20 Ocak 2011 Perşembe

Yaşar Kemal: Li Çiyayê Agirî Bihar

Li Çiyayê Agirî Bihar




Li çiyayê Agirî golek heye. Navê wê golê, Gola Kûpê ye. Hersal gava berf dihele bihar dest pê dike û li Çiyayê Agirî tezebûneke mezin bejn dide. Dora golê bi kulîlkên kin û qalind yên ku ji bin berfê derdikevin, dixemile. Rengên kulîlkan heya tu bixwazî birqokî ne. Piçûktirîn kulîlk jî, li wir, di rengê xwe de, wek ronahîya rengan ji dûr ve þîn, sor, zer û mor dibiriqe û bîhneke giran difûrîne. Ji ava golê ya þîn û axa qehwerengî bîhnek difûre ku ew bîhin ji dûr ve tê difna mirov û mirov pê bêheþ dikeve.
Li Çiyayê Agirî, gava ku her sal bi kulîlkan, bi axa qehwerengî, bi bîhn û rengê xweþ ve bihar tê, þivanên Çiyayê Agirî yên çeleng, çavreþ, çavxemîn û girs jî bi tiliyên xwe yên zirav û dirêj radihêjin bilûrên xwe û tên ser Gola Kûpê, li bin zinarên sor, li ser axa qehwerengî û li ser piþta bihara hezarsalî kulavên xwe radixin û li çarmedora golê rûdinin. Hîna berîya ku tîrêjên rojê biavêjin, di bin çurûsîna ronahîya stêrkên Agirî yên kombûyî de bilûrên xwe ji milên xwe dadixin û dest bi lêdana strana hêrsa Agirî dikin. Ev ji berbangê heta ku roj diçe ava dom dike. Di vê navberê de, tam dema ku roj diçe ava, çûkekî piçûk û mîna berfê spî li ser golê difire, doþ dibe. Çûk zirav û dirêj e û dirûvê hechecikê didê. Li ser golê pir bi lez dizivire, li ser hev xelekên sipî û dirêj çêdike. Ew xelekên spî, têl têl dikevin nav þînahiya golê. Dema roj diçe ava bilûrvan dev ji lêdana bilûrê berdidin, bilûran diavêjin ser milên xwe û radibin. Çûkê ku li ser golê difire jî, xwe bi hemû hêza xwe ve wek birûskê berdide ser avê. Baskên xwe li ava þîn dixe û radibe. Sê caran bi wî awayî dikeve avê û derdikeve. Piþt re jî difire û diçe û ji ber çavan winda dibe. Piþtî çûyina çûk, þivan jî yeko-yeko, dudo-dudo bêdeng ji golê bi dûr dikevin û di nav tariya þevê de winda dibin.

Yasar Kemal
ji Efsaneya Çiyayê Agirî
(Wergera ji tirkî: Haydar Diljen)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder