwe radibin
Ji nû ve ew dimirin pê şa dibin.

19 Şubat 2011 Cumartesi

Agirî navê te girane


Agirî navê te girane

Agirî navê te girane
tu bi deşt û bi zozane,
hêlîna gire girê kurdan
Ihsan Nûrî paşa,
Silêmanê Ehmed bavê Ferzende beg,
Seyîdxanê kerr şêrê eşîrane...
Tu rabe dîsa serê xwe hilde
wekî carek ji carane
wekî Mahabad derdê te girane

18 Şubat 2011 Cuma

Şivan Perwer: Agirî

Agirî
Ji sal 1930 de destpêkir, 1932 serî rakirin, agirî şer dikir
Ararat tije bûbû, dîsa bi volkanan dikelîya,
agirî xwîn digirî, agirî xwîn digirî,
serê xwe rakirin, şerê xwe kirin lê tê negihîştin
bav û bra hat kuştin, dayik lidar, xoşik dilovan, zarokên li wir sêwî mabûn
li pişta şer kalekî pişta xwe dabû kendalekî û berê xwe dabû çîyayê Agirî
dinêhêrî û wanî digot

17 Şubat 2011 Perşembe

Kurd êdî dîroka xwe bi xwe dinvîsin!




Husoyê Emîn
NETKURD
Aktuelbûn:20:57 - 22/11/2006

Yilmaz Çamlibelî, roja 18.11.2006ê de li ser serîhildana Grîdaxê û pirtûka xwe ya bi navê „Grîdax bêxwedî nîne“ konferansek da.

7 Şubat 2011 Pazartesi

Kakşar Oremar: Xem û xewnên Îhsan Nurî Paşa

Xem û xewnên Îhsan Nurî Paşa -07/02/2011 - 08:23 - kaksharoremar@gmail.com

Dema navê wî dibihîsim xemeke giran xwe di hîs û hestên min de dialîne. Diltengî sînga min digoşîne û ez ji xwe dipirsim: çima ew qedera nexweş bû bi para general Îhsan Nûrî Paşa?

6 Şubat 2011 Pazar

Ala rengîn û sirûda neteweyî “Ey Reqîb“


Elî Cefer/ Wekî hemî netewên ser vê xaka me, gelê Kurd jî xwediyê al û sirûdeke netewî – niştimanî taybet in. Helbet al û sirûda netewî tiştine zîmbolî ne, lê di wijdan û hestên mirovan de, zor bi nirx in û cihekî wan î taybet heye. Ew li nik hemî netewan nîşana serfirazî û serxwebûnê ne. Gelo, kengî û ji alî kê ve ala rengîn û sirûda “ Ey Reqîb “ hatine pêşniyaz kirin?

Eskerê Boyîk: Kesera Çîyayê Agiriyê


Dest min dane pirtûka Yîlmaz Camlîbêl „Gilîdax Bêxwedî nîne“ yan „Serhildana çîyayê Agirîyê“ (Weşana DENG; 2005). Di nava van çend mehên dewyê da cara dudan e ez vê pirtûka hêja dixûnim û bi hizkirin tev nivîskarê pirtûkê fikirê va diçim nav bûyarên rojên buhurî, wan rojên tiragîk e dijwer, rojên mêranyê, serbilindyê, rojên oxirmên giran, ku dîroka me da bûne efsena welatparêzyê û berxwedanê.

5 Şubat 2011 Cumartesi

Cîgerxwîn: Agirî


AGIRÎ

Agirî tev agir e, dûrî herin dijwar e
Ne agirê îsal e, lê agirê sedsale kevnar e
Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal e
Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e
Bi xwendina wê xew dibî dijminê çavên reş

1 Şubat 2011 Salı

Kurtedanasînek li ser rêxistina Xoybûnê



» Dîlawerê Zengî

ŞAM, 1/10 2008 — Piştî têkçûna şoreşa Şêx Se’îdê kal di sala 1925-an de, dewleta Turk dest bi siyaseta helandina bi darê zorê kir – ya ko bi siyaseta tirkkirinê (tetrîk) têt nas kirin. Dasa şer, hişk û ter da ber hev. Bi destekî hesinî dest bi kuştin û wêrankirina gelek gund û bajaran kirin. Çek ji destê hoz û ‘eşîrên kurdan wergirtin. Berê agirê sitemkariyê giha hemû warên jiyanê (aborî, civakî, siyasî û rewşenbîrî).

Di dîroka nêzîk de rewşenbîr û kurdperwerekî serokeşîr: Êlaso » Îlyas Efendî STOCKHOLM, 22/5 2008 — Ji bo gelek kurdan Êlaso yan jî bi gotineke di



» Îlyas Efendî

STOCKHOLM, 22/5 2008 — Ji bo gelek kurdan Êlaso yan jî bi gotineke dinê “Îlyas Efendî” ne yekî naskirî ye, ji ber ko tiştekî zêde yê nivîskî di derheqê wî de tune ye, lê kesên ko li rûpelên Hawarê yan jî li kitêbên bîranînên navdarên kurdan yên dema wî binêrin, bi çend gotinan be jî mirov dê li navê wî rast bên.

Çiyahilkêşên kurd alaya Kurdistanê li serê çiyayê Agirî hilda




AGIRÎ, 5/9 2010 — Pênc çiyahilkêşên endamên Federasyona Çiyahilkêşên Kurdistanê çûn serê bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ko çiyayê Agirî ye (li bakurê Kurdistan) û alaya Kurdistanê li serê wî çikandin. Serokê federasyonê Enwer Elî Mihemed dibêje: — Dema em gihiştin serê çiyayî alaya piraniya welatan li ser hebû, me jî alaya Kurdistanê li serê çiyayî çikand.

Pêwendîyên "Xoybûnê" û "Daşnaksûtyûnê

Têkçûna serhildanên li Kurdistana Tirkîyê, Îranê û Îraqê di nîveka salên 20î serekên kurdan, ko piranîya wan li ser axa Tirkîyê xuliqîbûn, hişyar kir, ko rêxistinên miletîyê saz bikin û kar û emelên xwe ji bingehê va biguhêrînin.